Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye
Xelek-2
Serdana yên ku riya vegerê li ber min vekirin
Gava ez ketim ser riya Qamiþlo, dû re jî Amûdê, bêrîkirina her kesî, her kevirî, her quncikî, her malê, her sikakê, kelecaneke mezin xistibû nava min. Lê derdê herî mezin ew bû, ku hin kes hene di van pazdeh salan de piþta xwe dabûn jiyanê û mirov nema dikaribû wan bibîne. Ji wan kesan, yên herî nêzîkî min dê û bavê min bûn. Lê berî herduyan jî hin kesên din jî hebûn ku rê li ber vegera min û xerîbên wekî min vekirin, ew jî þehîd bûn. Þehîdên ku ciwaniya xwe, temenê xwe dan me yên ku hîna em li ser erdê dimeþin û ew çûn ketin bin erdê. Yek ji wan þehîdên ciwan Helebçe keça hevalê min ê kevin Taha Xelîl bû. Bi rê de min telefonî wî kir, da ku li ber deriyê goristana þehîdan li benda me be. Me gelekî hewil da ku em gurzek gulên xwezayî bi xwe re bibin, em di hewildanên xwe de biserneketin. Li þûna gurzek gul, çiyayên ji xemgîniyê, embarên êþê, du çavên bêrîkirinê yên þil û ezmanekî sayî ji hezkirina wê axê, me bi xwe re bir û ber bi deriyê þehîdan ve ketin rê. Wekî ku berî pazdeh salan be û ez li ber deriyê mala Taha Xelîl li Qamiþlo sekinîbim, Helebçe ya biçûçik a hûrik hat pêþiya min û derî ji min re vekir. Vê carê ne deriyê mala Taha bû, deriyê goristana þehîdan bû. Helebçe ne wekî ku her gav ji min re digot: "Ez ji mala cîranê me Debûso têm", vê carê Helebçe bêdeng bû, mezin bûbû, bûbû keç, bi þêro Hindê re zewicî bû û hindik mabû bibe dê. Dijminên jiyanê nehiþtin ku Helebçe bibe dê. Helebçe êdî bibû þehîd. Em jî, ez û Ehmed Huseynî, em hatibûn mêvandariya wê û bi dehên hevalên wê yên þehîd. Me xwe dît, ligel diya wê, bavê wê û hevjînê wê, em li derûdora gora wê civiyane û hemû bi yek derbê re xwe dispêrin girî. Giriyekî kor, giriyekî lal, giriyekî bê hedan, em dan ber jana xwe û di nav pêlên hêsirên pîr û diranketî de min giyanê xwe yê westiyayî ji toz û tirabêlka pazde hezar sal ji gunehkariyê þûþt. Gava çavên min li ber gora Helebçê li Taha ketin, min tu gotin nedîtin ku jêre bêjim. Tenê li ser gorê min ev got:
- Dilê min hebû em bên bibin mêvanê mala Helebçê, ne ku bên serdana gora wê.
Taha bi destê min girt û ez ber bi gorên þehîdan ve kiþandim. Her çendî hêsiran rê nedida, lê dîsa jî digot:
- Li van binêr, ev ..ev ..ev ..ev hemû di emrê Helebçê de bûn û jê biçûktirbûn jî. Me ev hemû xistine bin vê axê û hîn jî rûyê hinekan heye ku derkevin û li ser wan bêjin "þebîha" û ajanên vê rêjîmê û yên wê rêjîmê.
Gotinên me ji hev re gotin pir hindik bûn. Li wir wan kêlîkan tenê hest hebûn, hêsîr, hesret, bêrîkirin, hêrs, xemgînî û êþ hebû û berî van hemûyan serbilindî hebû. Em bi wan dêþiyan, lê wisa jî bi wan serbilind bûn. Roja Rojava hêdî hêdî diçû ava. Ji bo min kêlîkine pir dijwar bûn, giran bûn. Ji niþkê ve min xwe di dilê wê rastiyê de dît. Ji hezarên kîlometreyan min roj bi roj oxirkirina van þehîdan diþopand, min navên wan dizanî bû, rûyên wan di wêneyan de di hiþ û giyanê min de cih girtibûn. Aniha jî li cem wan bûm. Wisa bi yek carê re li cem hemûyan û di nav wan de bûm. Mîna ku di nav gerînokekê de bim. Xemgîniyeke mezin, wisa jî kêfeke mezin dijiyam. Bi rê de, me Ehmed Huseynî danî mala dostê delal Mizgînê Gemo û biraziyê min ê ku wisa bi saetan bi me re bêdeng mabû, berê min da Amûdê. Bi rê de alên YPG û wêneyên þehîdan li her derê daliqandî dihatin dîtin. Ji berî Dêrikê ve, yekser piþtî derbasbûna me û heta em gihîþtin Amûdê bi dehan bendên kontrolê yên asayîþan hebûn. Balkêþ bû ku asayiþên ku min dîtin wê rojê hemû xortên ciwan û nûhatî bûn. Carekê tenê jî kesekî ji wan daxwaza dilê min bi cih nanî û pasaporta min ji min nexwest. Berî em bigihên Amûdê, min ji biraziyê xwe Bengîn pirsî:
- Bengîn, ev çima kesek me nasekinîne. Hema li me dinêrin û bi hurmetî ji me re dibêjin herin.
Bengîn wiha bersiv da:
- Ew li tirimpêlê dinêrin, dinêrin ku navê Amûdê li serê û ne xerîb e, yekser destûra me didin. Rewþ ji bo tirimpêlên xerîb ne wiha ye.
Bi gihîþtina Amûdê re þev ketibû erdê. Min xwiþka xwe ya biçûk Salha, birayên xwe Ezîz û Ferhan dîtin. Xwiþka min êdî xwedî mal bû û bi Menaf re, hevalê min ê dema xwendina Zanîngeha Helebê, zewicî bû. Birayê min êdî bûbû kalik. Zarokên ku ji berî pazdeh salan de min ew nedîtibûn bûbûn xort û keç, hinek ji wan jî bûbûn dê û bav. Wisa zarokên ku ew cara yekê ye ez wan dibînim hebûn. Ketina nav xwiþk û bira û zarok û neviyên wan, piþtî ewqase sal, hestine seyr di hundir min de þiyar kirin. Li malê þûna dê û bavê min pir xuyabû. çavên min her gav li wan digeriyan. Her ji kêlîkekê min digot qey wê derî vebe û wê diya min yan bavê min têkeve derî û ezê herim destê wan. Min xwe ji pêþwaziya wan re amade dikir, lê nehatin. Ji ber ku ew nehatin, roja din serê sibehê divabû ez herim cem wan. Min bawer nedikir ku bibe sibe û ez herim serdana wan. Min bêriya wan kiribû. Nizanim çima baweriyeke wiha bi min re hebû, ku ewê pê bihisin ez hatime cem wan û ew jî li benda min in. Bû sibe, min berê xwe da mezelê Amûdê, min berê xwe da Girê Þermola yê ku ev pazdeh hezar salin di hundirê min de diherife û naqede.
(Wê bidome...)
Li ser gora Helebçeya þehîd.
Helîm Yûsiv û Taha Xelîl çûn serdana goristana þehîdan
**
Beþa yekem a vê xelekê:
- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in