Di der barê nivîsa min a berî vê ya di Diyarnameyê* de, pir hevalan şirove li ser kirin, ne ji ber ku nivîs pir xurt yan jî balkêş bû, lê ji ber ku rast e rast navên hinek kes û herêman derbas bûbû. Ezê zêde dirêj nekim, nirxandinên hevalan ev bûn:
- Sedema rexnekirina çûyîna wê konserê sebeb ne ku Beser tê de cih digirt, ne jî sedema sereke ew belavok bû. Çi bû? Nizanim
Û ji ber ku nizanim, rexnekirina çûyîna min bê wate ye.
- Hevala Beser gazinan dike, xwe ji derveyî wan rexneyan dibîne û diyar dike ku min neheqî lê kiriye û belavoka ku tê behskirin jî, ne wekî ku min famkiriye, “ew ji herêmî û tengbûnê wêdetir, bangeke yeketiyê ye...”
Li vir pêwîstî bi vê yekê heye ku ez diyar bikim, ji derveyî prensîbên min in ku ez li dijî zarava, mezheb yan jî baweriyên kesan bim. Hemû dewlemendiyên gelê kurd in, cihê rêzgirtinê ne. Ez wan wekî nirxên neteweyî dibînim, wekî ax û rengên xwe ji wan hez dikim, diparêzim. Ez dibêjim ku ne min ew belavok şaş famkiriye, dibe ku şaş hatibe nivîsandin, mirov dikare bi her hêlê ve bikşîne, her hêlê vê lê binêre, çawa bixwaze mirov dikare binirxîne, loma jî gazinên di der barê şaştêgihîştina belavokê de, ne di cih de ne.
Hêvî û daxwaza min jî ew e ku hevala me, ji derveyî wan nirxandinan be, hêvîdarim ku wê rojên pêş eşkere bikin ku min belavok şaş famkiriye.
- Nirxandina ku ez serxweş xistim ev bû; xwedêgiravî, qaşo, min ew nivîs, ji bo ku xwe bi hinek derdoran bidim efûkirin, min nivîsandiye.
Çanda xwe efûkirina li ser hesabê hineki din, çanda 12 Rezberê ye,
çanda ku li bakur wekî siyasetekê ji hêla dewletê ve hatiye birêvebirin.
Yên ku min nas dikin dizanin ez çi kes im, wekî ku şaşiyek li hemberî gel û tevgera azadiya wî ji hêla min ve bêkirin, bê hesab, bê tirs, bê fedî û bêyî ku ez demê derbas bikim, bi singeke fireh bê kompleks, li ser hesabê xwe, ne li ser hesabê biçûkkirin, yan jî teşhîra hinekî din, ezê xwe rexnebikim, efûyê jî bixwazim, kesê ku li hemberî guneh bên kirin, efû ji wan tê xwestin.
- Wekî din di nivîsê de tê famkirin ku min di hêla hunerî de her sê stranbêj biçûk xistine. Estexfullah. Dibe ku min şaş nivîsandibe, li vir ez wê hevokê rast dikim û dibêjim ku dengê her sê hevalan jî, ji min re xwedî taybetiyeke girîg e.Min bi hersêyan re jî karin pîroz kirine, bi wan karan ez serbilind im jî. Di hemû hevpeyvînên xwe de, dema ku tê pirsîn; Tu li kê guhdarî dikî? Sedî sed navê Xêro, Ganî û Beser di nav navan de derbas dibe.
Tu armanc û nêtên min ên xerab li hemberî tu kesî tune ne, çi konser, çalakî yan jî karekî ku bikeve xizmeta hunermendên kurd, çanda kurd dewlemend û têr bike, ku di encamê de dikevin xizmeta neteweyî, ji min bê ezê piştgiriyê bikim, ji min neyê jî, nikarim û nabe jî li dijî derkevim. Ez ne amade me bi xwe re bikevim nava nakokiyan.
hekimsefkan@hotmail.com
* Hunermendek neteweyî çima dibe herêmî?