Nivîsa dawî, xatirxwestin
Gotine ‘ peyv diçe nivîs dimîne’. Li ku? Li bêndera bîrê, di nav rûpelên kaxizê de… Bêguman, her peyv ne ew ên dibin wekî hîmên dîwêr. Lew, her nivîs jî ne ji wan ên ‘peyv diçe û ew dimîne’ ye.
Bi rêzan û bi rûpelan jî binivîsî, bi babatên cihê cihê jî lê bikî ristên xwe; ma ne berî me Xanî alaya kelamê daçikandiye li gerdûn...
Ji bo wê ne guncav e her ya te nivîsî, tu binivîsî, lê bikî were xwendin, bê ecibandin, ji bo ku te jî xwestibe alaya kelama xwe li wê gerdûnê biçikinî, ew xwînerê hanê ji te re jî bilîlîne bide çepikan, na haþa, qest ne ev e ezbenî!
Heke bazar, ew bazara kurmancî ya kesad be, te baþ honandibe û peþkeþî yên eleqe pê tînin û dixwînin kiribe jî, yan ne baþ be jî peyva te, jixwe ‘heçî yê dizane dizane yê nizane jixwe baqê nîskan e’ ne min, pêþiyan wisa gotiye ha ezbenî.
Lê dîsa jî ger gotina te hebe, çê xirab, kurmikê zik de ye, di wir de nasekine û dibe peyv û hevok, geh bi dengê zar ji devî re tê der geh li pey hev dibe rêzkirina tîp û peyvikan…
Ger li bêndera bîrê peyvek, rêzikek jî ma be(!)
Her kes ê/a di tûrikê xwe de tal dike, dibêje. Dibe were xwendin an jî neyê xwendin, ew jî mafê yê/a bixwîne ye. Helbet rêzek ji ew ên xwedî maf re jî heye…
Û wext û roj tê, dibînî hest dikî, belkî ‘peyva tu bibêjî nemaye, belkî pênûsa te westiya be, yan êdî tu hatiyî deraxê xwe dubare kirinê, yan jî kiryarên gotina te nemabin an gotineke tu ji civata haziran pê serxweþ û mest bikî tunebe…
Hêngê wext e, divê rawestî, bêdeng bî, belkî jî berê xwe bidî riyeke nû, dîtir û dûrtir, da tûrikê xwe bi tercube û serboriyên nû dagirî, belkî hêngê…
Ez bêjim ji pênûsa min re vêhsîn divê hûn bejin: ‘de gotina te nema ye lo’(!)
Her ji çi be jî, li diyarê nameyê (Diyarname) me çar sal û qevdek nivîs li pey xwe hêla. Vaye dem hatiye, dema ketina rê û bi pey jiyînên dîtir, da tûrikê peyvê bi tiþtên nû dîsa were tijekirin.
Ji bo wê, qey dibêjim ew dem ev dem e, em di vir de bihêlin…
Lê dîsa jî baþ e ku nivîs heye, nivîsê dê her hebe…
Û baþ e ku peyv heye tê gotin, ew her ciwan e, ew ê her bi ciwanî were gotin, vegotin…
Baþ bû Diyarname hebû-heye, ku deriyek ji pênûsa min re jî vekir da ew jî bi dîsîplînekê hewl bide ya xwe vebêje…
Her wiha, ku kêm be jî, ku kêm in jî, baþ e ku xwînerên zarê min ê qedîm hene.
Ew bi vegotina vî zarî hêjayî her peyv, her vegotin û honeka ciwantir in.
Û spasiyek ji malbata Diyarname û selmiyanê wê malbatê Cemîl Oguz re û spasiyek ji milkê dil bo yên dem terxan kirine û berê xwe dane xwendinê, bera jî berê xwe danê nivîsên ji piþta pênûsa min jî di navberê re xwendin, mala wan ava…
Hûn bi xatir in…
Bi xatirê we…
Têbiniya Diyarnameyê: Em sipasdarê nivîskar û hevalê xwe Welat Dilken in ku gelek keda wî jî kete nava Diyarnamayê. Em dibêjin kengê bixwaze quncik ê wî ye û derî vekiriye.