Pirtûka çîroknûs Hesen Qizilcî ji 14 çîrokan pêk tê û her çîrokek bi serê xwe taybet û girîng e. Piraniya çîrokên “Kenê Parsek” mijara xwe ji dersjêderxistinê werdigire lê belê ez behsa hemû çîrokan nakim, ji ber ku gelek çîrok ji hêla mijarê ve dişibiyan hev û di her çîrokan de zêdeyî xwe karekter hebûn.
Çavkaniya mijaran piranî li ser axatiyê, ol, fitre, şêx, zevî, karê pembû û genim, rojên xêran, rojî, hecîtî, meletî, mizgeft, eşîrtî, begtî, desthilatdarî, xapandin û hwd bûn. Di çîrokan de Hesen Qizilcî têkiliyên dewletê û ên eşîran berbiçav kiribûn û çavdêriyên xwe bi şêwazeke îronîk veguherandibû çîrokan.
Di hinek çîrokan de behsa Şerê Dinyê û serdema Qazî Mihemed û serdema Osmaniyan kiribû. Di wê heyamê de têkiliyên axa, began, eşîran û dewletan pevgirêdayî bûn, feqet piranî jî dewletê ew dixapandin, em fêm dikin ku ava kaniya çîrokan bingeha xwe ji kaniya dîrokê werdigirin. Yanê Hesen Qizilcî divê gerek hûn dersekê ji dìrokê werbigire, ez wan çîrokan hewante nanivîsim, divê hişyar bin.
Di çîrokan de karekterên me pir bûn, di hin çîrokan de serleheng hebûn û qehreman û pêşeng bûn, di hin çîrokan de jî ji karekteran wêdetir mijar pêşeng bûn, loma jî pirtirîn ez ê baldariyê bikêşînim ser naverok û mijarên çîrokan.
Di naveroka çîrokan de karkerî jî xwediyê girîngiyekê bû. Belê çîrokên me ji hev cûda bûn feqet hinekî dişibiyan hev, serpêhatî û raçavkirin di çîrokan de bingeh e. Çîrokên me, çîrokin rojane ên ku di heyama xwe de qewimîne û esil daxwaziya çîrokan an jî a çîroknûs dersjêderxistineke ji bo îroyîn û pêşerojê ye.
Bi qasî têgihîştim piraniya çîrokan mirov dibêje qey li rojhilat qewimîne. Zemîna çîrokan li ser erdekî rasteqînî dibilindîne, feqet ev zemîna erdê rasteqînî veguherandiye sêwirandinan, yanê rastî û sêwirandin bi hev hatine kemilandin. Hinek çîrok jî mîna ku li başûr qewimî bin. Talî di çîrokan de mekan diyar e. Xumamî tune ye. Di çîrokan de mekan, wext, karekter û mijaran de zêde xumamî tune ne. Di rihê çîrokan de çanda kurda ya di paşdemayî û ol desthilatdar e. Îcar ji ber ku li Rojhilat ol desthilatdar e, loma jî mijarên olî veguhezîye pênûseke oldarî. Yanê di pirtûka çîrokên Hesen Qizilcî de ya bi navê “Kenê Parsek” de tesîra olê xwe daye der. Yanê oldarî desthilatdarî li pênûsa Hesen Qizilcî kiriye. Feqet Hesen Qizilcî bi aweyekî dersjêderxistinî pênûsa xwe hûnandiye, tevlivandiye, ne ku hikumdariya olê pejirandiye, feqet wî bixwaziya û nexwaziya jî pênûsa wî yê di bin bandora mijarên olî, şêxan, began û eşîr û axayan de bimaya, lê belê xwestiye ku gel û civaka wî hişyar be û dersekê jê werbigire.
Hesen Qizilcî bi awayekî îronîk û destpêdanî çîrokên xwe hûnandiye. Mijaran de alvêr û dirav cihekî girîng wergirtiye. Yanê esil hinekî mijar ked û kedxwarîbûn e. Ango kedkarî û kapîtalîzm mijara çîrokan ne. Ji ber ku di vê alvêrê de feîz û deyndayîn heye. Cihê ku feîz û deyndayîn lê hebe li wir kapîtalîzm dibe mijareke sereke.
Hesen Qizilcî di çîrokên xwe de dîalogên di navbera gel û began û axayan diqewimin û qewimîne bi awayekî eşkere di çavên me de rakiriye armanc xwestiye ku gel û civak vê rastiyê bibînin. Bêhna kurdî û kurdayetî tam ji çîrokên Hesen Qizilcî difûrin. Hemû tibhên kurdan, baweriyên ku xwe bi niviştan didin der, çanda wan, folklora wan, cil bergên kurda ên qedexekirî, qur'ana pîroz, begên kurdan û qanûnên dewletê, hesûdî û axatiya wan, xulamtî û evînên wan ên trajîk û qedexekirî, çavbirçitî û dirav hwd.. mijarên ku giş di qesr û qonax û koşkan de diqewimin giş bi awayekî îronîk daye der. Di çîrokan de baweriyên olî û mijarên mîtolojîk serdest in. Ji pirtûkê em li dû çîrokan binêrin em ê kêmzêde mijarên çîrokên Hesen Qizilcî li ber çavên xwe û we raxin.
Di çîroka “Kenê Parsek” de mijar kedkarî ye. Di vê çîrokê de karekterê me Hemereş “karkerekî” zexm û jîr û jêhatî ye, feqet paşê pîr dibe û êdî kes tu qîmet û qedrê nadin wî, di wexta xwe de gelekan bera dû wî didan, lê niha parsektiyê dike ji mecbûrî. Hemereş bi hêza milê xwe dijiya û dihat nasîn îcar niha jî bûye qeşmerên guran yanê divên dema ku seh pîr dibin dibin qeşmerên guran, Hemereş bûye qeşmerên ber devên herkesî. Mînakek ji çîrokê “Tu karkerekî baş î. Ha wext e ku tu li ser karê min bimrî û kefen û mefenê te jî bikeve stûyê min û gorkolan û veşartina te jî bimîne ser milê min.” (rp,19) Herkes jê re dibêjin here parsektiyê ji xwe re bike lê Hemereş dibêje ez naxwazim parsektiyê bikim, dixwazim kar bikim. Feqet talî mecbûr dimîne û parsektiyê dike. Lê belê dema ku parsektiyê dike kezaba wî dişewite, raboriya wî tê bîra wî û diqehire. Di vê çîrokê de esil mijar heqî û neheqî ye. Mijar edaleta însên an jî edaleta jiyanê li bêjing zemên dixîne. Berjewendî di vê çîrokê de heye, di wexta xwe de herkesî bera dû hemereş didan niha jî tu kes jî li wecê wî nameyzîne. Rastiya jiyanê li mêzînê ketiye, Hemereş nû li xwe hayê dibe, nû ve fêrî jiyana rasteqîn dibe, mîna ku li dîwarekî biqewime wisa pêrgî rastiya jiyanê dibe.
Ji Çîroka “Nivişta Amîne Xan” jî çîrokek mîtosîk e mînakin ji çîrokê:
"Xwedê jê razî be, ji bo kar û barê xelkê gelek jêhatî, zîrek û xêrwaz bû, ji dia û selewatan, ji nivişt û efsûnan, ji destgirtin û falgirtin, ji kel û pel, şîfa û derman, misilman bê beş nedikirin"(rp, 75)
Reşîd: “Ma ez tiştekî ji te venaşêrim! Ez ji keçekê hez dikim, lê dikim û nakim bersiva min nade. Heger tu niviştekê ji min re çêbikî û ji min re bînî rê, tu çi bixwazî ezê bidim te” (rp, 80) Di vê çîrokê de nivişta Amîne Xanê nivişteke efsûnî ye, totemî, anîmîstîk û tabûyî ye. Nivişteke sêrbazî ye. Yanê dema ku kesek ji niviştekê bawer bikin tiştên ku dixwazin pêk tên. Esil ya di vir de girîng “nivişt e” di vê çîrokê de rola niviştê roleke mîtosîk û totemîk e. Heman demê de roleke civakî jî werdigire. Halbûkî bawerî bi hin tiştên din ve girêdayî ye. Feqet mirov qels in û xwe bi tiştên qels ve girê didin. Tiştên dijwar bi zehmet in. Dema ku mirov baweriya xwe bi nivişt û miviştan ve girê bidin qelsiya mirovî derdixîne holê. Ji ber ku mirov qels e, ji bo hezkiriya xwe berê xwe bi nivişta vekiriye, belkî jî ji neçarî êdî baweriya xwe bi niviştan aniye. Wateya niviştê bi gelek awayî tê bikaranîn, hin kes ji bo tirsê, hin kes ji bo nezerê, hin kes ji bo çavnokiyê bikartîne. Yanê nava gel û civakê de rola niviştê efsûnîk û sêrbazî ye. Loma nivişt tiştekî mîtosîk e, û ji afirandina fikrên însên welidî ye. Yanê esil hem xapandinek e, hem jî realîtek e. Bi baweriya mirov ve girêdayî ye. Loma jî Hesen Qizilcî piranî çîrokên xwe li ser bawermendiyê nivîsandiye, û bi saya niviştekê baweriya civakekê û gelekî derxistiye holê. Karektera me Amîne Xan di vir de roleke efsûnî hilgirtiye ser milê xwe. Ew bi saya niviştan dikare xwestekên gelekan bi cî bîne. Amîne xanim qehremaneke mîtosîk e. Ya ku ew kiriye qehreman jî însan bi xwe ye. Her tişt hinekî bi baweriyê û nebaweriyê ve girêdayî ye. Esil nivişt di vê çîrokê de totem e û veguhezîye tabûyan. Ji ber ku di totemê de baweriya oldarî û bireserî heye. Biresereke çêkirî dibe ku bibe totemeke baweriyê loma jî nivişt totemek e. Heman demê de anemîzm e. “Anenemîzm bi wateya xwe ya bi kurtasî têgehên ku bi teoriya(bîrdozî)rih ve girêdayîne. Bi wateya xwe ya berfirehî jî piranî teoriya rihên jîndar e. Anîmîzm vêga ne olek e, feqet paşê dê bibe sedema şertên welidandina ewilî ya olê. Xuyaye ku damezirandina mîtosan(efsaneyan) li ser bingeha anîmîzmê ye.
Li gor fikra E.B. Tylor sêrbazî wiha ye: “Têkiliyeke ku di hiş de dameziriye mirov wekî rasteqîniyeke ferzkirî fêm bike. Anîmîzm fikreke pergalî ye, bi bûyerekê tenê nayê ravekirin*. Bi kurtasî mirov dikare bêje animîzm, zindîkirina tiştên ku li xwezayê bêrih in. Yanê anîmîzm rihkirina bireserên xwazayê ye, zîndîkirina bireserên xwezayê ye. Wekî Tylor jî dibêje, sêrbazî di hundirê hiş de tiştekî ne rasteqînî ye, feqet mirov wê sêrbaziyê mîna ku tiştekî rasteqîn e fêm dike an jî ferz dike, halbûkî xapandineke û îlîzyonîzmeke sêrbazî, loma jî bingeha niviştê xwe dispêre dîwarê totem û sêrbazî û tabûyan. Ji ber ku bira jî ew ê bi saya niviştê xwe bigihêje hezkiriya xwe... “Totem her daîm biresereke komikî ye, vana piranî ya çeşnekî heywên e, ya jî çeşnekî nebata ye car caran jî bireserên bêrih ên xwezayê ne û pirî kêm jî bireserên çêkirîn e. Totemîzm bi qasî civakî ye, ew qasî jî pergaleke olî ye.**”
Helbet cureyên toteman pir in, 1).Totemên pergalên qebîleyî, 2).Totemên zayendî û 3).Totemên şexsî hene. Çîroka me piranî bi totema yekemîn ve girêdayî ye. Ji ber ku totemeke civakî û çandî ye, zû bi zû ji nav civakê dernayê. Çîroka me çîrokek totemîk, anîmîstîk û sêrbazîk e. Ya ku vê metaforê tîne cî jî metafora baweriyê û olê nivişt e. Belê nivişt di nav gel de gelekî bi bandor e. Gelek civak û gel jê bawer dikin û wekî totemekê dipejirîne. Ji xwe di çîrokên Hesen Qizilcî de piranî behsa began, axayan, hecî û sofîyan dike, ji xwe di nava gel de vana giş êdî bûne totem û tabû heta ku rojekê ji kok ve bişikên, feqet her diçe van totem û tabûyan dişkên û hildiweşin. Hesen Qizilcî behsa totem û tabûyên heyama xwe kiriye di çîrokên xwe de û xwestiye em dersê jê derînin. Feqet hîna jî van totem û tabûyan didomin di heyama me de , bi şêwaz û teknîkeke modern didome mixabin!
*) Totem û Tabû, Sigmund Freûd, weşan Sayfa