Ji ber guherîn û rûdanên xwe, sedsala 19'emîn qonaxeke girîng e ji bo dîroka çandî, aborî û polîtîk a dinyayê. Geşedanên pîşesaziyê, pêşketinên zanistî û guherînên sosyopolîtîk berê dinyayê -pê re jî yê edebiyatê- didin hewldan û lêgerînên nû. Ev lêgerîn û hewldan jî dibin sedema destpêka Serdema Modern. Ji sedsala 19'an heta roja me ya îro jî ew lêgerîn her berdewam in.
Wexta ku em bala xwe didin dîroka edebiyatê, wekî encameke van lêgerînên nûxwaz û bi nivîsîna romanên psikolojîk ên ewil ve girêdayî, di destpêka sedsala 20'an de bi navê "herkehiş/flow of consciousness/bilinç akişi" şêwazeke nû ya vegotinê li literatûra edebiyatê zêde dibe. Li gor vê şêwazê; nivîskar bêyî ku mudaxeleyî metnê bike, fikir û ramanên ku di kêlikeke diyarkirî de, di hişê qarekter re derbas dibin, rastûrast radixe ber xwîner (1).
Ji destpêka sedsala 20'an ku metnên ewil ên herkehiş hatin nivîsîn û heta roja me, ji ber ku ji hin aliyan ve dişibin hev, monolog û herkehiş tim li hev hatiye şaş kirin, di şûna hev de hatiye bikaranîn û tew carinan wekî ku her du jî heman tişt in hatiye nirxandin. Cemal Süreya (2) ji wan kesan e ku dibêje herkehiş û monolog heman tişt e. Her çiqas ji hin aliyan ve bişibin hev jî heke em bala bidin metnên ku bi wan şêwazan hatine nivîsîn, sê cudahiyên sereke bi ber çavan dikevin.
- Di metnên monologî de hevoksazî û rêziman bi rêk û pêk e. Ango metnên monologî li gorî qural û qaîdeyên gramerî hatine nivîsîn. Lê di herkehiş de, ji ber ku rêziman, hevoksazî û hwd. li gor hişê qarekter saz bûye, metnên herkehişî nexwestiye xwe bi vê ve dorsînor bike.
- Di monologê de, di navbera hevokan de mantiqeke yekgirtî heye. Ango her hevok, ji hêla mantiqî ve li hevoka berî xwe û ya piştî xwe dinêre. Lê di herkehiş de ev mantiq an tune an jî pir kêm e.
- Di monologê de wekî rêziman xalbendî jî bi rêk û pêk e, lê di herkehiş de çima ku ji herikina hiş re dibe kelem, xalbendî tune an jî ne bi rêk û pêk e.
Berna Moran (3) jî balê dikişine ser van cûdahiyan û wiha lê zêde dike; “Di monologê de siya nivîskar heye. Ango nivîskar carinan di nava metnê de xuya dibe û mûdaxaleyî metnê dike. Lê di herkehiş de sî û tesîra nivîskar nexuyaye.” Cemal Süreya -digel ku van cûdahiyan qebûl dike- hê jî ji ya xwe nayê xwarê. Ji ber ku li gor Süreya cûdahiyên Moran qal dike, cûdahîne ‘çêkirî’ ne. “Lewre” dibêje Süreya “yê ku qarekterê herkehiş diafirîne jî dîsa nivîskar bi xwe ye, her çiqas em bibêjin nivîskar xuya nabe jî dawiya dawîn li pey wî qarekterî jî nivîskarek heye.”
Ji ber ku piraniya nivîskarên ku bi şêwaza herkehiş rabûne bi xwe jî her du şêwaz (monolog û herkehiş) li hev şaş kirine an jî wekî ku heman tişt e qebûl kirine, her sê cûdahiyên li jor nabûne krîterek ji bo cûdakirina van berheman. Lê cûdahiya ku Berna Moran bi taybetî balê dikişîne ser (tunebûna şopa nivîskêr) cûdahiyeke baş e ji bo ji hev veqetandina monolog û herkehişê. Her çiqas gotina Cemal Süreya rast be jî -bi ya min- ewê nebe asteng bo vê cûdahiyê. Lewre ne tenê di metnên herkehişî de, di hemû metnên edebî de li pey wê metnê û li pey qarekterê wê metnê nivîskarek heye. Lê rexnegir û xwînêr bêyî ku li vê binêrin qarekterê berhemê û nivîskarê berhemê ji hev vediqetînin û bi vê pêşqebûlê wê berhemê dixwînin an jî dinirxînin. Ango Behram ne Hesenê Metê bi xwe ye lê qarekterê novela wî ya Gotinên Gunehkar e, Zebercet ne Yusuf Atılgan bi xwe ye lê qarekterê romana wî ya Ana Yurt Oteli ye û Raskolnikov ne Dostoveyski bi xwe ye lê qarekterê romana wî ya Suç ve Ceza ye. Nexwe, ji ‘mûdaxaleya nivîskar’ qest ne qarekterafirandina nivîskar e, bi hevoksaziya xwe ku li hevoksaziya qarekter nake, tevlî metnê bûyîn, berê çîrokê guherîn û hewldana ravekirina hin tiştan e.
Sermeselê çîroka Zirrdilop a Bajar Mîrzeman.4 Ji ber ku nivîskêr mûdaxaleyî metnê kiriye, -li gor referansa Moran- bûye metneke monologî. Di Zirrdilop de qarekterê çîrokê, di derheq evîn û jiyanê de di nava pirsîn û lêpirsînan de ye. Qarekter kî ye, li ku ye, çend salî ye, mekan ku der e qet fikrekî me tune. Tenê xwîner heye û hişê qarekter ku diherike;
“Ji kîjan evînê girêkek nemaye û ew girêk jî di dilekî du zerdik de tirş nebûye? Di devê zuhahiyên qemer de kîjan evînên bazoqe çavên xwe nerijandine û xwe li qetandineke mezeloqî neqelibandiye? Ji bo çi aliyekî dilî bi çûna evînekê re xwe dispêre xewleyan û avê li xwe zelal dike? (…) ”
Ber bi dawiyê ve nivîskar derdikeve û mûdaxeleyî metnê dike; “Îşev dîrok bixwe bû û di nava germahiyeke berrûyî de xwe spartibû xewa wî. (…) Piştî ku li çûna xwe fikirîbû û pê ve li vegera xwe ya nuh jî difikirî. Ma jixwe nuh ji çûnekê nehatibû? Ma wê bi ku de vegeriyaya?..”
Heke çîrok heta dawiyê bi şêwaza paragrafa ewil bidomiya -li gor pîvana ku Boran daniye- wê bibûya mînakeke baş a şêwaza herkehiş. Lê ji ber ku ber bi dawiyê ve nivîskar daxîlî metnê bûye –bêyî ku ji başiya wê tiştek kêm bibe- bûye mînakeke baş a monologê.
Weke edebiyata netewên din di edebiyata me de jî herkehiş/monolog têra xwe nehatiye nîqaşkirin, li ser nehatiye nivîsîn û berhemên bi vê şêwazê zêde nehatine nivîsîn. Yên ku hatine nivîsîn jî him nîşaneyên herkehişê him jî nîşaneyên monologê tê de hene. Her çiqas di vî warî de ez jî li ser fikra Berna Moran bim -ku monolog û herkehiş ji hev vediqetîne- û her çiqas ‘Bêbavî’ li ser vê têgêhiştinê hatibe nivîsîn jî di mînakdayînan de em ê her du şêwazan yek qebûl bikin. Ji ber ku -li jor jî hat gotin- berhemên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn him taybetiyên monologê him jî taybetiyên herkehiş dihewînin. Ew jî me digihîne encameke hewceyî peyitandinê; wer xuya ye nivîskarên kurd ên ku bi vê şêwaze rabûne jî wek Cemal Süreya nêzîkî monolog û herkehiş bûne û li ser vê nêzîktêdayinê berhem nivîsîne.
Di edebiyata me de –biqasî ku min xwendiye- berhemên ku bi şêwaza monolog/herkehiş hatine nivîsîn; Çîroka Dilê Esirî yê Lokman Ayebe5, çîroka Kuça Filan a Mehmet Dicle6, çîroka Zirrdilop a Bajar Mîrzeman, çiroka Tu a Brahîm Ronîzêr7, Beşa I. û Beşa II a pirtûka bi navê Bêexlaq a Kovan Baqî8 û romana wî ya Heteroglossia9, romana Otobês a Ciwanmerd Kulek10 e. Ji ber ku Bêbavî11 (ji aliyê erênî an jî neyînî ve ) wê nebe mijara vê nirxandinê em wê datînin aliyekî û di ser berhemên navborî yên ku bi şêwaza herkehiş/monolog hatine nivîsîn re qala hin taybetiyên herkehiş bikin. Dîsa û dubare; taybetiyên ku emê qal bikin taybetiyên herkehiş in, ne yê monologê ne. Lê ji van berheman hinek bi şêwaza monologê hinek bi şêwaza herkehiş hatine nivîsîn.
Bi geşedan û rûdanên sedsalê ve girêdayî di Serdema Modern de, wek têgeheke sosyolojik ‘takekes/ferdîyet’ ket rojeva raya giştî. Çima ku êdî takekes bûbû sedema balkêşiyê, di berhemên edebî de jî ji bûyerê bêhtir bandora ku wê bûyerê li ser derûniya qarekter kiriye bû navenda wê berhemê. Sermeselê; heke mijara berhemekê şer be, şer na lê bandora wî şerî a li ser qarekter; an jî evîn bi xwe na lê bandora ku evînê li ser qarekter kiriye... Çiroka Lokman Ayebe/Dilê Esirî nimûneyeke baş e ji bo nimandina bandora bûyerê ya ku li ser qarekter dike. Di Dilê Esirî de lehengê çîrokê haziriya xwe kiriye ku here serdana hezkiriya xwe. Hê du saet ji erebeya ku ewê pê here re mane. Lehengê çîrokê jî li malê, li hêviya nêzîkbûna wexta erebeyê ye. Di wê payînê de em dibin şahidê ‘hiş’ê leheng ê bêtebat; “Tebatî nayî min. Bi giştî hew du saet ji çûna min re maye, lê ji min heye ku dem rawestiyaye û derbas nabe. Gelo min firçeya xwe ya diranan xistibû çenteyê xwe? (…) Ew êşên stûyê min jî li min bûn bela. Derman jî lê pere nake. (…) Ez bêriya wê dikim nizam ew jî… hela bê çi hewceyî tijikirina vî çenteyî dikir. (…) Va ye mîrata firçeyan jî tê de ye, ez belasebeb ewqasî şitexilîm. Carekê berî ku ez herim dîtina wê, di çêkirina şîvê de kêr li hundirê kefa destê min ketibû û çar kêl avêtibûn birînê. Wê çaxê ew ji min ketibû şikê. Ji wê hebû ku min biqazî kêr li xwe xistiye. Hela hey min derê çenteyî vekiriye ez vî qazaxî jê derxim. Çiyê ev tiştên zêde ku li xwe dikim bar?”
Lehengê li ber çûyînê, bêsebr û bêtebat e. Ew bêtabatî di dilê wî de bûye sedema erênayê. Lewre bi hestên hezkiriya xwe ne bawer e. Dudiliya hezkiriya wî, bandor li qarekter jî kiriye, ew jî di hiş û tevgerên xwe de dudil e û nizane çi bike. Heke rêya xwe bibîne dil dike ku jê re qala hestên xwe bike lê bi hebûna wê rêyê ne bawer e.
“(…)destevala vegeriyam. (…) wan nêrgizên hanê mala min xira kir! (…) min desteyek nêrgiz dayê, lê gelo wê ji nergizan hez dikir? (…) ji dewsa nergizan min sorgulek dabûyayê wê ne çêtir bûya… r.60-69”
Qarekter diçe ba hezkiriya xwe û vedigere ku ew dudilî û netebatî hê jî pê re ye; bêyî ku bi çavekî derve qala evînê bê kirin û evîndarî bê şayesandin, em tenê ji bandora ku li qarekter kiriye evînê nas dikin. Lewre li gor pêşengên vê şêwazê (Virginia Woolf, William Faulkner, James Joyce) dinyaya kesan a derveyîn dinyayeke derewin î xapînok e. Ji ber ku însan bûnewerekî komplîke ye û bi şayesandina derveyîn em nagihîjin ser qarekterê wan ê heqîqî. Rastiya rastîn di dinyaya wan a hundirîn de veşartî ye. Di Otobêsa Ciwanmerd Kulek de, rêwiyekî bêqert dixwaze li otobêsê siwar bibe û berteka (monologa) ajovanê otobêsê ya li hember vê daxwazê nimûneyeke hêja ye bo şayesendina hundirîn, naskirina qarekter û serwetbûna rastiya rastîn; “evê me yê ku me ew li wî ciyê nerast daxist û em man li bendê, qert pê re tuneye, qaşo nizanibûye, piştî ku siwar bû û em bi rê ketin li xwe hay dibe begê min, dibêje qerta min nîne... Qert nîn be tu jî nîn î, qey famkirina vê, qebulkirina vê ewqasî zehmet e? (…) Îcar ji min dipirse! Na bavo, bi min re çi dike, dûrî min be, ma ez firoşkar im, ma ez bazirgan im, ev otobêsa dewletê ye, ne ya min û te ye (…) ez dikarim di hundirê mala dewletê de qertan bifiroşim, an bêisûlî û gendeliyê bikim? Pergal ev e, rê ev e, xwedê zane ku min pereyê heqrêyekê jê bigirta ji dêvla qertê ve piştî ku daket an wî ye bi xwe li vir û wir qal bikira, an jî li kû derê, kingê biketa qalê wî yê em hemû rûreş û tawanbar bikirana. R. 28”
Çima ku şayesindina derveyîn (fîzîkî) na lê ya hundirîn bûye navend, di berhemên herkehişî de li şûna berbelavbûn û firehbûnê, kûrahî heye. Wek tê zanîn di hemû berhemên edebî de bûyerek heye û ev bûyer hêdî hêdî wek xelekekê dorê li xwe fireh dike û belav dibe. Lê di herkehiş de li şûna wê belavbûn û firehbûnê berbejêrî û kûrahî heye. Ji ber ku di wan metnên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn de zeman ne kronolojîk e. Hemû dem (paşero, îro û sibêro) di îro de civiyaye. Bi piranî hemû çîrok li ser kêlîkekê ava bûye. Sermeselê çîroka Bêexlaq a Kovan Baqî ku ji 21 rûpelan pêk tê, di metroyê de, di demeke pir kin de û bi retorîkeke ne jirêzê diqewime. Ji ber ku ji herikîna hiş re dibe kelem (me li jor gotibû) xalbendî û rêziman tune, bi vê taybetiyê ve girêdayî retorîk serobino ye. Cihê ku em li hêviya bersivekê ne li pirseke din diqelibin, honak li ser ‘girêk-encam’ê saz nebûye, girêk li girêkê zêde dibe, mezin dibe lê me nagihînê tu encamekê.
Baş e, tunebûna xalbendî û rêziman, tunebûna mantiqeke yekgirtî, vê şêwaza ku jixwe dijwar e wê hinekî din zehmettir neke? Tevî van zehmetiyan xwîner wê çima bixwaze van metnan bixwîne? Ya ku vê şêwazê –ku hezkiriyên vê şêwazê jî ne hindik in- li ber dilê xwîner şîrîn dike çi ye? Bersivê dîsa metnên ku bi vê şêwazê hatine nivîsin didin; vegotina resen ku dişibe zimanê helbestê... Yên ku bi vê şêwazê dinivîsin wek şairan bi zimên re di nava şer de ne. Her bi zimên dilîzîn ku peyvek, hêmayek an jî têgeheke nû biafirînin. Ji ber vê taybetiyê, ev şêwaz carinan wekî ‘metnên psikolojik û sosyolojik ku bi zimanekî helbestkî hatiye nivîsin’ tê pênasekirin. Sermesela retorîka ne jirêzê, pêlîstîna zimên, zimanê helbestkî û metna psikolojîk çîroka Bêexlaq a Kovan Baqî nimûneyeke baş e.
Dîsa, tevî ku pêşengên vê şêwazê (Joyce, Woolf, Faulkne) modernist in, modernizmê rexne dikin. Ji ber ku li gor wan, modernizmê her çiqas jiyan hêsantir kiribe û aliyên wê yên erênî hebin jî biqasî wê hêsaniyê dijwarî û biqasî wan erêniyan jî astengî bi xwe re anîne. Ji wan dijwarî û neyîniyan ya ku herî zêde me eleqadar dike; pêşketina kapîtalîzmê û geşedana bajarvaniyê ye. Wek tê zanîn modernizma ku takekes derxist rojevê pê re tenêtiya kesan û ‘bi têra xwe kirin’ jî bi xwe re anî. Ji ber van aliyên modernizmê yên neyînî, li gor Franco Moretti12 kapitalizm bandora xwe bêhtir li ser derûniya kesên bajarî dike û lewma jî li gor Moretti ev teknik bêhtir li qarekterên ku li metropolan dijîn dike. Qad û kolanên mezin û tevlîhev ên metropolan, zêdebûna her cûre tiştî û li hemberî vê dewlemendiyê, dest-tengiyên aborî, di nava qelebalixan de tenêbûn û wendabûn… Li ser vê berewardkirinê Moretti dibêje ‘metropol cihê ku tirs û bendewarî tevlîhev dibe’ ye. Jixwe herkehiş jî ji vê tevlîheviyê dizê.
Josep Warren Beach13 jî balê dikişîne ser heman tevliheviyê û dibêje ‘qarekterên van metnan kesên nexweş î nevrotîk in’. Ev nexweşiya ku Beach qal dike, tevlîheviya ku Moretti qal dike bi xwe ye. Çi ku qarekterên van metnan bi piranî kesên di korerêyan de ne, kesên nerihet, ne aram in. Pirseke wan heye li jiyanê û pirsgirêkeke wan heye bi jiyanê re. “Lewma qarekterên Woolf tim li ber dînbûnê û li ber xwekûştinê ne. Jixwe Bernordê di Dalgalar de û Warren Smithê di Mrs Dalloway de ku berhemên Woolf in, xwe dikûjin. Di Ana Karanina ya Tolstoy de Ana di korerêya eşqeke qedexe de ye. Lewma krîz û kaos li qarekterên Faulkner kêm nabe û dawiya dawî Quentin xwe dikûje. Dîsa Benjê Ses ve Öfke ya Faulkner ku roman bi çavê wî hatiye nivîsîn, zarokekî nevrotîk e.14”
Lê wexta ku em bala xwe didin berhemên kurdî yên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn, qarekterên nevrotîk an jî korerêyên qarekteran ku ji bêhntengiya kapitalizmê û metropalan dizê pir hindik in. Belê jêderka vê şêwazê kaos e û kaos an jî korerêyên qarekterên edebiyata me jî hene. Lê jêderka kaos û korerêyên wan ne nexweşiyên nevrotîk û jiyana metropolî ye. Ji ber rewşa kurdan a sosyo-polîtik qarekterên berhemên edebiyata me ku bi vê şêvazê hatine nivîsin jixwe têra xwe bi kaos in. Ji vî aliyê xwe ve karîgeriya vê şêwazê ya di edebiyata me de ji edebiyatên din vediqete.
Her çiqas edebiyata me ji hêla qarekteran ve reseniya xwe parastiye jî ji aliyê felsefeya vê şêwazê ve ji teqlîtkirina edebiyata netewên din rizgar nebûye. Ji ber ku –wekî ku li jor jî qal vebû- pêşengên vê şêwazê modernist in lê modernîzmê rexne dikin. Rexneya ku ji modernîzmê dest pê kiriye, pê de pê de gêhiştiye asta nîhîlîzmê. Êdî her ku çûye nivîskarên ku bi vê şêwazê rabûne tevî modernîzmê sazî û dezgehên ku modernizmê bi xwe re anîne jî rexne kirine. Ev rexne û redkirin li ba wan bi awayekî xwezayî û li gor diyalektîka jiyanê pêk hatiye. Sermesela diyalektika jiyanê; civakên ku wextekê dermanê dilê xwe di dewletbûnê de didîtin û doza dewletbûnê dikirin, gêhiştin qonaxeke wiha ku êdî li gor wan serhevdeya hemû problemên wan ê takekesî bû dewlet bi xwe. Vê carê dewlet ji wan re bêmane hat û lewma dest pê kirin sazî û dezgehên ku dewletekê pêk tînin rexne kirin. Tevî ku kurd wek netewekî nebûne xwediyê van sazî û dezgeyan, em di piraniya berhemên kurdî yên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn de jî rastî şopa vê rexneyê û redkirina hemû dezgeyên modernîzmê tên. Lê li gor diyalektîkê rexne û rediyet li ser tiştê heyî dibe, ango tiştên heyî tên redkirin. Lewma, heke em reseniya kurdan a sosyo-polîtîk bidin ber çavan –bi ya min- berhemên kurdî ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn li şûna nîhîlîzmê diviyabû xwe bisparta felsefeya hebûnweriyê ku him li şêwaza herkehiş dike him jî sosyopolîtîkaya kurdan dike.
1. Berna Moran, Türk Romanına Eleştirel Bir Bakış, 2002, r. 77
2. Cemal Süreya, Günübirlik, Adam Yayıncılık, 1982, r. 140 (PDF)
3. Berna Moran, b.n.b.
4. Bajar Mîrzeman, Evîntirş, Weşanên Belkî, 2009
5. Lokman Ayebe, Birîn û Ramûsan/ Dilê Esirî, Weşanên Belkî, 2011
6. Mehmet Dicle, Nara/Kuça Filan, Weşanên Avesta, 2010
7. Brahîm Ronîzêr, Korerê/Tu, Weşanên Lîs, 2014
8. Kovan Baqî, Bêexlaq, Weşanên Na, 2012
9. Kovan Baqî, Heteroglossia, Weşanên Ronahî, 2014
10. Ciwanmerd Kulek, Otobês, Weşanên Lîs, 2010
11. Şêxo Fîlîk, Bêbavî, Weşanên Avesta, 2015,
12. Franco Moretti, Modern Epik, Agora Kitaplığı, 2005 (PDF)
13. Moretti, b.n.b.
14. Necip Tosun, Hece Öykü, Hj. 26, 2008
Têbinî: Ez vê nivîsê îthafî 100 xwendevanên ku bang li nivîskaran kiribûn û xwestibûn ew jî pirtûkan binirxînin.