Xwediyê “şekir” xwe da ber eynikê. Bi awirên nerm û şêrîn li xwe temaşe kir. Rengekî erxewanî dabû ser rûyê wê.
Siyeke sivik ew di nava xwe de veşartibû. Bi vî awayê rûyê wê dişibiya fêkiyeke bihuştî. Stûyê xwe bi aliyê çepê ve tewand û lêvên xwe ji ser hev du hilanî û çeneya xwe da pêş. Lêvên wê giroverî bûn û bişirîneke sivik û mê li ser wan lîst. Û maçekê da şiklê xwe yê di eynikê de. Dilbijokiya xwe eciband û bawerî bi xwe anî ku wê bikaribe doza standine “agir” bike ji xwediyê wî. Lewra ne pêkan bû ku wî bikariba xwe li ber awirên wê yên mişt ji şekir û hezkirin û xweziyê asê bikira û “na” bigota. Tew bi ser de jî wê şekirek ne dîtî, nebînayî bidayê. Teamek ji sifra Îbrahîm Xelîl. Wilo fikirî û serê xwe ji nişke ve li ber eynikê bi ser pêsîra xwe de anî. Kêliyek wilo ma û dû re bi giranî serê xwe hilda. Porê giranê kurîşkî ji rast û çep xwe da alî û çotek çavên bijangdirêj mîna roja ku ji pişt çiyayek bilind hilê, bi wê graniyê bi jor ve rabûn. Pêçiyên xwe di nava porê xwe re kir û ew hilavêt. Carek din bi çavê xwediyê “agir” li xwe temaşe kir û ji dêl wî ve xwe eciband. Dû re da rêya derî ber bi diyarê ku xwediyê “agir” lê dima ve meşiya.
Her ku dimeşiya şêrîntir dibû. Hetan ku giha ba yê li benda wê, şêrînahiya wê şekirê nebatî laşê wê tev de zevt kir. Û bi temamî bû cimsek ji şekir û ma. Lê dema ku pêrgî xwediyê “agir” bû dêhna xwe dayê ku ew jî ji sedemê bendemayîneke bê sebr û saman bûye komek agir û li hember wê dişewite. Di wê navberê de ji koma agir rivînek zimanî dirêj bû û qesta alastina şekir kir. Xwediyê şekir nema xwe ragirt û bi alî “agir” ve beziya û xwe li wî zolê bêsebir qewimand. Her du ketin odeya mirineke bextewar û derî bi ser xwe de dadan