Heke li welatekî karesateke xwezayî pêk were, çav hemû dizîvirin ser dewletê. Heke dewletê pêşiya karesat pêk were şaşiyên mezin nekiribin û piştî karesatê peywira xwe ya xwedîderketina li mexdûran pêk bîne, herkes razî dibe. Bûyera qewimî yan bi xwezayê û yan jî bi qederê ve tê girêdan. Em niha heman encamê li ser vîrûsa coronayê li Almanyayê dijîn.
Bi hatina vîrûsa corona re dewleta Almanyayê bi şefafî tevgeriya. Merkel rojên destpêkê bi vekirî got ku îhtîmala sedî 60-70 şêniyên Almanyayê bi vîrûsê bikevin.
Ji roja ewilî û pê ve rojane bi fermî hat gotin çend kes li ku derê bi vîrûsa coronayê ketine. Daxuyaniyên zanyarî û îstatîstîkî ne bi hêviya siyasetmedar lê bi hêviya Înstîtuta Robert Koch (RKI) ve hatin hiştin.
Heta niha siyasetmedarekî alman nerabûye û negotiye ew ê pêşiya vîrûsa coranayê bibirin û yan jî filan demê dawiya wê bînin. Hemû jî ji roja destpêkê ve dibêjin “divê em belavbûna wê hêdî bikin.“ Mebest bi vê yekê ew e ku belavbûn hêdî bibe, ji bo kapasîteya nexweşxaneyên heyî di bin bar de nemîne û doktor wekî li welatên din mecbûr nemînin biryara bila kîjan nexweş bijîn û kîjan nejîn bidin.
Hêdîkirina belavbûna vîrusê
Armanc ev e; bi astengkirina azadiya derketina derve û gerê, dewlet dixwaze vîrûsa korona hêdî belav bibe, ji ber kapasîteya nexweşxaneyan di ser re navêje. Her wiha armanca duyemîn jî ew e ku bi hêdîkirina belavbûna vîrûsa koronayê wext ji bo peydakirina dermanekî li dijî wê were qezenc kirin.
Biryarên astengkirina azadiya derketina derve û gerê li gor gelek welatan li Almanyayê baş dimeşe. Gelê alman ji xwe geleke ku zû îtîatî qanûnan dike û zû bi zû li dijî qanûn û qedeyan dernakeve. Ev jî şanseke baş e ku biryarên heyî zêde nayên binpêkirin.
Paketên aboriyê
Di warê aborî de jî hikumetê heta niha gelek pakêtên ji bo mexdûriyetên xelkê û karmendan pêk neyê vekirine. Gazind wê neqedin lê li gor piraniya welatan, Almanya bêtexsîr hewl dide mexdûriyet nebin sedema îflasan. Siberoj wê çawa çêbibe û heta kengî wê paketên aborî birikarin werin vekirin helbet ne diyar e.
Bi girtina sînoran re Almanyayê bi balafirên taybet zêdeyî sed hezar welatiyên xwe yên ji bo geştiyariyê li welatên din bûn dane anîn û hê jî vê yekê berdewam dike.
Peydakirina dermanê
Almanya di warê peydakirina dermanê li dijî vîrûsa coronayê de jî gavên ku baweriyê bide xelkê diavêje. Şîrketa derman a alman CureVac ku serkêşa lêkolînên li ser peydakirina dermanê li dijî vîrûsa corona ye, rojên derbasbûyî kete di rojeva cîhanê de. Ji ber hikumeta DYA ya Trump xwest şîrketê bikire, hikumeta alman bi vekirî got “em ne yê firotinê ne“. Vê yekê jixwebaweriyek ji miletê alman re jî çêkir.
Almanya xwedî şanseke din jî ye ku hêviyê dide xelkê; Kêşeya sereka ya vîrûsa coronayê ew e ku kezeba gelek kesan pê îltihab digire û ev yek dibe sedem ku mirov nikaribin bêyî alîkariya mekîneyên nefestandinê nefesê bidin û bistînin. Mekîneyên heyî li seranserî dinyayê gelekî kêm in. Serkêşeke çêkirina van mekîneyan şirketa alman Drägerwerk e. Di vê meselê de jî Almanya heta jê were wê ji xwe re bide çêkirin
Ji Îtalya û Fransa nexweş anîn derman kirin
Almanya di vê dema teng de naxwaze Yekîtiya Ewropa ji hev belav bibe û neçarî alîkariya welatên di aliyê îdeolojiyê de dûrî wan e bibe. Mînak digel şertên zehmet jî, almanan gelek nexweşên vîrûsa corona yên îtalî û fransî anîn weletê xwe û dest bi tedawiya wan kir. Niyet e di rojên pêş de hinek nexweşên giran ên spanî jî bide anîn.
Hêjayî gotinê ye ku hinga Almanya bi balafirên xwe welatiyên xwe yên li geştiyariyê paşde tîne, gelek caran welatiyên welatiyên din ên Yekîtiya Ewropayê jî di nava wan de tîne.
Tenê ma babeta gelo ev mesele heta kengî wê dom bike; Bersiva vê pirsê nîn e û halê hazir tu kes nizane. Lê Almanya li gor sîmûlasyonên ilmî gavên xwe diavêje û li wê gorê tedbîran distîne.
Di dawiyê de dixwazim vegerim destpêka nivîsê; Hikumeta Almanyayê di meseleya vîrusa coronayê de bi pratîka xwe firseta ku xelk wê sûcdar bikin neda. Ji wê yekê xelk meseleya vîrûsa koronayê yan wekî karesateka xwezayî û yan jî wekî qederê qebûl dike.