Ez dibêm vê qonaxê bi salên du hezaran re dest pê kiriye (!) hin dikarin bêjin, na lo, bi belavbûna tora medyaya cîvakî re dest pê kiriye!
Ku bêm vê qonaxê bo pêvajoya asîmîlasyonê ya ber bi entegrasyonê re dest pê kiriye dîsa jî hin dikarin bêjin; na law! Bi guherîna armancên siyasetê yên salên du hezarî, ji qonaxa asîmlasyonê ber bi qonaxa entegrasyonê re bi navgîneke wekî ya medyaya sosyal nifşekî ne-bextewar û aciz, melenkolîk lê ji xwe razî kifş bûye (ji mêr an ji jina xwe, jê piranî ber bayê modeya hevberdanê ketine, ji malbat û çanda xwe, ji çîn û statuya xwe, ji desthilatdariyê, ji endamên netewa xwe yên alîgirên desthilata mêtînger (lê bi xwe di dezgeheke mêtîngeriyê de xebitînê ne eciz in) û ji taxa xwe, heta ji gundê xwe, li paş mayîna civaka xwe û bîrkirin an bi redkirina mîtên xwe yên dêrîn ê temen di navbera 30 û 60 salî bi holê rabûna têgeha mêtîngerî û kolonîzmê re derket holê.
Têkîliya wan a bi zimanê xwe re dişibe tûrîstên tên Tirkiyê, ‘ben var gitmek sultan ehmede’ Loma ‘modaya uyarak’ zimanê xwe bes wekî meze bikar tînin, û çend paçik û rengan jî wekî kêrsimên alaturkayî bi xwe ve dikin û hew…
Hin dikarin vî nifşê nebextewar re bêjin ehlê cahilîzma kitêbî jî, lê ez nabêjim ehlê cahilîzma kitêbî, çimkî dizanim her yekî/ê ji wan bi qasî mûyên porê min kitêb xwendine. Ha hûn bêjin bi ku dera xwe xwendine yan fam kirine… ew meleseyek din e.
Dema ji wan re bêjî taxa Fatîhê ya Stenbolê dê bêjin, iyyyyyyyy, giş mele, mola, bi rih, bi tezbîh û mirîdên Cubelî Ehmed in, cahil in û wê rûyê xwe yî dirûv entel, modernbûyî û elît tirş bikin… ta kêngê, ta lingê xwe avêtine mala xwe ya ku qasî welatekî bindest ê azad kirî ku êdî têde bi tenê dijîn û dikarin her azadiyê bijîn… ta bi vekirina telefonên xwe yên baqil û dev li ber devê cubeliyê xwe yê dij ol, dij desthilatdar, dij mal û milk, dij zevac, dij sînor, azadîxwaz û xwedan gotinên feylesofane, marksîstane, humanîst, heywanhez û kujên difnê xwe vedikin heta cegera xwe da bikşînin bêhna tir û fisa rojê ya şêxê xwe.
Tabê gor mirîdê taxa bi pirtûk ew tir û fisên cubelî ayet in, ayet…
Balam, dema mirov bala xwe dide cubeliyê Fatîhê camêr xwedan birek pirtûk e, yan em wisa dizanin, lê ew cubeliyên taxa çepgiran an welatperweran ne xwedan kitêb in jî, lê wan gotinên qirase ji kitêbên kê ‘araklamîş’ dikin, ne kifş e.
Cumeliyê Fatîhê ji bo neferên cemaata xwe deriyên nanî peyda dike, ji desthilatiyê qadro û tawîzan, îmtiyaz û îhaleyan werdigire lê ew cubeliyên taxa sosyal medyayê (de bo carekê bila taxa wan bibe ya Beyogluyê û helbet hin cihên din ên hatî bijartin) li ser pişta kîjan jinikê-mêrikî cigabaytên li têla xwe bar dikin ne diyar e. Em nizanin kî ne sponsorên van cumeliyan in, muamma ye…
Cubelî û taîfeya li taxa azadîxwazan bo yên bixin dafika xwe her cure azadiyê maf dibînin, teşwîq û pêşniyar dikin lê wê azadiyê bo xwişk, dê, jin, partner, bûk û jinbirayên xwe qet û heşa tobeee, naxwazin.
Heta dezgehê sixuriyê ya dewletê li ser tora înternetê di derbarê gotina rebenekî nizane ku nizane çi nivîsî ye de hema dest bi lêpirsîn û lêkolînan dike lê derbarê gotinên van cumeliyên feylesof ên ku dixwazin dewlet tavilê birûxe de, ecêb e tiliya xwe jî nalivînin.
Gelo nebe ew cubelî kewên qewmê xwe bin, nizanim, ka objektif in subjektîf in!
Lê sedî sed megolaman in, nexweş in, sextekar in?
Bi tirkî ji zeriyan re tiştekî dibêjin! lê şikur ku di kurdî de rasterast dibêjin ‘gêj’.
Tişta balkêş ew cubelî-megolaman di nav ên çepgir bi taybetî di nav jeneresyoneke ku xwe wekî welatparêzên kurd dihesibînin de derdikevin pêş.
Ew cubelî jê hin jin in, hin jê mêr in, lê ji wan bipirsî dij-cînsiyetçî ne.
Bi xwendina çarîneke xelkê, bi strandina kilamekê ji vir heta esmên a ji bêhuneriya wan dûrî te dî hatin pêş, di nav ehle kitêbî de yê hinan paşnavê wan pere dike yê hinan navê xwe yê sexte û mêjûyê xwe yê genî bûyî pere dike, û ecêb e, ger rojek wan gotinek got ku ji alî şopînerên xwe ve têra xwe begenî negirt, ku tir û fisek wan deng veneda, bêhn neda (begenî negirt), ergen in, hema sil tên, gotina xwe jê dibin nexweşiyek xwe davêjin holê, divê îlam bi belotkirina qûna xwe yan di çaviya kaniyê de bi mîstinê bale bikşînin ser xwe, dikşînin jî.
Hazir tevgera kurd behsa pîvan, prensîp û nirxên neteweyî nake, ji cubeliyên wekî giyayê kevir li ser rabûyî re benîştê were cûtin, peyvên ku mêtînger pê pişta dijkolonîliyan mist didin ‘humanîzm û aştîxwazî, amade ne…’
Helbet zeriyên me yên ji jiyana xwe ya borî eciz van cubeliyan qet û qet îhmal nakin; her roj pênc wext divê baldariya xwe ya humanîst nîşan bidin wekî vê hevokê ‘ahhh guzel insan iyi ki varsin’ û ‘jina kurd em bi hunera te serbilind in’
Guzel însan û huner… hela helaaa!
Û tiştek balkêş, ew cubelî û taîfe hev û din mirovên pir baş dizanin, pesnên hev didin lê ecêb e zarokên xwe ji wê qada mirovên baş dûr digirin, jê yek jî naxwaze zarokê/a xwe cubelî yan yek ji taîfeyê binase, têkîliyê bi cubelî yan bi yeka/î taîfeyê re deyne, ecêb e(!)
Li holê dimîne berawerdîkirinek; ferqa cubelî û taîfeya yê li Fatîhê bi destnimêj û ferqa cubeliyên li taxa sosyal medyaya welatparêz û çepgiran ên bêdestnimêj…
Bi we kîjan cubelî û taîfe dirustir e; Cubelî Ehmedê li taxa Fatîhê yan yên li taxa me ya sosyal medyayê?
Jixwe ji dîrokê de jî diyar e, her kom û civata kerrr û gêjjj, hêjayî lêsiwarbûnê ye. Û li her civaka nezan hatî hiştin lê cubeliyên bidestnimêj-bêdestnimêj, demogog û megolaman peyda dibin.
Û ger nîmeta medya sosyal nebe, jixwe hîç in, hîç û zurî ne, xwîna gêj’an dimêjin…
Lê divê encama ew qas candayînê û têkoşînê ne ew bûya, bi taybetî ya kurdan divê ne ew bûya; hem ne cahilîzma kitêbî bûya hem jî ne ew cubelî-megolaman bûna.
Heke ji ew ên çûyîn bin axê bihiştana jê çendek biçin olîmpiyadên matematîkê, îcadkirinê, tibê, teknolojiyê û çendek ji wan bi serkeftî vegeriyana, berê civaka xwe bidana pêşerojeke ronak û bibûyana rol-model dê ew qeşmer-qird û ehlê kitêbî yê ku serdest di zankoyan de tecawîzî mêjûyê wan kirî (sedî notê wan li zankoyan xwendiye) nedibû amûrê sîxuriyê, rizandinê û bêprestîjkirina nasname’yekê (!)
Kî ne berpisrên vê encamê?!
Heyf…
Têbinî: ‘Belkî rojekê hêzek xêreke bike bo koloneliyan medya sosyal were qedexekirin’ çimkî bilêvkirina peyv û gotinê pir hêsa û bi qasî çend cigabaytan pir erzan bûye.
Yan rêyek bihata dîtin, ew vîrûsên mêjûkuj ji nifşên ciwan dûr bihatina hiştin.
Çimkî em nizanin vê nîmetê li gor pêwîstiyên xwe yên ragihandin û pêşketinê bikar bînin.