Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik vediguhere gellek tiştan. Welat Dilken di kurahiya dil û hişê xwe de digevize, mîna ku ecacokek li binhişî û derhişiya wî rabûbe, hemû tiştên ku di binhişî û derhişiya wî de lihevkombûne rijiyaye ser kaxizeke spî û bozik. Romanûs, di derûniyeke melankolîk de dinale, digere feqet li çi digere ne diyar e. Ji ber vê ne diyarbûnê tim û tim di ger û gêrekê de diwarqile û asê dimîne. Romanûs, karektereke bi navê ‘’Reşê’’ ji xwe re afirandiye. Reşê carinan vediguhere rengekî, carinan vediguhere eşqekê, carinan vediguhere dêyekê, carinan vediguhere hevalekî, carinan vediguherî xweşkekê, carinan vediguhere welatekî, welhasil reşê gellek caran diguhere û vediguheze gellek tiştan. Romanûs mîna şîzofrenekî tevliviyaye, ji xwe re karektereke xeyalî afirandiye û bi saya vê karektera xwe ya xeyalî kul û derdê xwe verdişîne. Yanê bi şêwazeke monologwarî ji xwe ra êş û kulên xwe vedibêje. Romanûs bi xwexwe diaxive, feqet ji bo ku bixwe xwe biaxive mecbûr e ku ji xwe re karekterekî/ê welew kirdeyekê/î an jî bireserekê/î biafirîne, loma jî ji xwe re karekterek afirandiye û bi wê re ketiye galegal û gengeşiyan… carinan reşê dibe hevjîna wî û dibe xwedî zarok ango carinan vediguhere bavekî romanûs û navê xwe jî mîna Dîno datîne. Di axaftinê xwe de romanûs li ser têkiliyên mirovan û xwezayê gellekî rawestiyaye. Mirovan xetere dibîne, ji ber ku mirov xwezayê ji xwe re dikin alavên şerr û alavên dijminatiyê. Loma jî Rexneyekê dikutîne zanistiyê, dibêje ji ber ku mirov zanistiyê jî mîna xwezayê weke alaveke taloke bikartîne ango mirov bi destên xwe bi pêşve dikevin û bi destên xwe jî pêşveçûna xwe bi awayekî nebaş dihilweşîne. Halbûkî divê mirov pêşketina xwe ji bo tiştên baş û di rêya başiyê de bikarbîne, loma jî romanûs ji zanistiyê û ji pêşketinê diqehire neku ji zanistiyê hez nake, esil ji ber ku bi şêwazeke xerab tê bikaranîn loma gilî û gazinên xwe dike… Bi gotineke qut û girover em bi destên xwe çê dikin û em bi destên xwe jî xera dikin. Zanistiya me jî heta vî cihî ye.
Roman ji gelek şevan pêk tê, her şevek ji şeva din bêtirîn melankolîk dibore. Destên şevê û şevan mîna groteskan di stûyê romanûs de ye her şev. Taliya talî roman ji deh şevan pêk tê, heke romanûs şevên xwe berdewam bikira ez bawer im ew ê heman şevên xwe dubare bikira, yanê ew ê heman şêvên xwe yên lîrîtîk bidomanda loma jî bi “Şeva Dawî” ne-qedandiye, feqet ne şevên wî qediyane ne jî rihê wî yê serhêldir qediyaye, beravajî wê şêvên wî lê giran û zêdebûne, çûye û hatiye li xwe vegeriyaye, li xwe û tenêbûn û rewşa xwe ya derûnî, li xwe û li siya xwe, li xwe û şevên xwe yên dirêj û yên abadîn vegeriyaye. Romanûs li dîwêr diqewime, dîwar jî li romanûs diqewime feqet romanûs diêşe lê dîwar naêş e… Di vê romanê de û di hundirê şevan de ya girîng “Têgeha Reş’ê”ye, ji ber ku hemû şev li derdora reşê dibore û dizivire û dîsa tê li reşê û li reşayakê diqewime, jixwe kana romanê jî (Reş)’ê ye. Her tişt li derdora Reş’ê tê hûnandin. Reş, rengekî reşbîn e. Rengekî abadîn e. Reş, rengekî tirsê di xwe de vedihewîne, reş rengekî nixumandinê ye, rengekî parêzbûnê ye, heman demê de cîdîyetê dinimîne. Feqet, heman demê de rengê me’y reş karekterê me’y romanê ye jî. Vebêjvan bi saya karekterê xwe diaxive, ger tu karekterî wî ji holê rake, tu gotinên vebêjvan ew ê nemîne an jî ew ê bimîne gelo? Îcar gelo çima karaktereke Reş’ê welew çima rengekî reş? Gelo romanûs çi vedişêre, dixaweze çi binixumîne welew dixwaze çi veşêre bi saya reşbûnê? Vana giş bi serê xwe divê bên bersivandin, welew bersivên wan bê dîtin… helbet reşbûn tenê nayê van wateyan, wateyeke wê’y dinê jî reşbînî û melankolîzm e. Ez bawerim di ruhê her hunermend, romanûs, wêjevan hwd de reşbînî û melankolîzm heye. Feqet di gellên bindest de reşbînî û melankolîzm bêtirîn heye. Loma em ji melankolîzmê û ji reşbîniyê hez dikin romanên me jî hinekî xwe liser vî esasî dibilindîne. Welat Dilken jî romana xwe hinekî li ser vî esasî bilind kiriye. Îcar, ji ber ku romanûsê me helbestvan e, loma jî melankolîzma wî hinekî din jî zêde ye. Jixwe roman di tama helbestê de hatiye nivîsandin, em dikarin mînakekê jî ji romanê bidin:
“Guhên min ji hesreta dengê te ker bûn. Zimanê min lal bû. Mêraniya min xwe xesand û pûç bû. Dilê min bû zeviya hestên virnîmayî û fetisî. Lêv û zimanê min eta qirikê ji tîna te re bû çolistanekê ji tîna re fetisî. Di kefa destên min de strî şîn hatin.’’(rp-149)
Mînakên wilo di romanê de gelek hene loma romanûsê me xwe destnîşan û radest dike ku helbestvan e. Feqet nivîskar di vê beşa xwe de bi awayekî tîn û birçî dilê xwe û mejiyê xwe ji me re verdişîne. Bifikirin ‘’çolbûn’’ tiştekî çawa ye, bifikirin ‘’lalbûn’’ tiştekî çawa ye, bifikirin ‘’kerbûn’’ tiştekî çawa ye û bifikirin ‘’strî’’ tiştekî çawa ye. Bi gotineke kin, romanûs bi şêwazeke kur ve dinale û vedibêje her şev, ne tenê şevekê, her şev dinale, şeva dawî esil neqediyaye û didome, hîna dawiya şeva dawiyê nehatiye, tenê şevek dawî heye ew jî mirin e. Loma jî şeva dawî neqediyaye û herûher berdewam e. Têgehên ku min ji beşa jorîn girtine ez bawerim tev êşê, birçîbûnê û elemê di xwe de dihebîne, em piçekî li ser van têgehan rawestin. Strî: Piçek dixuye feqet êşa wê giran e. Çolbûn: Têgeheke ji her tiştî mehrûmbûnê ye. Êşeke herî mezin dihundirîne. Ji ber ku çolbûn tîbûn e, birçîbûne, rûtbûne û mirin e. Kerbûn: bêdengbûn e, bifikirin ku mirov dengên tu tiştî nebihîze, ji hêlekê ve hefs e, ji hêlkê ve jî hizûr e, taliya talî ew jî êşek e. Lalbûn: Bifikirin ku hûn lal in, ji mirinê xerabtir e. Ji ber ku tiştên mirov dixwazin bibêje û vebêje ew ê ne ewqas hêsan be. Loma lalbûn jî bi qasî kerrbûnê him hefsek e, him jî hizûrek e. Heke em hûrhûr li ser van têgehan û vê beşê bihizirin ez bawerim emê gellek û gellek tiştên din jî li ser binivîsîne û birêsîne. Heta heta mirov dikare bêje çavkaniya romanê û bingeha romanê xwe li ser van têgehan ava dikin. Helbet roman giş ji van têgehan neafirîne…
Karakterê romanê Dîno û Reş’ê ye. Di şeva dawî de xatirxwestinek hebe jî şev bi dawî nebûye, her tim şevên wî mîna gerînekekê gêr û gindêrbûye. Dîno esil romanûs dinimîne, reşê jî her tiştî temsîl dike di çav û hişê nivîskar de, loma jî reşê cih û warê wê’y westar tune ye. Feqet hemû şev bêhizur û bi êş dibore, esil ev êş û bêhizûrbûn ya nivîskar bixwe ye. Bihizuriya hundirîn, bêhizuriya derveyîn teyisîye hundirîn, reşbîniya derveyîn teyisiyî hundirîn…. Hemû êş û şevên reş û tarî, heyîn, reşbînî û bêhizûrî di hundir de kombûne û paşê verşiya ye ser kaxizeke spî û bozik… Welhasil Welat Dilken mîna kundên şeva şev jimartine, hiziriye û rêsaye feqet ne şevên dawîyê û ne jî şeva dawî qediyaye…
Kodên romanê: Reş, êş, şev, birçîbûn, tîbûn…
Birçîbûna her tiştî di romanê de heye.
Tîbûna her tiştî di romanê de heye.
Êşên her tiştî di romanê de heye.
Heyîneke bêhizûr e Şewa Dawiyê…