Ez dixwazim vê carê li ser derdê colemêrgiyan hin tiştan bidim ber pirs û lecê. Colemêrg, warekî asê, xwedan dîrokek mêjîn û kevnar e.. nakevim nav van meseleyan. Pirsa me di kurmanciya Bakur de cihê colemêrgiyan e..
Devoka colemêrgî pê diaxivin, di kurmanciyê de devokeke veder û xweser e. Her çend bi axaftinê colemêrgî di navbera Botan, Serhed û Badînan de li cihekî disekine jî, di rastiya xwe de ji gelek aliyan ve ev devok xweserî xwe ye. Bo nimûne tîpa “r” tenê li vê derê nermijiye. Gelek formên taybet ku hema bêje di kurmanciya me ya Bakur û nivîskî de nemane, li vê derê li dar in..
Devoka hekarya piranî bi şêweyê axaftinê dimine badîniyê.. lê di warê gramer û rênivîsê de, gelek cudahî di navbera badînî û colemêrgiyê de heye.
Her wiha di sentaksê de colemêrgî perekî wê dişibe botaniyê, perek jî dişibe serhediyê, lê bi awayekî giştî ji her du devokan jî gelekî cihêtir û xwedan formên taybet e.
Ji ber vê yekê jî colemêrgî di kurmanciya nû ya nivîskî de para mane û zû bi zû xwe nadin berê. Çimkî ne dikarin xwe qenc tê de îfade bikin ne jî dikarin baş lê serwext bibin..
Encamên vê gelekî berçav in. Bo nimûne: tu niha ji ciwanekî colemêrgî bipirsî bê ka bo wî sembola edebiyata kurdî û rewşenbîriya kurdî kî û kî ne.. dê ji bo te navê Muhsin Kizilkaya û Yilmaz Erdogan bidin.
Ciwanek colemêrgî exlebe gava dest bi nivîsînê dike, wekî stêrk û nimûne, van kesan ber çavên xwe dibîne.
Mesela: Li gundek Qeyseriyê pirtûkên min peyda dibin, li Colemêrgê tune ne. Çima? Çimkî haya wan ji alema kurdî nîn e. Naxwînin. Ne ku naxwazin. Nikarin bixwînin. Tênagihêjin. Ji wan re ecêb tê. Ev trajedyayeke ecêb giran e, lê rastiya me ye.
Helbet pêwîst e zimanekî nivîskî yê kurdî hebe.. lê ligel vê divê em colemêrgiyan jî fam bikin. Axaftin badînî, sentaks botanî.. di navbera nal û bizmarê de..
Ez her roj ji ber Colemêrgî me, xasma di kitêbên xwe de ji sedî 20 zarê colemêrgî nanivîsim jî, ez hemû kurdiyê didim ber xwe dîsan jî gava kitêbên min dixwînin, ferhengan dinêrin. Îja bifikirin: gava mirov bi kotekiya ferhengan kitêbek xwend dê çi tehmê jê wergire? Dê çendê bi rastî jî fêm bike? Îja bi ser de îroniyên nivîskar, teqlelêdanên bi zimanî, gêreya hizr û bîran. Tev bê berginde û hilawîstî dimînin. Yanî ji kîsê nivîskar diçin. Qet nayê famkirin..
Colemêrg ne tenê di warê sektans û musîqeya zimên ve ji Bakur cuda ye, her wiha “daçek” ji serî heta binî cuda ne.. bo nimûne: Jêk.. pêk.. lêk.. gel êk.. û hwd. di kurmanciyê de tenê li Colemêrgê hene..
Axir.. dirêj nakim. Colemêrg di vê alema kurdîniyê de wekî giravekî asê û dûreçav maye. Mixabin.. sed mixabin hiş û hişmendiya vê keleha qedîm a welatê me, her diçe berkendal dibe û kurdînî lê dimire..