Xweda! evdên te ne em li tevî xêr û gunehan…
Cîhana Te fere, ezmanê Te fere. Balindeyên Te bi xwe li lûsekê digerin da venişin.
Wahda milkekî Te neda kê li tevî Mûsa?
Em ji heft bavan de li vir in, li ser vê axê.
Kêlê kalên me li tenişta me, gornên bapîran cîranên me. Me ji vê axê bêpahr neke. Ji vê roja bi tîhn, ji vî welatê bi berke!
Amîn!