Gevera rengîn, Culemêrga xweragir…
Bajarê wekî Çiyayê Simbî serbilind, wekî Çiyayê Cêlo bi heybet! Tovê mirovahiyê di tehtên van çiyan de þîn bû. Welatê çem û robar, zozan û hêlîna pilingan, ev war, bi heybeta guldexwînan kemilî di dergûþa mirovahiyê de, ji serdema hoz û êlatên Naîrî û Urartu pê ve, li vê hêlîna çiyayî, her deng û rengên jiyanê hebûn û kemilîn.
Ev bajêr, ev welatê çiya, wekî kelehekê polayî, di hemû serdemên dîrokê de, ber sînga zilm û zordariyê wekî çiyayên xwe rawestiya; Îskenderê Mezin, nekarî van çiyan derbas bike. Ev welatê Zagrosan e, ew devera ku tîrêjkên rojê jê hiltavêjin û bi ser deþt û beriyên mirovahiyê de belav dibe.
Culemêrg, zêdetirê 700-800 salan bi destê mîrên kurdan, bi awayekî xweser hate birêvebirin. Di bin siya vê Mîrniþîna Hekarî de, ji robarê Mûsilê heta Gola Wanê herêmeke berfireh bi hemû reng û dengên xwe bi awayekî birayetî jiyana xwe birin serî.
Li vê derê, dengê bangê mizgeft, noqasa dêrên Nastûriyan, dengê Laleþ û sînagogan di teniþta hev de bilind bû. Heq, edalet û dilsozî demeke dirêj li ser vê hêlîna di paþila çiyayan de hebû.
Mîrên Hekarî, ne tenê mîr bûn, ew heman demê þair bûn, dilsozê ax û welatê xwe bûn. Ew, evîndarên mirovheziyê bûn. Lewre ji Pertewbegê Hekarî heta bi Mîr Mihê Hekarî (Feqiyê Teyran) gelek þair û edîbên navdar, di bin paxila vê mîrniþîniyê de gihîþtine. Em gava Hekarya dibêjin, ji Elî Herîrî bigire heta Ehmedê Xanî, ji Feqiyê Teyran bigire heta Melayê Bateyî em dibînin ku ev dever, hêlîna helbest û ilm û ihsanê bûye.
Her wiha di serê sedsalê de, Ebdurehîm Rehmî Hekarî divê em ji bîr nekin, ku wî yekem teksta þanoya kurdî nivîsiye.
Her wiha di van bîst salên dawî de, xelkê Geverê, xelkê Culemêrgê, Çelê û Þemzînan, her bi doz û dewa miletê xwe re bû. Gever, par hate wêrankirin. Ev bîst sal in zozan û baniyên vî warê þêrîn meydana qal û cengê ne. Her roj bombe dikin. Xeml û rewþa van çiyan, pezkovî nehiþtin. Ev zilm e. Keleha Mîrniþîniya Hekarî, ev zêdetirê bîst salan e, di bin dagirkeriyê de ye. Wisa ye, her wekî tu mirovî bê nefes bihêlî. Ev hêlîna ber paxila Çiyayê Simbî, niha wekî kozikek eskeriyê ye. Divê war û mekanên tarîxî bêne parastin û ji bo cemawerê bêne vekirin.
Culemêrg, bi zozanên xwe dikare bibe panayireke geþtyarî û turîzmê, lê mixabin, ji ber þer û zilmê jiyan li vê bihuþtê fetisandine.
Ji bo jiyanê bidin û Culemêrgê bi rihê mîr û þairên wê bivejînin, divê xwedîtî li nasnameya wê bê kirin.