Referandûm û emojiya ala rengîn
Berfîn zarok e. Bihîstibû dê li Baþûr referandûm pêk were. Lê belê wê referandûm wekî îlankirina serxwebûnê fêm kiribû. Bi kelecanî pêrgî min hat. Yekser got: “Rast e dê di meha îlonê (rezber) de Kurdistan serbixwe be?”
Min got: “Na dê referandûm pêk were.” Rûyê wê hat guhertin. Got, “ew çi ye?” Min jê re yeko yeko got. Dema mesele fêm kir gelek xemgîn bû û got, “ûff¸ çi kêfa min hat, ez difikirîm ku êdî wê dewleta me hebe. Êdî li ser nexþeyan û di emojiyên Whatsappê de ala me jî hebe.”
Serxwebûna Kurdistanê ji hûr û giran ve hemû kurdan eleqedar dike. Pirsgirêkên nava malê yên kurdan ew qas gelek in ku kurd li ser meseleya referandûma serxwebûnê bûne du beþ. Aliyek referandûmê wekî gava destpêkê ya ber bi serxwebûnê ve dibîne û aliyê din vê yekê wekî hewla Mesûd Barzanî ya li ser hikum bimîne bi nav dike.
Li Baþûr ev sê sal in parlamento girtî ye. Hikumeteke de-facto heye. Demek dirêj li ser hilbijartinên serokatiyê re derbas bûne.
Di meha rezberê de dê referandûm pêk were. Piþtî hingî du mehan dê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin. Ne diyar e, dibe nû piþtî hingî konsesûsek ji bo hilbijartina serokatiyê were dîtin. Di rewþên asayî de divê ji aliyê demê ve ev her sê hilbijartin hemû beravajî hev pêk bihata. Lê ne wisa ye, hemû tiþt berevajî hev e.
Rewþa navxweyî ya mala kurd ewqas xerab e ku hem alîgir û hem jî dijberên PDK’ê ji referandûmê bêtir ser niyeta baþ û ya ne baþ ya Mesûd Barzanî diaxivin. Hinek quretiyê dikin, hinek ji ber hestên netewî piþtgiriyê dikin û hinek jî hesûdiyê dikin. Pêlên hizbayetiya alîgir û dijberan referandûm di nava xwe de noqî avê kirine.
Di qada navnetewî de rewþ hê kambaxtir e. Hinekan digot Tirkiye serxwebûna Kurdistanê erê kiriye. Behsa lîsteyeke ku 63 welat piþtgiriya serxwebûnê dikin dihate kirin. Em hebûna lîsteyeke bi vî rengî danin aliyekî, berteka neyînî ya welatên mîna Tirkiye, Îran, Amerîka, Almanya û Rusyayê dide diyarkirin ku di qada navnetewî de xebateke piþtgiriya serxwebûnê ya encamgir nehatiye kirin.
Ev aliyekî meselê yê girîng e lê belê aliyê herî girîng ev e;
Rêveçûn û þêweyê biryarstandina referandûmê bi dilê me be û ne bi dilê me be, referandûm dê vîna kurdan ji cîhanê re rave bike. Ev yek gelekî ser hizbayetiyê re ye. Mesele ji hizban wir de, meseleyeke netewî ye.
Divê were gotin ku metersiyeke mezin a referandûmê jî heye; Baþûr dikare bi referandûmê bibe hedefa dewletên serdestên Kurdistanê jî. Heta niha tu welatan destek nedaye referandûmê. Bi taybetî Iraq, Tirkiye û Îran di destpêkê de bertekên xwe nîþan dan. Kurdên digotin, “PKK'ê bi ragihandina xweseriyê bajarên kurdan bi destê Tirkiyeyê da xerakirin” divê di keresateke bi heman rengî ya ku li Baþûr pêk were vê carê ji rexneyên kurdên din ên wekî “PDK’ê Baþûr bi zanebûn kir hedef” re amade bin.
Di dawiyê de dixwazim careke din bibêjim ku gengeþiya van rojan a li ser referandûmê carnan mirov tengezar dike. Divê alîgirên PDK’ê dev ji pozbilindiyê berdin û fêm bikin ku referandûm ne hilbijartina Mesûd Barzanî ye lê meseleya hemû kurdan e. Her wiha pêwîst e dijberên PDK’ê jî fêm bikin ku dijberiya wan a Barzanî û meseleya referandûmê du tiþtên ji hev cuda ne. Muxalefet tiþtek e lê referandûm tiþteke din e.
Ji bo xewna Berfînan pêk were, divê em hemfikir bin ku referandûm ji deryayê dilopek jî be, ya dikeve ser milê kurdan ew e ku li hemberî hemû cîhanê bi yekdengî bibêjin ku serxwebûnê dixwazin.