Perû piþtî 36 salan beþdarî Kûpaya Cîhanê dibe
Diyarname
Di maça Play-offê ya ji bo beþdariya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de Perûyê Zelandaya nû bi 2-0 têk bir û piþtî 36 salan mafê beþdariya Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an bi dest xist. Piþtî maçê ji bo pîrozbahiyê li welat betlaneya fermî hat ragihandin.
Maç li paytexta Perûyê Lîmayê li Stada Nacional hat lîstin û Perûyê bi golên Jefferson Farfan (Deqîqe 27) û Christian Ramos (Deqîqe 65) bi 2-0 bi ser ket.
Serokomarê Perûyê Pablo Kucynski ji ser twitterê re tîma neteweyî pîroz kir û nivîsî: "Ji bo we em dilþad kirin gelek sipas."
Lîstikvanê tîmê Christian Cueva jî wisa nivîsî: "Ev xeyalê me yê zarokatiyê bû. Ji dîrokê wêdetir hesteîk mezin e."
Perûyî piþtî serketinê ji bo pîrozbahiyê daketin kuçeyan.
Perû herî dawî di sala 1982'yan de beþdarî tûrnûvayê bûbû.
Di maçên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de balkêþî didomin. Di play-offek din de Îtalya nekaribû reqîbê xwe Swêdê têk bibe û piþtî 60 salan yekem car nekarî beþdarî Kûpaya Cîhanê bibe.