• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Ên Din
    • Dinya
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Xêz
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 1.11.2015: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Çorê ARDA / BÊWATE
Çorê ARDA / BÊWATE

Çorê ARDA / BÊWATE

core_1979@hotmail.com

  coranizm

  profile.php?id=100008972593661

Di romana ‘Xaniyên Þîn’ de karakterên têkçûyî

Dîrok : 09 11 2019

Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û Binevþê ye, malbata duyemîn jî malbata Sêvdîn û  Menîconê ye. Wesîlayê jî Cîranê malbata Cembelî û Binevþê ye. Du kurên malbata Cembelî û Binevþê hene, navê kurên wan yê lawik Tajdîn e, navê keça wan jî Norîn e. Malbata Sêvdîn û Menîconê de gede hene an jî tune ne ne diyar e. Xumamî maye. Wesîlayê û Binevþê di romanê de dostên hev du, hesthevparên hev du û cîranên hev du ne.

Karaktera me Wesîlayê karektereke zehîf e, tim û tim bi gazin û êþkêþ dixuye, derdê wê tim heye, tim bi xemgîn e, lê belê em di romanê de bi awayekî eþkere derdê wê fêm dikin ku lawê wê  tevlî þervanan bûye û tim bi hêvî ye ku di devê deriyê hewþê de lawê wê xuya bibe, lê tu agahiyê jê wernagire. Loma jî tim tim bi hestiyar û xemgîn e. Wesîlayê û Binevþê car caran tên ba hevdu, derd û kulên xwe ji hev re verdiþînin. 

Di romanê de hevsera Sêvdîn ango Menîconê miriye, lê belê di derheqê mirina wê de agahî tune ye. Feqet Sêvdîn ji berê de ji Binevþê hez dike, lê belê Binevþê haya wê ji vê rewþê tune bûye, an jî bi qasî ku xwe bikuje û xwe daliqîne haya wê jê tune bûye. Helbet Sêvdîn paþê xwe dadiliqîne, dema ku zewiciye û jina wî dimire bi þûn de xwe dadiliqîne. Ev herdu malbat ji ber zilm û zordariyê koçî Amedê kirine, ji gundê xwe bar kirine û hatine Amedê niþtecih bûne. Malbatek li Baglarê niþtecih dibe, malbata din jî li Sûrê niþtecih dibe. Herdu malbat ji ber dewletê ji gundê xwe barkirine, ji ber deshilatdariyê neçar mane û koçkirine. 

Mijara romana me, piranî li ser malbata Cembelî û Binevþê rawestiyaye. Cembelî li bazarê fêkiyan difiroþe, lê belê debara xwe tam nikarin bi cî bînin loma jî ji hêla aborî ve rewþa wan ne pir baþ e, dijwariyê dikêþin. Yanê di rewþeke dijwar de dijîn. Cembelî karekterekî tevlîhev e, li dijber hevsera xwe Binevþê, bi dirustayî tevnalive, hin tiþtan jê vediþêre, dikeve nakokiyan, divê gelo ez ji Binevþê hez dikim an na? Di nakokiyan û di dudiliyan de dijî. 

Mînakek ji romanê: “Binevþ li ba min e. Ji min hez dike. Gelo ez jê hez dikim? Belê ez jî jê hez dikim. Lê min ew xapand. Min berê xwe da sing û berê Aynûrê.” (Rp, 72)

Em dibînin ku Cembelî di nakokiya de ye, lê belê ji bo çi diçe kerxaneyê û bi Aynûrê re dikeve þehwetê gelo? Sedem nehezkirin e, an jî sedem  þehwet e, azwerî ye? Çi ye gelo? An jî jin wekî bireserê dibîne, welew nivîskar xwestiye bi saya mejiyê Cembelî em nêrînên mêran ên li hember jinan bibînin. Welhasil mehê carekê Cembelî bi awayekî dizî diçe kerxaneyê ba Aynûrê. Ji ber vê sedemê rih û mejiyê Cembelî tevlîhev e. Him  divê ez hez dikim û hem jî diçe cem Aynûrê, di rewþeke paradoksal de ye karekterê me. Esil di navbera du jiyana de tê eciqandin. Di rewþek biyanî de dijî, car caran xwe biyanî hîs dike, em  vê biyanîbûnê û tenêbûnê ji rewþa wî ya derûnî û ji axaftinên wî fêm dikin. Loma jî dikeve þikan, divê gelo ez ji Binevþê hez dikim  an na? Heke ez hezkiriyê wê bim  îcar çima ez diçim cem Aynûrê? Cembelî karekterekî rihtevlihev û hestevlihev e. Karekterîkî nakok û bêbiryar e. Binevþê jî karektereke derûnîk e. Lê karekterek hîna saxlem  e li gor Cembelî. 

Binevþê rojekê li sûkê li Sêvdîn rast tê, gelekî pev re nîqaþê dikin. Sêvdîn behsa xwe ya gund û dema ku ji wê hez dikir dike heta Sêvdîn xwe nagire dibêje ez aniha jî ji te hez dikim. Min tu ji bîr nekiriye. Binevþê ecebmayî dimîne, Binevþê pirsa hevsera wî dike, Sêvdîn dibê hevsera min rehmet kiriye. Divê ez tenê me, ez û dîwar em li hev mêze dikin, wiha didome nîqaþa wan, Binevþê divê ez wî vexwînim gelo? Lê belê di dudiliyê de dimîne heke ez wî vexwînim  ez ê ji Cembelî re bêjim çi? Welhasil her du jî diçin malên xwe, lê haya Cembelî ji Sêvdîn hebû, berî Binevþê ew zûde pêrgî Sêvdîn hatibû û gotibû silavên min li Binevþê bike. Lê belê Cembelî qet behsa wî ji Binevþê re nekiribû, her duyan jî rastiyek ji hev veþartibû. Çima? Îcar ji ber hezkirinê her duyan ev rewþ ji hev veþartibûn an jî ji ber hesûdiyê ji hev veþartibûn gelo? Ma hesûdî eþq e? Taliya talî her du karekterên me jî ji ber “tirsê” ji hev re rastî venegotine. Her du jî pêrgî Sêvdîn tên lê her du jî ji hev vediþêrin. Sedem “tirs” e, welew wisa dixuye. An jî windakirin û hesûdî ye. Madem hezkirin be, îcar bo çi Cembelî diçe cem  Aynûrê kêfê û þehwetê diqewimîne. A Cembelî ne eþq û hezkirin e, a Cembelî hesûdî ye, ne tirs e jî, lê a Binevþê tenê tirs e, hezkirina Binevþê resen e, lê ya Cembelî nediyar e, mirov bi þikdar lê dinêre, hesûdiya Cembelî hesûdiyeke çewt e, divê ji bilî min û ne tu kes, divê ji hêlkê ve jî ez ê li kêfa xwe binêrim, nikare bi eza xwe, eza wî desthilatdariyê li wî dike, loma hesûdiyeke desthilatdar dimeþîne der-bin-hiþiya wî, loma dudilî û nakok dijî. 

Îcar em  werin ser kurên wan, Tajdîn mamosteya wekîltiyê dike, Norîn jî beþa derûniyê qedandiye. Tajdîn ji Nazanê hez dike, lê tenê di hezkirinê de dimîne. Norîn jî li hemberî mala wan dikaneke heye û yek li wir pirtûkê dixwîne, ew jî di pacê de lê dinêre meraq dike divê gelo  çi dixwîne, gelek caran ev rewþ didome, heta di xewna xwe de bi wî re radizê, di xewna xwe de lê dinêre xwîn ji navrana wê de tê-diherike. Di vê derûniyê de bi xwe dihese. Dêya wê dibêje were xwarinê bixwe. Lê di romanê de ew kes navê wî Qutas e, beþa edebiyatê qedandiye, welew wisa dixuye. Di dema zaningehê de hevalên hev in, rojekê Norîn tê girtin û Qutas jî diçe çiya, çîrok wisa didome. Feqet di romanê de Norîn di xeyalên xwe de dijî, karektereke xeyalperest e. Rastî û xeyal carinan li nav hev dikevin loma jî carinan mirov dibêje kesê ku pirtûk dixwend û Qutas heman kes bû gelo? Ji ber ku Norîn aþiqî kesê ku pirtûk dixwend bûbû, her carê dihat ber pacê û li hemû tevgerên wî dimeyzand. Norîn jî karektereke tevlihev û derûnîk e. Tajdîn jî kêmzêde karekterekî wisa ye, bi malbatî karekterên derûnîkîn. Lê ji her çar karekterên me jî ji terefê nivîskar ve bi awayekî wekhevî rol û nirx daye wan, yanê nivîskar bi awayekî edaletî rol daye karekterên xwe, lê dîsa jî ê ku rola wî herî kêm Tajdîn bû, ên herî xwedî roldar jî Norîn û Binevþê, Cembelî bûn taliya talî hemû karekterên me rihên wan, hiþ û aqilên wan û hestên wan giþ tevlîhev bûn. Çar karekterên derûnîk û serketî bûn, belê karekterên me têkçûyîbûn lê hûnandina karekteran û têkçûyîna hûnandina wan serketî hatibûn lîstin. Mijar jî serketîbûn, mijar ne tevlihev bû, lê belê karakterên me rih û mejiyên wan tevlihev bûn. 

Ji bo fêmkirinê ne romaneke dijwar e. Herkes dikare bi rehetî bixwîne û fêm bike, romaneke herikbar e. Mirov miraq dike encama romanê û dawiya romanê, ango meraqê bi mirov re çêdike, ji ber vê miraqê ji xwe roman herikbar e. Ji ber derûniya karakteran û mijara romanê jî roman herikbar e. Mijar desthilatdarî ye, koçkirin e, ji cih warên xwe dûrketine, mijar biyanîbûna rih û dirûvekî din e, niþtecihîbûna warekî din e. Mijar têkiliyên eþqê, têkiliyên di navbera hevserane, mijar feqîrî ye, mijar dijwarbûna jiyîna bajara ye. Yanê piþtî malbatên ku ji gundên  xwe hatin koçkirin, ew malbatan heta demek dirêj xwe biyanî hîs dikin, xwe aîdî wî cihî nabînin. Loma jî tesîra biyanîbûnê desthilatdarî li karakteran kiriye. Li gund desthilatdara desthilatî li karekteran kiriye, li bajêr jî biyanîbûnê desthilatî li karakteran kiriye. Tiþtekî gelekî dijwar e koçkirin û biyanîbûn.

Encam: 

Mijar: Koçkirin, biyanîbûn, desthilatdarî, sadiqbûn û hwd

Þêwaz: Hinekî romantîk, hinekî lîrîk, hinekî jî melankolîk lê di esasê þêwazê û mijarê de bûyerên rasteqîn ên diqewimin û ên qewimîne hatiye hûnandin û hwd


Çorê ARDA / BÊWATE

Hemû Nivîsên Çorê ARDA / BÊWATE

Hûn dikarin li van jî binêrin

Di hefteya Mafên Mirovan de li 4 bajaran nîþandayîna fîlman

Di hefteya Mafên Mirovan de li 4...

07 12 2019

Ji partiyên kurd gavek ji bo yekîtiya neteweyî

Ji partiyên kurd gavek ji bo yekîtiya...

07 12 2019

Vê þemiyê li 5 bajaran 5 çalakî

Vê þemiyê li 5 bajaran 5 çalakî

06 12 2019

Ji bo 'Firîna Bi Baskên Þikestî' çalakiya îmzeyê

Ji bo 'Firîna Bi Baskên Þikestî'...

06 12 2019

Nûçeyên nû

Di hefteya Mafên Mirovan de li 4 bajaran nîþandayîna fîlman

Di hefteya Mafên Mirovan de li 4 bajaran nîþandayîna fîlman

07 12 2019

Ji partiyên kurd gavek ji bo yekîtiya neteweyî

Ji partiyên kurd gavek ji bo yekîtiya neteweyî

07 12 2019

Vê þemiyê li 5 bajaran 5 çalakî

Vê þemiyê li 5 bajaran 5 çalakî

06 12 2019

Ji bo 'Firîna Bi Baskên Þikestî' çalakiya îmzeyê

Ji bo 'Firîna Bi Baskên Þikestî' çalakiya îmzeyê

06 12 2019

'Gorulmuþtur' ji Yewnanistanê bi du xelatan vegeriya

'Gorulmuþtur' ji Yewnanistanê bi du xelatan vegeriya

05 12 2019

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN / QAD

Kurd li Pêþangeha Pirtûkan a Frankfurtê ji ya xwe nayên xwarê!

Zekî OZMEN / QAD

Cemîl Andok / Dewey Ma

Xwezûr û Bûke

Cemîl Andok / Dewey Ma

Çorê ARDA / BÊWATE

Þevên metaforîk û reþik

Çorê ARDA / BÊWATE

Çorê ARDA / BÊWATE

Di romana ‘Xaniyên Þîn’ de karakterên têkçûyî

Çorê ARDA / BÊWATE

Cîhan ROJ / KURSÎ

“Arjen” û Arjen Arî

Cîhan ROJ / KURSÎ

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz / Diyarê Me
  • Helîm YÛSIV / SÊYEMÎN GAV
  • Cemîl Andok / Dewey Ma
  • Çorê ARDA / BÊWATE
  • Þêxo Fîlîk / ROJA NEHÞEMÎ
  • Cîhan ROJ / KURSÎ
  • Zekî OZMEN / QAD
  • Welat Dilken / Siya Pênûsê
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • yeqîn h. / êvara biyan
  • Bedran DERE / Piþt Perdeyê
  • Omer Dilsoz / ROJGAR
  • Krîstîn Ozbey / BEROÞ
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Dinya
    • Xêz
    • Foto-Nûçe

 

    • Foto-Nûçe
    • Portreya Mehê
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2019 Diyarname