Travmaya vî bajarî
Ev bajêr hînî rengên keskesorê bûbû. Stranên dilper gelekî li qam û bejna wî dihat. Helperke di biharên wî de berî binevþ û nêrgizan dibiþkûvî. Ev bajar, bûbû bajarekî xewnên spî, xeyalên binevþî û bi lîrîn û fîtikên zarê kurmancî geþ û çavreþtir dibû.
Diþêm bibêjim ku her paþtir xwîna me û vî bajarî li hev bêhtir dikeliya. Em bûbûn zarokên wî yên þûm û hêc, ew bûbû dê û bavê me û di dergûþa xwe de pênûsa me þîrmij dikir. Ew her diçû mezintir dibû, em jî tê de diheliyan û wekî beqa di ava germ de hilandî, pê sergerdan dibûn. Ev bajar þanazî û serfiraziya qewmê me bû, em jî, bi tahlî û þoriya xwe, tê de fêrî hewandin û hezjêkirina hevdu dibûn.
Ji bo cara yekê me peyvên xwe ji paxila çiya û kwêstanan diqusandin û dianîn li çiçika dilê vî bajarî diçand. Me gêra ramanên xwe li vê derê dikir û ji hemû kaniyên kurmanciya çavbelek me golek iþqê li dilê wî digewimand. Em û ev bajar gelekî li hev dihatin û em û ev bajar gelekî bi hev diçûn.
Paþê bahozek reþ rabû. Barove bi ser de hat û mijekî tarî hemû kujiyên bajêr vegirt. Di serî de çûçikên baskbelek ji þaxên wî koç kir, paþê çûçikên baskþîn. Kevokan perên xwe daweþandin, tivîkan hêlîn li xwe heram kir. Bajêr bi carê de zîz bû û bi jehrê ket. Tava wê kiz bû, tîrêjeke dûkêlane bi ser de niþt û xemamê bajêr wekî qurtek avê daqurtand. Em di xemama wî de winda bûn.
Stranên bi dengê çiya ker û lal bûn. Rengên keskesorê di bin tîlmaska qurmizê xwînê de fetisî. Lîme lîme bû û awazên wî ber refên teyran ketin û bêseroþûn çûn. Kurmanciya me lal bû.
Dûmanek reþ hat û bi ser dilê her kesî rûniþt. Kesî newêrî çav li çavê hev bike, kesî newêrî dil bi zarê kesî bike: her kes ji siya xwe xeyidî û her kesê xwe ji xwe sil kir. Bajêr ji me sil bû. Em jî ji xwe, ji hev….
Tirsê torên xwe li çarmedorên bajêr raçandin. Tirs bû pîrebok û kete nav hiþ û wêrîna her kesî. Dev û dest ketin xelekên tirsê û li hev geriyan. Niha, em û bajêr tenê bi dilekî sar di zikê hev de dijîn. Ne ew me hembêz dike ne jî em diwêrin li rûyê wî binêrin. Em ji wî direvin ew ji me.
Îja, li vê derê, em xwe ji çavên bajarê xwe vedidizin ew ji çavên me. Gelo, me li nav çavên hev binêrta me dê çi û çi ji hev re bigota? Ax! Vî bajarî çi kul xistin dilê me û ax, me çi þermeke giran xiste dilê wî!
Ma di tirs û þikestinê de mirov xwe dadiweþîne? Qey ji ber vê ye, piþtî ku vî reþebayî bi ser bajarê me de girt, jinan zik hat ber. Mêran lez da vejandina tovê xwe. Navên huzin û kovanê li sebî û savayên xwe kirin. Navê hêviyeke kiz ku careke din tav bi ser birc û bedenen vî þarî bibiriqe.
Çu carê hindî vê salê xelkê bajêr guh nedaye awazên mirinê. Ji bo verevandina xemê rê, dorrê, serrê, rexrê.. mal, bermal, sermal, devmal, balkon, þaneþîn bi carekê de bi kulîlkan xemilandin. Kulîlk gelo þînê direvînin? Gelo kulîlkçandin xemrevînî ye? Vî bajarî çu carê hinde zû kirasê xwe neçirandiye, gelo mirov –erê erê war jî wekî mirovan in- kirasê xwe biçirîne, ji kerbê ye, an ji qehrê? Kîjan kovan mirovî þift tazî dike û berdide ser kulîfekan?
Derdê me û vî bajarî derdekî dî ye. Erê kiras diguhere lê ruh? Kîjan reþeba ji ruhê bajarekî girantir e?
Van du salên vî bajarî keziyên keçikan spî kirin, pora lawikan daweþand, zarok þûna leyîzgehan bi xirbeyên wî lîstin.
Û dîsa bihar bi çavên xwe yên zeytûnî li vî bajarê bi xemgîniyê dibiþire. Nêzik e, tavzîlok cihê xwe ji tavgeþiyê dihêlin. De werin em bajarê xwe bi xemla Newrozê bixemilînin!