Wêje, çand û kultura kurdî her ku diçe di nav gelê kurd de bêhtir tê parastin û xwedîlêderketin. Ev geşedan hêvî û baweriyeke xurt dide me nivîskarên kurd û gelê kurd jî. Wekî mînak; Hefteya borî ez ji bo çend bernameyan (Şevbêrka helbest xwendinê ya Lîseya Kiptaşê, li fûara pirtûkan ‘ên xewa wan herimî” û ‘Arjen Arî,di wêjeya kurdî de rexne’) li paytexta dilan li Amedê bûm. Bê guman ev bername hem ji bo min û hem jî ji bo qedirdayîna ziman û wêjeya kurdî çalakiyên giranbuha ne.
Yekem car e ku li Lîseyeke Amedê di şevbêrkeke helbestxwendinê de helbesta kurdî tê xwendin. Li ser daxwaza birêz Mîran Janbar ez tevlî bernameyê bûm. Ya rast ez di serî de bi şik û guman bûm; min bawer nedikir ku girseyeke mezin tevlî şevbêrkê bibe. Lê dema çûm hola şevbêrkê min dît ku cih û rêyeke vala li holê nema bû. Di şevbêrkê de li gel xwendevanan mamoste û malbatên xwendevanan jî amade bûn. Dema wê keça delal û dengxweş helbesta min xwend laşê min tevizî, velerziyam. Her wiha beşdaran eleqeyek hêja nîşan dan. Gelek kêfa xwe jê re anîn.
Îsal bernameyên kurdî li fûara pirtûkan ji ya tirkî zêdetir bûn. Her wiha pirtûkên kurdî jî ji par zêdetir hatin firotin. Di vê geşedanê de bê guman rola Zankoya Artukluyê hêjayî pesindanê ye. Hema bêje ku hemû xwendevanên zankoyê hatibûn fuarê û hemûyan jî ne ji bin deh pirtûkan re standin. Remezan Alanê li Artukluyê dersên kurdî dide lîsteyek dabû xwendevanan û li ser wan ferz kiribû ku wan pirtûkan bikirin, bixwînin û tezên xwe li ser wan amade bikin. Min di çavên xwendevanan de dilê wan yê mişt kurdewar û hiş û bîra wan yê wekî axa zuwa ku dixwaze baranê daqurtîne dît.
Ez beşdarî gelek bernameyan bûm. Min dît ku hemû bername bi awayek baldarî tê şopandin û ji hêla girseyê ve gelek ji yên par qelebalixtir in. Pirsin balkêş dihatin kirin û hinekan çend gotinên xwe jî li yên panelîstan zêde dikirin. Mijarên di panêlan de û axaftina panelîstan bêhtir bi awayek akademîk û zanistî bûn.
Tişteke din ya balkêş ew bû ku weşanxaneyên bi tirkî weşanê dikin jî berê xwe dabûn wergêra kurmancî. Weşanxaneyên wekî Evrensel, Metîs, Nîl, Tîmaş. Gelek berhemên Fetulah Gulenî hatibûn wergerandin li zimanê kurdî. Helbet her weşanxane mafdar e bi gor feraset û hişmendiya xwe berheman wergerîne kurdî. Heta ta radeyekê ev baldarî dilê mirovî xweş dike. Lê ger ev wergêr ne ji bo pêdiviyên wêjeyî lê yên siyasî be dibe sedema hin metirsiyan. Dagirkerên ku bi çek, kuştin û gelek alavên din yên qirkirin û tunekirinê nekarîn rê li ber raperîn û parastin û pêşvebirina daxwaz û xwestekên rewa yên kurdan û parastina zimanê wan bigirin, dixwazin bi van wergeran hiş û bîra kurdan bi zimanê wan dagir bikin û bişavtinê bi awayek din bimeşînin.
Bi kurtasî fuara pirtûkan ya îsal bi her awayî ji ya par serkeftîtir û dilxweştir bihurî, me û xwendevanên xwe karî ligel hev çend rojên xweş bi kurmanciya xwe ya bêhn û rengek wêjeyî jê tê bibihurînin.
Pirs, helwest û rexneyên xwendevanan ji niha de berê me dide xwendin û afirandinên cihê ku sala bê kulliyateke cihêreng raberî wan bikin.