Nêrîna min ev e û çiqas rast e yan ne rast e, em ê di dawîlêanîna nexweşiyê de bibînin!
1- piştî deh salan a hilweşîna pergala sosyalîzmê pergala kapîtalîzmê bi xwe jî ket nava xetimînekê.
2- pergala kapitalîzmê ji sala 2008'an û vir ve di nava qeyrana aborî, rikêşî, qayîşkêşanê û xwe bi rêvebirinê, û xwedubarekirinê de digevize.
3- bo di nav vê xwe dubarekirinê de derkevin li çend welatan şer derxistin û ew yek hê jî didome, lê diyar e ew jî nebûye çare.
4- ji wan hêzan tu rasterast nikarin li hemberî hev şerekî çekdarî û eşkere bidin destpêkirin. Berevajî, qayîşkêşaneke xwedubarekirinê heye.
5- bi salan e bê navber hilberînê berdewam dikin û vê yekê jî ji hedê xwe zêdetir bermayîn-stokek çêkiriye.
6- cerbînek an çareseriyeke navborî diviya!
7- di vê çareseriyê cerbînê de, ango bi belavkirina nexweşiyekê mirovên ku dê bimirin û yên ku di van şerên deh-bîst salên dawiyê de derxistine ku mirine dibe ne çaryek be jî..! jixwe bo wan hejmara miriyan ji îstastîkekê wêdetir ne tiştek e.
8- armanca vê cerbînê û hesabê ew dikin?!
9- bila hemû welat kar, xebat û hilberînê bidin rawestandin, mirovan bişînin mal, an bi tirsa nexweşiya wan belav kirî bila mirov di malên xwe de ase bên hiştin.
10- li gorî rewş û derfeta welatan; hin welat belkî 2 mehan, hin 6 mehan, hin salekê dê vê rewşê dom bikin û encam; ji ber xebat û hilberîn tunê mirov ji bo jiyana xwe berdewam bikin û birçî nemînin wê vegerin ji bermayîna xwe ango ji (birikim)a xwe bixwin. Yanê wê zad û pêwîstiyên xwe ji stokên wan bistînin, yanê heta ku berîka xwe û stokên wan vala kirine ew rewş wê bidome!
Bi kurt û kurmancî, hizra min ev e, kêngê kapîtalîzmê stokên xwe qedandin, mirovan jî bermayî-bîrîkîmên xwe xelas kirin hêngê nexweşiya coronayê jî dê bi dawî were û pergala kapîtalîzmê heya qeyrana din wê hilmekê bistîne.