Surprîz didomin: Meksîka rê neda Almanan
Diyarname
Di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de tîmên favorî yek bi yek pûanan winda dikin. Piþtî Arjantînê vê carê Almanyayê pûan winda kirin. Meksîkayê Almanya bi 1-0 têk bir û 3 pûan li mala xwe nivîsandin.
Di yekem a Koma F de îro Almanya û Meksîka hatin hemberî hev. Almanya hem favoriyê komê bû û hem yek ji favoriyên kûpayê bû. Lê surprîz çêbû: Almanyaya ku di maçên amadehî de lukumandin jiyabû vê carê di maça kûpayê de li erdê ket. Meksîkayê bi 1-0 Almanya têk bir û sê pûanên pêþî wê girt. Bi vê yekê yekem car e Meksîka di maçeke fermî de Almanyayê têk dibe. Gola Meksîkayê di deqîqeya 35'an de Lozano avêt.
Maça din a Koma F sibê di navbera Swêd û Koreya Baþûr de ye.
**
Hirvatan 3 pûan girtin
Maça din a îro di Koma E de di navbera Kosta Rîka û Hirvatistanê de bû. Hirvatan di deqîqeya 56'an de bi gola Kolarov maç bi dest xist û sê pûanên xwe kirin bêrîka xwe.
Maça din a Koma E îþev saet 21'ê de di navbera Brezîlya û Swîsreyê de ye.