Whitney Huston, Eyþe Þan, ol, jin û qedera jinbûnê
Di jiyana min de muzîk cihekî pir girîng digire. Diya min tim li radyoyê guhdarî dikir. Me gelek sibehan çavên xwe bi muzîkê vedikir. Carnan di hin bernameyên radyoyê de çîrokên muzîkjenan vedigotin. Çîroka gelek muzîkjenan bala min kiþandiye û min tim xwestiye jiyana çend kesan binivîsim. Ev muzîkjen çi kurd û çi ji neteweyên din ku jin bin zêdetir bala min dikiþînin. Dema difikirim pê dihesim ku muzîk bixwe serencamek e. Lê ku muzîkjen jin be serencam dibe avekê har û qederekê xumexum dike heta dawiya jiyana wan.
Wan rojan di radyoyê de muzîkjena navdar a amerîkî ya ku di dîrokê de herî zêde xelat stendiye (6 Gramy û 400 ên din) distira. Whitney Huston a jin û reþik strana xwe ya “I Have Nothing” (ez xwediya ne tu tiþtî me) digot. Bi temamî nîn be jî jiyana wê dizanim çimkî ji 14-15 saliya xwe û vir de lê guhdarî dikim, wê diþopînim û pir jê hez dikim. Dengekî wisa li ser e ku dema distire lerz bi canê mirov dikeve.
Diya Whitneyê li dêran stranan dibêje û navdar e. Bi diya xwe re îlahî gotine û hatiye kifþkirin. Piþtî perwerdehiya 2 salan Whitney Huston gav bi gav ber bi dîvabûnê ve diçe. Her albumek wê lîsteyên muzîkên dinyayê serobino dike û bi mehan di rêza yekem de dimîne. Lîstikvanî û fotomodelî jî kiriye.
Em werin ser jiyana wê ya þexsî. Whitney bi yekî ku rep dibêje re dizewice û zarokek çêdike. Zilam hem wê hînê tiryakê dike hem jî tim li Whitney dixe. Dûre dev ji mêrê xwe berdide lê nikare dev ji tiryakê berde. Carinan li kuçeyan radizê, carinan tedawî dibîne. Keça wê Kristina di nav þahiyên tiryak û mirovên serxweþ de mezin dibe. Dawiyê Whitney 48 salî, di odeyek otelê de, di kuweta tijî av de xwe difetisîne. Piþtî wê Kristina jî xwe bi heman þiklî dikuje. Qedera dê cihêzê qîzê ye..
Eyþe Þan di sala 1938’an da li Amedê tê dinyayê. Bavê wê dengbêj e, di zarokatiya xwe de di nav dîwanê dengbêjî û xwendina mewlûdan de mezin dibe. Mewlûd û ayîn wekî hev in, bi rîtm û melodî. Piþtî ku bavê wê dimire Eyþe Þan dixwaze muzîkjeniyê bike lê li gor ola îslamê stranbêjiya jinan qedexe ye û rastî bertekên pir hiþk tê. Ji bo muzîkê ji malê direve, diçe Dîlokê, li wir ligel qedexeyeke nû (kurdî) di radyoyê de stranên tirkî dibêje. Dûre diçe Stenbolê û li konseran kurdî/tirkî dibêje. Demekê diçe Almanya û dîsa vedigere Stenbolê, dizewice, 3 zarokan çêdike. Ji pêkutiyê dewletê diçe Bexdayê. Li wir Arif Cizrawî û Îsa Berwarî nas dike. Bi hev re li gelek deverên baþûrê Kurdistanê konseran didin, dertê radyoyên kurdan. Êdî stranên Eyþe Þanê li ser zimanê hemû kurdan in. Ji pêkutiya olî û feodalî malbat nahêle here Amedê û zarokê wê jî wê diterikînin. Eyþe Þana denglerizokî û dengqedîfe, li hember ew qas bêbextiyan û jiyaneke wek serencam, bi nexweþiya pençeþêrê dikeve. Di sala 1996’an da li mala xwe, tikûtenê, xatirê xwe dixwaze û li dû xwe rêzikên;
“heywax dayê
xerîbim dayê
heywax dayê
bêkes im dayê
bê te kesê min nemaye li vê dinyayê
w’ez bimrim dayê”
û gelek stranên bi keder dihêle. Ji roja ku ji malê direve heya mirina xwe carekê jî diya xwe û Amedê nabîne. Niha malbata wê nahêle ku li Amedê bê definkirin jî, dûrî welatê xwe ye.
Eyþe Þan, bêwelat bû û xwedî olekê ku jiyana wê serobino kir bû. Hem welatê Whitney, hem jî olekê ku bi xêra wê strana dibêje hebû. Lê dîsa jî wekî her jinê ku di biwêjekê kurdan de tê gotin “darê þikestî” ye û ji qedera jinbûnê nikare bireve. Di bîra min a kûr de Delîla, Mizgîn, Edith Piaf, Meyremxan û gelekên ku navê wan nayê ser zimanê min hene. Distirên bi dengê xwe yê zêrînî û wê her û her bijîn li ser rûyê vê dinyaya bêbext.