Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Zekî Ozmen me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we dikin...
***
Miqersiya Jîr Dilovan
25. 01. 2008
Zekî Ozmen
Min di serê xwe de babeta nivîsa xwe ya nû diyar kiribû lê belê piştî xwişka min Rukiye bi riya telefonê got ku mamoste Jîr Dilovan di komayê de ye û rewşa wî giran e, destên min hatin girêdan û keysa min a nivîsandina babeta di serê min de çû.
Ji dema Enstîtuya Kurdî ji Berlînê hatiye Kolnê ve, li gelek zanîngehên eyaletên Nordrhein Westfalen kursên kurdî têne dayîn û mamostatiya piraniya wan kursan jî Jîr Dilovan dike.
Herî dawî di 19’ê vê mehê de di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de nûçeyeke bi sernivîsa “Pêngava kursên kurdî” hatibû weşandin û tê de behsa kursên kurdî yên ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Kolnê ve ji bo xwendekarên kurd têne dayîn dihate kirin. Di binê nivîsê de şîroveyeke mamoste Mîrhem Yigit a bi sernivîsa “Ciwan û ziman” jî hebû. Heyecan û xebata bi eşq a rêveberên enstîtuyê ya ji bo dayîna wan kursan ji her du nivîsan difûriya.
Dema min nûçeya li ser navê Navenda Nûçeyan û şîroveya li ser navê Mîrhem Yîgît hatibû weşandin xwend, di serê min re derbas bû ku nûçe ji hêla mamoste Jîr Dilovan ve û ji xwe şîrove jî ji hêla mamoste Mîrhem Yîgît ve hatiye nivîsandin. Her wiha ev monologa bi beşişandin di serê min re derbas bû: “Xweda dizanê van her du ‘pîrên zimanê kurdî’ bi çi heyecanê ev her du nivîsên û bi şêwir nivîsandine...”
Hê heftiyek li ser vê nûçeya ku ez beşişandibûm derbas nebûye, mixabin ji ber xetimandina rayên mêjiyê mamoste Jîr Dilovan, ew ketiye di komeyayê de û ji bilî dua û hêviyan tiştek ji destê nas û dostên wî nayê.
Kesên ku Jîr Dilovan ji nêz ve nas dikin, dizanin ku dema babet zimanê kurdî be, ew heya dawiyê miqersiyê dike.
Ji ber vê hezkirina wî ya zimanê kurdî, gelek caran dilê wî hatiye şikandin û belkî gelek caran niyeta wî ya baş nehatibe fêmkirin û dilê kesên li hemberên wî jî hatibe şikandin.
Herî dawî par li ser kampanyayên ji bo zimanê kurdî dihatin lidarxistin em bi hev re axivîbûn û wî gotibû ku divê em ji vir û pê ve bi awayekî vekirî kesên ku bi kurdî dizanin û neaxivin teşhîr bikin...
Mamoste Jîr Dilovan, divê tu niha ne bi kesên bi kurdî neaxivin re miqersiyê bikî, divê tu niha bi nexweşiya bêbav re miqersiyê bikî û bi ser bikevî. Ji ber şagirtên te yên nû yên zanîngehan hê qerneya xwe ya fêrbûna zimanê kurdî ji dest te negirtine û fêrbûna wan nîvco maye.
Dia, hêvî û evîna me ji bo te ye...
***
Cemedanî jî kirin modeya zivistanê
Zekî Ozmen / Qad
10. 02. 2008
Cemadanî (çefî, kefî) berê sembola gelên bindest ên mîna filistîn û kurdan bû û ji wê yekê ji hêla çepgirên ewropî yên radîkal ve raxbet didît. Modevanan bi destpêka sezona zivistanê ya îsal de, riuê çepgiriyê ji cemedaniyê avêtin û êdî bi giranî ciwanên apolîtîk wê li dora stûyê xwe dipêçin.
Bi destpêka zivistana îsal re mirov li ku dera Almanya pêrgî ciwanên alman an yên biyaniyan were, reng bi reng cemedanî li dora stûyê wan pêçayî ne. Ji hêla din ve, cemedanî li piraniya dikanan jî têne firotin.
Berê rengên cemedaniyan an reş bûn an jî spî bûn. Ji xwe di nava kurdan de jî cemedaniya sor rehmetî Mele Mistefa û alîgirên wî bikar dianîn û ya sor jî Celal Talabanî û alîgirên wî. Bi kifşa modeya îsal re ?desthilatdariya? wan rengan ji holê rabû û êdî mirov pêrgî cemedaniyên şîn, kesk, xemrî û hwd. jî tê.
Firoşgehên almanan hê navekî hevpar ji cemedaniyan re nedîtine. Hinekan nivîsiye ?Destmala Yaser Arafat?, hinekan ?Destmala ereban?, hinên din ?Qepalê rojhilat? û hinekên din jî ?Destmala filistîniyan? bikar aniye. Ev navên li jor hatine rêzkirin, ew in ku min dîtine, dibe ku hinekên din yên ecêbtir jî hebin.
Wekî me li jor jî got; Cemedanî berê li Almanyayê mîna senbola piştgiriya bi bindestan re dihate dîtin lê îro bi mebesteke din tê bikaranîn an firotin.
Vê bûyerê wêneyê Che Guevara yê efsanewî anî bîra min. Wêneyê Che Guevara ku ji hêla piraniya mirovan ve tê naskirin, mîna cemedaniyê ji wateya wê ya bingehîn hatiye dûrkirin lê nirxandina vê yekê bila bimîne ji bo careke din.
***
Rêzefîlmê Tatort û reaksiyonên çewt
16. 01. 2008
Zekî Ozmen
Di tv’ya alman a dewletê ARD de rêzefîlma “Tatort” vê carê malbateke elewî kir mijar û ev yek bû sedem ku her kes hewl bide ji xwe re vê babetê bi awayên dîrekt û îndîrekt bikar bîne.
Di rêzefîlmê de keçeke elewî xwe didaleqîne û ev yek dibe sedem ku polîsek alman bikeve nava hewldana lêkolîna li ser sedema kuştina keçikê. Keça malê ya ciwan jî xwe davêje bextê zavayê xwe yê sûnî û ji xwe ji ber vê yekê keça ciwan destmalê jî dide serê xwe. Têkiliyê di navbera jina polîs û keça ciwan a malbatê de germ dibin û di dawiya fîlm de tê fêmkirin ku di navbera bavê wê, yanî bavekî elewî û keça wî de têkiliya cinsî çêbûye û di encamê de keçik dibe ducanî. Her wiha sedema kuştina xwişka wê jî ew e ku wê hewl dabû vê bûyera di navbera xwişk û bavê wê de ronî bike.
Dîtina aktor û senarîsta rêzefîlmê
Ew zêdeyî mehekî bû ku agahdariya min hebû ku dê ew fîlm wê rojê were weşandin, ji ber aktorekî ciwan ê kurd jî di wê rêzefîlmê de xwedî rolekî mezin bû û wî haya min ji dema weşandina fîlm çêkiribû.
Ez vê jî bibêjim; Ev bû çend saleke ku bi riya hevalekî ez pê hesiyam ku pêşdaraziyeke wisa li dijî elewiyan heye. Ji serê fîlm heya binê fîlm ew pêşdarazî nehate bîra min. Piştî roja din min nûçeyên protestoyî xwendin, nû ew tişt hate bîra min.
Li ser vê yekê ez bi wî aktorê ciwan ê kurd re jî axivîm, min xwest atmosfera ku fîlm hate kişandin û girêdayî mijarê dîtinên wî jî fêm bikim. Wî ji min re got ku berî fîlm bê weşandin bi du rojan, wî babeta fîlm ji hevalekî xwe yê elewî re gotiye û wî nû ev pêşdarazî ji devê wî bihîstiye. Her wiha wî got ku ew senarîsta rêzefîlmê Angelina Maccarone ji nêz ve nas dike û ew ne miroveke wisa nebaş e ku fîlmên wisa însanan rencîde bike çêbike.
Ji hêla din ve Angelina Maccarone jî di hevpeyvîna xwe ya di radyoya Deutschlandfunkê de diyar kir ku dema wê pêşamadehiyên fîlm dikir, ew qet di çavkaniyan de pêrgî pêşdaraziyeke wisa nehatiye. Wê her wiha bersiva hinek rexneyan jî da û wisa got: “Heta niha bi dehan fîlm û rêzefîlm li ser ‘kuştinên namûsê’ çêbûne û min nexwest tişteke dubare çêbikim. Ji bo fîlm bibe polîsiye, divê mirov bûyereke ecêb bihilbijêrê.”
Nêzîkbûna çapemenî û saziyên kurdan
Tişta ecêb ji min re ew bû ku piraniya kes, sazî, çapemenî û beşdarên çalakiyên protestoyî rêzefîlm temaşe nekiribûn û ji wê yekê agahdariyên çewt belav dikirin. Dema tv’yan ji beşdarên çalakiyan pirs dikirin ka wan fîlm dîtiye yan na, hemûyan digotin ku wan ji hinekên din bihîstiye. Hinek alavên ragahandinê yên kurd rêzefîlm wisa nîşandan, wekî rêzefîlm her hefteyê dê li ser elewiyan be û nû were weşandin. Hinek saziyên kurdan daxwaz kirin ku ARD vê rêzefîlmê biseknîne û ger neseknînê, dê rêzefîlm bibe sedem ku civaka elewî were dîskrîmînekirin. Ji xwe dema alaveka ragahandinê ya kurd rêzefîlm wekî dokumentereke ku li ser meseleya ensest ya malbatên elewî ji xwendekarên xwe re nivîsand, piçek mabû ez zimanê xwe daqurtînim.
Bi giştî ev daxuyanî û nivîs hemû çewt bûn, ji ber rêzefîlmê Tatort ev zêdeyî 35 salan e ku rojên yekşeman di ARD de tê weşandin û ji hêla din ve her hefte bûyereke cure ya polîsiye tê ekranê û tenê vê carê babet malbateke elewî bû.
Ez vê jî bibêjim; di şirove û daxuyaniyan de tişteke wisa derkete holê, wekî babeta pêşdaraziya li dijî elewiyan mijara rêzefîlmê be. Na, babet ne ew bû û digel ku min bi pêşdarazî dizanibû jî, ew pêşdarazî heya fîlm bi dawî bû nehat bîra min û roja din bi daxuyaniyên saziyên elewiyan ev pêşdarazî hate bîra min. Babet ronîkirina sedema ‘xwekuştina’ keça malê bû û di dawiya fîlm de sedema ‘kuştina’ keça malê bi daxwaza wê ya ronîkirina bûyera ensest ve tê girêdan. Yanî, malbat dibêje ku keça malê ya mezin xwe bi xwe kuştiye lê belê polîseke ku ronîkirina bûyerê ji xwe re kiriye armanc, di dawiya fîlm de derdixe holê ku keça malê ya mezin hatiye daliqandin û ne wê xwe bi xwe daliqandî ye.
Encamên reaksiyonan bi xwe re anîn
Min bi xwe cihê mixabiniyê dît ku ev fîlm bi pêşdaraziyeke ku ne armanca rêzefîlmê ve bû hate girêdan. Ji hêla din ve, haya piraniya nifşê nû ji pêşdaraziyeke wisa nîn e û ji xwe piraniya civaka kurd û tirk li tv’yên alamanan temaşe nakin. Bi baweriya min mezinkirina bûyerê bû sedem ku ev pêşdaraziya paşverû bikeve rojeva nifşên nû jî.
Ez bi xwe ji destpêkê de heya niha di wê baweriyê de me ku îdîayên dibêjin ku ev fîlm bi mebesta rojanekirina pêşdaraziyê hatiye çêkirin ne rast in. Lê belê madem gelek kes bi fîlm êşiyane, divê ARD jî ji ber şaştêgihîştinê lêborîne bixwaze û nebêje ji ber armanceke me ya wisa nebû, em lêbôrînê naxwazin.
***
Cejnên kurdên Almanyayê
25. 12. 2007
Zekî Ozmen
Îsal Cejna Qurbanê, Cejna Noelê ango rojbûna hz. Îsa û Sersal ketin pey hev. Kurdên Almanya jî kêm- zêde van cejnên navderbasbûyî her sal bi heman şêweyî pîroz dikin.
Cejna Noelê ji hêla kurdên Almanya ve nayê pîroz kirin û bêguman sedama wê ya bingehîn ew e ku ev cejin, cejneke ola filehî ye. Lê belê kurd jî dizanin ka ev cejin çi rojê ye û bêsebir li benda wê rojê dimînin. Li bendêmayîna kurdên Almanya ya cejna Noelê ji ber sedema ku du roj bi awayekî fermî rojên betlanê ne û ew jî li gora wan her du rojan planên xwe yên gerê çêdikin.
Ji xwe xemilandina kuçe û kolanan ya ji bo cejna Noelê dibe sedem ku her kes bi hatina wê rojê kêfxweş bibe.
Cejna Qurbanê yek ji cejnên olî yên ku kurdên Almanyayê bi şêweyên cuda pîroz dikin e. Şêweyê pîrozkirina cejnê girêdayî wê yekê ye ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango girêdayî hejmara kurdan a di heman gund an bajaran de ye.
Li deverên ku kurd lê gelek dijîn de piçekî atmosfera cejnê diafire. Her kes xwarinên "xweş" çêdikin, şekirok û şêraniyê dikirin. Milet kom bi kom diçin serdana hev û cejnên hev pîroz dikin. Bêguman adet e ku almanciyên kurd roja cejnê bi telefonan pîrozbahiya cejnê ya xizmên xwe yên li welêt bikin.
Ji hêla din ve li deverên ku kurd lê hindik dijîn de ev atmosfera li jor hate destnîşankirin nayê afirandin û ew roj bi awayekî sembolîk tê pîroz kirin. Sembolîkbûna wê rojê bi pîrozkirina cejnê ya bi telefon û sms'yan e. Ez dikarim bibêjim ku piraniya kurdan bi riya telefon û sms'yan cejnên hev û yên li xizmên xwe yên li welêt pîroz dikin û wekî din tu tehma cejnê nabînin.
Pîrozbihiyên cejna Sersalê jî mal bi mal tê guhartin lê belê şêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e. Hê ji sersalê re çend roj mabe, zarok û ciwan fîşekên hewayî ango rakêtên Sersalê dikirin û şeva sersalê diteqînin. Mal hene ku bi temaşekirina tv û avêtina raketan pîroz dikin û mal jî hene ku şeva xwe bi avêtina raket, temaşekirina tv û vexwarina alkolê derbas dikin.
Li piraniya deveran ciwan digihin hev û mîna li jor hatî destnîşankirin, sersala xwe pîroz dikin û ji xwe Sersal cejna ku herî zêde ji hêla ciwanan ve raxbet tê dîtin e.
Ez jî bi vî awayî hem cejna we ya Noel, ya Qurbanê û Sersala we pîroz dikim û bi hêviya ku sala 2008'an ji bo kurdan deriyê xêrê veke…
***
'Bavê Payîzokan' Fadilê Cizîrî
10. 12. 2007
Zekî Ozmen
Fadilê Cizîrî payîzokbêjê herêma Botanê yê efsanewî ye, lê belê piraniya kurdên herêmên din ne navê wî bihîstine û ne jî li dengê wî yê bi heybet guhdarî kirine.
Tê bîra min, dema berhema wî ya “nîv-fermî” di dawiya salên 80’an de derket, li nava gund ji teyipan dengê wî dihat û li çolê jî gelek kesan an bi dengekî bilind an jî bi dengekî nimz payîzokên wî dinimandin.
Ev berhama wî ya payîzokan ya bê enstrument hê jî di mal û otomobîlên piraniya botaniyên li welêt û yên li derveyî welêt dijîn de miheqeq peyda dibe. Tişta herî balkêş jî ew e ku ev berhema wî ya payîzokên mîna “Xemik talan e”, “Hoste Hene”, “Aso” û hwd. di nava xwe de dihewîne, îro jî mîna 20 sal berê tê guhdarîkirin û hezkirin.
Di dawiya salên 80’an de ez hê zarok bûm û min jî wekî gelek kesên din lê belê navsere li payîzokên Fadilê Cizîrî ango Fado (navê wî yê ku di nava gel de tê bilêvkirin) guhdarî dikir. Digel ew payîzokên wî bê enstrumental in jî, min ji melodiya dengê wî hez dikir. Ji xwe heya van salên dawî jî min tiştek ji gotinên wî fêm nedikir û tişta ez dikişandim xwe, ew dengê wî yê bêhempa bû. Piştî ez ji gotinên wî jî têgihîştim, min êdî ji xwe re ji bilî dengê wî, gotinên wî yên tije xweza, tije wêje û tije “romantîzma kurdî ya xwezayî” kifş kir.
Dema ez niha difikirim ka min çawa kariye di temenekî biçûk de li payîzokan guhdarî bikim, ez ji xwe re tenê du sedeman dibînim. Ya yekemîn belkî botanîbûna min û ya duyemîn jî dengê wî yê nehînî yê bêhempa bû.
Belê, ew kaseta Fado di nava botaniyan de kevin nebûye û îro jî mîna salên destpêkê jê tê hezkirin û guhdarîkirin. Min bi xwe belkî ew kaset di sedan mal an jî di otomobîlên botaniyan de dîtiye lê belê tişta ecêb ew e ku ez heya niha liqayî kaseteke orjînal nehatime û yên min dîtî hemû kopî ne. Ev jî tê wê wateyê ku Fado nanek ji wê kasêta wisa tê hezkirin nexwariye.
Ji min re herdem li ser “Bavê Payîzokan”, yanî Fadilê Cizîrê du tişt meraq bûn. Ya yekemîn ew bû ka ew çima qet derneket festîval, konser û bernameyên televîzyonan (ji ber ez gelek caran pê hesiyam ku gelek caran daxwaz jê re ji bo konser û tv´yan çûne û hatiye vexwandin) û ya duyemîn jî serpêhatiya derxistina wê kaseta wî bû.
Min bersiva pirsa xwe ya yekemîn ji dost û nasên ku têkiliya wan bi Fado re heye stand û bi hêvî me ku rojekî ku bibe nesîb, ez bi xwe bikaribim bersiva pirsa xwe ya duyemîn ji devê wî guhdarî bikim.
Ez naxwazim behsa sedemên derneketina wî ya çalakiyên hunerî û tv´yan bikim, ji ber ez wî mafî bi xwe re nabînim ku tiştên taybet hatina gotin bi riya vê nivîsê belav bikim lê belê cihê mixabinî ye ku ev dengê bi heybet “herêmî” ma.
Tê gotin ku dengê Fado van salên dawî ji ber nexweşiyeke qirikê piçekî li gora berê ketiye. Dengê Fado ango Fadilê Cizîrî piçekî ketibe an neketibe, ew li Botanê efsane ye û divê ev dengê bêhempa ne tenê li Botanê lê belê li seranserî welêt bê bihîstin.
***
Klîbên kurdî
10. 11. 2007
Zekî Ozmen
Dema mirov hinek klîban di televîzyonên kurdî de dibîne, difikire ‘ew televîzyon çi digihîje destê wan, bê pîvan diweşînin’ tê bîra mirov. Min bi xwe hê jî fêm nekiriye ka pîvanên weşandina klîban yên televizyonên kurdî çi ne, an jî pîvanên wan hene an na?..
Mebesta min ji pîvanê kalîteya teknîkî ye û ne pîvana MMC ya sansûra venîşandana laş e. Ji ber pîvan ne diyar in, gelek stranbêj jî dibêjin ‘bila klîbeke min jî hebe, çawa be bila wisa be’ û ev yek dibe sedema ku reqabeta pêşvebirina klîban zêde kêm be.
Ji hêla din ve gelek klîbên ku li Stenbolê û li Ewropayê têne çêkirin ji hêla teknîkî ve gelek baş in lê belê ji hêla naverokê ve ji giyana kurdî dûr in. Pira Stenbol, keçikên porzer yên ewropî, otomobîlên ferarî, keştiyên li ser deryayan yên di klîban de têne bikaranîn, gelek caran ji muzîk û naveroka stranê dûr in.
Pirsgirêkeke din jî nivîsa di klîban de ye. Ne televîzyon ne jî çêkerên klîban nivîseke standart ji bo klîbên kurdî neafirandine. Li ser hinek klîban nivîsên mezin ên tenê navê stranbêj û yê stranê derbas dibe, yên hinekan mîna yên tirkan hem di destpêkê de û hem jî di dawiya klîbê de navê stranbêj û yê xwediyê gotin û muzîkê derbas dibe û di dawiyê de navê derhêner jî mîna îmze tê nîşandan û yê hinekan jî di dawiya klîban de hemû nav mîna nivîsa fîlman derbas dibe. Standartkirina nivîsê wê ji bo çavên temaşevanan bibe qalibek lê li gor xuya dike, ev yek ji derhêner û televizyonên kurdî re ne xem e.
MMC
Di gel ku MMC televîzyoneke muzîkê ye jî, ji hêla qelîteya klîban ve tiştên li jor ji bo wê jî derbas dibin. Ji hêla din ve MMC di warê hilbijartina weşandina klîbên stranbêjan de meylê dike. Gelek caran çend klîbên heman stranbêjî di heman rojê de têne weşandin û mirov car caran kêm pêrgî klîbên hinek stranbêjan tê. Bêguman normal e ku MMC bi çavê ticarî bêhtir rê bide stranbêjên şirketên nêzîkî xwe lê belê klîbên hinek stranbêjan yên bi heman şîrketan re kar dikin zêde têne weşandin û yên hinekan zêde kêm.
Bikaranîna MMC ya klîbên dema Med TV û stranên li studyoyê hatine kişandin bi serê xwe babeteke din e.
MMC gelek caran stranên ku zindî hatine xwendin dike klîb û bi wî dengê bi kalîteya xerab diweşîne. Tişta min ecêbmayî dihêle ew e ku gelek ji wan stranbêjan ji xwe bi şirketên nêzîkî MMC re kar dikin û fêm nakim ka çima dengê wan ên di berheman de hatine weşandin bikar naynin.
Klîbên derhêner Hisên Hesen
Herî zêde klîbên ku Husên Hesen derhênertiya wan kiriye bala min dikişînin. Ew giyanê kurdî bi awayekî profesyonel di klîbên xwe de bi kar tîne lê belê babet û teknîka klîbên wî zêde nêzîkî hev in. Dema kesekê klîban ji nêz ve bişopîne û li klîba Hesen Şerîf a bi navê “Beyta Laleş”, ya Rojda ya bi navê “Xerîba biyanî”, ya Meral Tekçî ya bi navê “Lê Wanê” û ya Rozerîn Besta ya bi navê “Yarî Delal” temaşe bike, dê hesanî fêm bike ku ew klîb ji hêla heman derhênerî ve hatine kişandin.
***
Ma hûn mecbûrin helbestan binivîsin?
25. 10. 2007
Zekî Ozmen
Di nava kurdan de pîvana helbest û ya helbestvaniyê nema ye. Êdî kes nizane ka kesên ku helbestên wan têne weşandin çiqas in. Ev yek jî dibe sedem ku tehma xwendina helbesta kurdî nemîne.
Jan Dost di axaftineke xwe ya civîneke wêjeyî de gotibû ku helbest zarokatiya wêjeya gelekî ye û ji wê yekê meyla mezin a helbestê di nava kurdan de tiştekî normal e.
Bêguman Jan Dost rast dibêje lê belê bi vî halî berdewam bike, dê ev zarok seqet mezin bibe!
Dema mirov diçe pirtûkxaneyeke almanan, belkî hejmara pirtukên helbestan ji sedî yekê pirtûkên din yên wêjeyî û babetî kêmtir be lê belê di nava kurdan de herî zêde pirtûkên helbestan hatine weşandin. Di rojname, kovar û malperên siyasî, çandî û magazînî de helbest nayên weşandin lê belê di hemû cûreyên medyaya me de têne weşandin.
Ev demeke dirêj e ku ez bi xwe helbestan naxwînim, ji ber ez êdî tehmê jê nastînim. Helbesta kurdî tê herimandin û çend helbestvanên mezin ên kurd jî di bin qurbana vê herimandinê. Ev gengeşî dibe sedem ku ez di xwe re nebînim ku helbestên wan jî bixwînim.
Belê, helbest zarokatiya wêjeya neteweyekî ye lê belê zaroka me seqet mezin dibe û mixabin hevparê sedemê seqetmezinbûna vê zarokê rojname, kovar û malperên kurdî ne.
Pêşengeha Pirtûkan ya Frankfurtê
Piraniya dewletan li Pêşengeha Pirtûkan ya Frankfurtê digel wêjeya xwe bi alavên cure welatên xwe jî didin danasîn lê belê mixabin standa hikumeta Başûr îsal jî ji vê yekê bêpar bû. Min par ev babet ji berpirsiyarekî standa hikumetê re vekiribû û wî gotibû ku ev tişt ji kurdan re tişteke nû ye û ewê sala bê (yanî îsal) bi awayekî rêkûpêktir beşdar bibin. Bes mixabin rewşa îsal ji ya par ne gelekî baştir bû û dema min gotina par ya heman berpirsiyarî li pêşengeha îsal anî bîra wî, bersiva wî wisa bû: “Em li gora daxwazan herin, divê em hezar tiştî bikin û beşdarbûna me dîsa wekî par gelekî baş e.“
Em çi bibêjin, xwedê başiyê bide û hêvîdarim ku standa hikumetê ya sala bê bi dekoreke xweşik a hêjayî misyonê were xemilandin û bi vî awayî çavên me jî geş bike.
Kurd li pişta hemû Hackeran dewletê dibînin
Piraniya malperên kurdan dema têne hackirin, ew êrîşê mîna ku dewleta tirk li dar xistibe dinivîsin û dewletê şermezar dikin. Her wiha behsa wê yekê dikin ku ewê serê xwe li hemberî wan êrîşan netewînin.
Min meraq kir û ji hevalekî xwe yê ku înformatîker e û karê wî malpersazî ye pirs kir ka gelo rast e ku dewlet li pişta wan êrîşan e an ne. Birsiva wî ev bû: “Çend malperên kurdan yên ber bi çav hene ku dewlet alîkariyê bi awayekî dîrekt dide hackerên wan. Armanca wan ji xwe bi giranî çend malperên kurdan yên bi tirkî weşanê dikin e.
Lê belê giraniya êrîşan nijadperestên tirk yên ciwan pêk tînin. Ji xwe dema malper têne hackirin, îmzeya xwe jî di malperê de bi cih dikin. Dema mirov li îmze û adresa wan dinêre, giraniya wan ciwanên ku di bin banê malperan de bi hev re kar dikin e. Wê rojê hackeran yek ji malperên kurdî yê herî mezin bidestxistin û dema mirov dikete malpera wan hackeran de, mirov bi hesanî didît ku ew ciwanên tirkan ên li Almanya dijîn e. Ez vê yekê jî bibêjim; Gelek caran li pişta êrîşan ciwanên kurd jî hene û armanca wan bi hackirina malperên kurdî zewq û kêf e. Ji xwe dema malper xwerû kurdî be, ciwanên tirkan nizanin ku ew malpera kurdan e.
Kategoriyeke din ya hackeran heye ku bi riya googlê li malperên ku ji bo bidestxistinê misaid bin digerin û car caran bi vî awayî malperên kurdan jî dibin qurbana vê yekê. Ev ciwan jî ji welat û neteweyên cure ne û armancên wan yên siyasî nîn in.”
Ez nizanim ka çiqasî ev dîtinên li jor ji we re balkêş hatin lê belê ji bo min ev dîtin piçekî ecêb hatin û min xwest bi we re jî bi par ve bikim.
***
Ji kar avêtina Eva Hermann çiqasî ehlaqî ye?
Zekî Ozmen
14. 09. 2007
Piştî pêşkêşvana alman a bi nav û deng Eva Herman pesnê qedirgirtina dayikan ya di serdam Adolf Hîtler de da, ew hem ji kar hate avêtin û hem jî bû yek ji mijarên sereke.
Digel ku demê nivîsa quncika min nehatiye jî, piştî min dît ku Diyarnamê jî ev nûçeya ku ji min nêzîk ve dişopand weşand, min biryar da vê nivîsê binivîsim.
Eva Hermann ku me heya sala 2006’an heftiyê çend rojan di bernameya nûçeyan ya Tagesthemen ku di ARD’ê de tê weşandin de didît, dîsa wekî par bi xwe bû nûçe.
Eva Hermann par jî di pirtûkeke xwe de pesnê li mal rûniştina jinan dabû, digel ew bi xwe bi kariyera xwe ve mijûl e û qet hewla ‘çûyîn û hatina di navbera metbex, zarok û dêrê’ de nade xwe.
Hermann di şeşê vê mehê de piştî civîna çapemeniya ya danasîna pirtûka xwe ya bi navê ‘Prensîba Gemiya Nuh’ ji rojnamevaneke Hamburger Abendblatt re ev gotin got: “Di serdema Hitler de gelek tişt xerab bûn, mesele Adolf Hîtler lê belê tiştin jê jî gelekî baş bûn. Mesele qedirpêdana dayikan…”
Ev gotinên spîker a sempetîk ji rastiyê dûr in. Qedirdayîna Hîtler û rejîma wî ya dayikan di çarçoveya dîtina wan a dayikan a mîna ‘fabrîqeya çêkirina leşkeran’ bû.
Dayikan diviyabû zarokên bi hêz û ji hêla bedenî û rihî ve sazkar bianiya dinyayê. Ji hêla din ve diviya bû ew li nijada xwe, yanî li ariyan bihatana; yanî çavşîn, bejin bilind û por zer.
Em behsa karesata Hîtler bi serê dayikê cihû anîn nekin, em tenê behsa şewitandina kezebên dayikên almanan ên Hîtler kirî bikin bes e. Zarok, jin û mêrên ji hêla bedenî û ruhî ve ne sazkar hatin şewitandin û bê hejmar jin û mêr hatin xesandin. Sedema kirina vê yekê hemû ew bû ku civakeke mîna daxwaziya Hîtler ya bi ‘esil’ were afirandin.
Ev çend nimûne tenê ispata wê yekê ne ku gotinên Eva Hermann yan ji nezaniyê ne, yan jî bi armanca reklama pirtûka wê ne, yan jî bi mebest in.
Li ser pirsa ka ji kar avêtina wê ya televîzyona NDR’ê ehlaqiye yan na jî; ji kar avêtina Hermann di cih de ye, ger ji kar nehatibana avêtin û ev reyaksiyona civakî wisa bilind nebûbaya, wê gelek kesên din biketane di nava helwesta lêkolînên li ser ‘aliyên baş yên dema Hîtler’.
***
Gelo donera bêhnpêketî kî xwar?
10. 09. 2007
Zekî Ozmen
Di van rojan de rojeva Almanya bajarê Mugeln û donera bêhnpêketî bû. Gelo ev doner kurdan xwar? Her wiha kurdên li Almanya jî festîvaleke din li dû xwe hiştin.
Min par piştî festîvalê piçekî bi berfirehî nivîsek nivîsandibû û ji bo wê nivîsa ku di Diyarnameyê de hatibû weşandin, min hem rexneyên erênî û hem jî yên neyînî sitandibûn. Ji ber ji hêla herikandina bernameya festîvalê ya îsal de farqeke mezin ji ya par nebû, ezê tiştekî nenivîsim lê belê ezê xwe negirim ku behsa du "klasîkên festîvalê" nekim.
Ez nizanim sedem çi ye, lê kurd zêde ji axaftinê hez dikin û herikandina bernameya festîvalê ji vê yekê her sal zerarê dibîne. Mesajên sazî û rêxistinên biçûk û yên mezin bi deqîqeyan têne xwendin - ji xwe ji bilî rêza pêş tu kes jî guhdarî nake- û ev yek dibe sedem gel hê bername bi dawî nehatibe berê xwe bide malên xwe. Ji ber her car stranbêjên favorît dihêlin dawiya festîvalê, ji hezaran kesan tenê çend sed kesek dimîne dawiyê û li wan guhdarî dikin. Îsal jî Ciwan Haco hiştin dawiyê û ev yek bû sedem ku ji deh hezaran tenê 300 heya 400 kesî li wî guhdarî bike.
Yek ji pirsgirêk an klasîkên din a festîvalê meseleya qirêj û çopê ye. Ne komîta amadekar telîsên çopê li qada festîvalê digerînê û ne jî qirêjkirina hinek qadê ji beşdaran re derd e. Milet ji qaşulkên dendikan bigire heya şidêtên zarokan tavêjin li ber xwe. Ger pêşbirka paqijiyê û çêkirina sergoyan heba, ez nizanim dê emê bibûna yê çendemîn.
Mugeln
Bajarê Mugeln di 19'ê gelawêjê de bi nav û deng bû. Di şahiyekê de bi dehan ciwanên alman êrîşî ciwanên hindiyan kirin û di encamê de heşt hindî birîndar bûn. Digel ku ciwanên alman sloganên nijadperestî jî diavêtin, Şaredarê Mugelnê dibêje ku pirsgirêka wan a bi nijadperestan re nîn e. Belkî ew dixwaze bibêje pirsgirêk hebûna biyaniyan e lê belê di rastiyê de ji xwe pirsgirêka nijadperestiyê li piraniya rojhilatê Almanya heye û ev yek bûye diyariya rejîma komunîst a kevin ji biyaniyên li Almanya dijîn re. Piştî Almanya ya Rojhilat di dawiya salên 80'yan de hilweşiya, ne kar hebû û ne jî sîstema komunîstiyê mecbûriya kar mabû.
Di çavên DDR'iyan de sedema bêkarbûna wan biyanî ne û ne mîrata xirbeyî ya ji rejîma komunîst ji wan re mayî ye.
Donera bîhnpêketî
Fîrmayeke alman 180 ton goştê xerabûyî firotiye produksiyonên doneran, wan jî bi riya dikanên doneran firotiye donerhezên wekî me kurdan û beyî em ferq bikin, me bi noşîcanî xwariye. Ev yek bi rojan e di çapemeniya almanan de tê bikaranîn lê belê çapemeniya tirkan di hewla paqijderxistana vê yekê de ye. Di serî de Hurriyet, hemû rojnameyên tirkan îdîa dikin ku armanca çapemeniya alman têkbirina sektora donerê ye.
Ecêb e! Ew bi xwe qebûl dikin ku ew goşt hemû bi donertî hatiye firotin lê dibêjin behsê nekin.
Dema Hurriyet rojnameyên mîna Frankfurter Rundschau, Suddeutsche Zeitung û Die Tageszeitungê wekî şirîkên kompleyê bilêv bike, mirov dê bibêja an haya wan ji xîzika weşana van rojnameyan nîn e an ew bi wê donera bêhnpêketî ketine. Di rastiyê de Hurriyet jî “malê xwe” nas dike, lê belê sermaya reklamên doneran wê dike parêzvanê donera bêhnpêketî.
***
Almanya kurdan muxatab nagire, saziyên me çi dikin?
25. 08. 2007
Zekî Ozmen
Dewleta Almanyayê di bin serokatiya Angela Markel de bi nûnerên sazî, netewe û civakên cihê re rûdine ji bo entegrasyonê, lê kurdan muxatab nagire. Di van civînan de li ser kurdan jî biryar tê girtin, lê saziyên kurdan çi dikin?
Li Almanyayê kurd di warê fermiyetê de wekî netewe nayên dîtin û ji hêla pratîkê ve jî mîna biyanî nayên muhatabgirtin.
Ji ber kurd wekî netewe nayên dîtin, hejmara wan a li Almanya jî ne diyar e. Hejmarên tên gotin hemû texmînî ne. Hejmara kurdên ku serî li penaberiyê dane ji destpêka salên 90´î û pê ve derbasî îstatîstîkan bûne. Ev hejmar zarokên li Almanya çêbûne, kesên ji bo zewacê hatine û karkerên ji salên 70'î û pê ve hatine di nava xwe de nahewîne. Ji bilî kurdan, hejmara hemû biyaniyên li Almanya diyar e.
Bêguman sedema bingehîn ya vê yekê qedera kurdan e û heta radeyekî jî kurdên li Almanya dijîn bi xwe ne. Giraniya xebatên kesayetî, sazî û rêxistinên kurdan ên karên siyasî û civakî li Almanya dikirin, raste rast ji bo welêt bû û rewş hê jî wisa ye. Xebatên di der barê pirsgirêkên kurdên li Almanya dijîn de zêde kêm hatine kirin.
Ev yek hemû bûye sedem ku kurd wekî biyanî jî muhatab neyên dîtin. Ev demeke ku hikumeta Alman zîrweyên entegrasyonê bi nûnerên biyaniyan re pêk tîne. Di zîrweyên ku serokwezîr Angela Merkel jî tevlî dibe de, nûnerên sazî, netewe, civak û olên cure tevlî dibin lê belê kurd - ku yek ji miletê herî zêde li Almanya dijî ye- tevlî van civînan nabin ango nayên vexwandin. Sedema vê yekê ne ew e ku kurd entegreyî civaka alman bûne, kurdan jî wekî miletên din ên ji asyayê, ji xwe re kêm- zêde 'civakeke paralel' afirandine û pirsgirêkên wan ên entegrasyonê hene.
Tişta sosret jî ew e ku saziyên kurdan ne li ser vê yekê deng diderxin û ne jî dibêjin "em jî yek ji miletên herî zêde li Almanya dijîn e, em jî biyanî ne û hûn li ser me jî bi van zîrweyan biryaran distînin, divê ji ber van egeran hûn me jî muhatab bigirin…"
Kurdan li vir xanî kirîne, nifşên wan yên li vir hatiye dinê bûne ciwan, kargeh vekirine, bi hezaran kes bûne hemwelatiyên Almanyayê û di asoyê de niyeta vegera wan ya welêt jî qet naxuye.
Her çiqas kurd nebûbin parçeyekî civaka Almanyayê jî, ew bi vî welatî ve hatine girêdan. Madem kurd bi vî welatî ve hatine girêdan, nexwe dem hatiye ku saziyên kurdan ji bo mafên civakî yên welatiyên xwe xebatê bikin. Digel xebatên ji bo mafên civakî, divê heman sazî bibin pir a di navbera dewleta Alman û civaka kurd de jî. Ger sazî daxwaza muhatabgirtinê dikin, divê piçekî berê xwe bidin welatê ku lê dijîn jî.
***
Xêro Abbas dîsa hêviya min têk bir
10. 08. 2007
Zekî Ozmen
Xêro Abbas yek ji wan stranbêj e ku ez ji dengê wî hez dikim, lê belê stîla muzîka wî nahêle ku bikaribim bi demdirêjî li muzîka wî guhdarî bikim e.
Dema min cara yekemîn di dawiya salên 90’î de, di şeveke li bajarê Stuttgartê de dengê Xêro Abbas bihîstibû, ez ji dengê wî yê xweş matmayî mabûm. Xêro Abbas di wê şevê de bi Koma Berxwedan re derketibû li ser dikê û navê wî wekî „Botan“ hatibû pêşkêşkirin.
Piştre ew bi heman navî digel Koma Berxwedan beşdarî şahiyeke Med Tv bûbû û strana “Xezalê” ya Mihemed Arif bi versiyona Şivan Perwer pêşkêş kiribû. Heya wê demê ji ber nakokiyên di navbera Şivan Perwer û Med Tv de, temaşevan bi hesreta guhdarkirina Şivan ya di Tv´yê de dijiyan. Tê bîra min, dema Xêro Abbas an “Botanê wê demê” strana xwe qedandibû, kesekî di dîwanê gotibû “Ha ji we re alternatîfa Şivan.”
Me Xêro pişt re çend caran bi Abbas Ehmed re di bernameyan de dît û êdî navê rast yê Xêro Abbas dihate bilêvkirin. Bihevrebûna wan ahengekî zêde xweş û guhartî bû. Dem derbas bû, Xêro Abbas albuma xwe ya yekemîn ya bi navê “Xerîbo” - ku bi giranî ji stranên Abbas Ehmed pêk dihatin- weşand. Ez nizanim dê rexne ji ber derfetên teknîkî yên wê demê çiqasî di cih de bin lê belê alavên muzîkê û stîla ku Xêro di wê berhemê de bikaranîbû, ji hemû stîla albumên wî yên piştî wê hatin weşandin hem xweştir û hem jî nêzîktirî dengê wî bûn.
Xêro Abbas di berhemên xwe yên piştî “Xerîbo” de giranî da enstrumentên rojavayî û bi baweriya min ew alav heybeta stranbêjiya Xêro Abbas dikujin û nahêlin guhdarkirina wî ya di nava gel de herdem li asta jor bimîne.
Digel ku ez ji muzîk û enstrumentên rojavayî hez dikim jî, ez ji dengê Xêro yê bi enstrumentên rojhilatî bêhtir zewqê distînim. Ji xwe hem xwendevan û hem jî hevalên min dizanin ku ez hevalbendê muzîka kurdî ya hemdem im lê belê dengê Xêro Abbas yê bi enstrumentên mîna saz, ud, kanûn û kemanê bêhtir li xweşa min diçe.
Wekî mînak, strana wî ya di albûma ji bo qedirgirtina Aramê Tîgran de, dûeta wî ya bi Alîn re û strana wî ya bi navê “Hêvî û Evîn” ya di berhema wî ya nû de ku hemû ji stîl û alavên muzîkî yên rojhilatî pêk tên, mirov dibine cihaneke din.
Van rojan dema min li Frankfurtê reklama berhema nû ya Xêro Abbas di rojnameyê de dît, min rast û rê berê xwe da cihekî kasêtfiroşan û albuma wî ya nû ya bi navê “Barana Şevê” kirî. Min xwe gelek bi şans dît ku min bi roja weşandina reklama berhemê re karî albûma wî ya ku ez li bendê bûm bikirim. Ez li bendê bûm, ji ber di xeyala min de dê Xêro bi vê berhema xwe bivegeriya stîla ku li dengê wî tê, yanî ya rojhilatî.
Mixabin bi guhdarîkirina albumê re, hêviyên min têk çûn û ji bilî çend stranan, wî “miqersiya xwe ya bi stîla rojhilatî re” berdewam kiriye.
Ez vê jî bibêjim, rexneya min ne li teknîka deng û muzîka Xêro Abbas e. Rexneya min tenê li stîl û bikaranîna wî ya enstrumentên ku ne li ser dengê wî ve ye. Albûma wî ya nû ji hêla teknîkî ve, yek ji serkeftintirîn berhemên bi kurdî ye, lê belê dîsan jî “xwezî” ew berhem hemû ji motîfên rojhilatî ya bi alîkariya motîfên bin yên rojavayî -ya ne serdest- pêk bihata.
***
Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!
26. 07. 2007
Zekî Ozmen
Ev bû deh sal ku her sal Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan tê lidarxistin lê belê vê festivalê nekariye bibe marqe û ne jî kariye bibe organîzasyoneke ku ji hêla navneteweyî ve were nas kirin.
Her sal bi dehan ciwanên ji hêla sportîfî ve ji xwe bawer beşdarî festîvalê dibin. Ger ciwanên ku heya niha tevlî pêşbaziyên festivalê dibûn bi awayekî profesyonelî bihatane birêxistin, dê avakirina federasyoneke sporê ya kurdên li Ewropayê ne xeyal maba.
Pêşamadeyiyên festîvalê bi ked û mesrefeke mezin tên birêvebirin lê belê şahî û heybeta sportîfî bi roja festival tenê tê sînorkirin.
Li ser vê yekê min meraq kir ka dema festîvalek tê amadekirin têkilî bi ciwanên ku beşdarî pêşbaziyên salên derbasbûyî re bûne tê kirin yan na, bersiva yek ji kesên amadekarê festivalê “na” bû.
Dema armanc ne kişifkirin û bi wê ve girêdayî alîkariya kariyera wan ciwanan ya sportîfî be, mixabin ev festîval wê nikari be bibe marqe. Ger heya niha di vê çarçowê de alîkarî ji bo ciwanan bihate kirin, belkî heya niha dê çend ciwanên kurd di pêşbirkên navneteweyî de bikarîba hem li ser navê welatên ku lê dijîn û hem jî li ser navê kurdan di cîhana sporê de xizmetê bikin.
Ger rewş wisa ba, dê mirov di her festîvalê de bi dehan antrenor û kesên din yên bi sporê ve eleqedar yên biyanî pêşwazî bikira. Kesên biyanî dê bi armanca kişifikirina talentên nû beşdarî festîvalan bibûbane û dê ciwan qezencî cîhana spore bikira. Ji xwe dev ji vê yekê berdin, mirov di van festîvalan de bi giştî biyaniyan nabîne.
Digel ku bi festîvalên herêmî turnovayên gokê ji bo fînala li Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan hatin kirin jî, balkêş bû ku roja festîvalê nû serîlêdan ji bo pêşbaziyên beşên mîna dart, bîlardo û hwd. hatin kirin. Ev yek jî nerêxistinbûna ne baş ya festîvalê diraxîne ber çavan.
Ev festîval bi salan e ku bi ked û mesrefên mezin tê amadekirin, hêvîdarim ku ev festîval di dahatûyê de bibe marqeyek naskirî.
Û ji Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan ya îsal ku di 14´ê tîrmehê de li Kolnê hate lidarxistin çend not:
- Dika festivalê îsal di cihekî baştir yê stadyomê de hatibû bi cîhkirin -li gor salên din- û bi vî awayî mirov dikarî bernameyê ji trîbûna baştir bişopîne.
- Hejmara kesên beşdarbûyî mîna ya salên berê bû û derdora çar hezar kesî bûn.
- Pêşkêşvan Kawa Urmiye digel ku di dawiyê de bê enerjiya destpêkê ma jî, karî bi axaftinên xwe yên ajîtasnonî kesên li trîbûna baş bicoşîne.
- Festîvala îsal bê sponsor bû.
- Ji ber ava dihate firotin bi logoya “SA” ya Gruba Sabancî bû, gelek kes matmayî man.
- Bi destpêka bernameya hîp hopvan Serhado trîbûn hejiyan heya bernama wî bi dawî bû.
- Elaqe ji bo Metîn – Kemal Kahraman kêm bû û bi vî awayî dîse diyar bû ku hunermendên kurd teklîfên ji wan re tên direkt dipejirînin, beyî ku profîla beşdaran di ber çavan re bigirin.
- Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan- YXK bi sedan dondurma firotin û ji encama karên xwe gelekî keyfxweş bûn.
- Beşdarbûna kesên temenmezin berbiçav bû.
- Mîna piraniya çalekiyên kurdan, dîsa şikeyet ji ber kalîteya xwarinê hebûn. Bi taybetî döner gelek caran xav dihate firotin.
- Bi sedan mirovan karîn xizim û hevalên xwe yên ji mêj ve nedîtî bi saya festîvalê bibînin ( Ji xwe gelek kes ji ber vê armancê tevlî festîvalan dibin).
*Nota hilbijartinê:
Digel ku li gor texmîna min dê herî zêde 18 Namzetên Serbixwe bihatane hilbijartin jî, ez dîse ji encamê şok bûm. Şokbûna min ji ber encamên neyînî yên li hinek bajarên ku diyar in. Û bi vê ve girêdayî; min van rojan bi dehan caran hevokên mîna „ …tenê Botan heya Amedê…“ û „ …çi 20 milyon û çi hal…“ bihîstin. Bi hêviya ku kesên hatin hilbijartin bi pratîka xwe nehêlin di hilbijartinên din de ev hevokên bi gazind yên li jor werin dubarekirin. Her wiha ez Günay Aslan pîroz dikim ku di nivîsa xwe ya pêşiya hilbijartinê de texmîna xwe mîna qezenckirina 20- 22 parlementerên serbixwe bilêv kiribû.
***
Di komelên kurdan de çanda qehwexaneyan serdest e
10. 07. 2007
Zekî Ozmen
Digel ku Almanya qedrê dide komeleyan û butçeyê ji bo wan vediqetîne jî, komeleyên kurdan bi têra xwe serî li van butçeyan nadin û bi giştî wekî qehwexaneyeke dimînin.
Di komelên kurdan ên li Almanyayê de çanda qehwexaneyan serdest e û mirov kêm pêrgî komeleyên ku bi erka komeleyan ve radibin tê.
Alman di qada kumunal de her sal butçeyeke taybet ji bo komelên civakî vediqetînin, lê belê piraniya komeleyên kurdan ji ber qelsiya projeyên xwe ji van butçeyan bêpar in. Komeleyên kurdan hewl didin xwe bi firotina çayê û mehanetiya çend endamên xwe, xwe li ser lingan bigirin. Kêm komeleyên kurdan yên ku sûde ji butçeya şaredariya bajarê ku lê dijîn werbigirin hene.
Almanya di halê hazir de qedrekî mezin dide xebatên komeleyan yên ji bo xebatên entegrasyonê kar dikin. Komeleyên kurdan jî li şûna li ser vî esasî têkiliyê bi şaredariyan re çêbikin, xwe bi afirandina komeke folklorê, komeke muzîkê û bi bicîhkirina televîzyonek û maseyeke bîlardoyê di komeleyê de serkeftî dibînin.
Komelên kurdan dikarin bi dehan projeyên ku wê ji hêla şaredariyan ve werin fînansekirin biafirînin. Qursên zimanê almanî û bi taybetî yên ji bo jinan, qursên fêrkirina alfabeyê, alîkariya pirsirêkên malbatî û yên jinan, projeyên taybet yên ji bo zarokan, qursên cure yên ji bo entegrasyonê, lidarxistina çalakiyên cure bi hevkariya saziyên alman û şaredariyan, wergirtina hinek karên şaredariyan bê pere û bi dehan projeyên din dikarin ji bo şaredariyan werin pêşkêşkirin. Bi projeyên wisa hem wê diyalog di navbera komele û civata alman û bi taybetî bi şaredariyan re çê bibe.
Xebatên wisa deriyan ji bo diyalogê vedikin, destekê didin pêşketina entegrasyona dualî. Ji hêla din ve dikarin ji hêle darayî ve komeleyan li ser lingan bigirin û hem jî bi vî awayî riyên xebatên lobiyê vekin.
Têbinî: Mirina siyasetmedar û mafparêzê kurd Orhan Dogan wekî piraniya civaka me, ez jî kirim di nava şînê de. Ez jî sersaxiyê li hezkirên wî û bi taybetî li malbata wî didim. Serê me hemûyan sax be…
***
Şaredarê bajarê min
24. 06. 2007
Zekî Ozmen
Dema min ji berî çend rojan şaredarê bajarê ku ez lê dijîm li nava bajêr dît, di cih de miqayesekirina dîmenên şaredarên welêt di serê min re derbas bû.
Hejmara şêniyên bajarê ku ez lê dijîm 80 hezar e lê belê ji ber dîrok û zanîngeha xwe li seranserî Almanya navdar e. Ji kesên mîna Martîn Luther bigire heya birayên Grimm ava vî bajarî vexwarine. Kesên mîna serokwezîrê berê yê Yewnenistanê Konstas Simitis û jina serokê Rusyayê Vilademir Putin li zanîngeha vî bajarî xwendine. Mirov dikare hê navê xelatgirê Nobelê Behring û bi dehan navê din li lîsteyê zêde bike. Mexseda min ew e ku bajarê Marburgê bajarekî ji nêzîk ve tê naskirin e. Ji xwe Marburgî dibêjin ku bajarê me ne bajarekî lê zanîngeh heye, lê belê ew bi serê xwe zanîngehek e.
Piştî vê danasîna kurt, ez derbasî babetê bibim;
Ez ji beriya çend rojekê li rawestgeha nava bajêr li benda otubusa belediyê bûm. Şaredarê Marburgê jî li heman rawestgehê li tenişta min li benda heman otobusê bû. Bedil û qerewat li ber bûn û ew jî wekî hemû kesên li wir bi aramî li benda hatina otobûsê bû. Şaredar bi tenê bû û heya otubus hat jî tu kesî ne merhebayek dayê û ne jî silavek. Dema otobus hat, jineke seqet zehmetî kişand ku li otobusê siwar bibe, şaredar çû çengê wê girt û ew siwar kir. Otobus tije mirov bû ji wê yekê cihê rûniştinê nemabû, ew jî mîna hemû kesî li ser lingan ma heya ew gihîşt rawestgeha lê peya bibe.
Digel gelek kesan mîna min yan rûyê wî ji rojnameyan, yan ji plaketên hilbijartinan yan jî ji devernên din nas dikir, tu kesî ne silav dayê nejî di otobûsê de teklîfa li cihê xwe rûniştinê jê re kir.
Bêguman ev şaredar ne şaredarekî îstisna ye, an nayê hezkirin yan jî egoîst e. Li Almanya li şaredaran bi çavê karkerê şaradariyê tê nêrîn û her wiha ew jî bi wî çavî li xwe dinêre.
Dema mirov dîmenên Şaredarên li welêt û yên li Tirkiyeyê dibîne, herdem çend kesek li dora wan in û mirov wan di dîmenan de tu caran ku tenê di nava bajêr de bimeşin nabîne. Her dem girseyek li dora wan e û yên pêrgî wan jî tên –çi nas bikin û çi nas nekin- , merhebayê yan silavekî didin wan.
Bi baweriya min sedema vê mentalîteya ji hev dûr ew e ku li Ewropa pêdewiya mirovan bi nêzîkbûneke wisa ya bi memûrên dewletê re nîn e, ji ber memur mecbûr in ku wezîfeya xwe pêk bînin û ji wê yekê mirov pêwistiya diyaloga bi kesên di peywirên bilind de kar dikin nabînin.
***
Afrîka diaxive!
07. 06. 2007
Zekî Ozmen
Ji ber hevdîtina salane ya serokên welatên dewlemend (G8) ya li Almanya, çapemeniya Almanyayê bû dengê Afrîka.
Medyayê ji hemû hêlî ve Afrîka nirxand û hem sempatiya xwe ji bo wê diyar kir û hem jî bang li G8’an kir ku erkên xwe yên ji bo Afrîkayê bi cih bînin.
Ev bi rojan e ku hevdîtina serokên G8’an di rojevê de ye. Ji bilî rojeva zîrweyê ya li ser klîma û pisrgirêka projeya sîstema parastina fuzeyan ya Amerîka û gefên Putîn yên li dijî vê projeyê, mesrefa giran a ji bo parastina cihê zîrweyê li Heiligendamm û şerê di navbera otonomên li dijî Globalîzmê û polîsan de ku bi sedan kes ji her du aliyan birîndar bûn, babeta Afrîka ya herî sempetîk bû.
Wekî piraniya medyayê ku cihekî girîng da Afrîkayê, rojnameya Frankfurter Rundschau jî giraniya hejmara xwe ya 1’ê vê mehê ji bo pirsgirêk û daxwazên ji bo Afrîkayê yên ji bo G8´ê veqetand.
Sernivîsa rûpelê yekê “Afrîka diaxive” bû û ji rûpelên siyasî bigire, heya yên spor, aborî û çandê jî ji bo wê babetê cihekî mezin hate veqetandin.
Sedema ku Afrîka her dem yek ji rojevên bingehîn yên G8’an ew e ku % 80 aboriya cîhanê di destê welatên endamên G8’an de ye û her wiha % 50 yê kirêtkirina hawirdor û guhartina ne baş y klîmayê ew welat in. Ji xwe yên Afrîka talan kirin, bi salan ew kontînent mîna kolonî ji xwe re bi kar anîn û medeniyetên wan hilweşandin dîsa ew bûn. Ji wê yekê ne daxwaze xêrê lê belê daxwaze pêkanîna erkên wan ên dîrokî ji wan tê kirin.
Di Frankfuter Rundschau de nivîskarê afrîkî yê bi nav û deng Nuruddin Farah bang li afrîkiyan kir ku ew bi xwe li xwe xwedî derkevin û her wiha bang li welatên dewlemend kir ku alîkariyê dîrekt nedin hikumetên welatên afrîkî, ji bo ew alîkarî li ser hesabên wan dimînin.
Romanivîsê bi nav û deng Henning Mankel ji G8’an dixwaze ku li sozên xwe xwedî derkevin.
Serokomarê Almanya Horst Kohler tîne zimên ku divê êdî ew dev ji dirûtiyê berdin, ji ber sextekarî û tevgerên ne demokratîk yên li Afrîka ji hêla hêzên derve ve tên piştgirî kirin.
Aborîzan û şêwirmendê YN Jeffrey Sachs balê dikişîne li ser cureyên alîkariyê û dibêje ku dikare ji ber sedemên sixtekariyê li şûna pereyan muhesabecî werin rêkirin.
Bonoyê endamê koma muzîkê ya efsanewî U2 balê dikişîne wê yekê ku ew dixwazê ji nifşa ku dikare xizaniyê û nexweşiya malarîa ji holê rabikin be.
Stranbêjê dilan yê alman Herbert Grönemeyer destnîşan dike ku siyasetmedar ne mîrên me ne lê belê ew berdevkên me ne û ji wê yekê divê ew demekî beriya demekî sozên xwe pêkbînin.
Oldarê navdar yê xwedî Xelata Nobelê Desmond Tutu ku gelek caran piştgiriya xwe ji bo kurdan jî nîşan daye, diyar dike ku deynên welatên feqîr şêweyê nû yê koletiya hemdem in. Ew ji G8’an dixwaze ku ew deynên welatên feqîr xîzik bikin lê belê bi şertê demokratîkbûna wan welatan û her wiha divê ew pere ji bo perwerde û tendirustiyê werin bikaranîn. Û Tutu di dawiyê de wisa diaxive: “Yên ku her du şerên cîhanê destpêkirin ewropî bûn, wan qirkirina cihûyan pêk anî, dîktatorên li Spanya, Portekîz, Yewnanistan û hikûmetên ne stabîl yên Îtalyayê jî yên wan bûn. Komunîstî, Faşîzim û Nasîzim jî ewropiyan afirandin. Heta ji berya demeke kurt hewla jiholêrakirina etnîkan jî hate dayîn. Welatên rojavayî encax piştî demeke dirêj karîn demokrasiyek tekûz pêşve bibin.”
Nivîskar Mîr Asfa- Wossen Asserata dîtina ewropiyan ya ku dibêje afrîkî ne medenî ne wisa dibersivîne: “Ev nezanîna gelek ewropiyan diyar dike. Ethopiya di sedsala 3’yan de hêzeke cîhanî bû. Di nav malmezinan de bi yewnanî dihate axaftin. Ew tenê nimûneyeke. Yên ku medenetiya me dixwestin têk bibin koloniyalîst bi xwe bûn.”
…Û bi dehan dîtin, nirxandin, portre û çîrokên din yên kontînenta reş.
Belê, Afrîkaya reş diaxive! Afrîkaye ku xizanî, aîds, birçîbûn, ceribaninên dermanan li ser zarokên wê, penebarî, teqîna mayînan, leşkerên zarok, birakûjî, dîktatorî, darbeyên leşkerî, mîr û axayên despot, koletî, sextekarî, nexweşiyên cure, paşdemayîn, kuştin, şepirzetî, talan, ji nêza mirin û belengazî bûne şirîkên navê wê.
***
Li Almanya dîskoyên kurdî
24. 05. 2007
Zekî Ozmen
Ciwanên kurd yên li Almanya dijîn bi giranî an ji dizîkî dê û bavên xwe ve diçin dîskoyan an jî çûna wan ya dîskoyan dibe pirsgirêk di navbera wan û dê û bavên wan de. Lê belê niha ji bo ciwanên kurd alternatîfa dîskoyan hate keşifkirin û bi vê yekê hem dê û bav û hem jî ciwan kêfxweş in.
Di nava civaka kurdan de navê dîskoyê bi xerabî derketiye û kêm ciwan hene ku bi awayekî vekirî di nava civakê de behsa çûna xwe ya diskoyan bikin.
Tu ji kîjan dê û bavî xirabiya dîskoyan bipirsî, tenê ev bersiv tê dayîn:“Dîsko fêhlê xortan xera dike…"
Dîsko bi çi awayî fêhlê ciwanan xera dike, di nava wê de çi diqewime û dibe sedem ku fêhlê ciwanan xera bibe nabêjin û nizanin jî. Bersiv bi giranî yek hevok e û mirov herdem pêrgî hevoka li jor tê.
Ji bo ciwanan di van demên dawî de alternatîfa dîskoyan hat afirandin û navê verziyona dîskoyê ya kurdî bûye "Çepkî Night."
Gelek caran ji bo van çalekiyan dîskoyên almanan tên kirêkirin û ji bilî giraniya zimanê muzîkê (kurdî) birêveçûna şeva dîskoyê ji yê almanan yên adetî ne dûr in. Bêguman „çavlêkirina“ vexwarina alkolê ya ciwanan jî ji ber beşdarbûna xizim û nasan ne di asta çûyîna dîskoyên almanan yê adetî de ye.
Bi xêra vê „kifşa nû“ keçên kurdan jî ku ji ber paşgotinên civakê û li dij derketina malbetê newêrîbûn herin dîskoyên adetî, bi awayekî serbest diçin Çepkî Nightan.
Bi vî awayî tikesê ji vê kifşa nû yê ne memnûn nîn e. Tu ji dê û bavan pirsa ferqa di navbera dîsko û „Çepkî Night“ bikî, bersiv bi xweşbînî ye. Ji xwe organîzatorên çalakiyên wisa vê hewla xwe ya aborî mîna xizmeta çanda kurdî nîşan didin. Çepkî Night êdî dibe sektor. Berê bi mûzîka ne zindî çalakiyên wisa dihatin lidarxistin. Êdî giraniya muzîka ´dîskoya kurdî´zindî têne pêşkêşkirin. Sektor wisa mezin dibe ku hunermendên bi nav û deng yên mîna Şivan Perwer, Diyar, Kawa û gelekên din di şevên wisa de stranên xwe pêşkêş dikin û ciwan hem li ber wan govendê digirin û hem jî dansê dikin.
Divê neyê jibîrkirin ku çanda dîskoyê parçeyek ji çanda almanan e. Rast e ku keç û xort ji bo kêfê û hevdu nasînê ango hevdu „eyarkirinê “ diçin dîskoyan lê belê armanca beşdarbûna keç û xortan ya Çepkî Nightan jî kêf û hevdunasîn e.
Bêguman dema mirov dîsko û Çepkî Nightan bide ber hev, mirov dikare bi hesanî bandora înderekt ya çanda kurdî ya li ser ciwanan tê kirin bibîne lê belê armanca vê nivîsê tenê destnîşankirina cudayî û armanca ciwanan ya beşdarbûna her du cureyên dîskoyan e.
***
Hîp hop dengbêjiya hemdem ya nifşê nû ye
Zekî Ozmen
Niha li nav ciwanan muzîka hîp hopê belav dibe. Ev yek xwe ji jiyana wan heta posterên li mala wan hatine daliqandin de nîşan dide. Û niha Serhado albuna hip hopê derxist.
Stranbêjê ciwan Serhado bi albûma xwe ya bi navê “Xewna jiyan” hem yekem berhama hîp hop a bi kurdî weşand û hem jî valahiya hîp hopê di nava muzîka kurdî de dagirt.
Piraniya nifşê nû yê kurdan yê li Ewropayê dijî bi hîp hopê dirabe û bi hîp hopê diraze. Mirov li Almanya pêrgî kêm ciwanan tê ku li Boschido, Kool Savas, Azad an Eminem guhdarî nekin.
Çawa demekî arabeskvan ji bo nifşekî îdol bûn, hîp hopvan jî îro ji bo gelek ciwanan îdol in. Mirov hezkirina wan ya ji bo hîp hopvanan di cil û bergên wan de, di sohbet, di posterên odeyan, di melodiyê telefonan û li ser monîtor û dîsplayên wan de dibîne.
Bi dehan ciwan hene ku studyoyên xwe yên muzîkê di odeya xwe de çêkirine û bi amatorî muzîka hîp hopê hem bi kurdî û hem jî bi almanî distrînin û tomar dikin. Dema ez carcaran sohbetên du xwarziyên xwe yên ku di mal de studyoya muzîkê ji bo hîp hopê ava kirine dibînim, dengbêjî tê bîra min. Ez bawer dikim ku mirov hîp hopê dikare mîna ´dengbêjiya hemdem ya nifşê nû’ destnîşan bike, ji ber çawa dîwanên dengbêjiyê ji bo nifşên berê watedar bûn, îro jî hîp hop ji bo ciwanan heman rolî dilîze.
Dema ji berya çend salan koma bi navê Kîne Em li ser înternetê çend stranên xwe yên bi şêweya hîp hopê belav kirin, ew stran bi hezaran car hatin daxistin. Potansiyela guhdarên hîp hop a bi kurdî hebû lê belê hewlên cidî ji bo afirandina vê şêweya muzîkê di nava kurdan de nehatin kirin.
Ciwanan heya niha alîkarî ji bo profesyonelbûnê ji tu devaran nedistandin û li gelek deveran bi îdeaya “herimandina muzîka kurdî” dihatin rencîdekirin.
Organîzatorên kurd ev nû derdora du salan e ferqa vê potansiyelê dikin û hêdî hêdî kesên mîna Dezz Denîz beşdarî şev û çalakiyên çandî yên kurdî dikin.
Serhado bi albuma xwe deriyek nû di nava muzîka de vekir û digel wê yekê valahiyek jî dagirt. Çawa Koma Watan ji bo rock a kurdî mîlad e, albûma Serhado jî ji bo hîp hop a kurdî mîlad e.
Divê mirov Kom Muzîkê ji bo vê cesareta wê ya ji bo weşandina albûmê pîroz bike û Serhado jî ji bo vê xebata wî ji dil spas bike.
Spas Serhado!
***
Konferensa Bedirxaniyan û çend rexne
23. 05. 2007
Zekî Ozmen
4´emîn Konferensa Bedirxaniyan ya îsal li Berlînê çêbû, ji hêla birêveçûna teknîkî ve hêjayî pesindayînê bû lê teng hiştina beşdarbûnê divê were rexnekirin.
Ez heya niha tevlî bi dehan civîn, konferens û panêlên kurdan bûme lê belê ev yekem car e ku ez liqayî civîneke ji hêla birêveçûna teknîkî û birêvebirina naverokê ya bi disîplîn têm. Wekî di çend malperan de jî hatiye belavkirin, hikûmeta Başûr bi 100 hezar dolarî destek dabû komîteya amadekar û vê konferansê bi vî awayî diyar kir ku aborî deriyên mezin ji bo profesyonalîzmê diveke.
Digel ku bi dehan kurdolog, lêkolînvan, zimanzan, rojnamevan û nivîskar beşdarî konferensê bûbûn jî, çarçoveya beşdarbûnê teng hatibû hiştin. Venexwendina Azadiya Welat ku bedelên mezin ji bo zimanê kurdî dane ez û gelek kesên din matmayî hişt. Digel vê yekê Azadiya Welat yekem û tenha rojnameya rojane ya bi tîpên latînî ye. Ger meseleya venexwendinê dîtinên siyasî bin, gelo kîjan rojname bê layan e û girêdayî vê yekê jî kes nikare Bedirxaniyan girêdayê çi dîtinên siyasî bike, ji ber Bedirxanî û xebata wan malê hemû kurdan e. Bi dîtina min ji xwe pêdewiya şirovekirina vê yekê jî nake.
Ji Tv´yên kurdî tenê Kurdistan tv û Tishk tv dîmen kişandin û ev yek jî cihê mixabiniyê ye ku tv´yên mîna Kurdsat û Roj tv di konferensê de ne amade bûn. Di nêzîkirin û standartkirina zimên de rola herî berfireh tv´yên kurdî lîstine û bawer dikim tu kes dê rola Med tv îtiraz neke. Ji ber van egeran divayabû hemû tv´yên kurdî bihatane vexwandin û dîmenên vê konferensê di hemû tv´yan de bihatane weşandin.
Balkêş bû ku ji bilî rojhilatê Kurdistanê panelên berfireh li ser rewşa weşangeriyê û rojnamegirya li her sê deverên cihe yên Kurdistanê hatin li darxistin. Nehate fêmkirin ka çima tu kes ji rojhilatê welêt nehatibû vexwandin. Mirov herî kêm agahdariyan li ser rewşa wê herêmê distîne û diviyabû cihekî berfireh li ser rewşa rojhilatê jî bihate lidarxistin.
Birêvebirên hemû panêlan biyanî bûn û digel ku di piraniya panêlan de tenê kurdîaxêv hebûn jî, panêl bi îngilîzî dihatin birêvebirin. Ji bilî axaftvanan hejmara biyaniyên di nava temaşevanan de ji 3 - 4 kesan derbas nedibû. Digel ku wergera sîmultane bi awayekî rêk û pêk dihate çêkirin jî, ger panel bi kurdî bihatane birêvebirin wê watedartir ba.
Wekî encam; vê konferensê baş da xuyakirin ku biyanî ji kurdan bêhtir li ser rewşa dîroka weşangeriya kurdî agahdar in û delêla vê yekê hem axaftina beşadarên biyanî bûn û hem jî axaftina Îbrahîm Seydo Aydogan bû.
Ez hêvîdarim di konferensa sala din de xalên li jor ber çavan bêne girtin û girêdayî wê mizgîniyek ji bo sala bê jî heye: Ger mercên siyasî derfetê bidin, dê Konferensa Bedirxaniyan ya sala bê li warê Bedirxaniyan, li Cizîra Botan b lidarxistin.
***
Tirkên bê welat
Zekî Ozmen
Nifşê sêyemîn yê tirkan li Almanyayê mezin dibe lê belê hê jî mafê wan yê hilbijartinê li vî welatî nîn e. Digel wê yekê van rojan guftûgoyên germ li ser mafê wan ê bikaranîna dengên ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê têne kirin.
Tirkên Almanyayê heta niha qet hewldanên ji bo mafê tevlîbûna hilbijartinên li Almanya nedane. Bi salan e li vî welatî dijîn lê belê birêveçûna siyasî ya vî welatî qet bala wan nakişîne.
Çi dema tarîxa hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bibin, bi serkêşiya rojnameyan ji Enqereyê tê xwestin ku sindoqên hilbijartinê ji bo wan li sefaretên wan ên li Almanyayê werin danîn.
Gelek siyasetmedarên alman ên mîna wezîrê karê hundir ê Almanyayê Wolfgang Schäuble û yê eyaleta Bayernê Günter Beckstein jî piştgiriyê didin vê daxwaza tirkan. Di vê xalê de hem tirk, hem rojnameyên wan û hem jî wezîrên konzervatîf mîna hev diaxivin lê belê di rastiyê de her alî berjewendiyên xwe di vê hemfikirtiyê de dibînin.
Balkêş e ku siyasetmedarên almanan ên ku dizanin ger tirk tevlî hilbijartinên li Almanya bibin dê destekê nedin partiyên wan xwedî li vê hewldana tirkan diderkevin. Bi gotineke din; bi vî awayî tirkan ji bela serê xwe dikin.
Rojnameyên tirkan xweş dizanin xwe bidin firotin û xwe bi destekdana vê hewlê mîna berdevkê tirkên li Almanya didin nîşandan. Ez nizanim ku haya wan jê heye ku xirabiyê ji bo tirkên li Almanya ne dikin an na, lê belê tirkên li Almanya bi xwe ne di haya vê yekê de ne.
Tirk bi fîzîkî li Almanya bijîn jî, ji hêla rihî ve li Tirkiyeyê ne. Siyaseta welatê ku lê dijîn ji xwe dûr dibînin û naxwazin fêm bikin ku qedera jiyana wan di destê siyaseta Almanya de ye. Di rastiyê de ger tevlî hilbijartinên li Tirkiyeyê bibin jî û nebin jî çi bandora siyasî li jiyana wan pêk nayê. Her çiqas ev yek diyar jî be, tevlîbûna hilbijartinên li Tirkiyeyê girîngtir dibînin.
Ev meseleya daxwaza tevlîbûna hilbijartinê li sefaretan xweş dide diyarkirin ka tirkên li Almanya dijîn beyî ku ferq bikin çawa ´hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê bûne´.
***
Kî bêhtir derewan dike?
Zekî Ozmen
Jiyana me kurdên li Almanya ya rojana ji ya almanan zêde cuda ye. Çanda me ya sond xwarinê û ya sixêfkirinê jî ji ya wan zêde cihe ye. Di warê derewkirinê de ferqeke me ya mezin nîn e lê belê ji hêla keysê ve ew ji me pir bê însaftir in.
Ev nivîsa min ne encamên lêkolînên sosyolojîk û sosyolîzasyonî ne. Ev bi salan e ez li Almanya dijîm û digel kurdan gelek serpêhatiyên min bi almanan re jî çêdibin. Armanca min bi vê nivîsê ew e ku ez bi kurtî behsa çend cudahiyên di navbera me û ya alman de bikim.
Mirov gelek caran di sohbetên kurdan de pêrgî hevokên wisa tê:
“Doktorê min ê alman got ku bi Xwedê ezê dermanê herî baş bidim te…”
“Parêzerê min yê alman got ku ez soz didim te, ezê te mafdar derînim…“
“Qesabê min yê alman got ku bi şeref ezê goştê bê bez bidim te…”
Di rastiyê de alman qet sond naxwin û çanda sondxwarinê li ba wan nîn e. Gotina wan sonda wan e. Kurd bi vî awayî bi minasebeta destnîşankirina qedirgirtina xwe tişteke di çanda almanan de neyî wekî hebe nîşan didin. Di nava zarokan de û di nava ciwanan de sondeke standart heye ku kêm tê bikaranîn lê belê piştî temen û asteke diyar ev sond jî qet nayê xwarin.
Di nava zimanê civakê de sozdayîn heye lê belê ev soz tenê di nava kesên bi hev re samîmî tê dayîn, yanî ne doktor û ne jî kesek din ji kesî re pêdeviya sozdayinê nabîne, ji ber gotinên her kesî mîna sozdayîn tê qebûlkirin.
Alman zêde kêm sixêfan dikin lê belê mirov nikare sixêfkirina wan bi ya me re miqayese bike. Dema car caran zarokên kurdan û biyaniyan bi almanî sixêfan dikin, an zarokên alman matmayî dimînin an jî kenê wan tê. Bi taybetî sixêfkirina bi dê û baviyê ji wan re ecêb tê û kenê zarokên almanan bi vê yekê tê. Di nava almanan de du sixêfkirin hene ku hem bi erênî têne bikaranîn û hem jî bi neyînî. Mirov dikare hem di dema şer de û hem jî di dema henekan de pêrgî van her du gotinan were. Bes mirov zêde kêm dibe şahidê bikaranîna van her du sixêfên standart. Jixwe ev her du sixêf jî ji hêla kesên sewiya wan bilind ve nayê bikaranîn.
Alman jî mîna me derewan dikin û di vî warî de cudahiyeke me ji ya wan nîn e. Taybetiya wan a derewan ew e ku ew baş dizanin derewên xwe binixwimînin. Ji ber danûstendina kurdan bi civaka alman re kêm e, mirov gelek caran dibihîze ku alman derewan nakin lê belê derewên alman ji yên kurdan nekêmtir in. Dema alman bizanibin ku berjewendiya wan heye û derewa wan dê were nixwimandin, ew qet efû nakin.
Di meseleya keysê de ew ji me gelekî zîrektir in. Dema ew keysê bigirin, ew qet bernadin. Ji hêla din ve her çiqas peyva ´wijdan’ di ferhenga almanî de hebe jî, mirov kêm pêrgî almanên bi wijdan tê. Dema ew bibêjin “na”, dinya jî xera bibe, ew li ser ya xwe dimînin. Taybetiyeke din a almanan ew e ku ew zû bi zû li ser hevalên xwe nadin û ger meseleyeke rast jî hebe, ew xweş dizanin hevalên xwe biparêzin. Jixwe nifir di çanda alman de nîn in û bawer dikim ku kurd di vî warî de cih ji kesî re nahêlin.
Vêce hûn biryara xwe bidin ka kî şampiyonê derewan, sondxwarin, sozdayîn, sixêfan, keysê, wijdanê û nifiran e.
Alman dibêjên `Welatên cure, edet û çandên cure`. Hê ne diyar e ka gelo emê wan mîna xwe lêbikin an emê bibin mîna wan.
***
Rewşa nûçeyên televîzyonên kurdî
Zekî Ozmen
Formata weşandina nûçeyên hemû televîzyonên kurdî zêde nêzîkî hev e û mirov nikara wan qet bi nûçegihaniya televîzyonên ewropiyan re miqayese bike.
Heya niha pirsgirêka bingehîn a her sê televîzyonên mezin gihîştina dîmenên rojane yên nûçeyên wan bûn lê belê ev pirsgirêk ji holê rabûye. Bi taybetî Roj TV di warê weşandina dîmenên rojane de yên ji bo dîmenên ji welêt zehmetî dikişandin û ji wê yekê yan dîmenên kevin bikar dianîn yan jî dîmenên televîzyonên din moxil dikir û bi wî awayî bi kalîteyeke xerab diweşand.
Bi riya DÎHA’yê ev pirsgirêk ji holê rabû. Di van demên dawî de Roj TV li ser dîmenên kevin ´arşîv’ dinivîsê û ev jî tê wê wateyê ku pirsgirêkên berê bi giranî ji holê rabûne. Pirsgirêk êdî ne bidestxistina dîmenan e lê belê bikaranîna wan e.
Nûçegihanên Kurdistan TV û Kurdsatê êdî ji hemû deverên Başûr dîmenan digihînin televîzyonên xwe û pirsgirêka berê ya ku her tv’yekî tenê dikarîn dîmenên herêmên diyar ragihînin nemaye.
Bi dîtina min pirsgirêka bidestxistina dîmenan êdî nemaye lê belê pirsgirêka bikaranîna dîmenan heye. Her sê tv’yên mezin jî dîmenan baş bikar naynin û nikarin dîmenan bidin axaftin. Ji wê yekê mirov ji hêla formatê ve cudahiyeke mezin di navbera bikaranîna berê ya arşîvan û ya niha ya dîmenên rojane de nabîne.
Ewropî di nûçeyên xwe yên tv’yan de giraniyê didin dîmenan û dîmenan didin axaftin. Ew ji hêla din ve mîsyoneke din didin li ser milê pêşkêşvanan. Pêşkêşvan ne tenê girêdayî nivîsa li ser monîtora li hemberî wî derbas dibe ye, ew her wiha bi şiroveyên zêde kurt jî li ser nûçeyên tê pêşkêşkirin dike. Ew şiroveya xwe ji nişke ve dikin û ew şirove carinan peyvek e û carinan jî hevokek e. Ew şiroveya kurt ya ji peyvekî yan hevokekî pêk tê, dibe sedem ku zindîbûnek bikeve di birêveçûna bernameyê de û her wiha elektrîkek di navbera pêşkêşvan û temaşevanan de diafire. Pêşkêşvanên me ji bilî nivîsa li ser monîtorê re bixwînin tişteke din lê zêde nakin û ev dibe sedem ku bulten bi giştî sar derbas be.
Roj TV par di dema destpêka weşana xwe ya nû de guhartinek berbiçav kir û pêşkêşvanan şiroveyên xwe yên kurt ên di navbera peyvekî û hevokî de li ser nûçeyan zêde dikir û ev yek dibû sedema zindîbûnek mezin. Piştî demake kurt pêşkêşvanên heman tv’yê dawî li vê yekê anîn û rewşa standart dîsa vegeriya.
Nûçeyên Kurdistan TV û Kurdsatê zêde dirêj in û bi taybetî nûçeyên cîhanê yên bala kurdan bikişîne û nekişîne tên weşandin. Ji hêla din ve gelek caran bi deqîqeyan dîmenên mîna yên qezayên trafîkê û şewatê diweşînin û ev yek dibe sedema bêhntengiyê.
Televîzyonên ji welêt weşanên dikin beyî ku zarokan bifikirin dîmenan bê moxil diweşînin. Laşên bi xwîn, termên şewitî û bûyerên ku dikarin bandoreke neyînî li zarokan bikin beyî ku
were reşkirin têne weşandin.
Mirov navên pêşkêşvanên nûçeyên Roj TV ji bernameyên din hîn dibe û di destpêka nûçeyan de qet navê pêşkêşvanan nayê nivîsandin. Pêşkêşvan her dem parçe û nasnameya nûçeyên ku têne pêşkêşkirin e û divê navê pêşkêşvanan were nivîsandin.
Her sê televîzyon jî bi taybetî bi riya telefonan xwe digihînin cihên bûyeran û her dem jî pirsên pêşkêşvanan zêde dirêj in. Gerek nûçe ne platforma pirs û bersivên dirêj bin û hem pirs jî û hem bersiv jî wisa kurt bin ku babet neyê belavkirin.
Bi taybetî dengên ji bo dublaja pakêtên nûçeyên bi soranî yên Kurdistan TV, Zagros û Kurdsatê têne bikaranîn zêde xerab in û dublajva hevokên xwe zêde hişk û bi dengekî bilind dixwînin.
Di hemû bultenan de pirsgirêka bilêvkirina navên biyanî heye. Gelek caran navên biyanî çewt têne xwendin û divê pêşkêşvanên bultenên televîzyonên kurdî jî mîna ewropiyan pêşiya weşanê xwe fêr bikin ew navên biyanî çawa têne xwendin.
Divê hemû televîzyon di babetekî de li hev bikin, ew jî peyva navê bultenê ye. Roj TV bultena xwe bi navê “Nûçe”, Kurdistan TV bi navê “Dengûbas” û Kurdsat jî bi navê “Hewalekan” pêşkêş dikin. Pêwîst e hemû televîzyon li ser navekî li hev bikin, hez bikî bila ew nav “Newsekan” jî be.
***
Ez eziya nivîskaran di Wîkîpedîa kurdî de
Zekî Ozmen
Bala min kişand ku gelek nivîskar û rojnamevanan navê xwe di Wîkîpedîa kurdî de bi cih kirine. Gelo ku em bikin şert û bibêjin `kesên nav û kurtejiyana xwe di Wîkîpedîa de bi cih bike, divê deh gotarên din jî di ansîklopediyê de bi cih bike, dê encameke çawa derkeve holê?’
Ez dixwazim di destpêkê de destnîşan bikim ku di Wîkîpedîa kurdî de nav û kurtejiyana gelek rojnameger û nivîskaran heye û datayên biçûk bi awayekî vekirî didin zanîn ku gelek nivîskar û rojnamegeran bi xwe kurtejiyana xwe di wir de bi cih kirine.
Bila şaş neyê fêmkirin, her çiqas di meseleyê de ji xwe hezkirin û narsîzm rolekî bilîze jî, şertên ku niha kurd têde dibin sedem ku gelek kes bi xwe navên xwe di ansîklopediyê de bi cih bikin. Ji hêla din ve jî ev yek dîsa dibe sedem ku barê kesên ji bo Wîkîpedîa kar dikin sivik bibe û her wiha hejmara gotarên di Wîkîpedîa de zêdetir jî bibe.
Ji xwe navê Wîkîpedîa li ser e: Ansîklopediya Azad. Ew ji hemû kesî re vekiriye û kesê bixwaze dikare gotaran li ser zêde bike.
Armanca min bi vê nivîsê ne tehlîlên psokolojiyê ne, bi armanca ku ez balê bikişînim li ser Wîkîpedîa, min li jor ew hevokên nîv-provakatîf bikaranîn.
Niha di Wîkîpedîa kurdî de nêzîkî 8 hezar gotar hene. Ji bilî Wîkîpedîayê tu ansîklopediyên kurdan nîn in û dema mirov wan gotarên di wir de wekî pirtûk çap bike, dê ew gotar bibin bi sedan cildên pirtûkan.
Her çiqas her roj derdora 20 – 30 gotaran li ser Wîkîpedîa kurdî têne zêdekirin jî, ev hejmar li gora Wîkîpediyayên bi zimanên din yên sereke zêde qels e. Hejmara kesên ku di Wîkîpedîa kurdî de nivîsan bi cih dikin zêde kêm e û barê wê bi giranî li ser dildarekî kurdî ye.
Ger her kesê ku di Wîkîpedîa de nav û kurtejiyana xwe bi cih dike, herî kêm 10 gotarên din jî di derbarê babetên cuda de di wir de binivîse, dê çend hezarek gotarên din jî li ser wê werin bi cih kirin.
Pirsgirêkeke din ya Wîkîpedîa ew e ku mirov tê de gelek çewtiyên rêzimanî dibîne, ji ber giraniya kesên vî karî dikin ciwanên kurd ên xwe bi xwe hînê nivîsa kurdî bûne ne. Kesên wextê wan ji nivîsarên nû re nebe, dikare car caran karê redektekirina Wîkîpedîa bike.
Di malpera sereke ya Wîkîpedîa de (wikipedia.org) ziman li gora gotaran hatine kategorîzekirin û kurdî jî di nava kategoriya `gotarên ji hezarî û pê de´ de ye. Tirkî û çend zimanên din di kategoriya `gotarên ji deh hezaran û pê de` de ye û zimanên mîna yên îngilîzî, spanî, fransî û almanî jî di kategoriya `gotarên ji sed hezarî û pê de´ de ne.
Dema hejmarên gotarên di Wîkîpedîa kurdî de bigihîje 10 hezarî, wê demê dê kurdî jî bikeve di kategoriya zimanên mîna yên tirkî de û ev yek wê di qada navneteweyî de ji bo zimanê kurdî bibe prestîjeke baş.
De kerem bikin, digel nav, kurtejiyana û berhemên xwe, navê gundên xwe, navên herêm, bajar, tarîfên xwarinên hûn jê hez dikin, bûyerên hûn pê dizanin, vexwarinên hûn jê hez dikin, tarîfa lîstikên hûn dilîzin, saloxdana çiya û beriyên nêzîkî xwe û hwd. di Wîkîpedîa kurdî (ku.wikipedia.org) de binivîsin û bila keda we jî bigihe berfirehbûna Ansîklopediya Kurdî ya Azad.
***
1.500.001
Zekî Ozmen
Piştî kuştina Hrant Dînk du tiştan bala min kişand: Kesên ku ew mîna hedef nîşan didan hewl didin ku ji hemû kesî bêhtir lê xwedî derkevin û ya duyem jî ew e ku qirkirina ermeniyan hê li ser wê xakê berdewam e.
Piştî kuştina Hrant Dînk hemû kes bûn demokrat û ketin nava pêşbirka xwedîlêderketina wî. Kesên ew mîna hedef didan nîşan xwe wekî kesên herî nêzîkî wî didin nîşandan. Bi mala Dînk ya ku şîn lê tê kirin ve ala Tirkiyeyê hate daleqandin. Bi baweriya min divê li şûna wê alê wêneyekî kevokê yê ku wî xwe şibandibû wê bihate daleqandin. Min daleqandina wê alê mîna heqaret li kesayetiya Dînk dît, ji ber dijberên wî herdem gotina yek al, yek netew, yek ziman û hwd. bikar dianîn û peyva alê di serê wan hemû yekan de dihate bilêvkirin.
Vê bûyerê mirina Ahmet Kaya anî bîra min. Ahmet Kaya jî ji hêla hinek rojnameyan û qunciknivîsên wan ve mîna hedef hatibû nîşandan û piştî mirina wî heman derdoran `hêstir` li ser dibarandin, hewl didan `hesabê´ ji derdorê bipirsin.
Mirov niha dinêre, kesên ku hêk diavêtin Hrant Dînk, yên sixêf lê dikirin, yên bi devkî tehdît dikirin û yên bi nivîskî wekî hedef nîşan didan, niha di nava hewleke wisa de ne ku mîna yên herî nêzîkî Dînk ew bin xwe nîşan didin.
Ji hevkarê Hrant Dînk, Aydin Engîn di çend bernameyan de dibêje ku rojnameyên ewropî bi taybetî jê dipirsin ka gelo komkujiya ermaniyan hê li Tirkiyeyê berdewam dike yan na. Engîn dema behsa vê pirsê dike, ew vê pirsê mîna pirseke ne ji rê û ji hedê xwe derbasbûyî destnîşan dike
Ez bi xwe vê pirsê ji pirseke li ser rê dibînim û di wê baweriyê de me ku li ser wê xakê hê jî komkujiya ermeniyan berdewam dike. Li ser wê xakê hê jî peyva ´ermenî´ yek ji heqaretên herî mezin tê qebûlkirin. Çend hezarek ermenî li ser wê xakê heye û ew jî dîl in û piraniya wan ji tirsa xwe mîna ´ermeniyên tirk´ didin nasandin.
Ji xwe delîla vê yekê ya vekirî jî ew e ku paşnavê qêtil Samast e û ji wê yekê spekulasyonên ku malbata qêtil jî ermen e hatin kirin. Malbat wekî ji ber vê spekulasyonê aciz bûbû, ji ber kuştina Dînk aciz nebûbû; Endamên malbetê ev aciziya xwe di bernameyên televîzyonan de wisa dianîn zimên: “Em tirk, kurên tirkan in û bi vê spekulasyonê malbata me bi giştî hatiye rencîdekirin û heqaretkirin…”
Hê jî li ser wê xakê şibandina kesekî bi neteweya ermenî, li ser xwe mîna rencîdekirin û heqaretê tê qebûl kirin…
Bila nav komkujiya spî be, bila jenosîda teorîk be yan jî bila tevkujî be, lê komkujiya ermeniyan hê jî li ser wê xakê di mêjiyan de berdewam dike…
Qurbanê vê tevkujiyê yê 1.500.001´emîn ê sembolîk Hrant Dînk e...
Bila serê gelê ermen yê qedîm yê ji xwediyên wê erdnîgariyê sax be...
***
Qehremanên îfadeya penaberiyê!
Zekî Ozmen
Giraniya kurdên ku li Almanya dijîn mîna penaber hatine û bi awayekî fermî serî li penaberiyê dane. Di encama îfadestandina kesên serî li penabertiyê didin de, gelek kes mafê rûniştinê distînin, gelek şûnde têne şandin û gelek jî bi salan li benda encamê dimînin.
Bêguman gelek caran encam ne bi edalet e û kesên divê werin qebûlkirin bersiva ‘red’ê distînin û yên îfadeyên xwe ji rastiyê dûr didin, mafê penaberiyê distînin.
Mirov li Almanya gelek caran di sohbetan de pêrgî `qehramên` ku behsa îfadedana xwe ya li mehkemeya penaberiyê dane tê. Bi girtina mafê rûniştina penaberiyê û jiyaneke penaberiyê mirov dibe qehreman yan na jî tişteke din e; lê ew xwe wisa qehraman û hakimtiya xwe îfadekirinê didin nîşandan, wekî dadger û dadgeh neçar mabin mafê rûniştina li Almanya bide wan. Her wiha mirov bi dehan kesên ku di rastiyê de xwedî rapor û delîlên ku wan li welêt zilm dîtiye û dema vegerin welêt wê jiyana wan bikeve talûkeyê tê, lê belê mafê rûniştinê nastînin.
Dema mirov li îstatîskên giştî yên penaberên ku mafê rûniştinê standine dinêre, her sal hejmara kesên mafê rûniştinê distînin derdora sedî pêncan e. Ev yek jî tê wê watayê ku dewletê kontanjaneke diyar ji bo mafstandina rûniştinê ji xwe re diyar kiriye.
Ez bi xwe qebûlbûn an pasaport standina li ser penaberiyê girêdayî şansê dikim û bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku encam girêdayî wijdan û moralê dadger yê roja dadgehê ye. Ger moralê hakim di cih de be, dikare bibêje li gorî filan zagonê û filan raporê ez mafê vî/ê kesî/ê ya rûniştinê didim û ger ne di cih de be jî, dikare bibêje ku li gorî filan rapor û filan zagonê ez serîlêdana wî/ê red dikim.
Ji bo vê îdîa min a li jor mînak pir in. Wekî nimûne; min bi xwe berî demekê tişteke wisa sosret dît. Nasekî ku li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê ji ber meseleyên siyasî jê re hatiye birîn û fermana girtinê jê re hatiye belavkirin, ‘red’ a mafê rûniştinê jê re hat û wekî sedem jî wiha hatiye gotin: “Li Tirkiyeyê îspat bike ku te ew sûc nekiriye, tu yê serbest werî berdan.”
Mirov dikare bi dehan nimûneyên wisa ecêb bibîne û her wiha mirov dikare bi dehan nimûneyên ku kesên bê îspat û delîl mafê rûniştinê standine jî bibîne.
Bêguman çarçoveya zagonî ya serîlêdana penaberiyê diyar e lê belê dadger di warê xwespartina madeyên zagonî de – êrênî û neyînî – azad e.
Wekî encam, piraniya kesên mafê rûniştinê distînin û yên nastînin ne qehraman an yek ji yê din ne zîrek tir e û “qehramanê” meseleyê her dem tenê dadger e.
***
Bandora Roj TV ya li ser qenalên din ên bi kurdî
Zekî Ozmen
Çawa niha li Tirkiyeyê teknîsyenên televîzyonan û pêşkêşvanên herî bi nav û deng ji TRT´ê rabûne û di qenalên taybet de cihekî taybet digirin, bandora kesên ku berê di Roj TV de xebitîne û dûre di televizyonên din ên kurdî de kar dikin jî berbiçav e...
Mirov di piraniya televîzyonên kurdî yên niha weşanê dikin de pêrgî kesên ku berê di Med TV û qenalên din yên berdewamiya wê de wekî teknîsyen û pêşkêşvan xebitîne tê.
Ne tenê TRT û Med TV, li piraniya welatan rewş wekî hev e. Li Almanya jî pêşkêşvanên qenalên taybet ên herî bi nav û deng ava qenalên dewletê yên mîna ARD û ZDF´ê vexwarine.
Ez texmîn dikim li piraniya welatên cîhanê rewş wisa ye û tv´yên dûre vebûyî di bin bandora tv´yên yekemîn ku hatine vekirin de mane.
Di halê hazir de 9 qenalên kurdî li ser satelîtê (peykê) weşana xwe dikin û tê gotin ku di nava demeke kurt de du qenalên din jî wê lê zêde bibin.
Ji hêla hemû derdoran ve tê qebûl kirin ku Roj TV televîzyona kurdî ya ji hêla weşangeriyê ve ya herî bi qalîte ye. Profîla pêşkêşvanan, rêkûpêkbûna herikandina bernameyan, kalîteya deng, ronahî û hemû cureyên teknîkî yên Roj TV, wê, ji qenalên din yên kurdî cihe dike.
Digel ku mirov di piraniya qenalan de pêrgî kesên berê di Med TV, Medya TV û Roj TV kar kirine tê, hejmara bilind a kesên berê di hersê tv´yên berdewamiya hev in karkirine û niha di Tishk TV de kar dikin berbiçav e.
Bi baweriya min sedema bingehîn ev yek e ku kalîteya Tishk TV – digel ku dema wê ya weşanê kêm e jî- ji hêla teknîkî ve ji qenalên din bi rêkûpêktir xuya dike.
Sedemên kalîteya baş a Roj TV
Dema carekî ez bi hevalekê pêşkêşvanê televizyonekê re li ser kalîteya tv´yên kurdî axivîm, wî tespîteke wisa kir: “Sedema bingehîn yên pêşveneçûna kalîteya hinek qenalên kurdî ew e ku mentalîteya ‘bila tv’yek me jî hebe, xema kalîteyê nake` ye.”
Bi baweriya min sedemê bingehîn yê kalîteya baş a Roj TV ew e ku wê herdem reqabeta weşangeriyê ber bi çavan girt. Her çiqas tv´yên kurdî ji ber sedemên diyar ji bo reklamstandinê teşwîqî reqabetê neyin kirin jî, Roj TV herdem di nava şerê reqabetê de ye.
Mirov di piraniya malên kurdên bakurî de dibîne ku berê satelîta wan li ser Turksatê de ye û gelek mal jî hene ku bi du sêlikan hem Hotbîrdê û hem jî Turksatê îdare dikin. Hem jî digel wê li ser satelîta ku Roj TV weşana xwe dike, heşt qenalên din yên kurdî jî hene. Ev tê wê wateyê ku Roj TV hewl dide ku ne reqabetê tenê digel tv´ên din ên bi kurdî re dike, ew her wiha reqabetê digel qenalên bi tirkî jî dike.
Gelo wekî encam mirov dikare bibêje ku kalîte girêdayî wê yekê ye ku dema weşan ji nav welêt an li derveyî welêt tê kirin e?
Li gor xuya dike, belkî di warê dewlemendiya dîmenan de bandorek wisa hebe lê belê hem tv´yên li welêt û hem jî yên li derveyî welêt ev îdîa heta niha pûç kirine.
Bi hêviya ku êdî armanc ne “bila televizyonek me jî hebe, xema kalîteyê nake” be lê belê armanc ev be: “ger qenaleke me hebe, bila bi kalîte be”, ji ber êdî pirbûna qenalên kurdî dibe sedem ku temaşevan çav li kalîteyê bigerînin
***
Frohe Weihnachten*
Zekî Ozmen
Di salên destpêkê yên ez hatim Almanya de, ne xwarina goştê berêz ya zarokên alman, ne disîplîna dê û bavan a li ser zarokan û ne jî plana heftana ya xwarinê ku diyar bû wê li malên wan çi rojê çi xwarin were çêkirin li zora min diçû. Lê ez li xwe mikur têm ku xizîneya peyvan ya zarokan ya berfireh ez matmayî dihiştim û min her sal di meha 12’an de dixwest ku ez jî ‘alman’ bûma.
Çawa me berê li welêt hê çend meh ji cejnan re mayî heyacan ji bo ´şekirokên eydê` digirt, li Almanya jî zarok ji bilî sersalên xwe û çend cejnên din, her dem di heyecana hatina meha 12´an de ne.
Di 6´ê mehê de roja Noel e ( Nikolaus), 25´ê mehê roja jidayikbûna Hz. Îsa (Weihnachten) ye û roja dawî ya mehê jî sersal (Silvester) e .
Her dem di roja Noelê de kesekê ji malê cilên Noel werdigire û ji zarokên malê re bi wan cilan diyariyekî pêşkêş dike. Heya zarok bîrewer nebin, nizanin ku Noel kesekê ji malê ye û difikirin ku ew Noelê rast e.
Ji bo zarokan roja jidayikbûna hz. Îsa, roja herî bi heyecan e. Herçiqas li ba almanan girêdaneke cidî ya malbatî mîna ya kurdan nîn e jî, hemû endamên malbatê wê rojê li hev dicivin. Taybetiya wê rojê ew e ku herkes ji herkesê din re diyariyan dikire. Zarok dikarin bibêjin mezinan ka ew çi diyariyê jî dixwazin û li gora wê yekê xelat ji wan re tên kirîn. Ji ber diyarî ji çeprast ve tên, zarok di nava xelatên ku bi mehan e li benda wan in dimînin.
Ev roj bûye adet û ji olperastan bigirin heya ateîstan di çerçeweya adeta wê rojê de tevdigerin. Ji xwe xemilandina darên çam û xemilandina kuçeyan bi lampan jî bûye adetek û parçeyek yên dema di navbera roja Noel û roja xwedêdana hz. Îsa. Lê belê xemiladin heya piştî sersalê dimînin û piştî sersalê çend rojan ew xemilandin têne rakirin.
Şeva sersalê dawiya heyecana meha 12´an e. Çanda sersalê bûye teqandina fîşekên hewayî û vexwarina alkolê heya berdestê sibehê. Bi giranî zarok û ciwan zewqeke mezin ji teqandina fîşekên hewayî distînin. Dema dibe sibeh, mirov li ser kolanan tenê kaxez û barûda şewitî ya fîşekên hewayî dibîne.
Ez ji bîr nekim; karbidest cîroya xwe ya meha 12´an çend qetê ya mehên din dikin lê belê di meha 1´an de zêde bêmoral in, ji ber herî kêm firotin di wê mehê de dibe. Yadîgarên Weihnachtenê û mesrefa sersalê dibe sedem ku hemûkes di meha 1´an de bi nanoziko bijî.
Tişta herî nexweş ji bo me zarokên biyaniyan re roja vebûna dibistanan ya piştî sersalê bû. Adet e, mamoste yeko yeko ji zarokan pirs dike ka roja Noel çawe derbas bû û dûvre jî ka kî ji kê çi diyarî wergirtine. Her zarokekî behsê dike ka ji bav, dê, xaltîk, metik, kalik, bira, xwûşk, mam û hwd. çi diyarî standiye. Dema dor digihişte me zarokên biyaniyan, mamoste beyî ku ji me bipirse ka me çi diyarî standine, mafê axaftinê dida kesên din yên li tenişta me, ji ber dizanîn ku li ba me çandeke wisa nîn e.
Mirov di zaroktayiya xwe de ji ber van sedemên li jor piçekî zikê xwe ji zarokên alman yên hevalên xwe diêşîne.
Lê belê tişta herî xweş ew bû ku dema mamosteyan pêşiya bêhnvedana dibistanê ji me re jî digotin “frohes Weihnachten”*, me jî bi heman heyecana zarokên almanan bi hevoka “frohes Wehnachten” bersiva wan dida.
* Roja jidayikbûna hz Îsa pîroz be!
***
Di televîzyonên kurdî de mîzah
Zekî Ozmen
Di televîzyonên kurdî de valahiyeke mezin a bernameyên mîzahî heye. Heta niha ne bernameyên mîzahî yên talk show û ne jî bernameyên dîmenên weşanê yên komîk werin montajkirin û weşandin hene. Hem ji bo talk showê û hem jî ji bo dîmenên komîk yên dema weşanê têra xwe hene.
Hemû televîzyon dikarin bi awayekî rojane bernameyên wisa çêbikin, ji ber k utu bername nîn e ku bûyerên komîk lê neqewimin. Dema ew dîmen werin montajkirin û piçek şirove jî li ser bê zêdekirin, wê demê ew bername wê di nava kurdan de bibe ji bernameyên herî lê tê temaşekirin, ji ber ku tiştên wisa ji bo kurdan tiştên nû ne.
Roj tv di rojên taybet de ji xebatkarên xwe re dîmenên dema weşanê yên komîk amade dike lê belê temaşevan jê bêpar in. Dem hatiye ku êdî temaşevan jî bibin şirîkê wî kenî.
Ez dibêjim material zehf in, ji ber vê min îro bi wî çavî li çend bernameyên cure nêrî, hem van bernameyan bala min kişand û hem jî gelek tiştên din hatin bîra min.
De kerem bikin ev tiştên li jêr montaj bikin, şiroveyeke kurt a mîzahî li ser zêde bikin:
- Hunermend Seyidxan û Aştî Xanim pêşkêşiya bernameya Roj baş Kurdistan dikin. Mirov herdem dibîne ku Seyidxan diaxive, Aştî Xanim û mêvanên bernamayê li wî guhdarî dikin. Kesekê nû li bernameyê temaşe bike, wê bibêje qey Seyidxan mêvan e. Her wiha pirsên Seyidxan jî zêde xweş in: Hem pirs dike, hem bersivê dide û piştî bersivê ji mêvanan pirs dike ka wisa ye yan na…
- Yek ji bernameçêkerê din yê Roj baş Kurdistan Înayet Dîko ye. Min hê nedîtiye ku mêvanekî wî bersiva pirsên wî baş daye. Ew tiştekî pirs dike, mêvan behsa tişteke din dike…
- Bernameyek tenê têra Roj baş Kurdistan nake, ji ber çavên pêşkêşvan û mêvanan yên sor
ên bêxew, dema bawişk têne wan, çend heyranên bernamê yên ku heftiyê bi kêmasî sê
caran telefonê ji Amedê û Stenbolê didin û li ser pîjeyê hemû mêvanan pispor in…
- Dema gelek kes di bernameyên zindî de mîkrofonê dikin destên xwe de û bi kurdî
dibêjin: “Ev ez baştir dikarim xwe bi tirkî îfade bikim “ an„ Heval, ez dixwazim bi tirkî mesajekî rêkim ji dewleta tirko re“...
- Dema mirov dengê televizyonê bibire û li hunermend Şemdîn temaşe bike, mirov wê dîse jê fêm bike ka çi dibêje. Mesele behsa firîna balafirê bike, her du destên xwe jî mîna balafirê radike û dilivîne.
Awirvedana wî ya temaşekirina kamerayê bi serê xwe bi xwe re şiroveyan diafirîne. Mirov dikare pirs bike: Ma gelo ger mirov destê hunermend Şemdîn girê bide wê bikaribe biaxive yan na, ji ber pêşiya ew biaxive, destên wî dilivin…
- Gelo Rêşad Sorgul di bernameyên xwe yên zindî de ku carnan şiroveya xwe lê zêde dike, di nav şiroveyên xwe de çend caran gotina `erê` bikar tîne? Ez jî nizanim lê di halê normal de mirov di dawiya hevokan de li şûna gotina `noqte û xal` bêhnvedanek kurt dide lê belê Rêşad li şûna bêhnvedanê gotina `erê` bikartîne. Bifirin, klîpeke kurt wê bi muzîka tekno were amadekirin û tenê dîmenên wê yên li ser hev dibêjin: “erê, erê, erê“…
- Yek ji xweştirîn bernameyan, bernameya helbestvanê navdar Ehmed Huseynî ye. Diyalogên di navbera Ehmed Huseynî û mêvanên wî de ji fîlmên Tom and Jarry gelekî xweştir in.
Ew û mêvanên xwe carnan xwe dikin di nava dûyê tenûrê de, dûre wî dûyî mîna pêpelûnkan bikar tînin û bi xêra dûyê ji pêpelûnkan pêk tê, diçin ezmanê qetiyayî didirûn.
Car caran jî serê xwe bi heriyê dişon, bi boyaxa pêlavan xwe sabûn dikin û bi Wodka Moskowoskaya xwe ziwa dikin. Yanî, ne ava mislixê, ne şampûwan û sabûn û ne jî mexmel ji wan re lazim e…
Ji bilî van diyalogên ecêb, tişteke din jî heye: Dema mêvanên Ehmed Huseynî diaxivin, ew bi dehan caran di ber axaftina wan re dibêje `i` û ´e´. Ez êdî wan ´i´ û ´e´yên wî mîna muzîka fonê ya ji bo gotinên xweş yên mêvanên wî qebûl dikim.
Car caran qezayê biçûk jî dibin: Dema helbestvan Mem Bawer mêvanê bernameya wî bû eynî wisa got: „… wekî hevalê Celadet Bedirxan jî gotî …“ Tabî bi vê hevokê re dengê ´i´ û ´e´ yan jî dihat…
- Yek ji xweştirîn tiştan jî ew e ku dema kurmancîaxêv dibin mêvanên soranîaxêvan. Hozan Canê mêvana bernameya Feraşîn ya Xanim Qeredaxî bû. Kesên telefon didan hemû soranîaxêv bûn. Dema temaşevan bi soranî diaxivîn, hozan Canê jî digot `belêy canekem, qurbana to bim, qurbanekim ûhw`. Dema telefon dihatin girtin jî li ya pêşkêşvan dinêrê û digot: „ Xwûşkecan, vî temaşevanî got çi?“…
- Tabî divê em dengxweş û devhilûyê xwe dengbêj Kazo jî ji bîr nekin. Kazo bibe mêvanê kîjan bernameçêkerî, dibêje: „Gel ji te hez dike û her kes li bernameya te temaşe dike, tu bernameçêkerê herî ezîz î di nava xelkê de...“. Bêgoman Kazo ev gotin ji xwe re ji bo hemû bernameyan kirine selawetên vekirinê.
Li gor ku xuya dike Kazo di nava malê de ne mîna zimanê xwe rehet e. Dema ew û zarokên xwe mêvanên Îsmaîl Cima bûn, Îsmaîl Cima ji keçeke Kazo re got ku dengê wê zêde xweş e û ka gelo ew nafikire berhemekî bi serê xwe derîne. Keça Kazo jî eynî ev bersiv da: „Bêje bavê min, ku bavê min destûrê bide…“. Ji xwe pêwist nake ku em behsa taqiyekirina strana wî ya bi navê `Felek´ bikin. Ew wê strana xwe li gora dem, cîh û rewşê distrîne û gotinên wê diguherîne…
- Ez li ber du bernameyan ketim ku bi dawî bûn û bernameyên mîzahî li ser wan nehatin çêkirin: Bexçê Gulan û Çarnewa Şov.
Min di Bexçê Gulan de ferq kir ku alerjiya Gulistan ya gotina `alo`heye. Dema temaşevanan tel dida û digotin `alo`, Gulistan pêşiyê bi dengekê bilind dikenî û dû re nû wê jî digot ´alo´.
Di Çarnewa Şov de hem Silêman û hem jî Serhat her car ecêbmayî diman ka çawa hunermendên wisa mezin tên bernameya wan û hem jî her sefer Silêman dixwest heneken bike lê belê heneka wî jê nedigirt…
- Ezîz Ugur herdem di bernameyên xwe de xeyîdiye û mirov tenê dibîne ku devê wî dilive. Gelo ma qedexeye ku Ezîz mîmîk û gestîkên xwe bi xwe re bibe di studyoyê de? Bila rayedarên Roj tv ji kerema xwe vê ´qedexeyê´ rakin…
- Divê em heqê temaşevanên ku bi telefonan jî beşadarî bernameyan dibin nexwin. Di bernameyên siyasî de daxwaza klîban dikin, ji helbestvanan stranan dixwazin, silavan li stranbêjên mêvan nakin û dîrekt ji pêşkêşvan pirs dikin çima falan hunermendê din naniye bernameyê…
- Yek ji rûdanên xweş ew bû ku Burhan Erdem di dema weşana zindî ya meşeke mezin de wisa dubare dikir: “Belê temaşevanên hêja, ez niha vedigerim li ser hevalê xwe `filankes`, belê hevalê `filankes´, kerem bike, em niha li ser te ne…“.
- Temaşevanekî telefon da bernameyekî, got ku navê wî Evdilehê Helexî ye û piştî silav milavan, spîker jê pirs kir ka ew ji ku derê welêt e. Wî jî ev bersiv da: „Îda ev ker e, ezî dibêjim ezî helexî me, ew dibêje ma tu ji ku derê yî…“
- Dema nûçegihanên di Kurdistan tv de dawî li nûçeyên xwe tînin, xwe jî didin nasîn û wisa dibêjin: “Sîrwan Talib, qenalî satalîtî Kurdistan (15 saniyan dimînin sekinî), Hewlêr“.
- Ez dawiya van nimûyan bi bernameyeke zêde kevin ya Mehmûd Onder bînim; Temaşevanekê bi hêrs wiha axivî û pê de çû: „ Ez `nizanim`çi ji Tansu Ç. bikim“…reyaksiyon û matmayina Mehmûd Onder ya ji bo vê sêfa surprîz bi serê xwe hêjayî vîdeoklîpekî ye.
Belê, pêwistiya dirêjkirina lîsteyê nake û wekî xuya dike her roj bi dehan tiştên wisa komîk çêdibin. Bi hêviya televîzyonên me dest bi bernameyên wisa guhartî jî bikin û ew ne tenê montaja rûdanên qenala xwe tenê bikin, ew her wiha di heman bernameyê de rê bidin bûyerên tv´yên din yên kurdî jî.
***