Ev nivîs ji bo sala 2018-19 û 2020'an e
Ez dizanim heta niha gelek kesî li ser qewimînên giran ên li bajarên kurdan nivîsîne û desthilatdariya Tirkiyeyê rexne kirine.
Ne hewceye em dubare bikin. Ji ew qewimînên giran wêdetir em balê bikiþînin ser çend mînakên hêsan.
Wekî her kes dibîne sal û zeman zû diçin.
Li Tirkiyeyê li gor gotinan di sala 2018 (Hilbijartina Giþtî. Hin îdîa dikin ku ev dê di sala 2017'an de çêbibe);
2019 (Hilbijartina Þaredariyan)
û 2020'an (Hilbijartina Serokomarî) de dê hilbijartin çê bibin.
Îhtîmalek mezin wê çaxê ezê li Amedê bim. HDP jî dê bê ji min deng bixwaze, AKP jî û partiyên din jî. Di nav van partiyan de hinên ku xwe wekî nivîskar nîþan didin, hinên ku di gotinê de ji min zêdetir xwedî li kurdan û kurdî derdikevin hene/dê hebin.
Wê çaxê emê çi bibîra wan bixin. Fermo em hinan rêz bikin:
Zarok TV
- Heta roja ku Zarok TV hat girtin RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê) hiþyariyek jî nedabû Zarok TV û di weþanên vê kanalê de pirsgirêkek jî nîn bû. Te çima ev kanal girt?
Ma zarokên me jî wekî zarokên alman, îngilîz, tirk, faris, spanyol ne xwedî maf in ku bi zimanê xwe li kartonfîlman temaþe bikin?
Ger te ev kanal girtibe tu çawa tê ji min dengê min dixwazî? Te ji bo zarokên min çi kiriye, tu yê ji bo min bikî? Gotina te çi ye? Fermo, bersivê bide, ez li gor wê dengê xwe bidim te...
Dibistana Ferhad Kemenger
- Li Amedê hin xêrxwazan ji bo zarokên kurd dibistaneke bi kurdî vekiribûn. Zarokên fransiz bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin, yên Afrîkaya Baþûr jî. Zarokên Kuweytê ku serjimariya wê bi qasî Amedê tune ye bi zimanê xwe perwerdehiyê didin zarokên xwe, û tu nahêlî li Amedê zarokên kurd herin dibistana bi kurdî... Tenê dibistanek bû ew "Dibistana Ferhad Kemenger". Ne zêde jî, tenê sed zarok hebûn têde. Bi hezaran dibistanên bi tirkî hebûn ku di van dibistanan de nedihiþtin zarokên kurd bi kurdî perwerdehiyê bibînin, tenê yek hebû û ew jî te girt. Li ser vê gotina te çi ye?
Hasankeyf
- Nizanim tê bîra te, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu hatibû Amedê û gotibê "Emê Sûrê bikin Toledo."
Toledo cihek dîrokî ye. Yanê nîþanî me dida ku xelk xwedî li cihên xwe yên dîrokî derdikevin û emê jî xwedî lê derên. Gotinên xweþik bûn. Her çiqas Davutoglu çûbe jî, ev gotina wî di bîra me de ye. Û helbet emê jî bipirsin, li holê bajarekî bi navê Heskîfê heye. Li dor 12 hezarî ye dîroka wir. Ev 40 sal in her desthilatdariya ku hat xwest bendava wir temam bike û Heskîfê noqav bike. Desthilatdariya ku di salên 2000'î de li ser kar e lezda vê bendavê. Gelo ji bo Heskîf bê parastin te çi kir? Tu çi dikî? Tuyê çi bikî?
Nizanim hewce dike em mînakan zêde bikin.
Gotinek Cengiz Çandar heye, "Tarihe kayit duþuyoruz" (Em ji bo dîrokê têbiniyê dinivîsin). Em ji vê 2016'an a ku hindik maye ji me xatir bixwaze têbiniyek ji bo salên pêþ me dinivîsin ku em ji bîr nekin.
Pirsên me li jor in, dengên (rêyên) me di destên me de ne. Sal zû diçin...