• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Ên Din
    • Dinya
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Xêz
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 1.11.2015: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Zekî OZMEN / QAD
Zekî OZMEN / QAD

Zekî OZMEN / QAD

zekiozmen@hotmail.com

  Zeki_Ozmen1

  zeki.ozmen1

Skylinesê ez bêxew hiþtim

Dîrok : 03 10 2019

Cara ewilî ye ku min rêzefîlmekî bê navber û ji sêrî heta binî li pey hev temaþe kir. Wext di ber re wekî avê herikî. Her çiqas min niyet bû her þev li beþekî temaþe bikim lê min hew dît hemû beþên rêzefîlmê qediyane û bûye sibeh.

Rêzefîlma alman "Skylines" ku van rojan li ser Netflixê hate weþandin bi taybetî li Almanyayê dengekî bilind veda. Ji senaryoya wê bigirin heta performansa karekteran û aliyê wê yê teknîkî ji hêla medyaya alman a sereke ve gelekî hate þîrovekirin pesinandin.

Rêzefîlm ji senaryoyeke derbarê rapvan û hîphopvanan a krîmînalî, xiyanet û madiyetê pêk tê. Fîlm ji sêrî heta binî bi stranên rap û hiphopê xemilî ye. Dîmenên xweþ ên ka straneke hip hopê çawa çêdibe, muzîka wê li studyoyan bi çi awayî tê tomarkirin gelekî balkêþ in.

Hewla berbiçavkirina xeyala ciwanan a mezinbûna di nava cîhana hip hopê de, þer, pevçûn û destê mafyayê yê di nava vê pîþesaziyê de bi awayekî serkeftî li ber çavan hatiye raxistin.

Lehengên rêzefîlmî bi piranî karekterên kurd in. Ne tenê karekterên muzîkvanan, her wiha karekterên piraniya kesên bi karên krîmînalî jî dirabin kurd in.

Hilbijartina karekterên kurd ne bi tesadufî ye, ji ber di hip hopa almanî de bi salan e muzîkvanên esilkurd ên wekî Azad, Xatar, Haftbefehl, Kurdo û gelekê din serkêþên vê pîþesaziyê ne.

Derhênera her sê beþên dawiyê ya Skylinesê jî Soleen Yusef a ku bi eslê xwe ji Duhokê ye. Wekî wê di hevpeyvîneke xwe de gotibû, wê rihê xwe yê kurdî jî tevlî rêzefîlmî kiriye.

Di her sê beþên destpêkê de digel ku piraniya karekteran kurd in, hema bêje tiþteke bi kurdî tê de nîn e û car caran gotin û hevokên tirkî hatine bikaranîn. Lê di her sê beþên dawiyê de Soleen Yusef cihê xwe diyar kiriye; hevok û diyalogên bi kurdî, gotinên wekî kurd û Kurdistan li gelek cihan êdî têne dîtin. Di beþa pêncemîn de jî li cihekî muzîka strana Nizamettin Aric a bi navê “Dayê rojek tê“ bi awayekî berbiçav hatiye bikaranîn.

Di rêzefîlmî de siyaset nîn e. Kî çi be ew e. Wekî hemû karekterên din, karekterên kurd jî bêyî vir de wê de, digel baþî û xirabiyên xwe yên heyî, xwe kurd dibînin û wekî kurd didin nasandin. Behsa nifþekî tê kirin ku bûne parçeyekî Almanyayê. Li wir mezin bûne, hevjînên wan û hevalên wan biyanî ne. Muzîka bi almanî çêdikin.

Skylines ku bi piranî li Frankfurtê hatiye kiþandin, ji her hêlî ve hem balkêþ e û hem jî herikbar e. Mirov hem hestiyar dike, hem dikenîne û hem jî kelecanî dike.

Di roja me de li welatên wekî Almanyayê rapvan û hip hopvan îdolên ciwanan e. Bi muzîka wan mezin dibin. Bi rêzefîlmê Skylines wê çavên gelek ciwanên meraqa jiyana rapvan û hiphopvanan dikin vebe. Bi Skylines wê hem ji nêzîk ve bibin þahidê xweþî û hem jî yê nexweþiya ev muzîkvan di nav de ne.

Di dawiyê de ji bîr nekim, Skylines bi sezona yekemîn neqediya, bê sebir li benda sezona duyemîn im...


Zekî OZMEN / QAD

Hemû Nivîsên Zekî OZMEN / QAD

Hûn dikarin li van jî binêrin

Wêje, felsefe û romanên ramanî

Wêje, felsefe û romanên ramanî

10 12 2019

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye,...

09 12 2019

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8 xelatî girotî

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8...

08 12 2019

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

08 12 2019

Nûçeyên nû

Wêje, felsefe û romanên ramanî

Wêje, felsefe û romanên ramanî

10 12 2019

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?

Gelo Baba Tahir ev gotin gotiye, negotiye?

09 12 2019

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8 xelatî girotî

Ewropa de fîlmê 'The Favourite' 8 xelatî girotî

08 12 2019

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

'Mehmet Tunç û Bêkes' hatin qedexekirin

08 12 2019

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

08 12 2019

Nivîsên Nû

Çorê ARDA / BÊWATE

HOSTAYÊ XAPANDINÊ

Çorê ARDA / BÊWATE

Zekî OZMEN / QAD

Kurd li Pêþangeha Pirtûkan a Frankfurtê ji ya xwe nayên xwarê!

Zekî OZMEN / QAD

Cemîl Andok / Dewey Ma

Xwezûr û Bûke

Cemîl Andok / Dewey Ma

Çorê ARDA / BÊWATE

Þevên metaforîk û reþik

Çorê ARDA / BÊWATE

Çorê ARDA / BÊWATE

Di romana ‘Xaniyên Þîn’ de karakterên têkçûyî

Çorê ARDA / BÊWATE

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz / Diyarê Me
  • Helîm YÛSIV / SÊYEMÎN GAV
  • Cemîl Andok / Dewey Ma
  • Çorê ARDA / BÊWATE
  • Þêxo Fîlîk / ROJA NEHÞEMÎ
  • Cîhan ROJ / KURSÎ
  • Zekî OZMEN / QAD
  • Welat Dilken / Siya Pênûsê
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • yeqîn h. / êvara biyan
  • Bedran DERE / Piþt Perdeyê
  • Omer Dilsoz / ROJGAR
  • Krîstîn Ozbey / BEROÞ
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • Dinya
    • Xêz
    • Foto-Nûçe

 

    • Foto-Nûçe
    • Portreya Mehê
    • Aborî
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • NÎQAÞ
    • Çend gotin
    • 24.06.2018: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • Berendam 2015
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2019 Diyarname