Piştî nivîs-rexneya min a bi navê “Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya Kovara W’yê” ku di Diyarnameyê de weşiya, hêja Sîdar Jîr di Diyarnameyê de bi nivîsekê “Ji Raya Xwendevanên Kurdî Re!..” bersiv daye min..
Eger ku bi kurmancîkî bibêjim, giliyê min kiriye û ez spartime “raya xwendevanên kurdî”; lê mixabin bi devekî ku “agir jê dibare” di şûna ku kil bike “hema hema” kor kiriye!
Bi peyveke gulover û kurmancî, ziravka pişta nivîsê bi “gotinên giran” ava kiriye ku qest “eza min e” û bi raya min (ne bi “raya xwendekaran!”), ev gotin hîç û tu caran li devê Sîdar Jîr nehatine û nayên! Mînak;
“Yanî kî çi bibêje û neheqiyê bike û ya wan ji wan re bimîne jî nabe. Divê em hedê xwe jî bizanin, divê em bizanibin ku gotina me heta ku derê diçe û divê em hesab bikin ku hin kesên ku gotinên me heq nakin jî wê ji bêhna genî ya tiştên binhişê me aciz bibin û bi nivîsên gotinên mirov ên nexweş bi mirov bidin daqurtandin...”
“Ev gotinên wî yên hanê jî hinekî dide der ku mesele çi ye. Yanî dikaribû hinekî dev ji “hertiştzan”iya xwe berda û lê bifikiriya, ku ew cewher hebûya.”
Qesta Sîdar ji “Ev gotinên wî yên hanê jî hinekî dide der ku mesele çi ye.”, gotinên min ên “herkesî, hinekî jî ji qal û belaya xwe ve-gotiye” û reklama xwe kiriye!” ye, lê “mesele çi ye” negotiye!
Min ev gotin ne ji bo Sîdar û nivîsa wî kir, lê min bi giştî tişta derketiye holê rexne kir û hê jî li ser gotina xwe me; “raya xwendevanan” ku hêja Sîdar giliyê min li cem wê dike, bila vegere û dîsa “rewş”ê bixwîne!
Hêja Sîdar Jîr îdîa dike ku bêhna genî ji “binhiş”ê min tê û loma jî gotinên min ên nexweş û “bêhngenî” bi min dide xwarin/daqurtandin. Her wiha îdîa dike ku ez “bêcewher” im û loma jî dersê dide min û min dispêre “raya xwendevanê kurdî”, yanê dibêje; Yeqîn H. nexwînin!?
Peyva dirêj navê, lê hew heyf!..
Erê xwende jî, xwendekar jî hene; xwendekar min jî û Sîdar Jîr jî dixwînin û bêguman têdigihîjin ku rewş çi ye û ne çi ye jî! Îcar navê ku hêja Sîdar Jîr li ser navê wan bipeyive, bila rewşê ji xwendekaran re bihêle!
Eger neheqiyeke ku qesta takekes dike hebe, eger rasterast zimandirêjiyek ji bo wî/wê hebe maf e ku bersiv û rexneyê, her wiha di wî derbarî de bîr û boçûnên xwe bi gotinên tund be jî derbibe, ev maf e, tiştekî pirr normal e.
Ango ku min di nivîs-rexneya xwe de rasterast şexs û pênûsa Sîdar Jîr kiribe hedef, ku min gotinên ku nayêne gotin arasteyî cenabê wî kiribin, eger wekî wî gotî, min “heqaret û hertiştzanî” lê kiribin maf e û ew jî mafdar e ku bibersivîne. Û ku wiha be, stûyê min li ber şûrê Sîdar Jîr jî xwar e!
Lêê..û belê! di mijareke wiha giştî de, li ser rewşekê, li ser dosyayeke ku di kovarekê de weşiyaye min jî wekî her kesekî maf e ku rabim û tiştên li gorî min şaş in, ji aş û bajar û bi “edeb”rexne bikim, qinyata dilê xwe vebêjim û der bibim; û ev jî nabe “heqaret û hertişzanî!”
Mijareke din ku Sîdar Jîr bal kişandiye ser, Kovara “Kevan”ê ye. Kevan di salên 2002 û 2003’an de du mehane 6 hejmar derçûn, û ji bilî me 4 kesan, keda gelek nivîskarên hêja tê de heye!. Wê bala we kişandibe, ku min yek gotinek tenê jî (ne erênî ne neyinî!), di derbarê “Kevanê” de negotiye û min navê Kevanê jî hilnedaye; hewce nake ku em berê peyvê bidin dereke derekeyî mijarê!
Min di nivîsa xwe de, wekî mentalîte nêzîktêdayîna li “dosya”yekê û edîtoriyek rexne kir û hew! Ev dibe ku ne Kovara W’yê, lê kovar û weşaneke din be. Li vir qest ne kes û nav in; lê nêzîktêdayîn e, nêzîktêdayîn! Û ev tişta min kirî, bihîstyariyeke û maf e jî, ku ji bo her kesekî derbasbar e!
Wekî gotina dawî; ez ji întibaya xwe têr yeqîn dikim.. û hinekî ji “nêz û hundir” ve Sîdar Jîr dinasim; Sîdar jîr e, hêja ye.. Lê bersiva Sîdar rijî û bêxwê ye, ne li gorî wî ye; wekî “ji derinan tije ye û bi dev û zimanekî ku hêrs jê diçizire” tevgeriyaye; dîsa heyf!..
***
Nûçeya li ser W, nivîsa Yeqîn H., bersiva Sîdar Jîr:
- Sîdar Jîr: JI RAYA XWENDEVANÊN KURDÎ RE!..
- Yeqîn H: Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya W’yê
- W li ser kovargeriya kurdî radiweste