Ji 'Russia 2018' notên derketin pêþ
Berhevkar: Cemil Oguz
Tûrnûvayeke din a Kûpaya Cîhanê bi dawî bû û heta 2022’yan xatir xwest. Di Kûpaya Cîhanê Rusya 2018 de notên ku derketin pêþ me dan hev. Fermo:
Xelata 20 salan hat cih
Fransayê di sala 1998'an de yekem car Kûpaya Cîhanê biribû mala xwe. Dixwest carek din bi ser bikeve. Zarokên ku di 98’an de li birên xwe temaþe dikirin vê carê li sehayê bûn û kûpa bi dest xistin.
Yekem car Fair-Play rê da tîmek
Di dîroka Kûpaya Cîhanê de yekem car pûanên du tîman yek derdikevin, golên avêtine û yên ku xwarine jî yek derketine çêbû û di dawiyê de tîmek bi rêbaza Fair-Play bi ser ket: Japonya. Her tiþtê Polonya û Japonya yekbûn loma FIFA'yê serî li Fair-Play da û Japonya ji ber ku ji Polonyayê hindiktir qertên zer dîtibûn ew ji komê derket û derbasî Dora 16'an bû.
Tîmên derketin pêþ: Hirvatistan û Japonya
Hirvatistan surprîz çêkir, pêþî çarîk fînal, paþê nîv fînal û herî dawî jî derket fînalê. Ev surprîza herî mezin bû. Di nîv fînalê de îngilîz kêfxweþ bûn ku Hirvatistan derketiye pêþberî wan; digotin ew dê herin fînalê, bi ser pozê xwe re li Hirvatistanê dinêriyan lê hirvatan nîþanî îngilîzan da ku tu çiqas bilind bifirî ew qas bilez tuyê li erdê bikevî. Hirvat çûn fînalê lê îngilîz ne tenê çûyîna fînalê, nekarîn bibin sêyemînê dinyayê jî.
Her wiha Hirvatistan di dîroka xwe de yekem car bû derdiket fînalê û bi vê yekê wan notek din li dîroka xwe ya fûtbolê kir.
Japonyayê di Koma H de Kolombiya bi 2-1 têk bir (19.06.2018) ku vê yekê kir ku Japonya firsendê bi dest bixe ku ji koman derê. Japonya ku kesî hêvî nedikir ji koman derê baweriya heyî ser û bino kir. Her wiha lîstikvanên japon piþtî têkçûn û xatir ji tûrnûvayê xwestin balkêþ e odeya li stadê ku kincên xwe diguherînin û derdikevin maçê paqij kirin û ji odeyê derketin. Vê yekê kir ku her kes ji bo wan lîstikvanan li çepikan bide.
Tîmên xeyalên alîgirên xwe þikandin
Almanya ku Kûpaya Cîhanê ya 2014'an biribû mala xwe nekarî ji nav koman derê. Bi ser de jî di maça koman a sêyemîn de li hemberî Koreya Baþûr bi 2-0 têk çû. Berî kûpayê nîqaþa lîstikvanên bi eslê xwe tirk û yên alman de nexweþî hebû ku ev têkçûn bi vê ve jî hatibû girêdan. Lîstikvanên bi eslê xwe tirk li Îngilistanê çûbûn serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û ev yek li Almanyayê bûbû sedema nîqaþê.
Tîma ku herî zêde xeyalên temaþevanên xwe þikand Almanyayê bû û paþê Arjantîn, Portekîz û Spanya hatin. Ev her sê tîmên din ku di nav favoriyan de bûn tenê karîn heta Dora 16'an herin û di vê dorê de têkçûn.
Fransizan Arjantîn þand mala xwe, Ûrûgayê jî Portekîz þand mal û her du tîman nehiþt ew derkevin çarîk fînalê. Her wiha Messi û Ronaldo ku hêvî ji wan hebû ligel tîmên xwe ew jî vegeriyan mal û wan jî hêviya hezikiriyên xwe þikandin.
Û Rusya ku mazûvan bû di Dora 16'an de ji bo spanyolan got "Mazûvaniya min ew qas e, em we li vir naxwazin" û ew þandin mal.
Maçên bi pir golan
Di kûpayê de çend maç bi pir golan xwe nîþan dan. Yên ku bi ser 5 golan re xwe nîþan dan bal kiþandin. Rusyayê di maça yekemîn a Kûpayê Cîhanê de tam 5 gol avêtin Erebistana Siûdî (14.06.2018)
Di Koma G de Belçîkayê tam 5 gol avêtin Tûnûsê; Tûnûsê bi 2 golan bersiv da lê encam neguherî (23.06.2018)
Îngilistanê 6 golan avêtin Panamayê û yek xwar, 7 gol hatin avêtin; Bi vê yekê di vê kûpayê de maça herî bi golên zêde hatiye bi dest xistin ev hat tomarkirin. (24.06.2018)
Di yek maçê de golên zêde di maça Portekîz û Spanya (15.06.2018) de ku 6 gol hatin avêtîn (3-3) û di maça Fransa û Arjantînê de xwe nîþan da: 7 gol (Maç bi 4-3 bi dawî bû)
Lîstikvanê herî extiyar û ê herî ciwan
Di tûrnûvayê de lîstikvan qeleparêzê Misirê Essam Al-Hadary 45 salî bû û bi vê wekî lîstikvanê herî extiyar ê vê tûrnûvayê hat hilbijartin.
Lîstikvanê Frasayê Mbappe ku di serketinê de gelek keda wî jî hebû wekî lîstikvanê herî ciwan ê gol avêtiye ket nav dîrokê. Di nav dîrokê de Pele bi emrê 19 di Kûpaya Cîhanê de gol avêtibû û niha Mbappe jî li vê dîrokê zêde bû.
Tiþtên nû
Di vê tûrnûvayê de yekem car “VAR” (Video Assistant Referee / Hakemê Alîkar Vîdeo) hat bikaranîn. Hakêmên ku di biryardayîna hin xalan, wekî penaltî, gol, nîþandayîna qertan de tam ne bawer bûn, serî li VAR’ê dan. Herî dawî di maça fînalê de jî hakêm ne bawer bû çû lê mêze kir û biryara penaltiyê da.
Her wiha biryara ku FIFA’yê girtibû ku di demên zêdek de dikare lîstikvanê 4’em jî bê guherandin di vê tûrnûvayê de hat cih. Di fûtbolê de 90 deqe tîmek dikare tenê 3 lîstikvanan biguherîne.
Serketiyan xelatên xwe girtin
Ji bilî fînalê wekî her gavê lîstikvanên serketî jî hatin hilbijartin.
Lîstikvanê îngilîz Kane bi 6 golan bû golavêjê tûrnûvayê.
Qeleparêzê belçîkî Courtois wekî qeleparêzê herî serketî hat hilbijartin û lepikên zêrîn girt.
Kaptanê Hirvatistanê Modric ku 3 caran wekî lîstikvanê herî serketî yê maçê hatibû hilbijartin bi îro re wekî Lîstikvanê Herî Serketî yê Tûrnûvayê hat hilbijartin û Goga Zêrîn girt.
3’yemîn ‘Hem lîstikvan hem teknîk dîrektor’ê serketî
Berî niha di Kûpaya Cîhanê de kesên hem wekî lîstikvan,hem wekî teknîk dîrektor ev kûpa girtine du kes hebûn. Mário Zagallo ê brezîlî di salên 1958 û 1962'yan de wekî lîstikvan, di sala 1970'ê de wekî teknîk dîrektor; dîsa Franz Beckenbauer di sala 1974'an de wekî lîstikvan û di sala 1990'î de wekî teknîk dîrektor ev kûpa girtin. Îþev Teknîk Dîrektorê Fransayê Didier Deschamps jî li van zêde bû. Deschamps di sala 1998'an de wekî kaptanê Fransayê li sehayê bû û ev kûpa girtibû.
Þampiyon Fransa çawa hat heta vir?
Gotina dawî: Fransa çawa heta fînalê hat? Fransayê di Maçên Koman de ligel Avustralya, Perû û Danîmarkayê lîst û wekî 1'emînê komê ji komê derket. Di Dora 16'an de bi 4-3 Arjantîn têk bir. Di çarîk fînalê de Ûrûgûay bi 2-0 têk bir û herî dawî di nîv fînalê de bi 1-0’ê Danîmarka þand mal û hat fînalê.
***
Nivîsên din ên Cemil Oguz li ser Kûpaya Cîhanê ya 2018'an:
- Hirvatan ne fûtbol, lê îngilîz þandin mal!
- Favorî her gav ne favorî ye!
- Çernîþevkî Rusya rakir piyan!
- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn
***
Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:
- RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...