Car tê, destê mirov naçe nivîsê, peyv xwe vêk nadin û raman û hizir di bêjinga hişê mirov de neseridin.
Gava hat û li mirov qewimî, gava tiştekî di bin aşên xirab de jî ne li bîra meriv hat û çirk çirk di jiyana miov de kitirî, êdî mirov bêçare ye. Tenê xwe bi gotinekê digire; şer xwîn şer! Bi heft bav û ejdadên xwe bêminet e.
Li me jî wiha qewimî, ev rewşeke hawara giştî, pandemî bû. Tevahiya cihana me ya gewrik girte ber xwe. Te dî, pêşiyên me gotiye, mirina gel hevalan dawet e.
Yanî rûdanek gava tibayî û tevayî be mirov jî xwe di kujiyekî de pan dike û li gorî helkeftê rêyekê dide ber xwe.
Malûm e, ji bo pêngavên mezin û ji bo mirovahî xwe ji ya heyî bisukirîne û çen pêngavan pêşvetir biçe, divê tiştekî gelemperî, sertanserî cîhanê, yanî cîhangîrî bê û mirovan tahn bide da ku rêyeke nûtir li ber xwe vedin.
Ez ê li pey vê pirsê nekevim. Jixwe ev ji me tevan re eyan e.
Ez dixwazim hinekî behsa van rojan, di vê oxirmeya giran de, çi ka em bi çi tevn û rîs bûn, ez ê bi vê yekê hinekî biaxivim.
Malûm e, di van pandemiyê de piraniya civakê mehkûmî çar dîwarên nav mala xwe bûn. Heçî ev tengavî ji xwe re keys zanî û bi xwe û jiyana xwe fikirî, heçî xwe ber pêlê berda û xwe xwar, heçî jê re bû bêhnvedanek baş, bi çavekî dî li xwe û li jiyana xwe fikirî.
Heçî pandemî bû qet nehate taxa me. Ez her wekî xwe berdewam bûm di kar û barên xwe de. Jixwe derdora min zêde dost û kes tunebûn, bo min qet tu tişt neguherî. Tenê ez pê hesiyam ku gelek kes ketin wê rewşa min û mixabin li wan giran hat.
Pandemî nehate texma me, lê sîbera wê wekî mijekî sîs bi ser me de girt û bermeda.
Ez van rojan, li ser xeta telefonê mam; wan rojên herî dijwar ên pandemiyê de. Rojê belkî bi sed, du sed kesî re axivîm. Min guhdarî derdê wan kir, min pirsgirêkên wan qeyd kirin nizanim encam çi bû.
Êdî piştî demekê tu ji dengê mirovan têdigêhîjî bê ka bi pirsa xwe çiqas ji dil e. Heçî şermîn bûn, bo pariyek nanî, bo pakêtek yarmetiya şaredariyê, hin jî hebûn, te ji dengê wan tê derdixist ku hema sibê heta êvarê kar û barê wan ew e, dirûvê parsekên ber deriyên mizgeftan dida.
Welhasil.. piştî wextekê gava ez bi rê de dimeşiyam dengên wan mirovan di kerika guhê min de deng vedida...
Paşê wexta ez li serwîsê siwar dibûm, di hemû kuçe û kolanan de, min nan didît, li her derê, serê her kuçeyê gazîna van mirovên hejar û birçî dibû bang û di minarên guhê min de deng vedida. Allahu Ekber û nan!
Paşê gava vedigeriyam malê, li ser îstigramê, kulekek nû min didît. Kurdên me yên pandemîzede û heta ber erşê Xwedê zana û têr, bi pirs û kêşeyên ziman, netewe, qelewwww qelewww diaxivîn lê min tenê nan dibihîst. Hemû peyv ji min ve wekî nan xuya dikir.
- Ka nanekî bide min!
- Ez birçî me!
- Ez nikarim ji malê derkevim, karê min çû… (çû ku)
- Kargeha me hate girtin, ez betal im; nanî nanîî!
Biborin istagramvanên hêja, nanê kurdiyê tisî ye!
Wisa bi min hat, sibê dengê zenga telefona min, ez bi banga nanî hişyar dikirim.
Wekî min gotî, pandemî qet nehate taxa me, min çavên kesk û sor ên virûsê nedîtin. Corona çû ber golikan!
Min berî niha qet nizanibû li vî bajarî ew qasî xizan û mirovên destteng hene. Bi rastî jî gelek kesan şîva şevê tune bixwin. Min bi çavên serê xwe dîtin û bi guhên xwe guh li axîn û hawara wan bû.
Mixabin, şilq û hevsengên siyasî, şerên qirêj û bindestiya quzilqurt mîna perdeyekê vê rastiyê serpoş dike û ew ên xizan, bêyî hay û bayê tu kesî pê bibe, di rûnbişka xwe de dibin rejû, dibin qîr!
Erê rêya virûsê bi taxa me neket lê rêya rastiya me hat û mîna zerîpoşeke alman bi ser me re çû.
Niha îja ez ê dîsa vegerim ser rastiya xwe sal diwanzdeh meh pandemî ye; ez ê dîsa guh li hewalên weşanger û alema me ya edebiyatê bim. Gelo kitêba min dê kengî bê çapkirin? Gelo vê carê ez ê heta kengî bêyî pê li dûvê kesî nekim, bi xwe bikaribim û hedarê bikim? Gelo dengê qelema min, dê bigihîje ber deriyê van xizan û parahiştiyên me..
Welhasil, ne pirs diqedin ne jî bi dengkirinê zikê birçî têr dibe.