Çima nivîskar ji weşangerên xwe napirsin, hesabê ji wan naxwazin dev diavêjin çapemenî ku cih nade wan?
Dema pirtûkek we neyê emê çawa bizanibin ew pirtûk derketiye, çi têde heye, çawa û çi nivîsiye?
Ma em gere herin pirtûkê bi pereyên xwe bikirin û danasîna wan bikin? Yek, em dê çawa bikaribin ew qas pirtûkan bikirin? Didu, ma xêr e, em çima bi pereyên xwe danasîn û reklama we bikin?
Di ev nûçeya navborî de nûçeya yekem mirina 1923 karkerên di dema kar de ye, jixwe ne hewceye ew tiştek ji min re bişînin, jixwe 1923 mirî nikarin tiştek bişînin jî. Û ne hewcebû birêz Hezex mînakek wisa bide jî.
"Hevalekî min ê hepsê ye Omer Ozdurak, niha li zîndanê ye, malbata wî pere dan ji bo weşanxane kitêba wî çap bikin.Hê min li derekê nedîtîye navê wî.Yanî, kes nikare bibêje çapemenîya kurdan bi edalet e. Her kes dizane çapemenîya kurdî ne objektîf e subjektîf e. mînakeke baş nîne."
Ez wekî şexs û em wekî Diyarname li ser hin rêgezan em xebata xwe didomînin. Ne hewceye ez li vir qal bikim ku di nav Lijneya Diyarnameyê de em çi nîqaşan dikin, çi biryaran digirin.
Ger hebe kêmasiyek me, bi gelek rêyan her kes dikare xwe bigihîne me, lê ne mafê kesî ye bêyî berpirsî li ser milên me be, bêyî sûc ê me be rabe me sûcdar bike...