F.J.Wagner spasiya kurdan kir û nivîseke din jî nivîsî!
ji bo Zekî Ozmen
Nivîskarê rojnameya alman BILD’ê Franz Josef Wagner sê-çar roj berê li ser kurdan kurtenivîsek darêjt û di quncika xwe de weþand..
Min bi wergera nivîskarê Diyarnameyê Zekî Ozmen* nivîs xwend..
Hejmara wergerên ku ji hêla gelek wergêrên ‘esilkurd ve bo çapemeniya kurd a bi tirkî li hêlekê, ji bilî wergera Zekî Ozmen, min wergera sê wergêrên din a ji bo kurmancî jî xwend..
Ji bo min danberhevek xweþ bû, ji hêla hunera wergerê ve..
Ciwanmêrê F.J.Wagner di sê rojan de bi kurtenivîsekê ji têrê têrtir, bi dengiyan û olan û hem jî bi min ji tîraja xwendina pirtûkên kurdî yên salekê bêtir, li taxa kurdan nav û dengekî ku qet hêvî nedikir belav kir..
Bi sed û hezaran caran, kurdan ev nivîs (û nemaze jî wergerên wê yên bi tirkî!) ji hev dizîn/kopî kirin û li ser rûpelên netê belav kirin..
Bi vê nivîsê qene’at hasil bû ku êdî navê Franz Josef Wagner ket deftera kurdan..
F.J.Wagner, li ser vê rewþê þaþwaz ma..xwe negirt û rabû dirêêêj dirêj spasiya kurdan kir:
“Kurd û merdino..
Ez heyirî û metelmayî ketime temaþa we, bi “ja û nein”, bi niçeniç û bi yes û no!
Xwe û xwedanasno, xwende û xasno hûn kî ne?.
Xerîb lê nasno hûn kî ne?.
Bi þal û þapik û libasno, bi xeftan û kiras û binkirasno..hûn kî ne?.
Dest li ber guh, li ser zar-zimên dîlokên Xidir û Husênkê Omerî yên li ser lêv û memikên keçikên xweþik, lê dil bi taswasno hûn kî ne?.
Erê erê hûn kî ne baba..û ta niha hûn li ku bûn?.
Heyhat û axx.. bikeve çavên min ax!.
Hey wax li min wax, ev çi dinya ye!..
Peyva min heta niha çawa teqabulî navê we nekir; min çima heta niha li ser we negot û nebiland?.
Axûzî bi min de bê, ax û xwelî li min ê xax..
Min çawa nezanî ku we ji pelgê bi ber bê ketî bêtir û virdetir guh li min bel kiriye..
Min çawa nezanî ku hûn ê bi çarlepkî û bi çardeh çavan min bixwînin (nemaze jî wergera nivîsa min a bi tirkî!)..û hûn ê serê min li banê erþ nexin!.
Erê.. berê ez ez bûm, ez bavê Felemez bûm, ez xwediyê heftê û heft kerî pez bûm..lê pêlava min li nava çikalan bû..
Piþtî wê nivîsê, min dev ji rez û pêz berda..
Û a niha, ez bi saya serê we yê hiþk hest dikim ku 'erê ezzz..ez nivîskar im!'
We mû li min kir sing û sikeya hesinî..
Dilê min wekî þûþeya Þeraba Midyadê bi þingeþing e, diranên min ji kelecanê zingezing e..
Ez ji germahiya we behnfetiskî me!
“Ez”a min niha wekî çivîkekê dike pirr pirr..û nivîsandina li ser we pirr pere dike, pirr..
Lew alman "geometriya gulê nizanin!"
Silavên ji dilkê dil ê Wagnerê we...”
**
*Nivîsa eleqedar: Nameya Wagner a ji bo Kobanî