Helbest û helwest
Dema ku me tenê zimanê dayika xwe dizanibû hê pênûs neketibû destê me. Çawa pênûs ket destê me em ji zimanê xwe dûr bûn û ketin hembêza zimanê tirkî. Lê tu carî kurdiya me ji jêrhiþê me derneket û wê zû bi zû jî derneyê. Me xewnên xwe bi kurdî didîtin, dema ku zarokatiya me dihat bîra me em bi kurdî difikirîn.
Gelekên ji nav me xwestin binivîsin lê ji sedema çanda zimanê nivîskî taqet nedikirin an nizanibûn ku wê çawa hestên bi kurdî li ser kaxezê bi cih bikin. Heya niha nedîtibûn an pir kêm dîtibûn. Yên ku dizanibûn an bi jimar pir kêm bûn, an dûr û mijûl bûn an jî van salên dawî nedixwestin ji bilî wan kes bi kurdî binivîse, çimkî êdî kurdan ji kesên kurdînivîs pir û pir hez dikirin û rêzdariyeke ecêb li hemberî wan nîþan didan. An jî kurdînivîsan wekî mirovên pir jêhatî, bi zengil ji jor de hatî dihesibandin û dinepixandin. Bi hin kovar û komeleyan perwerdeya kurdî hêdî hêdî ket nav me. Hinekan bi kedekê bêhempa xwe dan ser û þareza bûn. Hinekan gotin qey tenê bi zanîna kurdî (çi nivîsandin çi axaftin) dikarin bibin nivîskar an helbestvan. Çi baþ çi xirab, gelek berhem derketin qada nivîsê. Piþtî ku axaftin û xwendina kurdî bi me þêrîn bû me xwest ku gelek berhem derkevin û em tîna xwe ya sedan salan bi wan di demeke kin de biþkînin. Em tiyê zimanê xwe bûn û ev tîbûn ne wekî tîna canê me bû, wê tîna rihê me zû bi zû neþikiya û wê neþikê jî.
Dewletê xelata dida kurdên tirkînivîs ji bo ku hem bibin mînak ji kurdên din re hem jî berê xwe nedin kurdî (ez qala baþî an xirabiya berhema nakim). Niha jî çend kurdên ku ji xelatan têr nabin bi rik bi tirkî dinivîsin û li gelek cihan serê wan tê mizdan. Ku rojekê rabin bibêjin em dev ji tirkî berdidin, em ê êdî bi kurdî binivîsin, em ê wê çaxê bibînin kî xelatan dide, kî hemû deriyan li rûyê wan digire.
Ligel van helwestan çend kurdên tirkînivîs bi temamî berê xwe dan kurdî. Niha ev çend kes mîna di deryayeke de xwe bi xwe fêrî avjeniyê bibin. Çawa ku em di zikê diya xwe de di nav avê de dijîn û avjenî di bin hiþê me de heye, tenê hewl û ked û teknîk lazim e, zimanê me yê di jêrhiþê me de jî wê bi vî awayî zû an dereng derkeve ser hiþê me û xweþ xweþ bi pêþ bikeve.
Abdurahman Bedîr yek ji van kesan e ku bi tirkî helbest nivîsîne û dûre dev jê berdaye, bi kurmanciya þêrîn a Serhedê helbest honane. Her çiqas derbasbûna ji zimanekî ji bo zimanekî din zehmet be jî û ev zehmetî xwe di hin deverên helbestan da nîþan dabin jî min “Xemzêm” a A. Bedîr eciband û bi ya min rêya helbesta wî vekiriye.
Di helbesta A. Bedîr de ferhenga Serhedê mîna stranên me yê gelêrî olan dide. Bi ya min di vê dîwanê de kurmanciya Serhedê xwe teslîmê kurdiya standartkirî nekiriye û qenc kiriye. Jixwe helbest ew e ku tu bi ziman bilîzî û zincîra standartê cih bi cih biþkînî.
Tu her dibînî helbestvan axîna Tamara ya dîl a nav her du olan aniye ziman;
“…
Digo ew þev;
Bav, bû kundê kor, li ser tara þevê danî, li wan nihêrî.
Çira, çivîka xapxapok, li ser zeryayê geriya. Tamara kete zîndana dêrê.
Çira, qayîka xulam de geriya. Xort xapiya. Li pey çirayê westiya baskê çivîka dilê wî.
Dilê wî basko bû. Þikest. Xeniqî. Çira, di du dilan de temirî.
Çira, di du cot çevan de temirî.
Zerya bû tirb,
Tamara bû kêlik, dêr bû þahid.
Di guhê keçikê de dengek: ax Tamara!”
Tu her dibînî, remil datîne, hespên Zozanê Serhedê tê de dibîne, geh pêþikestî geh bi çargavî.
“Celebê xem, vedigere li ser nemûþê tewna xemzêman
Amîn, ku ez xemê dirêsim bi teþiya dil!
Digo: Bavkujan, bi zendê jin û zarran girtine û birine
An bo kuþtinê, an ji bo destavêtinê, an ji bo surgûnê…
Dibêje: Dewsa zendên wan ê ku hatiye girtin reþ bûbû
Digo: Ew dewsa reþ re þa’irekî gotiye bazinên xemê!
Bêje: Ew roj ev roj e, ew bazin, di zendên me hemûyan de ye.”
Xema þair û netewekê, geh dibe bazin, geh dibe xemil û geh…
Þair xemê kiriye çar beþan û vegotiye; Xemla Xemê, Nemûþên Xemê, Zengilên Xemê û Þînê Remil Danî.
Belê, þîn û xema bêdawî ya li ser rûyê vî welatî bi peyvên kurmancî olan didin û wê hê jî bidin. Tenê bila xwediyê vî welatî û vî zimanî reþbîn nebin û lê xwedî derkevin. Çimkî þer diqedin lê huner naqede. Þer þikestina hêviya ye, huner vejîna hêviyê ye.