Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin
Gotin bi min nakeve (Çimaya wê li jêr e) lê dîsa jî ezê di vê nivîsê de li ser referandûma Baþûr çend gotinan bibêjim.
Referandûm û demokrasî ji hev nayên veqetandin
- Referandûm demokrasî ye, rêyên din qebûl nake. Ji ber ku her kes bi awayekî azad dikare bibêje erê, yan na, loma demokrasî ye. Ger kes bi awayekî azad deng nedin çima referandûm çêdibe?
Heta niha li gelek welatan li ser gelek mijaran referandûm çêbûne. Di hinan de erê, hinan de na derketiye. Lê çi deng dabin jî hev "xayîn, xwefiroþ" îlan nekirine.
- Bûyera Ferhad Sangewî û Skoçya
Ferhad Sengawî ji YNK'ê derket got "Na". YNK'ê dest danî ser mal û milkê wî (îdîaya “li nav kuçeyan hinan li wî xist” jî hat gotin, min nikarî piþtrast bikim). Gelo mafê Sengawî nîn e ku bibêje na? Hin mînak:
Skoçya ji bo ji Brîtanyayê veqete yan na çû referandûmê (18.09.2014). Di dawiyê de NA derket, Skoçya veneqetiya. Lê di referandûmê de kesî derb nexwarin, yên ku ji bo erê jî yên ku ji bo na jî xebitîn bi awayekî azad xebitîn. Jixwe mesele ne wisa be, hema biryarê bidin bila here, çima referandûmê lidar dixin.
Mînaka duyem Îngilistan e: Îngilistan ji bo ji Yekîtiya Ewropayê veqete yan na referandûma bi navê "Brexit" lidar xist (23.06.2016). Hikumeta Cameron ev biryar girtibû; ji nav hikumetê wezîrên ku bi awayekî eþkere ji bo ERÊ xebitîn, yên ku bi awayekî eþkere ji bo NA xebitîn jî hebûn û ev yek eþkere kirin jî. Lê partiya hikumetê dest dananî ser mal û milkê wan, ew ne ji wezîrî, ne ji mebûsê avêtin.
Mînak pir in lê bes in. Dema hûn rabidin dest deynin ser mal û milkê mebûsekî dê dinya bibêje "Hûn hê li nava xwe ne demokrat in, hûn çawa demokrasiyê dixwazin?"
Ha, ger "Na" sûc e, çima di dengdanê de "Na" heye. Ger ne sûc e çima dest datînin ser mal û milkê wî?
- Meseleya meclisê
Hin nivîskarên kurd radibin dibêjin "Girtimayîna meclisê ne asteng e ji bo referandûmê, ma li dinyayê kîjan welat bi meclisê hatiye avakirin..."
A rast meseleyê þêlo dikin. Ger li herêmek tevgerek hebe, xurt be, meclisa wê tune be lê hêza wê ya þoreþê hebe bêyî meclisê jî dikare serxwebûna xwe ragihîne. Lê ger li herêmekê jixwe meclis hebe û tu rabî serokê meclsê biqewirînî, meclisê bigirî ew der demokrasî çênabe (Ew meclis çawa hatibe avakirin, serok çawa hatibe hilbijartin jî ev meseleyên din in ji ber ku niha bi awayekî fermî û bi awayekî meþrû ew serok e û tu nikarî ji paytextê wî biqewirînî, meclisê bigirî)... Ger tu meclisê venekî, dinya dê nebêje meclisa te heye, te li nav xwe hilbjartin kiriye, tu hê kesên hatine hilbijartin qebûl nakî, tu çawa daxwaza hilbijartinek din (yanî referandûm) dikî?
Û li herêmek meclisa mirov hebe ma ne tiþtek baþ e ku biryara serxwebûna wê herêmê bi hatine cem hev a hemû partiyan û bi biryara meclisê bê dayîn?
- Kurdan Meclis xirab bikar anî
Li vir li ser meclisê tiþtên din jî bibêjim: Kurdan meclis baþ bikarneanî. Mesela li gor Zagona Iraqê xala 140’î dikaribûn li Kerkûkê û herêmên din referandûm çêbikin û bi rêveberiya kurdî ve girê bidin lê nekirin. Û niha ev meclis bêyî biryara referandûma giþtî bide, referandûm çêdibe... Erê kurdan meclis baþ bikar neanî ji ber ku her li ser parvekirinanê meclis meþandin, ne ji bo rêveberiyeke yekgirtî, rêveberiyeke gelek serketî û ji bo gel. Mînakek din, mesela meclis, endamên meclisê nizanin petrol bi çi buhayî tê firotin, ew pere diçe ku? Ev îdîa her hin derdoran anîn ziman...
- Artêþ, aborî, yekîtî...
Li Baþûr jî, Bakur jî gelek kes ji Îsmaîl Beþîkçî hez dikin. Di van demên dawî de bi taybetî baþûrî zêdetir jê hez dikin. Û gelek kesên ji xwe re dibêjin "serxwebûnwaz" jî... Beþîkçî dibêje, "Ji bo ragihandina serxwebûnê Artêþa Kurdistanê lazim e, çekên giran lazim in." Lê em hemû dizanin niha artêþek Baþûr nîn e, pêþmergeyên du partiyan hene. Di warê aborî de jî du parçeyîbûn heye. Û yekîtî ji xwe nîn e. Ka wê çawa be?
- Mafê kurdên Stenbolê, kurdên Ewropayê
Li nav tora civakî em dibînin ji baþûriyan zêdetir kurdên Stenbolê, bi gotinek din kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, kurdên li Ewropayê bi heyecan in, heta dawî "erê"ya referandûmê diparêzin. Lê gotina min ev e: Ne mafê van kurdan e ew qas bi heyecan bin, hinan xayîn nîþan bidin, hinan tûj bikin. Dema NA derkeve tiþtek di jiyana van kurdan de naguhere. Dema ERÊ derkeve û ger li Baþûr rewþ xirabtir bibe dîsa dê tiþtek ji jiyana van kurdan neguhere. Ew dê dîsa herin herêmên Ege û Akdenîzê betlaneyê... Ez jî têde, ne mafê me ye em li ser navê baþûriyan biryarê bidin, hinan xayîn, hinan neteweperwer îlan bikin. Wekî mînak me di sala 2003'yan de dît çiqas kurdên me qala Kurdistanek azad kirin, çûn Baþûr û nekarîn çend meh bijîn vegeriyan cihê xwe. Dema li Baþûr qeyran çêbe, zor û zehmetî dest pê bikin jî em dizanin em kurdên vê derê emê neçin wir. Wê çaxê bihêlin bila ew biryara xwe bidin. Û dema erê yan jî na derket em bibêjin "ser çavan", ne ku hinan xayîn îlan bikin.
- Baþûr dereng maye
Li ser hin dibêjin “ne dem e” û hin tiþtên din dibêjin, ez dibêjin rêveberiya Baþûr dereng maye. Ew ji sala 1992'yan ve xweser e. Ji wê demê ve ji bo vê xweseriyê bibe gavên jortir bi têra xwe nexebitî. Tiþtên li gor me qal kirin ji wê demê ve ji holê rakirina îro pêdivî bi referandûmê nemabû.
Mînak Kosova ye. Kosova di 10.06.1999'an de piþta xwe dide Neteweyên Yekbûyî (NY). NY'yê ji bo wan, "Mîsyona Rêveberiya Demkî ya Kosova" ragihand. Bi vê yekê Kosovayê gav bi gav serxwebûna xwe honand. Di sala 2008'an de Kosovayê serxwebûna xwe ragihand. Û ji wê rojê heta 2012'yan NY'ê ev serxwebûn þopand, piþtî þopandina 4 salan ku qanî bûn ku dem temam e, roja 12.09.2012'yan NY'ê serxwebûna wê erê kir. Û pêre zedîyî 100 welatan Kosova qebûl kir.
Em ji sala 92'yan heta 2003'yan jî deynin aliyek, em ji sala 2003'yan ve bihesibînin jî tam 14 sal dikin, di van 14 salan de bi têra xwe tiþt ji bo serxwebûnê nehatin kirin. Loma bi ya min Baþûr dereng jî maye.
Û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yekem car di tîrmeha 2014'an de ragihand ku dê di nav 3-6 mehan de referandûmê çêbikin (01.07.2014, BBC), lê 3 sal ser re derbas bûn ji bo vê gavên xurt nehatin çêkirin, yekîtî, anîna cem hev a partiyan nehat çêkirin. Ji wê rojê de ji bo referandûma îro xebat bihata kirin îro ev nîqaþên ku têne kirin yek jî dê nehata kirin...
‘Referandûm’ an ‘Giþtîpirsî’
Çapemeniya nêzî PDK’ê gelek caran ji referandûmê wêdetir peyva “Giþtpirsî” bikar tîne. Ev yek pirsa “gelo ev ne referandûm e” tîne bîra mirov. Lê ev heye: Wisa diyar e ev xebat zêdetir ji bo “binêrin gelê me vê yekê dixwaze” tê kirin. Piþtî referandûmê serxwebûn bê ragihandin yan na jî dê dem û bi hewla derdoran þikil bigire. Helbet piraniya kurdan dixwazin erê derkeve lê bi ya min erê jî derkeve, na jî derkeve zêde ne pirsgirêk e. Jixwe di sala 2005’an de jî xebatek wisa hatibû kirin. Niha ji referandûmê jî wêdetir tiþtê girîng ji destpêka meha 10’an partiyên kurdan ên li Baþûr dê tevgerek çawa nîþan bidin? Meseleya yekîtî, aborî, dan û standin, artêþ, daxwaza gel... Di van waran de serketin çênebe deh referandûm çêbin jî dê fêde nede. Ev yek referandûman dikin referandûm…
- Kî dixwaze kî naxwaze...
Wekî gotina dawî: Divê hemû alî ji gotina "kî dixwaze kî naxwaze"yê bi paþ ve gav biavêjin. Her parçeyek kurdan ne ê kesek tenê ye û bi gotina kesek tenê jî nabe. Rê û rêbazên dinyayê diyar in, li gor van rê û rêbazan yên li Baþûr jî, ger ji destê wan tê yên li Ewropa jî, bêyî sloganan bikaribin kar bikin, dîplomasiyê bikin... Rêyek din nîn e... Piþtî referandûmê erê jî derkeve, na ji derkeve emê dîsa li rûyê hev binêrin, emê dîsa li kêleka hev bin. Niha de em ji gotinên tûj xwe bi paþ ve bidin, heta bikaribin hev qanî bikin dê baþtir be...
De a bixêr...