Ji nîvgirava Sînaî; mirov bi tirs in ku li teniþta wan êrîþek pêk were
Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re ye. Ji bejayiyê ve xwe digihîne Îsraîlê. Eger em deryayê lê nekin, cîrana Erebistana Siûdî ye jî.
Xwezaya wê ji çiyanên rût û biyabanê ango sehrayê pêk tê. Qiraxên wê yên deryayê bihuþta geþtiyariya di bin avê de ne. Berê tenê koçer li vê derê dijiyan. Hezkerên deryayê jî ji bo xwe noqkirinê dihatin aliyê Þarm el Þêx a vê nîvgiravê. Ava zelal û jiyana lawirên pirengî yên di bin deryayê de dibû sedem ku rojane hejmara geþtiyaran zêdetir bibe.
Berî 40 salan êdî hêdî hêdî li ber qeraxên Sînaî hotel hatin avakirin û ew der bû bihuþta geþtiyariyê. Ji her derê cîhanê geþtiyaran ref bi ref qesta wê derê dikirin. Lê bi þerê navxweyî yê Misrê yê sala 2011‘an re ew der bû qada þer û êrîþên terorî. Ji wê rojê ve heta niha li wir gelek êrîþ li hotelan li dijî geþtiyaran, li nava Þarm el Þêx li dijî sivîlan û li dijî baregehên leþkeran pêk hatin. Pêrar bi daxistina balefireke tije geþtiyarên rusî ku ji balafirgeha Þarm el Þêx rabû êdî geþtiyarî jî li wir kete nav sêkeratan.
Hefteya borî derfeta min çêbû ku biçim vê nîvgirava ez behsê dikim. Balafira me ji Frankfurtê firiya û li balafirgeha Þarm el Þêx danî. Ez li vir parantezekî vekim; Di þerê navdar ê þeþ rojî yê 1967‘an de Îsraîlê ev nîvgirav kir bin destê xwe û li wir balafirgeheke leþkerî ava kir. Piþtî lihevatinê, ev balafirgeha leþkerî ma ji Misrê re. Di nava demê de Misrê ev balefirgeh veguherand balafirheke medenî. Ev balafirgeha balafira me lê danî ew balafirgeha Îsraîlê ava kiribû bi xwe bû.
Piþtî mirov ji balafirgehê derkive, li ser rê tevdîrên ewlekariyê yekser bala mirov dikiþînin; Li xalên kontrolê yên ser rê leþker li ber çekên giran tiliyên wan herdem di amadebaþiyê de ne. Dema wesayît bigihin ber deriyên hewþên hotelên geþtiyaran, wesayît bi seyên bêhnê têne qontrolkirin û dû re dikarin rêwiyan bibin hotêlan.
Eger em geþtiyarên ewropî yên her tiþtî didin ber çavên xwe û berê xwe didin vê nîvgiravê lê nekin, geþtiyar êdî bi piranî yên navxweyî ne. Ji welatên ereb ên mîna Urdunê jî geþtiyarên qista vê derê dikin hene. Her wiha di çarçoweya peyman-bernameyeke taybet a hikumeta Misrê û Ûkraynayê de jî hewla ku berê tûrîstên ukraynî bidin vir heye lê belê hê jî asta geþtiyaran negihaye bendewariya her du aliyan.
Balkêþ e; yekser li ser rê hejmara bilind a hotêlên hatine girtin dikeve ber çavên mirov. Avahiyên nû hatine avakirin lê temamnebûyî wekî kavil hatine hiþtin li her cihî dixuyên. Di nava hotelên vekirî de jî gelek hawizên avê û cihên atraksiyonên geþtiyaran ji bo mesref zêde nebe hatine girtin. Heta ji destê hotelvanan tê dixwazin geþtiyar qayîl vegerin malên xwe lê konjektura siyasî û rewþa metirsîdar nahêle armanca wan a ku bêhtir geþtiyar bên pêk were.
Rewþa nîvgirav a Sînaî wekî ya gelek welatên misilmanan e. Tevger û rêxistinên tund ên îslamî ziyan dane her cihî. Li her derî leþker di amadebaþiyê de ne. Mirov bi tirs in ku li teniþta wan êrîþek an teqînek pêk were. Rewþa aborî ya kesên ji geþtiyaran debara xwe dikirin serûbino bûye. Her kes di nava bêhêvîbûnê de hewl dide ji xwe re hêviyê çêbike lê belê rewþ kembaxtir dibe.
Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; Gelo hêja ye ku mirov digel hêbûna vê rewþa nexweþ serdana cihên wisa bike?
Belê, hêja ye, ji ber di roja me ya îro de qet diyar nabe li ku derê wê êrîþ pêk were û li ku derê pêk nayê. Mîsogeriya tu welat û bajaran nîn e. Beyî xweavêtina di nava agir de, di çarçoweya derfetên mirov de bila mirov cihên meraq dike bibîne. Dîtin û bihîstin ji hev cuda ye. Bi dîtinê re nêrîn û fikra mirov yan tê guhertin û yan jî pesend dibe.