Hirvatan ne fûtbol, lê îngilîz þandin mal!
Cemil Oguz
Îngiliz fûtbolê wekî malê xwe dibînin, Îngilistanê jî wekî navenda fûtbolê, mala fûtbolê. Û bi xwe bawer îro li kuçeyan daliqandibûn "fûtbol vedigere mala xwe". Ew bi xwe bawer bûn, wan digot qey hirvat loqmeya biçûk e, hêsan e û dê hema daqurtînin. Lê nezanîn dê loqme di qirika wan de bimîne.
Li aliyê din Hirvatistana ku serjimariya wê çar mîlyon e hemû bi yek dilî bûbûn yek. Lîstikvanên hirvat ku firsendek mezin li ber wan bû nedixwestin ji dest berdin. Di nav dîrokê de carek derfetek wisa dihat ber lingên wan, û wê lingê yan li gogê bida û bi ser biketa, yan dê li wê firsendê bida û berhewa bikira.
Belê maça nîv fînalê ya Kûpaya Cîhanê di navbera Îngilistan û Hirvatistanê de di nav rewþek wisa de dest pê kir.
Îngilîzan bi lez dest bi maçê kir. Hê di deqîqeya 5'an de bi Trippier golek avêt. Îngilîz li ser goga rawestiyayî ku dê çawa lêdin, ji wê firsendê çawa golê biavêjin bi taybetî xebitîbûn. Li ser vê li gelek golên bi vî rengî yên David Backhem tamaþe kiribûn û xebitîbûn; ev yek bi kêrî wan jî hat û Trippier wisa li gogê da qeleparêzê hirvat Subasic tenê lê temaþe kir. Îngiliz li pêþ bûn, lê zêde bi xwe bawer bûn. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de her du tîman dixwest bi ser bikeve lê hirvatan dest bi lîstika xwe kir. Perisicê ku dihat rexnekirin, ew ê ku deng jê nedihat di deqîqeya 68'an de wisa ji nav defansa îngilîz derket pêþ û lê da carek din heyecan bi maçê xist: 1-1.
Piþtî vê kêliyê maç hê xweþtir bû. Gogek din a Perisic ji dîreka kelehê vegeriya, dîsa pasên wî jî hem rih da Hirvatistanê, hem ew kir lîstikvanê herî serketî yê maçê ku FIFA'yê ew hilbijart.
Di 90 deqîqeyî de encam neguherî û maç derbasî 30 deqîqeyên dema zêdek bû. Û di deqîqeya 109'an de Mandzukic vê carê derket ser dikê; 2-0.
Bi vê encamê Hirvatistanê dîrokek nû li dîroka xwe ya fûtbolê kir û derket fînalê.
Îngilîstan ku di sala 1966'an de ev kûpa bi dest xistibû û di salên dawî de her li nîvê rê vedigeriya mal vê carê dixwest dîroka 1966'an dubare bike lê Hirvatistanê destûr neda.
Hirvatistan çawa hat heta niha?
Bi gotineke em bibêjin Hirvatistan bi keda xwe, bi berxwedana mezin hat heta niha. Di her maçê de qet dest ji cidiyetê ber neda, di maçên koman de wekî lîderê komê derket. Hirvatistanê di maçên koman de pêþî 2 heb avêtin Nîjerya, paþê 3 heb avêtin Arjantînê ku ew favorî bû, û dûre 2 heb avêtin Îzalndayê û bi 9 pûanan ji koman derket. Di Dora 16'an de ligel Danîmarka 1-1 man û bi penaltiyan bi ser ket. Di çarîk fînalê de jî ligel Rusyayê 2-2 man û dîsa bi penaltiyan hatin nîv fînalê. Û di nîv fînalê de bi keda xwe, wekî þîrê helal ê diya xwe maç bi dest xist û derket fînalê.
Duh Fransayê Belçîka têk biribû û derketibû fînalê, îro Hirvatistan derket. Her du 15'ê mehê saet 18'an de dê maça fînalê ligel hev bilîzin û yek ji wan kûpayê bibe mala xwe.
Îngilistan û Belçîka jî dê roja 14'yê mehê saet 17'an de ji bo maça sêyemînî bilîzin.
***
Nivîsên din ên Cemil Oguz li ser Kûpaya Cîhanê ya 2018'an:
- Favorî her gav ne favorî ye!
- Favorî her gav ne favorî ye: Belçîkayê Brezîlya jî þand mal
- Çernîþevkî Rusya rakir piyan!
- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn
***
Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:
- RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018