Dîyarî rojavayê dilê min yê îro bi azadiyê esmanê min nexşandî"
ÎRO
Min serê êşa xwe gurand
berê bayê xwe guhert
min bi agirê hêrsa te fetisand evdalî
û min xewnên li sêdar û geliyan qemitî
li vî temenê ciwan mehr kir;
eşq welidî
roj seridî
pirqîniya zarokane li kolanan.