Çernîþevkî Rusya rakir piyan!
Cemil Oguz
Nivîskarê rus ê navdar Nikolay Çernîþevskî di sala 1828'an de hat dinê û bi ser vê dîrokê re 190 sal paþê yek ji neviyên wî Çernîþevskîyekî* din rih da tîma fûtbolê ya Rusyayê.
Çernîþevskiyê navdar pirtûka xwe "Divê Mirov Çawa Bike?" nivîsand û di pirtûkê de rê nîþanî mirovan da. Çernîþevskiyê ciwan ligel hevalên xwe diyar bû pirtûk xweþ xwendibûn û fikirîbûn ku dê çawa bikin lewma Misir ligel lîstikvanên wê, ligel Salahê navdar kilît kirin, rê nedan wan û dîrokek nû li dîroka fûtbolê ya Rusyayê kirin.
Ji serdema Çernîþevskî heta Maksim Gorki, Nikolay Obsrovski, heta Soljenîtsîn di serdema Yekîtiya Rusyayê de gelek nivîskarên navdar hebûn û di vê serdema Yekîtiya Rusyayê de di warê fûtbolê de jî pêþketin hebûn bi taybetî di salên 1980'yan de... Û piþtî Yekîtiya Sovyetê têkçû nivîskarên ku derdiketin pêþ jî belav bûn, fûtbola ku pêþketibû jî. Niha carek din Sovyet, bi navê xwe yê nû Rusya di fûtbolê de derdikeve pêþ.
Piþtî 5 golan vê carê 3 gol
Ev Rusyaya ku îsal ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an mazûvanî jî dike berî destpêkirina tûrnûvayê gelek hatibû rexnekirin. Tîma Rusyayê di maçên amadehî de hêvî nedida û gelek hat rexnekirin lê di tûrnûvayê de Rusya wekî bayê bakur hat. Rusya, di Koma A de maça yekem ligel Erebistana Siûdî lîst û tam 5 gol avêtin. Her kesî nîqaþa ev gavek tenê bû yan dê berdewamiya wê bê? Û îro Rusyayê maça xwe ya duyemîn ligel Misrê lîst. Rusya xwedî 3 pûanan bû, lê Misir bê pûan bû û jêre pûan lazim bûn.
Maç li St Ptersbûrgê bû. Çernîþevskîyê nivîskar ê navdar li vî bajarî zanîngeh xwendibû, Çernîþevskiyê ciwan îro li vî bajarî gol avêt Misrê û ev nav zêdetir derxist pêþ.
Tam 64 hezar û 468 kesî li stadê li maçê temaþe dikir. Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû; di vê nîvekê de ji her du tîman jî povîsyonên serketî nehatin. Di nivîka duyemîn de her du tîman zêdetir dixwest maçê bi dest bixe lê serê pêþî gola Rusyayê hat: Di deqîqeya 47'an de lîstikvanê Misrê Fathi gog avêt keleha xwe û derb li hêviya Misrê ket: 1-0.
"Zûba" jî heye!
Paþê Çernîþevskiyê niha mijara me ye derket pêþ di deqîqeya 59'an e û Rusya bi 2-0 derxist pêþ. Rusya êdî hê zêdetir bixwe bawer, hê zêdetir aram bû, leza wê tune bû. Lê dîsa jî dema bû deqe 62 Zûba** bi kurdiya me ya"zû li ba bû" û golek din avêt: Got "maç xilas": 3-0.
Helbet M.Salah ê Misrê hebû, ew ê ku li Liverpoola Îngilistanê wekî bayê dilîst û navê xwe li dinyayê belav kiribû nû bûbû baþ, dilîst lê hêza wî jî têre nedikir, defansê Rusyayê jî destûr nedida wî. Erê Salah di deqîqeya 73'yan de bi penaltiyê encam anî 3-1 lê vê yekê têrê Misirê nekir.
Rusya dîrok nivîsî
Bi vê encamê di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de yekem tîm mafê derketina ji koman bi dest dixe û derbasî "Dora 16'an" dibe. Dîsa bi vê encamên neviyên Çernîþevskî piþtî belavbûna Yekîtiya Sovyetê yekem car di tûrnûvaya navneteweyî de mafê bi awayekî serketî derketina ji nav komê bi dest dixe. Bi kurt û kurmancî Rusya mafê bidestxistina ji nav koma girt lê dê wekî yekemînê komê yan duyemînê komê jê derkeve ew nediyar e û di maça sêyem a ligel Ûrûgûay (25'ê mehê) de dê diyar bibe. Rêya Rûsyaya vekiriye, heta ku em di rojên pêþ de dê bibînin.
*Navê lîstikvanê Rusyayê "Çernîþev" e û ji bo lêanînê me "Çernîþevskî" bikar anî.
**Nivîsandina navê lîstikvan "Dzyuba" ye û wekî "Zûba" tê xwendin.
**
- Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn
**
Ji bo agahiyên berfirehtir fermo rûpela me ya taybet:
- RÛPELA TAYBET A KÛPAYA CÎHANÊ 2018