Bedewiya Hunera Bedew û Cengîz Xelîl Mehmûd
Di her zimanî de ji xebata çêkirina resim re dibêjin “Hunera bedew.”
Dibe ku xitabê çavan dike lewma.
Ji ber ku her cureyên hunerê di eslê xwe de bedew in.
Ji hunera ser sehneyê bigire heta hunera deng, nivîsandin, çêkirina peyker û wêne...
Her tevger û xebata ku bi rêya wî bixwazî, bi awayê herî estetîk xwe bigihîne hestê mirovan bedew e, dikeve çarçoveya hunerê.
Di vê nivîsê de niyeta min ew e xortekî bi we bi bidim nas kirin ku xwe bi temamî daye vî karê ku xitabî rihê mirovan dike.
Hunera bedew. Resim, wêne.
Di vê nivîsê de berhemên wî þîrove nakim. Lê hem jiyana wî hem jî ew berhemên tije rastiya me ku di harmoniya reqsa tilî û bêçiyên wî de afirîne gelek bandor li min kirin.
Tenê fikrek tê hiþê min: Xwezî me jî hebûya pargalek ku nave wî “dewlet” dibû, çi dibû bila biba, bes em tê de serbixwebana ku me kariba tê de li gorî dilê xwe hunera xwe biafiranda, biparasta, pêþkêþkira û niþanî dunya alemê bida.
Li cem xelkê ev kar gelek bi qedir û qîmet e, bi taybetî jî li Ewropayê hema bigire li her bajarekî muzeyên resim hene. Galeriyên ku pêþengehên resim vedikin hejmara wan ji dermanxaneyan ne kêmtir e.
Þaredarî bi oganizasyona pêþengehan, banqe, karsaz, þîrketên cihêreng bi kirîna berheman wênevanan epey teþwîq dikin.
Qîmeta ku ev kesayetî û sazî nîþanî hunerê didin di civakê de îtîbara wan bilind dike.
Dibe ku ji ber dîroka wan ya kevin ya hunerê be…
Em pesnê xelkê nedin, em berê xwe bidim xortê me, Cengîz Xelîl Mehmûd.
Emê bi vê nivîsê re çend wêneyên wî jî biweþînin ku mirov wî baþtir nas bike.
Cengiz di havîna 1987’an de li Qilabanê ji dayik dibe. Çîroka jiyana wî diþibe ya gelek kurdên li Xerzan û Hekkariyê. Welatparêzî, tehdîda dewletê, winda kirin, kuþtinên faîlê wan ne diyar, þewitandina gundan a ji aliyê hêzên tirk ve û sirgûn. Ferdên malbata Cengîz berê xwe nedan Rojavayê Tirkiyê, wan jî wekî bi deh hezar þêniyên heremê ji ber xezaba neviyên Osmanî berê xwe dan baþûrê Kurdistanê. Ew herema ku Cengîz neçar ma piþta xwe dayê û wê wekî bihuþt bi nav dike di rihiyeta wî de dibe sedemê hest û nexweþiyeke nostaljî. Lewra li her kuçe û kolanên wê bihuþtê hê rêçên lingên wî hene û dibe ku li wan deran hê tayên porên wî yên zerîn li ba bibin, dibe ku xizmên wî yên windakirî vegeriyabin, dibe ku gundên wan neþewitibe. Dibe ku ew tev xewn bin, derew bin...
Ma qey wêne derewan dikin?
Cengiz resim çêdike, resmê zarokatiya xwe.
Cengiz wêne çêdike, wêneyê rêwîtiya xwe,
Cengiz nîgar dike, nîgariya jiyana li waregehên penaberiyê.
Cengîz xêz dike, xêzên evîna xwe ya ku nabe nesîb.
Cengiz þahidî dike, þahidiya ku mirov li welatê xwe bibe penaber.
Her wargeh jê re dibe jiyanek, ramanek, temenek û dibe tabloyek.
Cengîz Xelîl Mehmûd niha li wargeha Mexmûrê ye, hem jî tam 19 sal in.
Ew taboloyên sipî yên bi caw datîne pêþiya xwe, bi firçe yan bi sipatul, yan bi dest û lepan firq nake, ew rengên li pêþiya xwe, piranî jî rengên girtî û yên dijwar, li ser wê tabloyê belav dike, geh bi tolhildanî, geh bi rik, geh bi kîn, geh bi hêrs geh bi hestên herî nerm mîna ku destê xwe li perrên siperikekê dabe, þekil dide wêneyên di kûrahiya zîhna xwe de.
Ev xebata wî dibe derman, dibe merhem ji hestên wî yên nostaljîk re.
Ez gotina dawî bidim Cengiz: “Li Maxmûrê min germaya cehenemê hîs kir. Dema ku toza çolên Erebistanê çav û qirika min tije dikir, hizir û giyana min jî bi heskirina huner tije dibû. Ji xwe hin di zarokatiya min de hunera wêne wekî gulek ji nû ve pelkên xwe vedike, di hembêza min de mezin dibû. Hemû tabloyên di mejiyê min de hatîn xêzkirin, dixwestin derbikevin derve û bibin ispata penaberiyek tirajîk.”
Cengîz Xelîl Mehmûd li Hewlêrê Zankoya Selahedîn, Beþa Hunerên Ciwan, wêne qedand. Ew niha li Mexmûrê li Navenda Xebatên Hunera Destan ya Þehîd Delîla û Dibistana Amadeyî ya Þ. Koçerîn Mamostetiyê dike.
***
Ji bo wêneyan:
- GALERÎ: Cengîz Xelîl Mehmûd: