Wexta serê min tevlîhev be hewl didim bixwînim û binivîsînim, nebe bi tişt miştên herî ji rêzê re mijûl dibim. Aniha hatime bi kevirên sîsik re mijûl im. Kêlîkekê bo rojevê sernav hat hişê min, rûniştim li ser whatsapê dinivîsînim.
Li Qoserê min bi bîrxistibû bo azadiyê bo jiyaneke baş divê bala me li bedenê be. Bi gotineke basît beden bandorê li hiş û rih dike. Foucault bi pêbesta desthilatiyê rih wekî girtîgeha bedenê derbiriye.
Dema modern bi qasî hiş û rih li bedenê miqate nebûye piştî vîrûsê yek ji îhtimalan ew e beden bi qasî rih were rojevê; Di warê fikrî û edebî de di jiyana rojane de jî ê însan lê bifikirin bê leymûnek û tasek av bo bedenê tê çi mehneyê?
Korona bi çi şiklî peyda bûbe jî bû sebebê krîzê belê korona li hêlekê jî bihuka Kafka ye gelek komplo û analîz mijar in em aliyê fikrî û rastiyên desthilatiyan bihêlin bo fikirdar û fîlozofan û bi qasî têgeha derûniyê saxî û selametiyê jî îhmal nekin.
Xuya ye vê nivîsê jî meselê di hişê min de safî nekir çimkî çavê min hê jî li keviran e!
Ez ê fotografê çend heban bikişînim bila Cemîl bi tevî nivîsê bi we re par ve bike...