Ez niha de bîst sal in li Swîsre dijim. Bêrî ku ez qala xweserî û demokrasiyê li Swîsre bikim ez dixwezim serboriyeka xwe vêbêjim ku mînakekê xweseriyê li Swîsre bas nîşan dide.
Dema ez cara yekem hatim Swîsre, li bajarê Zugê bi cîh bûm û çend meh paşê min serî li Zanîngeha Cênefê da ku ez doktoraya xwe bikim. Ji zanîngehê bersiva erênî min girt û rêveberên bajarî Zugê alîkariya min kirin, li Cênefê jî ji min re xanî organîze kirin. Ez çûm min li Cênefê dest bi xwendina xwe kir lê di demek kurt de ji polîsê Cênefê name ji min re hat ku dibêjin ku ez bajarê wan biterikînim; ji ber ku ez bi kaçaxî li bajarê wan mame. Bi vê bûyerê min dît ku ez bi serê xwe ji bajarek barî bajarek din nikarim bibim û tu kes nikare bike. Li vir bajar ne bajarên ku em dizanin in; bajar kanton in; kanton cureyek dewletek e û em dikarin bêjin kanton bajardewlet in.
Li Swîsre sê zimanên fermî hene
Swîsre bi 7,8 mîlyon hemwelatî xwe dewletek biçûk e li navenda Ewropayê. Navê wê yê fermî “Konfederasyona Swîsreyê” ye. Çar zimanên xwe yên fermî hene. Gorî îstatîskan: Almanî yên ku vî zimanî bi kar tînin ji %63.7 in; fransî ji %20,4, îtalyanî ji %6,5 û retoromanî ji %05 bi kar tînin. Retoromanî ji ber ku pir nayê bikaranîn di belgeyên fermî de cih negire; belgeyên fermî bi her sê zimanên din, almanî, fransî û îtalyanî tên amade kirin. Her kes bi zimanî xwe perwerde dibe û li cem zimanê xwe yê perwerdeyî zimanek din jî ji van zimanan hîn dibe.
Nasnameya neteweya Swîsreyê li ser hîmên çend û ziman an jî nijadek a piranî nehatiye ava kirin. Neteweya Swîsre li ser hîmên hevdîroka pistgiriyê, tradîsyona xweseriya (federal) a demokratik xwe nîşan dide.
Parlemen du par e
“Parlementoya Swîsreyê” rêveberiya herî bilind e û di nav xwe de du par in. Yek “Konseya Eyelatan” e, ya din “Konseya Neteweyan” e. Ji her du konseyan “Parlemena Swîsreyê” pêk tê û ev her du ji alî derxistina qanûnan ve wekhev in. Gorî makezagona Swîsreyê erkên ku ji bo Konseya Federasyonê nehatiye pêjirandin di destên Rêveberên Kantonan de ye. Bi vî avayî hezên ku di destî Kantonan de ji yên Konseya Eyelatan zedetir in.
Konseya Eyelatan ji 46 endaman pêk tê. Ji her Kantonek 2 endam û ji nîv Kantonan endamek ji bo vê konseya tê hilbijartin.
Konseya Neteweyî ji 2 sed endamî pêk tê û ji vir hikumet bi awayek teknîkî tê hilbijatin. Ev hikumet ji 7 kesan pêk tê. Ji salê carek ji wan 7 endamên hikumetê kesek ji bo Serokatiya Hikumeta Konfederasyona Swîsreyê tê hilbijartin.
Swîsre li ser sê kontonan ji bo piştgiriya hev ava dibe
Konfederasyona Swîsreyî di sala 1291’ê de bi morkirina peymana sê kantonên daristanî Schwyz, Uri û Waldstatte ku ji bo piştgirtiya hev bikin li hemberî êrîşê derve dest pê kiriye.
Em dikarin bêjin Swîsre bixwe destpêka xwe de bi hevîrtişiya xweserî çê bûye, ji bo ku kanton unîteyên xweseriyê rêvebir in. Sala 1353’yan Kantonên Glaru û Zug bi bajardewletên Luzern, Zurih û Bern jî têvlî vê yekîtiyê dibin. Ez naxwazim li ser dîroka Swîsre kûr bibim, lê bi dîtina min dîroka xwe ji bo xweseriyê mînakek girîng bû û bê mînak e.
Sala 1845’an di navbera katolik û protestanan de şerek pêkhatiye. Ev şer li ser axa Swîsre şerê dawî bûye. Di dawiya vî şerî de li Swîsreyê tradîsyona referandûmê dest pê kir. Makeqanûneka federal di sala 1849’an de hatiye pêjirandin û bi vê makeqanûnê cara yekem desthilatiya navendî hatiye ava kirin. Lê dîsa her kanton di herema xwe de rêveber mane. Bi tradîsyona referandûm û guherînên di Makeqanûnê yên 1893’yan raste rast demokrasî hatiye bi cih kirin û mînaka wisa li ser rûyê dinyayê nîn e. Ji vê yekê ye ku gotinek Lenîn (niha neyê bîra min, min ji pirtûkek xwend an ji kesekî bihîst) heye ku wisa dibêje: “Li ser rûyê dinyayê weletê ku herî dawî bibe sosyalîst Swîsre ye.”
Lenin gotiye an negotiye lê ev gotin rast e; ji ber ku her çi qas dewletek kapîtalîst be jî ji alî demokrsiyê, azadiyê ve li ser himên gelek pêşketî hatiye ava kirin.
Ji alî revebirina xweseriya demokrarîk ve Swîsre dewletek pir balkeş e. Hem ji aliyê xweserî ve ,hem jî ji aliyê demokrasiya xwe ve Swîsre dewletek pir teybetiyên xwe hene û pergela xwe gelek koplisîrt e.
Her bajar wekî dewletek e
Swîsre bi xwe konfederasyonek e û bi fêrmî “Konfererasyona Swîsre (Confèdèration Suisse)” tê bi nav kirin. Rêvebirî an jî desthilatdariya navendî kêm e. Hevrebûyînek sist e. Swîsre di destpêka dîroka xwe de raste rast konfederasiyon bûye lê di demê de gor pêwendiyên xwe îro mîna dewletek federal e. Konfederasyona Swîsreyê bixwe ji kontonan, konfederasyona kantonan pêkhatiye. Min li jor jî qal kir kanton em dikarin wekî bajerek bipêjirînin lê ji alî polîtîk ve unîteyek reveber e, yani em dikarin bi kurdî wekî “bajardewlet” bi nav bikin.
Gund jî, bajar û kanton jî rêveberên xwe hildibijêrin
Li jor jî bi kurtasî min vegotibû li Swîsre gelek mertelêyên rêveberiyê hene. Swîsreyê desthilatdarî gelek parve kiriye. Ji her gundek dest pê dike, her bajarek, her kantonek bi hilbijartinan rêveberên xwe hildibijere. Rêveberiya her ciyî bi “gemeinde” tê nav kirin; “Gemeinde” dişibe şaredariyên me lê rêveberiya xweserî ye; yanê ji bo kar û barên xwe yên hundirîn ji tu navendan ferman nagirin. Ewlehî, perwerdahî, berhavkirina bacê û hwd ji alî “gemeinde”yan tê organîze kirin.
Ji rêveberiya Konseya Federal bêtir li Swîsre rêveberiya Parlementoya Kantonan ji bo jiyana gelê Swîsre gelek girîng e. Ji bo ku biryarên Kantonan ku ji gelê Kanton re girtî ji biryarên ji jor tên bi hêztir in. Dema ku ji jor qanûnek bê pêjirandin ku kantonek wê biryar an jî qanûnê nepêjirîne, ew qanûn an jî biryar di wê kantonê de nayê bikaranîn û nederbazbar e.
Bi 50 hezar îmzeyan qanûn tê betalkirin
Li Swîsre em dikarin bêjin jiyana pergela siyasî ji serî nîn e, ji binî ve diçe serî. Herî jêr kes heye. Heqê kesî heye ku îtîrazê qanûnek ku ji konseyek an jî meclisek derketibe bike. Ji bo vê îtîrazê divê kemtirîn 50 hezar îmze bê berhev kirin. Bi 50 hezar îmza rêya refarandûmê vedibe û bi vî awayî lêpirsîna wê qanûn tê kirin. Însiyatîfa gel bi vî awayî hatiye bi rêxistinkirin. Bi însiyatîf û refarandûmê rasterast demokrasî tê bi rê ve birin.