Kovar-kovargerî ji bo her wêjeyê, wêjeya her zimanî û zimanê her nivîskarî mirêk e. Ew wêje, ew ziman û nivîskarên wî zimanî li ber wê mirêkê diteyisin, aliyên xwe yên xweşik-nexweşik an jî nelihev ji nû ve hinekî jî bi wê mirêkê dibînin û li gorî rewşê, ji nû ve xwe çêdikin, bi gotina dengbêj; “xwe didin ber çerx û dûzanê.”
Ta niha bi dehan kovar bi kurdî û kurmancî, derçûne û bi awayekî têkçûne, an jî weşana xwe rawestandine. Hinan navek li dû xwe hiştine, hin çend mehan-hejmaran jiyan û hin jî hê derdiçin û dijîn, mînak; Nûbihar.
Lê bi giştî qesta her yekê hewl û pêngavek e ku tiştinan li hişê nivîskî yê kurdî û kovargeriya kurdî zêde bikin, halanekê li nivîsa kurdî hildin. Ji lew, hewla her yekê ji wan hêja ye û şayanî rêzgirtinê ye.
Yek ji kovarên niha heyî û derdiçe jî Kovara W’yê ye. W yek ji kovarên temendirêj ên wêjeya kurmancî ye. W kovareke bi piştperde ye; ango qels-qewîn paşxaneyeke W’yê heye û xwe dispêre vê keleporê, bi vê timtêlê radibe û li ser vê mîrateyê derdiçe; ji Hawarê heta J.Rewşenê...
Ta niha ligel kelem û astengî û dijwariyan, 46 hejmar du mehane derçûye; ku mijar kurdî û kurmancî be, ev ne hejmareke hêsan û hindik e! Lê kovara W’yê di heman demê de ji yek-du kovarên ku bi piştevaniya sazî û dezgehan derdiçe ye jî; ev jî egerek e ku hiştiye W heta niha li ser piyan bimîne û bibe mirêk!
W wekî heta niha kirî, vê carê jî bi dosyaya li ser “kovargeriya kurdî” derketiye pêşberî xwendekarên kurd-î. Ev meseleya “dosya”yan karekî xweşik e, hêja ye ku wiha kovarek her hejmarê mijareke ku sebebiyê li hebûna wê dike ji hev veçirre. Lêêê.. ku wê wiha bûya, xwezî navê wê (her çend dara xweziyan şîn nabe jî!); “kovargeriya kurmancî li bakur”bûya!
Ev dosya, ya ku li ser “kovargeriya kurdî” hatiye amadekirin, divê ez bibêjim; mixabin ji “dosyabûn”ê bêpar e..û gelekî bêhna reklamê ji nivîsan (a rast ji devê nivîskaran!) tê!
Baş e, xweş e..û maf e ku mirov an jî kovargerek rabe û çi kiriye, çi jiyaye bêje, binivîse. Lê..û belê!! wê çaxê wê navê vê rewş-vegotinê nebe “dosya!”
Sê-çar nivîs-kar ne tê de( N.Navdar, D.Zeraq, S.Denîz), di serî de edîtoriya W’yê, kesî zêde jî hiş û rewş tevnedaye; dîrok û çîroka kovargeriya kurdî-kurmancî çi ye û ne çi ye; li bakur çi qewimî, çi hebûn û çi derçûn, li diyasporayê, li binxetê, li başûr û li rojhilat çi hene, çi derçûn, çi têkçûn, û niha çi derdiçin.. û rewş niha bi giştî çi ye û hwd..
Lê ji tevdan û veçirrandina van tiştan û destnîşankirina rewşê wêdetir, kurt û bi kurmanciyeke saf î zelal dibêjim; herkesî hinekî jî “ji qal û belaya xwe ve-gotiye” û reklama xwe kiriye!
Lew ku hûn qesta “dosya”yekê dikin, wê gavê divê hûn “kronolojiya heyî” jî bi rêk û pêktir bikin!