Hetanî ku wêjeya zimanekî sînorê xwe yê herêmî yê welatê xwe derbas bike, divê ew wêje ji bo zimanên din bê wergerandin. Ji ber vê mirov dikare wergerê wekî kilîta danasîn û derbaskirina sînorên netewe û welat û çandan binavbike. Di vê serdema ku em tê de dijîn de roman mîna nasnameya wêjeyê, wekî celebeke wêjeyî yê sereke xwe dide pêş. Hema hema li her deverên dinyayê li pêşiya helbestê, çîrokê û celebên din e. Di vir de, dema em pirsa cihê wêjeya kurdî di nav tabloya giştî ya romanê de li cîhanê bikin, yekem pirsa ku tê holê bê guman wê pirsa rewşa romana kurdî be di vê çarçovê de. Di vê nivîsê de dixwazim hinekî ronahiyê bavêjim ser vê mijarê. Dema mirov li sedemên tunebûna deng û rengê romana kurdî di nav romanên zimanên din ên cîhanê de bigere, mirov li sedemên cuda ku li ser gelek aliyan parvedibin, rast tê.
Sedemên girêdayî aliyê siyasî:
Tunebûna dewleta kurdan û girêdayî wê tunebûna statuyeke dirust ya kurdan li welatê wan, rê li ber hevnaskirin û danûstendinên wêjeyî û çandî di astên fermî de, digre. Ev rewş dihêle carinan rê li ber hin nivîskarên regezkurd vebe, ku wekî nivîskarên tirk, sûrî, iraqî û îranî bêne pêşkêşkirin.
Ev rewş valahiya di warê dezgeh û saziyên têkildarî kar û barên çandê bi giştî û yên wergerê bi taybetî bi xwe re tîne. Tunebûna dezgehên pispor rê li ber geşbûna tevgereke wergerê ya giştî digire, wisa jî vî karî bê piştgirî û bê xwedî dihêle.
Li vê derê berpirsiyariya vî karî hemû dikeve ser milên rêxistinên siyasî û partiyên kurdan. Her çendî ku ev rêxistin bi çep û rastên xwe, bi hemû reng û bîr û baweriyên xwe ji hev cuda ne û heta qirikê di nav nakokiyan de ne, lê xala hevbeş ya ku hemûyan di bin yek sîwanê de digihîne hev ew e ku, tu girîngiyê nadin karên çandî û wêjeyî ji derveyî çarçoveya berjewendiyên partî û rêxistinê. Karê wergera wêjeyê jî bi temamî ji derveyî berjewendiyên van rêxistin û partiyan tê nirxandin. Ji ber vê tu butçe û îmkanên aborî ji bo vî karî nayên veqetandin û her û her ev kar hatiye paşguhkirin.
Ji lew re, di van rojên ku em tê de dijîn de, not sal di ser derketina yekem romana kurdî re derbas dibe. Heta vê gavê min nedîtiye ku romaneke kurdî bi piştgiriya tu aliyên siyasî an dezgehên bi wan ve girêdayî hatiye wergerandin û belavkirin. Eger bûyereke wisa bû be jî, hayê min jê tune ye.
Sedemên girêdayî aliyê civakî
Civaka ku bi zimanê xwe nexwîne nikare tu nirxê bide berhemên wêjeyî yên wî zimanî. Ev ne rexneyeke ji civakê re, ji wê bêhtir ev destnîşankirina rewşa wê ya rasteqîne ye, ku civakeke ji zimanê xwe û ji "rûhiyet" û taybetmendiyên xwe hatiye dûrxistin. Ji ber vê di nav civakeke wiha de wê tu piştgirên projeyên wergera berhemên wêjeyî bo zimanên din neyên dîtin. Dema ku qîmetdayîn hebe, her ewê ji para berhemên bi zimanê fermî be yê dewleta ku wê civakê di bin desthilatdariya xwe de dihewîne.
Sedemên girêdayî aliyê çandî
Civaka bindest, ya bê dewlet, ji çanda xwe ya resen dûr dikeve û berhemdarên çanda xwe biçûk û bê qîmet dibîne. Civaka desthilatdar her berhemeke an çalakiyeke çandî, wêjeyî wekî kirineke siyasî û dijî xwe dibîne. Ji ber ku xwedîderketina li çandê xwedîderketina li dijî pişaftin, helandina di nav civaka serdest de ye. Wiha jî parastina taybetmendiyên mîna ziman û wêje û hunerê ku stûna hemû kelemin di riya daqurtandina civaka bindest ji hêla serdestan ve ye. Bi gotineke din çand ji bo civakeke bindest alaveke ji alavên berxwedana li dijî pêkanîna armancên serdestan e, wisa jî bi her awayî serdest dixwazin wê berxwedanê, wê çandê ji holê rakin û bê teref, bê bandor, bikin. Her çendî nivîsandina romaneke bi kurdî ji dest wan derketibe, lê dîsa jî heta karibin wê hemû deriyan li ber werger û danasîna wê li cîhanê bigrin.
Sedemên girêdayî aliyê derûnî
Rêbazên perwerdekirinê û alavên çapemeniyê wisa têne birêkxistin, da ku civaka bindest bibe xwedî pirsgirêkên derûnî. Çanda din, ya bi zimanê dewletê, mezin û ya xwe biçûk bibîne. Wiha jî berhemdarên bi zimanê dewletê nirxdar û berhemdarên bi zimanê xwe bê nirx dibîne, heta radeya ku ji ber xwe, zimanê xwe, çanda xwe fedî dike û ji ber nasnameya xwe ya rasteqîne şerm dike. Wisa jî romana zimanê din astbilind û li jor dibîne û romana kurdî yan tune yan jî bê nirx û astketî dibîne. Derûniyeke wiha ne ku wê rê veke, lê belê wê hemû riyan li ber hewildanên wergera romana kurdî bigre.
Sedemên girêdayî aliyê takekesane - şexsî
Piranyia wergêrên kurd yên ku wekî mînak bi zimanên ewropayî dizanin, li şûna ku bi însiyatîveke takekesane hin romanên kurdî yên sereke wergerînin, çûn bi xwe roman bi wan zimanên ku dizanin nivîsandin û xwe wekî romannivîs ji çandên wan welatan re pêşkêşkirin. Wergêrekî filistînî, sûrî bi navê Salih Ilmanî dibêje: "Wergêrekî baş ji nivîskarekî xirab baştir e". Di nav kurdan de ji wergêrên baş bêhtir nivîskarên xirab peyda dibin.
Sedema din jî ya ku wergêrên baş ku bi zimanên ewropayî dizanin xwe nadin ser karê wergera wêjeyî tunebûna çavkaniyên aborî ne.
Gava civak bi wan xisletan be, ewên ku bindestî li pey xwe dihêle û gava takekesên wê jî bi tu awayî nebin xwedî însiyatîfeke taybet û ranehijin barê projeyên wergerê, wê wêjeya wê civakê, romanên wê tu caran neyê wergerandin.
Dema rewş bi vî awayê ku me li jor bigewde kiribe, hemû karê ku di vî warî de dibe yan nivîskar bi keda xwe ya takekesane û di riya têkiliyên xwe re dikin, yan jî yek ji vir, yek ji wir bi awayekî belawela romaneke kurdî li vir yan li wir derdikeve. Bê guman ev hewildan cihê rêzgirtineke mezin in, lê ev karên takekesane wê nikaribe bandoreke mezin li romana kurdî bi giştî bike.
Encam
Di dawiyê de ez dixwazim vê bêjim ku di vê nivîsê de ji gera li dermanan bêhtir min xwest ez derdê wêjeya kurdî û wergerê bibêjim. Min xwest behsa astengiyên ku li pêşiya romana kurdî dibin kelem ku nikare sînorê zimanê ku pê tê nivîsandin derbas bike li ber çavan raxînim. Pêdiviya me bi kîjan dermanî ji bo vî derdî heye ez baş nizanim, lê ya ku ez baş dizanim ew e, ku pêdiviya me bi xweguhertineke berfireh û piralî heye.