Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!
Li Baþûr jî gelek hevalên min hene. Ji wan didu; yek jê bi eslê xwe ji Silêmanî, yek jî ji Duhokê, her du hevalên min ev çend sal in dibêjin, "Tu çima nayê?" Her carê ez çûyînê bi paþ ve dixim. Vê carê em her sê ji Stenbolê emê bi hev re herin, ji ser Cizîrê re...
Ji rojan 20.01.2017. Ez bi heyecan im. Ez gotina dawî pêþî bibêjim, "Welatek hêkê jî ji welatên cîran bikire dê bikaribe bibe welat?" Piþtî vegerê vê pirsê serê min mijûl kir.
Em ji serî dest pê bikin, vane notên min:
Ji Cizîrê heta Xabûrê
- Em li Balafirxaneya Þerafettin Elçî ya li Þirnexê peya dibin. Ji wir erebe (teqsî, mînîbus) rêwiyan bi 80 dolarî heta wî aliyê sînor, heta Zaxoyê dibin. Tu kesek jî siwar bî, 3-4 kes jî siwar bî ajokar 80 dolarê digire. 4 kes bin, serê kesî 20 dolar dike. Em sisê ne û em naxwazin kesek din ligel me bê. Em ligel ajokar li hev dikin û dikevin rê lê dibêje, "Ezê zarokek xwe ji Cizîrê ligel xwe bînim". Em deng dernaxin. Lê ne zarok, xaloyek tê...
- Ajokar paseportan digire, li kaxizê di destê wî de qeyd dike û di Lêgerîna pêþî de dide polîsan. Rêbaz wisa ye. Ji Cizîrê heta Xabûrê li gelek cihan lêgerîna polîsên dewleta Tirkiyeyê heye. Li her cihê lêgerînê beton danîne, erebe wekî "S"ye xêz bike ji nav wan re derbas dibe. Dilê wan bixwaze li nasnameyan dinêre, li hundirê erebeyê, nexwaze dibêje "Derbas bin."
- Em digihîjin sînor, xaloyê ligel me hema kêleka rê caketê xwe radixe û nimêjê dike. Em sînor derbas dikin, li aliyê Baþûr jî dîsa ew xalo caketê diavêje erdê û nimêjê dike. Ez ji hevalên ligel xwe dipirsim ev çi ye? Yek ji wan bi ken dibêje, "Herhal li her du aliyan jî nimêjê dike ku karê wî yê qaçaxiyê bi rehetî derbas bibe."
Tunela li Geliyê Zaxoyê
Li Zaxoyê geliyek heye, rêyek dijwar e ji bo erebeyan. Dibêjin li vî geliyî gelek qeza çêbûne. Ji bo ew gelî hêsantir bê derbaskirin tunelek nêzî 2 kîlometreyî çêdikin. Lê ev sê sal in hê temam nekirine; ji xwe ji par de ye xebat rawestiyane jî. Ez pirsê dikim, ew bersivek wisa didin: "Hela bise, rêyên din jî bibîne, paþê." Û çend roj paþê dema em diçin Hewlêrê ez bersiva xwe digirim: Li cihek (Li herema Çirê) bi qasî sed metreyî rê kolandine, ez dibêjim, "Waye xebat dikin, rê dê baþ bikin?" Ajokar dibêje, "Bira ev salek e ev der hatiye kolan, hê jî çênekirine." Erê sed metre, bila 150-200 metre be... Salek e... Wisa ye... Li wir ez hînê vê zagonê dibim: "Ger kar di destê yên jor (nav nemuhîm e, rutbe muhîm e) de be kes newêre bibêje ev çima baþ nameþe."
Em li Zaxoyê ne
- Mînîbusa me bi selametî me digihîne Zaxoyê. Li garajê disekine û em peya dibin. Ji wir heta Duhokê teqsî hene, tu pere didî, te dibe. Em yek ji wan kirê dikin. Emê raste rast herin Duhokê lê ez ji ajokar dixwazim em pêþî herin Pira Delal bibînin û ji wir vegerin. Ligel ku em dereng mane jî bi kêfxweþî qebûl dike. Li ber pir em disekinin, heta ser pir ez dimeþim û vedigerim û paþê em berê xwe didin Duhokê.
Li Duhokê alên PDK'ê, çima ne yên Goran û YNK'ê
- Di çend rojên ez li Duhokê mam de wan hevalan her dixwest min bigerînin, lê gelek caran min got, "Hûn herin, ezê bi xwe bigerim". Gotin, "Tu winda nebî?, Tuyê bizanibî vegerî?" Min digot, "Xeman nexwin."
Di vê gera bi serê xwe de ez çûm dikanê cd/kaset firot jî, ez çûm cem fotokêþ jî, çûm cem rojnamefiroþ, çûm cem dovîzciyan jî... Hema min silav dida û ez diketim hundir, sohbet, sohbet û ez derdiketim.
Li gelek dikanan li ser maseyên wan du al hebûn, yek jê yê Herêma Kurdistana Federe, ya din a PDK'ê. Ji ber li gelek dikanan hebû, min xwe negirt li dikanek pirsî, "Mesela ji dêvla ala PDK'ê kesek dikare ala Goran li ser maseyê deyne?" Bi dengek hinek bilind dibersivîne, "Ma kîjan dilpola dikare?"
Ez dibêjim, "Lê yê YNK'ê?" Vê carê deng hinek nizm dibe, "Na, bira, kes newêre."
Û li gelek dikanan wêneyên Mele Mistefa Barzanî, li kêm dikanan jî yê Mesûd Barzanî hene.
Hêkan ji Tirkiyeyê dikirin!
- Ger hûn li Tirkiyeyê çûbin dikanek û li Duhokê jî çûbûn hûn li her du aliyan heman tiþtî dikarin bibînin. Ji ber ku hema her tiþtî ji Tirkiyeyê yan jî ji Îranê dikirin. Min ferq kir ku li Duhokê zêdetir malên tirkî, kêm ên Îranê, Lê em bibêjin li Þeqlawa (ezê bêm ser wir jî) zêdetir ên Îranê dikarin bêne dîtin.
Û tiþtê ez gelek ecêb mam meseleya hêkan bû. Biraderekî got; "Bira, em hêkan jî ji derve dikirin. Dema DAIÞ'ê êrîþ kir (qala êrîþa sala 2014'an dike) yeka hêk nizanim bûbû çend dolar..."
Ez dibêjim, "Ma nikarin çiftlikek çêbikin û meseleya hêkan çareser bikin? Ma ne eyb e li cihek wekî Kurdistanê mirov hêkan jî ji derve bikire?", biraderê min dikene... Ez dibêjim, "Ma welatek hêkan jî ji derve bikire dê çawa bikaribe serxwebûna xwe ragihîne? Ma gotina 'welatên xwe bi xwe dikarin debara xwe bikin' bêsebeb aqilmendan gotine?" Ew dibêje, "Serxwebûna çi bira?! Ew tenê propaganda ye."
Klîbên beredayî
- Ji cd/kaset firoþ ez bi xemgînî derketim ji ber ku muzîkek ji rêzê serdest e; ez wê di televîzyonên di restorantê de vekirîne de jî dibînim. Kanalek wekî Kral TV'ya Tirkiyeyê vekirî, lê klîb wisa ji rêzê, wisa bêqelîte, ew klîb li Tirkiyeyê di kanalên herî ji rêzê de nayên weþandin. Ez mînakek wisa bidim: Stran ji destpêkê heta dawî bi dîmenek stranbêj, yek ji keçikek di studyoyê de dilîze... Heta dawî wisa. Û hew. Deng tu bibêjî ne deng, muzîkê bibêjî ne muzîk...
Baweriya min ew e ku muzîk, eleqeya ji bo muzîkê asta civakê, asta kesên lê temaþe/guhdarî dikin nîþan dide. Gotinek din jî, min ferq kir ku li Bakur çawa bakurî zêdetir li kanalên tirkan temaþe dikin, li Baþûr jî baþûrî zêdetir kanalên erebî temaþe dikin.
Peykerên Duhokê
- Li Duhokê yek ji tiþtê min jê hez kir hebûna peykeran bû. Peykerek gelek mezin ê Mele Mistefa Barzanî, peykerê Mem û Zînê, yê Ehmedê Xanî, yê jinek û zarokek di dest de... Ez meraq dikim ev peykerê ê kê ye? Yek dibêje, "Ne kesek e, qereçek e, ev der jî Mehla Qereçan e". Ez dibêjim, "Yanê Qereçî? Ma qereçî hene li vir?" Dibêje "Erê bi gotina te Mehla Qereçiyan. Lê niha êdî qereç li vê taxê nîn in. Berê li vê taxê bûn, loma dibêjin Mehla Qereçan, niha ew hemû birinek cihek din."
Elektrîk nîn e
- Serê sibê ez diçim dikanek. Dikan tarîye. Ez dipirsim "Elektrîk nîn e" ji bo min qal dikin: "Li vir her roj wisa ye. Em beþek ji rojê elektrîk ji hikumetê dikirin, beþek ji rojê (her yekê qala 6-7 saetan dike) ji arizî dikirin û saetên din em bê elektrîk in." Yanê li Duhokê her roj belkî 4-5 saet, belkî zêdetir xelk bê elektrîk e. Li her derê jenerator hene. Li malan hem sobeyên elekrîkê hene, hem jî yên bi gazê hundir germ dikin hene.
Bifikirin ku li welatek elektrîk nîn e? Li ew welatê ku dikarin ji petrolê jî elektrîk çêbikin, dikarin li ser çiyan panelan deynin û ji bayê jî çêbikin...
Seyarfiroþ saet 12'yan de dezgehê vedike!
- Saet tê 12'yên nîvro. Ji kuçeyê derbas dibim, seyarfiroþek ku kincên hundirîn (fanilî/atlet), gore û tiþtên wisa difroþe nû vedike. 5 merte wî alî wî yekî din jî bi heman awayî. Ez digihîjim ber yê duyem dipirsim, "Bira xêr e, te îro dereng vekiriye?", dibê, "Erê karek min hebû, ez dereng hatim." Ez dibêjim, "Lê ew ê kêleka te jî hê nû vedike?" Dikene... Ez dinêrim yê sêyem jî hinek wî alî hê nû vedike. Ez dibêjim, "Li Stenbolê saet 12 navbera nîvroj e." Dibiþire... Ez dinêrim çend gav wî alî ciwanekî li ser peyarê destmalkên kaxizîn danîne, difroþe, ez diçim cem, jê dipirsim; "Asayîþ, yan zabite tiþtek nabêjin? Nabêjin rake, here ji vir?" Dibêje, "Carinan dibêjin lê îdare dikin." Li Stenbolê piraniya kesên li Stenbolê dijîn ne ji vir in. Herhal ev tê bîra min, ez dipirsim, "Tu ji ku yî?" Dibêje, "Ji Þengalê me." Di dema êrîþa çeteyên DAIÞ'ê de ji wir hatiye, niha bi firotina van destmalkan dike ku debara xwe bike...
- Roja yekþem e, ez diçim cem rojnamefiroþ. Rojname piranî bi tîpên erebîne, hinên bi tîpên latînî (ew jî bi îngilîzî) hene. Ji yên latînî ez fêm dikim ku hefteyî ne, ez rojnameyên rojame dipirsim, dibêje, "Rojnameya Xebat heye, her roj tê lê îro nîn e, yekþeman dernakeve." Tîpê rojnamefiroþ li xweþa min naçe, ez sohbetê nadomînim û derdikevim derve. Yanê, ji dikanên ku ez herî zû jê derketim derve ev der bû.
Meaþê karkeran
Heta navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê baþ bû pere ji navendê gelek dihat. Li her malî kes wekî "Pêþmerge" yan jî "karmend" qeyd kiribûn û bi hezar dolaran meaþ didanê. Ev yek bûye sedem ku kes karek neke, kes hilberînê neke, bi wê meaþê debara xwe bikin. Jixwe ji ber vê yekê karên ber destan hemû yên biyanî dikin. Mînak li hotelê ji Gurcistanê hatine dixebitin. Gurcistan ku Kurdistan ku? Li taxek ku ez têre derbas dibûm de jinek reþik, jê diyar bû berdestiyê ji bo malê dike hewþ diþûþt.
Û piþtî ku navbera Erbîlê û Bexdayê xira bû, piþtî ku ew pere qut bû, meaþ hatin birîn, hin ji kar hatin derxistin, yên li kar man jî meaþên wan yan dereng dan, yan gelek, gelek daxistin. Yek ji karkerên daîreya dewletê dixebite (nav û cihê lê dixebite ez nabêjim, naxwazim pirsgirêk jêre derê) piþtî vê meseleyê heta nîvro dixebite, mehê 200 dolarî (ew bi dinar meaþê digirin, min wergerand dolar) digire, helbet têrê nake û piþtî ji daîreyê derdikeve ajokariya texsiya ticarî dike. Ev meseleya debarê kiriye ku gelek kes ji hikumetê bi gazin bin lê newêrin dengê xwe derxin.
Tirk û Bakurî dê wir jî xira bikin!
Li Duhokê mal piranî du qatî ne, di van salên dawî de hin çendqatî saz kirine. Lê ber êvarkî em çûn taxek min dît ku apartmanên 10-15 qatî çêdikin. Hê temam nebûbûn. Apartman nêzî hev, ne cihê keskahî (park) ne jî ji bo erebeyan otopark li nav, li dorê hebû. Diyar bû ew kopîkî Stenbolê bû. Ez nizanim mitehîtên tirk an kurdên Bakur wan çêdikin, lê kî çêbike jî ew mînakek gelek xirab bû. Ez ji bo hevalê li kêleka xwe qala vê meseleyê dikim, dibêje "Nizanim."
Tîma fûtbolê ya Duhokê
Li Duhokê Stada Fûtbolê heye, ji dûr ve dixuye. Cihê 20 hezar kesî lê heye. Ez meraqa tîman dikim: Ciwanekî dibêje "Ez nizanim" lê li ser pirsa min ew jî meraq dike. Em bi hev re li înternetê dinêrin. Erê tîma fûtbolê ya Duhokê jî, ya Zaxoyê jî heye. Nizanim ji ku tê bîra wî, dibêje, "Lê ev her du tîm qet li hev nakin. Her ku maça wan çêdibe temaþevanên wan bi hev re þer dikin."
Tîma Duhokê rengên wê zer û hêþîn e. Di sala 1970'ê de hatiye avakirin. Niha di Lîga Premier a Iraqê de dilîze.
Ber bi Amediyê ve
- Ez fotoyek ji Duhokê davêjim hewza Twitterê, Zekî (Ozmen) peyamê diþîne, "Kî li cem te heye ez nizanim, lê kî hebe jî ji wan re bibêje 'Heta hûn min nebin Amediyê ez ji vir naçim'. Ez gotina Zekî ji wan re dibêjim, yek ji hevalên min dibêje, "Temam sibê serê sibê emê herin."
Em piþtî taþtê dikevin rê. Em rastî gelek qesran tên, her dibêje, "Ev qesra Sedam Huseyîn e. Sedam hatiye ku qesrek li wir çêkiriye. Xwestiye hêza xwe nîþan bide."
Em ji "Sîlav"ê re derbas dibin. Sîlav cihê tatîlê ye. Bi taybetî havînê li vir pir xweþ e. Berî þer gelek ereb havînan dihatin vir. Çawa dibînim yek li ser agir çayê çêdike, ez dibêjim "Qedekî em bisekinin." Em dadikevin çayek Sîlavê vedixwin (helbet çayek gelek xweþ bû) û dikevin rê. Li girê pêþberî Amediye em li ber peykerê Tehsîn Taha disekinin. Apê min Tehsîn Taha. Tehsîn Tahayê min gelek jê hez dikir (û hê jî jê hez dikim) ku ew jî ji Amediyeyê ye. Gelek kêfa min tê ku peykerê wî hatiye çêkirin.Û Amediye bi hemû heybeta xwe wekî hêlinek li ser çiya li hemberî me ye.
Geliyê Zawîte
- Berî em herin Amediyê li Geliyê Zawîte em ji masîpêj re dibêjin ji bo me masî çêbike, saet 2'yan de emê bên. Li vir masî dixin nava þîþan û datînin ber agir. Ew 35 deqîqeyî wisa li hewa li ber agir dimîne û dipije. Loma yên diçin wir masiyan dixwin, berê wê derê agahdar dikin, paþê diçin. Yê me jî wisa. Di vegera Amediyê de em li Geliyê Zawîte, li ber germa sobeyê êzingan masiyê xwe dixwin. Dibêjin havînan ew der xweþtir e; jixwe wisa dixuye jî.
Zindana Sedam
- Li Duhokê li taxa Nizêriyê Zindana Sedam heye. Dîktatorê Sedam bi hezaran kes avêtine wê zindanê û ji wir jî birine kuþtine. Ez texsiyek didim rawestandin, pirsa zindanê dikim ku dizane yan na, ajokar nizane. Ew diçe. Ez yeka din didim sekinandin. Ajokar dibêje "Ez nizanim." Ez tarîf dikim, "Dema ji vî alî ve mirov ji Duhokê derdikeve li aliyê rastê, li bin rê dimîne." Tê bîra wî. Ez pirsa heqê çûyînê dikim dibêje "Bi 3 hezar dînarî ezê te bibim." Ez dibêjim "Emê vegerin jî, dibêje, "7 hezar dînar." Ez dibêjim, "Bira, ma tu bi 3'yan dibî, 3 jî veger be dike 6 hezar çawa dibe 7?" Dikene. Ez dibêjim, "Ezê 5 hezar dînar bidim te..." Ez siwar dibim, em diçin. Dema em li ber derî disekinin sê polîsên li ber derî nahêlin em bikevin hundir, dibêjin "qedexe ye." Ez wan îqna dikim, paþê dibêje, "Here binêre lê foto nekiþîne". Dîsa ez dest bi sohbetê dikim û qanî dikim ku dê fotoyê jî bikiþînim. Ajokarê ku ji heman taxêye lê qet meraq nekiriye, bi ser de hay jî jê nîn bûye cihek wisa, meraq dike, ew jî bi min re tê hundir. Em digerin. Lê mixabin zindan dîwar hene, hundir kavil e. Helbet pêdivî pê heye ew der bibe muze...
Di vegerê de ajokar dibêje, "Bira sipas, bi xêra te min jî ew der dît. Ez pere ji te negirim." Li ser vê gotinê ne 5 hezar dînar, ez 6 hezar dînarî didim û xatir jê dixwazim.
Çiyayên Spîrêzê
- Em diçin dor Bendava Duhokê ku di dema Sedam de ji bo avê hatiye çêkirin. Ji wir jî em ber bi gundên Duhokê ve dikevin rê. Biraderek çiyayan nîþan dide, dibêje "Ev Çiyayê Spîrêz in, berê baregehên pêþmergeyan li van deran hebûn. Gelek caran ji wir dihatin li vê texmê êrîþê qereqolên Sedam kirin."
Bazara pereyan
Li Duhokê bi gotinek din li Baþûr zêde banke nîn in. Yên hene jî zêde kar nakin. Hebin jî xelk pereyên xwe navêjin bankeyan. Tirsa destdanînê heye. Loma jî meseleya pereyan li bazara pereyan çareser dibe. Mînak li Duhokê çarþiya pereyan heye, her kes pereyên xwe dibe wir teslîmê wan dikanan dike, wekî ku bavêjin bankeyê. Li dor sed dikanî hene li wir. Li ser maseyan wekî lod pere hene... Mînak tuyê pere biþînî Tirkiyeyê, tu diçî wir, didî wan, ew telefonê dovîzkarek li Tirkiyeyê dike, mesele xilas...
Meseleya xwarinê
- Pir xwarinê dixwin. Nîvê xwarina ku tê ser maseyê bi paþ ve dibin diavêjin. Dibêjin ji ereban ev çand hatiye cem me. Îsrafek gelek mezin di vî warî de heye. Em li Hewlêrê li restorantek navdar in. Garson tê, ez ji hevalê xwe re dibêjim "Tu min dizanî, hema tiþtek bixwaze." Ji garson re dibêje "Jêre kebab bîne lê bila du þîþ bin." Garson diçe, ez dipirsim "Çima?" Dibêje, "Li vir kebab sê þîþ in, ez dizanim sisê bên tuyê nexwî dê here çopê, loma min got bila 2 þîþ bin."
Û Hewlêr
- Piþtî çend rojan ez berê xwe didim Hewlêrê. Li Keleha Hewlêrê digerim. Qaþo restore kirine, lê çi restore çi hal. Mînak li nav kelehê cihek restore kirine, lê deriyê wir wisa bi textikên xirab çêkirine tu dibêjî restore nekira baþtir bû. Li ber kelehê peykerê xaloyek hebû pirtûk di dest de, niha ew peyker rakirine. Xwezî ev meseleya restorekirinê bi awayekî cidî bihata çareserkirin.
Hewlêr wekî Stenbolê gelek qelebalix bû, vîze vîza erebeyan bû wekî Stenbolê. Lê beramberî wê Duhok hê bêdeng bû. Min ji Duhokê ji Hewlêrê zêdetir hez kir.
- Li Hewlêrê cihê herî navdar Keleha wê, ew qada li ber kelehê, çarþiya wir e. Her wiha qehwexaneya li bin kelehê ji sala 1940'î ve heye û cihê navdar ew der e. Hunermend jî diçin wir, xwende jî.
- Em li Hewlêrê bi erebeyek di rê de diçin, li aliyê çepê dîwarek dixuye, ajokar dibêje, "Li vî dîwarî binêre." Ez dinêrim, em diçin naçin xilas nabe, ez meraq dikim, dibê "Bise." Dema dîwar xilas dibe dibêje, "Ev der cihê Nêçîrvan Barzanî ye." Mala wî li piþt vir e.
Ji Hewlêrê em diçin Ainkawa ku parinî cihê mesihiyan e. Em digerin. Ew der hê zêdetir diþibe Stenbolê. Li Duhok gelek kêm jin li nav jiyanê ne, li Hewlêrê hinek din zêdetir in, li Ainkawa zêdetirin ku loma ez dibêjim ev der diþibe Stenbolê. Ainkawa ku berê navçeyek serbixwe bûye, niha ji ber ku Hewlêr mezin bûye gihîþtiye wê navçeyê û êdî ew der jî wekî navçeyek navendî ya Hewlêrê ye.
Dûre em diçin Selahedînê, helbet em nikarin herin "Serê Bilind", em nikarin nêzî qesra Barzanî bibin.Dûre em berê xwe didin Þeqlawa ku ew der havîngeha wê derê ye.
- Li nava Keleha Hewlêrê em rastî çend ciwanan tên. Ez bi wan re jî sohbetê dikim, bala wan dikiþîne. Piþtî fêm dikin ez ji Stenbolê çûme, gelek hezkirina Stenbolê û daxwaza çûna Stenbolê dikin. Ez vê hestê ligel gelek ciwana dibînim. Çavên wan li Ewropayê ne. Paþê xaloyek wisa dibêje, "Tiþtê min li Stenbolê dît, yê we hûn çav li Ewropane, ka Ewropa çi kiriye, çi dike, yê me çav li Tirkiye ye, em wir ji xwe re mînak digirin."
Ez êþiyam û ez kêfxweþ bûm!
Bi kurt û kurmancî nebûna çandiniyê, nebûna pergalek baþtir min êþand. Hollanda bi axa xwe bi qasî Baþûr nîn e. Erdên ji bo çandiyên yên mirov dikarin berhemek baþ jê bigire ji erdên Hollandayê zêdetir in. Hollanda genim difroþe derveyî welat, Baþûr ji derve dikire. Bi taybetî kirîna hêkan ji derve gelek min êþand. Tirkiye herî zêde hêkan difroþe Iraq, Sûriye û Îsraîlê.
Aliyê kêfxweþiyê jî ev e; axek serbixwe heye, ger pergalek baþ li ser vê axê bê danîn dikare ew der bifire. Her tiþt di dest mirovan û rêveberî de ye.