Çîrokên Bizdanka Yaqob Tilermenî ji du sehneyan pêk te, sehneya yekemîn sehneyeke vebêjeriyê ye, ya duyemîn jî şanoya lehengên jina ne. Di herdu sehneyan de karekterên jin serdest in him di çîrokan de û him jî di şanoyê de, ji ber ku jin tim êşiyaye û dîtir hatiye dîtin, loma nivîskêr kolan û vekolînên xwe li ser jinê vekolandiye û ve-kolanên xwe veguheztiye çîrok û şanoyên jinan. Şanoyeke êşê ye Pizdank. Feqet di beşa ewil de mirov tama wêjeyê ji çîrokan wernagire, belê ekl û çêjek heye, lê belê ne ekl û tehmek wêjeyî ye, piranî ekl û çêjeke raboriya hin hunermendên stranbêj û hin serlehengên jin ên têkoşêr in. Yanê behsa serlehengên jin ên weke Leyla Qasim, hunermendên dijcivak Meyremxan û Eyşe Şanê dike. Behsa jiyana wan, kurteheyata wan, kurtehunermendiya wan, kurtedijderketina wan a dijber malbat û civakan, behsa dijderkatina Sedam û rejîma Iraqê û êşkenceya li Leyla û hevrêyên wê û darvekirên wê tê kirin. Yanê ji çîrokan bêtir dûxana pirêzeyên zeviyên dîrokê li ba dibin, loma pirtirîn tama raboriya ve-kolandinên hunermend û karekterên serleheng ên jin û çend hebên mêr tên kirin. Belê çîrok ne dûrî vekolandin û dîrokê ye. Feqet çîrok û çîrokbêjî hinekî kurtehevokên bi şikdar û bi wateyî ne. Yanê zêde di kirasê xwe de xeml û xişiran venahewîne. "Poe dibêje Çîrok bi yekbandorê derdikeve holê ango bi yek tesîrê, li gor Bowen çîrok xwe dispêre tîrbûna helbestê û zelalbûnê, li gor Joyce jî çîrok Epîfanîk e, li gor Joyce epîfanî çêkirina tezahûra estetîk û kêliyên derbasdar in, li gor Adrian Hunter çîrok bi hunereke kêmgotinî feqet pirtişt alazkirin e."(*) Lê belê di çîrokên Yaqob de em vê bandorê pirr nabînin. Tenê bandora serlehengên rasteqîn hene, feqet em di çîrokan de vê bandorê û epîfaniyê û kêmgotinên pirtişt alazkirinî nabînin. Lê epîfanî hinekî di şanoyê de hebû. Helbet cûreyên çîrokan pirin, çîrokên, realîst, çîrokên mîtolojîk, çîrokên efsûnî, çîrokên binhişî, çîrokên felsefîk, çîrokên hundîrîn û çìrokên dîrokî û bîrdozì, helbet mirov dikare gelek cûreyên dî jî bidin. Lê belê çîrokê me hinekî dişibe çîrokên dîrokî û ramyarî, helbet sedîsed çîrokên me giş ne wilo ne. Feqet di şano û çîrokên me de pêga mîtosê û realîzmê bi hevdu ra hatibû kelijandin. Îcar ez ê behsa çend çîrokan û şanoya xwe bikim di vê berhemê de.
Çîroka "Namûsê"
Di çîrokê de vebêjer vedibêje, ango kesê sêyem çîrokê vedibêje. Vebêjer behsa şerekî li derve û tirseke hundirîn dike, dêyek ji bo ku pitika xwe biparêze destê xwe datîne ser devê pitika xwe bo ku deng neçe derve an na ew ê bi wan biese. Aha ev trajediyeke herî mezin e. Paceya xwe digre û bo ku dengê pitika wê derneyê, û bo biparêze destê xwe li ser devê pitikê ranake. Dengê guleyan û fîşegan êdî pirr nayên wan. Lê belê ji ber vê tirsê dibe qesasê pitika xwe û xwe. Jixwe lawê wê û hevserê wê tên kuştin. Çîrokeke jiholêrakirina malbatekê ye, loma trajiyeke herî bi bandor e. Ev firtone ye, ecac e, ba û bahoz e û qêrîneke wendayî ye. Çîrokek qêrîneke bêdeng e, feqet bêdengeke di hundir de diteqe û haya kesî/ê jê tuneyî ye. Çîrokek trajîk, grîfîtîk, bi tirs, talok e, têkoşîna hebûn û tûnebûnekê, derûniyeke neçarî û paradoksal e, mirov dikare bêje ev çîrok mîna ku Poe dibêje bi yek tesîr, welew tenê bi bandorekê çîrok dikare derkeve holê. Erê ev çîrok, çîrokek wilo ye.
Çîroka Beravêtî
Çîroka beravêtî çîrokeke ku karekterê wê nivîskar e. Navê nivîskar jî Merdan e. Navê hevala wî Şermîn e. Şermîn hevala wî ya zaningehê ye û hatiye girtin, behsa xwe û çîroka şermînê dike, feqet dema ku dinivîse tim elektrîk diçe û gotinên wî nivîsandiye giş wenda dibe, ji bîr dike tomar bike. Diqehire û herî dawiyê radihêje pênûs û kaxiza xwe dinivîse. di vê çîrokê de mêtingerî serdest e. Ango çîroka bindestiyê hatiye hûnandin mînak ji çîrokê: "Ji dêya wî re gotibû 'Mamo zarokekî baqil e, jîr e, jêhatî ye. Bes, serhişk û delodîn e. Ez çi qasî pê re bi Tirkî diaxivim jî, ew bi Kurmancî li min vedigerîne. Di waneyê de tiliyên xwe dike çeqelîk û radike. Zarokên çav li wî dikevin, dikenin û ew jî wê îşaretê çêdikin'..."(rp, 28) ev lawika lawê şermînê ye û şeş salî ye. Û diçe dibistana zimanê serdestan. Ji ber zimên Mamostê dibistanê ba dêya wî dike û van axivtina ji dêya wî ra dibêje. Dîsa xuya dike mijara me mijareke serdestiyê û bindestiyê ye, her weha mijar ziman e." li gor fikra Saussure, ziman bireserek e, ne cewherek e, feqet nirxek e: Yanê ziman wekhevîbûnek e, têgihiştina nasnameyê ye"(**). Em dibînin ku Saussure zimên weke nasnameyê dibîne, weke nirx û cand û hebûnekê dibîne. "Ziman mirov dikare bişibîne gurzek kaxiz: fikir, pêşrûyê kaxizê ye, deng jî paşrûyê kaxizê ye; eger hûn pêşrûyê kaxizê bibirin, bivênevê hûn paşrûyê kaxizê jî dibirin. Di ziman de jî heman tişt e, ne deng ji fikrê vediqete, ne jî fikir ji deng diqete"(***) Zarok bi saya dengê zimanê xwe zimanê xwe dinase, bi saya tîpên ku ji qirikê dertê dengê zimanê xwe dinase û bi vî hawî mezin dibin, zarok weke hevîr e, hûn çawa bixwazin hûn dikarin dirûvekî bidinê. Loma zarok li hember mamosta xwe nasnameya xwe, zimanê xwe, hebûna xwe destnîşan dike esil dengê xwe destnîşan dike, fikrê xwe destnîşan dike û berî hertiştî zimanê xwe destnîşan dike, esil binyadiya zimanê xwe destnîşan dike feqetmamostê serdest fêm nake û naxwaze fêm bike. Halbûkî zarok di çîrokê de bi hişmendiya deng û zimanê xwe mezinbûye. Esil di vir de nivìskar xwestiye mêtingeriya serdestan berbiçav bike. Loma zarok bi zimanê xwe nasnameya xwe destnîşanî mamosteyê xwe kiriye. Esil di vir de dîsa mijar dîtirbûna zimên û mînor û majorbûna zimên e, têkiliya nasnameya zimanê serdest û zimanê bindest e. Mijar postkolonyalîzm û mêtingerî ye. Feqet Merdan bi xwe vê çîrokê dinivîse, yanê em çîroka ku karekterê me Merdan dinivîse bi devê vebejêr dixwînin. Kesê sêyem çîronivîsandina Merdan ji me ra vedibêje. Çîrokek di hundirê çîrokekê de ducanî bûye. Piraniya çîrokên Yaqob Tilermenî vebêjer axiviye û em jî guhdar dikin, vebêjer kela hundirê xwe, dil û bin-hişê xwe ji me ra vedibêje û ji ber kela hundirê wî em jî dikevin tayên sarûgermî. Di çîrokan de êşa hundirînî û li derveyî, û heyîna hundirînî û li derveyî tê vegotin. Serîrakirinên heyînî ne çîrokên me. Yanê piraniya çîrokan de jin leheng in, mijar jin in, şêwaz serîrakirin û hişyarkirin e, têkiliya bindestiyê û serdestiyê ye. Şêwazeke dîtirbûnê ye, şewaza dîtirbûna jinê û qehremaniya jinê berawirdî hevdu dike. Mekan guherbar e. Yanê mekan carinan binhiş e, carinan jî mekanên rasteqînin. Karekter piranî vebêjer e, kesê sêyem e.
Em li şanoya xwe bimeyzînin.
Di şanoyê de gelek karekter hebûn, navên karekterên me wiha ne:
Di perdeya yekemîn de( Di civanoka yekemîn de):
Dengê Ez(Gulîkhûnayê), dengê Tu(Porgurîşkê)
Zarok-l, Zarok-ll, Naşîn-l, Naşîn-ll, Bûnewer, Evîna, Anons
Civanoka duyemîn de:
Meryemxan, Leyla Qasim, Eyşe Şan, Bastet, Naşîn-l, Naşîn-ll
Perdeya duyemîn( civanoka yekemîn) :
Bûnewer, Evîna, Leyla Qasim, Dengê Hesen Heme Reşîd, Dengê Nerîman Fuad, Dengê Azad Silêman Mîran, Pastar-1, Dengê Serpastar, Dengê Cewad Hemewendî
Civanoka duyem
Dengê Ez, Dengê Tu, Meryemxan, Dengê Hevser, Dengê Yúsif Şemdîn Axa
Civanoka sêyemîn: Eyşe Şan, Bûnewer, Evîna,
Em dibînin ku di hemû perde û civanokan de karekterên me cihê xwe diguherîne, feqet têkiliya hemû karekteran pev re hene, hinek nav jî metafor e, welew weke karekteran an jî vebêjan bikaraniye. Mînakin, Anons, Bûnewer, Evîna hwd... ewqas tevlîhevbûna nav û karekteran şanoyê grîfîtîk û dijwartîk dike. Îcar ewqas tevlîhevbûn û karekterên di nav hevdu de hewce ye an na? Di serê mirov de xumamiyan diafirîne. Taliya talî mijra şanoya me jî jin e, jinên serhêldir in, jinên mîtolojîk in(Bastet), jinên têkçûyî ên ji terefê mêran hatiye eciqandin. Şanoya me behsa raboriya Eyşe Şan, Meryemxan, Leyla Qasim û sê hevalên wê ên mêr dike. Di hemû mijar û şewaza pizdankê li ser raboriya Eyşe Şan, Meryemxan, Leyla Qasim û Jinên Şemiyê û ên din e. Di şanoyê de her çar tên daliqandin yanê, Leyla û rêhevalên wê. Di şanoyê de karekterên weke Ez û Tu hene. DENGÊ EZ Û DENGÊ TU heman kesin, mînak: "EZ û TU bi deng û sîya xwe ligel temaşevanan e."(rp,131) heke ez û tu be divê hevok wisa be" deng û sîyên me" lê wisa negotiye û xwe radestî me kiriye. Gotiye" deng û sîyên xwe" wê çaxê ev yekkes e. Ne du kes in. Welhasil hemû karekter mîna vebêjên hevdu bin. Ango du karekter heman demê de karekterek in. Şêwaza şanoyê dîsa şêwazeke serhildêr û serdestî û bindestî ye. Şêwaza dijderketina jinê berbicavkiriye. Yaqob Tilermenî şanoya hunermendên dijcivak û lehengên têkoşer û ên serhêldêr ber çavên me raxistiye. Çawa ku Rênas Jiyan di Şanoya xwe ya "Di Tuwaletê De "mijara xwe bindestî û serdestî, hûnandibû, Yaqob Tilermenî û "Pandomîna"Berken Bereh jî heman şano hûnandibû. Di şanoyên wan de tenê mijara têkiliya bindestiyê û serdestiyê dişibin hevdu. Helbet şêwaz û teknîk û zimanê wan, mekanên wan û hûnandina mijarên wan ji hevdu cûda ne. Yaqob Tîlermenî, serhêldêrî û hinekî jî hundirînî û derûnî dinivîse, Rênas jiyan pirtirîn epîkwarî û Derûnî, Berken Bereh bêtirîn xwezayî û hundirînî û hinekî jî lîrîk dirêse,loma şêwaza wan ji hev cuda ne. Feqet herkes heman mijarê bi şêwaza xwe dihûnin. Mijara her sê nivîskaran jî postkolonyalîzm, mêtingerî, ziman, nasname, serdestî û bindestî, têkoşeriya hebûn û tunebûnê hwd.
(*) Şu Edebiyat Denen Şey, Andrew Bennett, Nicholas Royle, Notos Kitap
(**) Dil Hapishanesi, Fredrıc Jameson, Yky
(***)Dil Hapishanesi, Fredrıc Jameson, Yky