gelek kevok firîn
spî spî, ji ezmanê şîn î heşîn
qasidê aştiyê bûn heryek
bi baskên wan ve kurtenameyek,
di nava nikilan de şaxê zeytûnê
firîn ber bi asoyên Rojava
firîn berû hingoriya gerdûne..!
zeytûnek peyda nekirin li ser tingan*
tiyê taseke av, zarokên birçiyê qetek nan
li pêrê zirbajarên ji zû ve hînbûyê gewendîbûnê!
lewitîn hevok jî di devê şerxwêzan de
gotin bi gotin, peyv bi peyv
û roj û şev, û roj û heyv
û qete-bejahî
û zerya
û girav…
di nava çirava şer de malzaroka axê jî
û pê re pê re
ketûber serûserwerûbizav!
ji qirra hezarsale çend kulîlk filitîn?
neperpitî her reng di rengvedanekê de
û sor bi zer neket, zer bi keskiniyê?
spî mir beriya hemû rengan li dû aştiyê
sor û dilêr bûn her reng, her reng wêrek û dilsoz
me egît hene Yilmazê min, ji çiyayên pîroz
yek bi yek awazjen di senfoniya azadiyê!
azadî bi xwîn e, dizanim
lê nizanim kîjan xwedayî got, ‘xwînê birijîne’?
kî nizane bejî tu bibîne: çim’î çiyayan bûn her artêş
her artêş dagirker,
her artêş zinêker,
û nefer bi nefer qirakên mirinê!
bo çi xwîn diçilpe ji teşkên newalan, Yilmazê min?
ji navpolên Cûdî, ji malzaroka Dîcle
nalîna hestiyên rizyayî bibihîze Yilmazê min
berî ku tu nameyekê bidî baskê kevokê
û bibêjî ‘xwînê rawestînin’!
kî ranewestîne herîkîna xwînê?
Yilmazê min, kî di distên xwînê dadike nanê xwe
û di ber re dibêje ‘noooşîn be…noşîcan be’?
ez gunehkarek im, Yilmazê min.
ez şa’ir; xwestiyê welatekî
lê tu?
tu, Yilmazê min, tu?
Têbinî: Ev helbest wekî bersivandina nameya Yilmaz Erdogan a ku rojnameya Hurriyetê du rojan li ser hev weşand, sala 2006’ê hatiye nivîsîn.
arjenari99@yahoo.com