Nizam qet hatiye serê we jî an an? Te dî, ji nişka ve, her ku tu di nav mij û xemamekê de bêseroşûn bibî. Her ku ew zarokê nava te yê berxê bisko, rêya xwe şaş dike û nizane dê di wê mij û moranê de bi kîjan hêlê ve bilive.
Min digot qey tiştên wiha tenê sawîrên zarokan in. Min digot qey tenê şair û nûser ji bo mubalexa peyva xwe van gotinên hosa li tej û tevna xwe dirêsin. Min digot qey ev tev gotegotên ber dîwaran in û çawa şev bi ser de tê, her kes xwedanê banê xwe ye.
Nizam we qet peyva “dilkutk”, an jî “dilqutk” bihîstiye? Te dî, di vê çerxa nû de ji bo atakên “panîk atakê” dihêt bikarbirin?
Heçî dilqutk e, tu berze dibî. Erê erê, we xelet fam nekir, ji nişkê ve bi serê we tê û hew dibînin eyn mîna zarokekî biçûk û rêwinda li aresa meydanê bi tikî tena serê xwe dimînin. Her der bi mij û xemam e û dilê we mîna her kê singan hilawîstiye. Dinya li ser serê we tara bêjingê ye.
Her ku erd we nahewîne, ezman we ranagire; hûn di navbera erd û ezmên de mîna kelemperên kerengan bi ser ba û bahozan berba dibin. Ne tenê berba, her wiha berbad dibin. Bi hemû lewn û teşnê xwe dinya li ser tê hev û we di qurtekê de dadiqultîne. Pirtepirka dilê we bêhna li we diçikîne.
Min qet ji tiştên wiha bawer nedikir, min her digot, mubalexe ye, pê ve dikin da ku bala mirovî bikêşin ser xwe. Lê ku hat û li te diqewime, hingê tu dibînî ku wisa ye û hem jî hin jê zêdetir.
Gava dilqutka te lêda tu êdî winda yî. Zarok î. Her ku ev demeke dirêj e di xewneke giran de bî û bi carekê de hişyar dibî, xwe li war û zemanekî gelek biyanî dibînî, hesteka wisa tal li te digere. Rûyê mirovan li te nas nayên. Dengedenga wan li te sehm û saw e. Gêj û sergerdan î wê demê. Belkî wê demê çi dem û kêlî nik te namînin. Tu di xilolehiyekê de yî.
Niha bi dilqutk im ez. Sergerdan û rê winda..
Niha dilê min kelemperekî kerengê ye, ba û ba diçe. Hemû rû, hemû deng, hemû reng ji min ve xerîb û sar in. Heta bêhnek dî çi rû û rûbaran jî nabînim, tenê sîtavk û galegal heye. Gîr û xetên rûberan li ber min diçilmisin. Pûç dibin. Niha tenê galegalê dibihîzim. Mîna guveguva ba û bagerê geh radibe geh datîne lê çi peyv ji bo min çi maneyan li xwe nadurîn. Hemû rût û tazî ne. Tenê deng in. Dengên bê kiras, rûyên bê teswîr, û teswîrên bê teşe.. Çi zanim, ya min dilkutk e, xwezî tenê min navê wê bihîstiba û ji mubalexeyên şair û nivîseran bixwendaya.
Niha ez ba û ba diçim.