Ji Kûpaya Cîhanê nûçeyên balkêş
Di Kûpaya Cîhanê de tiÅŸtên balkêÅŸ derdikevin. Vane hin nûçeyên balkêÅŸ:
Cezayeke balkêÅŸ!
Serokdewletê Nîjeryayê Goodluck Jonathan, ji ber ku Tîma Neteweyî ya Nîjeryayê di tûra 1'yemîn de di maçên Kûpaya Cîhanê de têk çû, 2 sal ji bo lîstina maçên navneteweyî ji bo wan qedexe kir.
Ji Åžêwirmendên Jonathan Ima Niboro li ser vê yekê wisa got: "Tîma Neteweyî ya Nîjeryayê du salan wê di maçên navneteweyî de nelîze. Bi vî awayî Nîjerya wê careke din fûtbola xwe binirxîne."
Nîjerya di Koma B de di rêza dawî de bû.
Di vê navberê de FIFA'yê li hemberî vê yekê raporeke amade kiriye û dike ku di vî warî de li hemberî hikumeta Nîjeryayê bikeve nava tevgerê. FIFA'yê heta 5'ê mehê dem da hikumetê ku hikumet dev ji vê biryara xwe bernede wê FIFA bi temamî Nîjeryayê ji maçan bavêje.
Daxwaznaya almanekî
Almanya Îngilistan bi 4-1'ê têk bir û bû reqîbê Arjantînê. Bi vê yekê kêfa temaÅŸevanên xwe anî lê yek ji wan kêfxweÅŸ nebû. TemaÅŸevanê ku li bajarê Moenchenglabachê rûdine û navê wî nehat eÅŸkerekirin bi daxwaznameyeke sedrî li Meclisa Federal a Almanyayê (Bundestag) da û xwest ku gogo lîstikvanê îngiliz Frank Lampard ku xêz derbas kiribû lê wekî gol nehatibû qebûlkirin, wekî gol qebûl bike.
Diz li Kûpaya Cîhanê jî li ser kar in!
Diz ketin ofîsa FIFA'yê ya nêzî Stada Soccer City ya li Johannesburgê. Hate fêmkirin ku diz ne bi zorê, bi hêsanî ketine odeyê. Berdevkê FIFA'yê Nicholas Maingot wisa got: Dizan heft heb kopyaya Kûpaya Cîhanê birine ku heba wan bi 210 Euroyî ye. Em wisa bawer dikin, kesên ku ketine ofîsê ne biyanî ne û li ser bûyerê lêpirsîn berdewam dike.
Wê li kuçeyan tazî bimeÅŸe
Modelîsta ji Paraguay û temaÅŸevana herî bi coÅŸ a tîma Paraguay ya bi navê Larissa Riquelme bi coÅŸa xwe bû temaÅŸevanan herî nas a Kûpaya Cîhanê.
Paraguay derbasî çarîk fînalê bû û Riquelme got ku Paraguay Kûpaya cîhanê bi dest bixwe ewê xwe bi rengên ala Paraguay boyax bike û bi awayekî tazî li kuçeyan baz bide.
Ahtapot nîv fînalîstê diyar dike
Berî maça Almanya û Arjantînê ahtapot ku wekî remilvanek qebûl kirin du qutî xistin nav hewza wî. Di nav qutiyeke de ala Almanya, di ya din de ala Arjantînê hebû. Bi alan de kevjalek jî xistine kê. Ahtapot here kîjan kevjalê ew tîm wê tîma hemberî xwe têk bibe, ji çarîk fînalê derbasî nîv fînalê bibe. Berî maçê wisa kirin û di encamê de diyar kir ku wê Almanya derbasî nîv fînalê bibe.
Ka emê binêrin gotina ahtapot rast dertê yan na. Maç di 3'yê mehê saet 17.00'an de ye.