Nîvê þevê, yarê li derî xist
Çavên xwe li devereke tenha gerand ji bo rûnê, berdewamiya nameyê bixwîne…
Rûniþt, dest bi xwendinê kir:
“Pêþî dixwazim vê bibêjim: Zanibe ku serpêhatiyên me û hebûna te di nava rûpelên jiyana min de bi nazikiya hatat hatine neqiþkirin..."
Hiþê wî çû ser wê þeva dawî ku bi hev re derbas kiribûn.
Cara dawî di þeveke zivistanê de hatibûn cem hev. Derengiya þevê bû amadekariya çûyîna xwe ya Nînovayê dikir.
Wê salê ji herêma Mezopotamyayê, qewmê xwediyê þaristaniya li peravên Dîcle ketibû ber xezeba mifrezeyên Oguzan. Dinya kor bûbû, di nava bêdengiya navneteweyî dedengên bêyom olan didan.
Dîcle sor diherikî.
Daristanên þewitî nikaribûn lawirên kovî bihewanda.
Malên talankirî, gund û bajarên þewitî nikaribûn ji þêniyên xwe re bibin sitar.
Girseya mirovan bi jin û zarokan ve, bi kal û pîran ve bi peyatî, bi sarî, ref bi ref berê xwe dabûn Mezopotamya jêrîn. Yên di rê de sax filitîn xwe sipartibûn Nînovayê.
Her yek ji wan bûbû xwedî serpêhatiyên nedîtî.
Hawara wan deng veda bû. Ji qewmên cînar, ji þaristaniya nûjen alîkarî xwestibûn. Ev deng heta ber guhê wî hat. Ji wî jî hatibû hêvî kirin ku wekî Mamoste biçe herêmê di konên penaberan de dersê bide zarokan. Wî bê didulî ev pêþniyaz qebûl kiribû, divê sibê biketa rê.
Amadekariyên wî li ber qedandinê bûn, valîza xwe dabû hev.
Nîvê þevê bû, derî lêxist. Belê ew bû. Ne li bendê bû, lê jêre lê hatibû.
Heta serê sibê, geh bê deng li hev nêrîn, geh hêsir barandin, geh bi hev þabûn, di nava evîneke kûr de serpiþt ketin. Geh þîret li hev kirin, geh soz dan hev.
Sibe li wan zû hatibû. Ji dengê zengilên dêrê diyar bû, katjimêr daxwaza çûyîna wî dikir.
Xatir ji hev xwestibûn, hevûdu helal kiribûn. Bi dijwarî hev hembêz kiribûn, bêhna porê wê hê jî di bêvila wî de bû. Ew xatirxwestina wê sibehê ya li balafirgehê, û ev xwatirxwestina niha ya di nameyê de çawa dikare ji heman kesî be.
Gotinên hevoka yekem di serî wî de olan dida. Rast bû, xatirxwestina wê dikaribû rê li ber ‘asoyeke nû’ vekira, lê tenêmayîna wê, ev buhrana ku ew niha di nav de digeviziya çawa dikaribû biba ‘mizgîniya dilþadiyê…’ çawa dikaribû biba mifteya ‘dergeheke xêrê…’
Ji pirtûkxanê derket, dîsa berê xwe da xwaringehê. Dilara li ber maseyekê rûnistiye dosyayê tevdide. Çawa ku çav lê ket, rabû xwe avêt sitûyê wî.
- Mizgîna min ji te re.. Ji Nexweþxaneya Cenevrê xeber hat, ji te re cîh veqetandine, tedaviya te qebûl kirine, ji bo emeliyetê çi pewîste ewê bikin. Pasaport û bilêta te tev amade ne...
Li çîpa xwe nêrî, li lingê xwe yê jêkirî fikirî.
Henekên hevalên wî yên di dema emeliyeta li ser çiyê de hatin bîrê. Aram jê re gotibû; “Heval ev ling êdî ji te difilite, azad dibe, bes qehra te dikiþîne.”
Demek bêdeng ma. Berê xwe li piþt zivirand, serê xwe ser milê çepê xwar kir daku Dilara nebe þahida xemgîniya wî.
Dilarayê deng lê kir: Tu çima þa nabî bo çûyîna xwe?
Serê xwe lê zivirand, di bin çavan de lê nêrî, lêva xwe gez kir. Fikirî ka meseleyê ji Dilara re bêje yan na.
Bala wî kiþandibû ku ev demekê ye Dîlara ji her kesî zêdetir eleqe nîþan dida, bi dosyayên wî re bilî dibû. Di serê xwe re derbas kir, gelo eger meselê jê re veke, ewê helwesteke çawa nîþan bide?
Bi çavên nîv þil, bi devkeniyeke zirav:
- Hevala Dilara, hin tiþt hene divê ji te re vekim.
Dilara rûgeþ bû, bi îþareta serî nîþanda ku ew bi kêfxweþî amadeye lê guhdarî bike…
**
Beþa yekem a vê nivîsê:
- Nameyê wisa dest pê dikir