Ji sala 2000 vir ve, di xwendin û nivîsandinê de; û ji sedî not û neh zimanê mîn ê denûstendinê û jiyanê bi kurdî-kurmancî ye. Ji wê demê û vir ve, çi aktîvîst, çi xebatkar, çi nivîskar û helbestkar ez bêşdarî bi dehan panel, semîner, konferansan bûme; û heçî qurs in! min bi xwe jî bi dehan qurs dane, helbet bi pirpirika mamostetiyê!
Û bi deh qatî van ên ez beşdarî nebûme jî hene…
Û ku ji yên hazir û baştiran ne çêtir bin jî, yên min jî çend heb pirtûkên min derçûne û deh qatî wan jî nivîs û gotarên min di quncikên malperan de di nav rûpelên rojname û kovaran de belav bûne.
Ji ser wê dema ku me bi zor û zehmet hewl dida tîpeke kurdî hîn bibin-binasin; di nav tirs û metirsiyê de yekî/ê bibînin tîpekê peyveke kurdî hîn bikin bidin hînkirin re gelek dem bihoriye û helbet, rewş û rêjaya niha jî guheriye, ku têrê neke jî ji ya berê baştir e.
Hêngê qursên ku bi dizî dikarîn di qul û qewaran de werin dîtin-dayîn, îro roj di bin hin navan de dikarin bi eşkereyî werin dayîn; meteryal pirtir û têkûztir bûne û pirtûkên kurdî yên li cihekî qelebelix ku me nedixwest navê wê yê kurdmancî were dîtin niha li pêşengehan bi eşkereyî û serbilindî xwe rayî çavên xwîneran didin.
Û sal bi sal malpera Diyarnameyê rêjeya pirtûkên wê salê hatine çapkirin diweşîne û em dibînin; ‘em ji ku hatine ku’!
Wekî din kovarên ku wextekê yan dezgehek an tevgerek li pişt bûya belkî dikarî dest bi weşana xwe bikira niha çend ciwanên xema jî dest davêjin û hewl didin ku bi serê xwe li ser piyan bimînin, (helbet heta çend hejmaran)
Û tew li ser medyaya sosyal, dema meriv çav lê digerîne, dibîne ku bi sedan nivîskar û bi deh hezaran eleqedar û (xwendekar)ên kurdî çav ji hev re qir dikin ‘helbet ew jî cihê şanazî û kêfxweşiyê ye’
Û helbet li ser tora medyaya civakî pirbûna ew qas qurs, mam-hoste û met-hosteyên zimanê kurdî jî hêja ye lê, lê divê ew pirbûna mam û met-hosteyan û qursan jî were nirxandin; (ka ji rêjeya xwendevanan û ji prestîja kurdî çi û çi qas zêde dike, yan…) Bila ev babet jî bimîne nivîsek din re!
Heya vir baş e. Em dibînin; ji ku em hatine heta ku!? Û helbet em hatine cihê çavek li îstastîkan xistinê jî!!!
Nivîskarên me pir bûne, baş e!
Weşanxaneyên me pir bûne, baş e!
Sal bi sal pirtûkên çap dibin jî pir bûne-dibin, baştir e!
Li gorî ku xwe nîşan didin xwendevan jî qat qatî bûne, baştirîn e!
Derfet û peydakirina kitêban ji berê hêsatir, bêtirs û serbestir bûye, ê ew jî baş!
Lê tiştek heye neguheriye yan li gorî rêjeya berê û niha bi awayekî diyar û ber bi çav neguheriye; ew jî îstastîkên weşanxane û pirtûkfiroşan in!
Mesela bîst sal berî vê jî weşanxaneyan ji pirtûkekê hezar heb kopî dikir ango çap dikir niha jî hêj ew qas e. Bîst sal berî vê jî ta deh salan pirtûkekê kurdî nedikarî çapa duyem bike niha jî hêj nagihîje wê astê; helbet îstîsna hene, (ger pirtûk ne ya weşanger be yan a belavkar be)
Û kovar jî wanî, rojname jî wisa!
Û eger pirtûkfiroşekî/ê pirtûkên kurdî li dîkana xwe ku pirtûkên tirkî û tiştên kirtasiyê nefroşe ku nikaribe deriyê dîkana xwe vekirî bihêle…
Nexwe xelatiyek di vir de heye; em dibêjin em hîn dibin, dixwînin, û vegeriyane ser koka xwe-zimanê xwe lê îstastîk jî dibêjin: na heyra! ‘Şam dûr e ma mişar jî dûr e’!!!
Gelo di vir de îstastîk rastgo ne yan rêjeya me ya li ser medyaya sosyal ku xwe beloq nîşan dide lê li bazarê ne xuya…?!
Û helbet, bo em baştir bibînin divê em ji rewşa îstastîkên xwe yên mutewazîbûnê, kubarî, axavtinî, zanîn û edeb-terbiyê yên ji xwendina bi kurdî wekî estetîk hatine bidestxistin jî binêrin!
(çendîn ku îstastîkeke nivîskî li ber destê me ‘mixabin’ ku hê tunebe jî, lê em giş pir hindik trajê rojname-kovar û firotina pirtûkan dizanin, ji loma peyva îstastîkê ji dewsa pir-hindik bi pê zanîna tîrajan bikar tînim)
Heqet, ku rewş û îstastîk-tîraj ew bin, ê heyra ew çi qarewar-teqûreq-xirecir û halana we ye?
Û pê re pirseke wiha tê serê zimanê mirev; bi rik kurdbûna xwe nîşandayîn heke bi hişmendiyeke-zanîneke têr û tije ya ji kurdî tê ku derbekê li entegrekirina-bûyîna neteweya kurd naxe, heke ku derbekê li pişaftina neteweya kurd a zimanî û hizrî naxe; nexwe rewş ev a tirk jê re dibêjin: (kuru kalabalik-kuru gurultu) ye!?
Ji lewma ev pirs jî tê pirsîn; gelo vê pirxuyabûnê çi û çi qas li îstastîkên bazara kesad a Xanî zêde kiriye?
Belkî jî me xwe di vê hêlê de pir pêş xistiye, bûbin pisporê; xwe wekî xwendiye-dixwîne -dizane nîşan dan!...