“Divê bixwe bihesin, dev ji kinc û cilên xelkê berdin, bi cil û kincên xwe bijîn da ku hûn bibin xwe, hêlên we’y kêm û vala nemînin…”
Di helbestên Janez Sar de, hestên hundîrînî ên şexsî, hestên hundîrînî ên serdestiyê û bindestiyê mijarên serdest in. Helbestên me ji du beşan pêk tê, beşa ewil helbestên hundîrînî ên şexsî ne, beşa duyemîn jî dişibe şanoyekê û ji hestên hundîrînî ên serdestiyê û bindestiyê pêk tên. Em ê berê berê dest bi beşa ewil bikin. Beşa ewil piranî hestên di zarokatiyê de mane, êşên ku di zarokatiyê de jê re bûne barek milk û bûne kilîd û qrîtîka jiyana helbestên wê, helbet giş ne hestên zarokatiyê ne, hestên zarokatiyê êdî kamilbûne, hestên pizikên girûgirover wergeriyane serxwe….
Di helbestan de hin têgehên ku zêde hatibûn şixulandin:
Fanosa sor, Mirêk-neynik, Heyv-ronahî, Rengê sor
Rengê sor bixwe balkêş e, kesên bixwe bawer piranî kincên sor û balkêş li bejna xwe difesilîne, helbet ji bo civakên girtî derbasdar e, ji bo civakên modern qet ne qem e kincên sor û hwd loma jî di civakê girtî de xwekirina kincên sor hinekî wêrekî jê re lazim e. Rengê sor heman demê bêhna erotîzmê jî di xwe de dihebîne, rengê sor rengekî têkoşeriyê ye, dema ku mirov demeke dirêj li rengê sor dinêre piştî wextekê şûnde êdî mirov divezile. Agir jî rengê sor di xwe de dihebîne, loma agir ronahî ye, tiştên ronahî têde hebin heman demê de rewşenbîriyê jî di xwe de dihewîne. Agir bixwe têkoşer e. Xwîn jî rengekî sor e, xwîn tê wateya gelek tiştan tê wateya pevçûnan, şeran, mirinê, xêran hwd. Mirêk neynika mirovî ye, rastiya mirovî a tevnî rasterast diteyîsîne. Loma mirêk rasteqîniya mirovî derdixîne holê, rastî mirov him diêşîne, him jî vala dike. Du hêlen rastiyê hene, ne yekhêl e. Loma neynik jî ne yekhêl e, du hêl e. Heyv û ronahî herdu jî ronahiyê diçirisîne, tarîtiyê ditefîne dewsa tarîtiyê ronahiyê diteyîsîne. Ronahî rewşenbîrî ye.
Ji beşa duyemîn jî hin bêje:
Bindestî, Serdestî, Mirov û agir
Bindestî û serdestî du têgehên dîyalektîk e, hevdu diafirîne, feqet di vir de a serdest çi ye? Ji bo çi serdestiyê dike? Welew ên bindest çima serdestiyê dipejirîne? An jî serdestiyê dipejirînin? Helbet gellek sedemên wê hene. Em werin ser êgir, agir yek jê elementeke jiyanê ye, agir ronahî ye, agir di xwezayê de ya herî hewcedar e, bêagir mirov nikare tu asûgên xwe bêyne cih, pêdiviya mirov ji êgir heye. Feqet di xwezayê de têgeheke herî xeternak e. Lê bêtirîn sûdeyên agir berbiçav in. Di serdemên herî kevn û kevnare de têkiliyên mirov û agir bi hevdu re hebûn-hene, loma jî agir xwedî cihekî girîng digre di jiyanê de. Têgeha ku herî zêde Rênas jiyan li ser rawestiya ye Agir e. Loma em dikarin bêjin hinekî bandora Rênas jiyan li ser helbestvana me Janez Sar çêbûye. Helbet di helbestên wê de xweserî heye feqet ên bi bandor jî hene. Her nivîskar di pêvajoya xwe’y xwendin û nivîskariyê de di bin bandora hin nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, çîroknûs, rexnegir hwd de dimîne, ev tiştekî pirûpir asayî ye. Di dinyê de mînakên wilo pirr in. Em dikarin James Joyce û Samûl Beckett wek mînakek dinyê bidin.
Îcar em werin ser çend helbestan:
Beşa yekemîn
DENGÊ NIQUTÊN NOQBÛYÎNA MIN
“Di tehma jehrê de ye monologiya min
lêvê berbangê yê sor, hew şevên min jî maç dike
di seansên helbestan de bêhna zarokatiya min dihat ji hibra min
xwejibîrek im êdî li kêleka kêliyan gişan di mirêkê de bedewî şikeşt”(rp, 9)
Em fêm dikin helbestvana me bi xwe re ketiye galegalên hundirîn, galegalên şevên dirêj ên bêhna kevnikên zarokatiyê jê tên, birînên nedirûtî ên di zarokatiyê de mane, pîneyên nayên dirûtin, ên ku li ser çoka der-binihişiya zarokatiya helbestvane me de nekêlkirî mane, di şevên bê maçîkirin de didin der, birîn derbûne. Feqet zarokatiya wê li dijber mirêkê li rastiya xwe diqewime ango zarokatî li dijber mirêkê vediguhere bedewiyeke şikestî, dilşikestî, rûşikestî… em dinêrin helbestvana me di van beşên xwe de dema dinivîse diçe zaroktiya xwe, paşê jî li dijber neynikê li rastiya xwe’y aniha diqewime, li xwe mikur tê li dijber neynikê, li xwe mikurhatin bi serê xwe xwepejirandike serkeftî ye. Mikurhatin, xwebûnî ye, azadiya ruh e, rizgarkirina mejî ye. Lixwemikurhatin xwebawerî ye, hetaûheta xwebaweriyê xurt dike. Ji xwe Mirêk bi serê xwe rastiya mirovî destnîşan dike. Îcar helbestvana me bi şêwazeke hundirînî diawaze, bi şêwazeke monologî xwe radestî helbestê dike, helbest jî xwe radestî xwendevanên xwe dike. Monolog û hestên hundirînî, piranî ji hestên ku ji kurahiya binhişî tên, hestên ji binhişî û der-hişiya wî/ê bê bêtirîn hestên heqîqî ne, bêtirîn mikurhatinê temsîl dike. Talî helbestvana me hestên xwe’y hundirînî verişiyaye…rengê sor di helbestê de him zayendiyê him jî rojê dinimîne…
NÊRÎN
“hezkirin dara ziqqumê”(rp,12)
Ji helbestê min tenê ev hevok bi cimbizê neqand, ji ber ku di helbestê de ya herî bala min kêşand ev hevok bû. Mirov encax ewqas dikare hestekê bi hevokekê destnîşan bike. Him xweş e, him nexweş e, xweşbûn û şêrînbûna wê ji êşa wê tê, ji tirşbûna wê tê, êş û tirşbûn ji ber dijwarbûna hezkirinê tê, feqet gotina Ziqqum bi serê xwe hestê dijwar dike, dijwarbûna hezkirinê destnîşan dike. Gotina Ziqqumê gotineke tund e, hişk e û mîna ku tu li dîwarekî biqewime, hişkbûn û tirşbûna gotina Ziqqûmê bi serê xwe hest û hişê helbestvanê derdixîne holê, gotineke binhişî ye, loma jî gotineke dadaîstîk û surrealîstîk e.
ÊŞ Û KÊF
Were ji min bike kirasê keçkaniyê
derbekê li min bixe ji nîşangeha evînê
birîndara te bim(rp,14)
Ji helbestê jî dixuye ku evîn him êş e, him jî kêf e, kirasê ji keçkaniyê ciwanbûna keçikê destnîşan dike, “derbekê li min bixe, ji nîşanngeha evînê”, ev gotin çi nîşanê me dike gelo? “Nîşangeha evînê”ran e an jî dil e? Dibe ku helbestvana me dibêje koka evînê û dil zayendî ye? Welew dibe ku xwestibe têgeha namûsê berbiçav bike? Heke bi wateya zayendiyê hatibe destnîşankirin, li gor Freûd jî ev rastîyek e, yanê Freûd dibêje kok û esasê evînê bingeha xwe li ser hîmê zayendiyê dibilindîne. Îcar kîjana kêf e? Kîjana êş e? Di vir de helbestvana me bi awayekî derûnî û bi bingeh êş û kêfê li ber çavên me radixîne. Destpêkên her evînan bi êş in, paşê dibin kêf û dîsa vediguherin êş an, dûre dîsa dibe kêf. Êş û kêf dûbarekirineke jiyanê ye. Êş û kêf mîmesîsa jiyanê ye. Tiştên ku dibêjin eşq e di bingeha wê de azwerî veketî ye(1) J. Krisnamûrtî dibêje, bi jinekê re razabûn an jî bi razabûna zilamekî re, xwedîbûna wê/wî derdixîne holê û li ser wî/wê damezirandina desthilatdarbûnê derdixîne holê gelo? Gelo wê/wî di bin hîmaya xwe de dihêle? “ew ne aîdî te ye, aîdî min e.” Ev gotin bi xwe desthilatdar e, desthilatdariyê di xwe de dihebîne. Krîsnamûrtî wiha dipirse: Eşq hesta zewqê ye, hesta xwedîtiyê ye welew eşq damezirandina hesta desthilatdarbûyînê ye gelo? Divê mêr bûye xwediyê dinyayê, jin jî aniha dixwaze vê desthiladariyê ji holê rake, ango li dijber vê hegemonyayê radiperin. Li gor Krîsnamûrtî, Azwerî dîtin e, destêdayîn e, hestbûn e. Divê em berê dibînin, paşê desttêdayînê dikin, paşê jî bi saya hestbûyînê em ê bixwazin welew em ê nexwazin bibin xwediyê wî tiştî, desthilatdarê wî tiştî.. yanê piştî dîtin, destêdayîn û hestbûyînê em biryara azweriya xwe didin, distîne. Jixwe di bingeha ruhê mirovan de azwerî heye, ya ku bi vê azweriyê re şerr dike, têdikoşe jî aqil e. Feqet tûcarî aqil nikare bi hestan welew bi azweriyan re têkeve pêşpaziyê. Çawa Krîsnamûrtî bingeha eşqê bi Azwerî ve girêdide, hema hema Freûd jî heman tiştan dibêje, bingeha azweriyê jê yek zayendî ye. Zayendî kêf e, evîn jî him kêf e, him jî êş e. Wê çaxê helbesta me bingeha wê hîmê xwe li ser bena zayendî ye, namûsê û evînê dibilîndîne. Feqet evîn bixwe bingeha wê zayendî ye. Helbet di esasê hertiştî de azwerî heye. Mirov dikare azweriyê xwendinê be, mirov dikare azweriyê xwezayê be, azweriyê nivîsandinê be, azweriyê azadiyê be, yanê mirov dikare mînakan dewlementir bikin, azwerî tenê ne aîdî zayendiyê welew evînê ye. Krîsnamûrtî, divê dema ku eşq hebe, wê çaxê namûs jî xwe berbiçav dike, yanê divê ger eşq tune be, namûs jî tune ye. Eşq ne tiştekî ku tu wê bi pêşxîne, dema ku hûn bi temamî jixwe ve çûn wê çaxê eşq heye. Divê eşq heyînîbûn e. Dema ku tenê eşq hebe wê çaxê namûs û xwerûbûn heye, feqet hişê eşqê ji bo namûsê veguhere-dagere an jî hişê ku ji bo namûsê bişixûle, ew hiş ne hişê eşqê ye.
Beşa duyemîn: Hestên desthilardariyê û bindestiyê…(Şanoya me)
Ev beş hinekî dişibe şanoyê, yanê ji helbestan bêtirîn gotegotên karekterên Dengê mirovî û Dengê yezdanî ye. Herdu karekterên me gilî û gazinên xwe ji hevdu re vedibêjin. Piranî Dengê mirov bi gazin û gilî ye, ji ber ku yê bindest ew e, jixwe ev tiştekî xwezayî ye.
Dengê mirovî: Erê ez westiyayî me te pê derxist
min di şevekê de bîr û baweriyên xwe wenda kirin
dil û zimanê min dan ber kêran,
jixwe kesayeteke bindest nikare serkeftiyekê rê bide
ji ber ku ji her tiştên min hinek hatine stendin, ez nêvî me
ez biçûk im, bi tenê dikarim tiştên hûrik bikim,
ez nikarim dilê xwe biteqînim û agirekî dadim
ez bi tenê dikarim çavên xwe birijînim bi kumlan
Dengê yezdanî: Heya ku tu xwe biçûk bibînî tu yê bindest bî,
heya ku tu ew hêlên xwe yên ku ji te hatine stendin
bi tiştekî danegirî, wan ji valahiyê xelas nekî,
wê tim ew hêl daketî bin
û wê li ber hedimandinekê bin;
vêxistina êgir xwe pêşkêşkirin e
ronahiya wê dikare tiştên te yên winda bibîne û
wan ji bin xopana serdestiyê derxîne,
serdestî wek erdhêjekê bi ser te de ketiye
vêxistina êgir li hember derketin e
tîna hebûnê ye!...(rp-18)
Ji şanoyê jî dixuye, mijara me bindestiyê û serdestiyê dihûne. Ê bindest Dengê mirov e, yê serdest jî Dengê Yezdan e. Ji xwe bi awayekî xwezayî Yezdan tim li gorî mirovan serdest in. Feqet Yezdan bi şêwazeke zanistî û hizirî rêya xwebiçûkdîbûnê welew biçûkbûyînê li ber çavên Dengê mirovî radixîne, rêya rast, şopa heqîqeta bindestîyê li ber çavên wî/ê radixîne. Ê kêm di vir de mirov e, yê ku tam û tekûz Yezdan e. Kêm û Yezdan li dû şopa biçûkbûyînê, bindestîyê û serdestiyê ketine. Li kana wê digerin, divê kana vê kaniyê ji ku diherike? Kakilê vê kaniyê li ku ye? Yezdan divê ger te kana kaniyê dî û te birînên xwe derman kirin, kêlên xwe dirûtin, te kana xwe rehet kir a wê çaxê tu’y bibe xwe û xwediyê xwe, wê çaxê jî hewceyî tukesî ew ê nekin ku bibin serdetên te, tenê tu’y biryara serdest û bindestiya xwe bidî. Di beşa dengê Yezdanî de divê tu hêlên xwe’y vala û kêm dagirî, tijî bike. Yanê mirovên bindest tim hêlek wan vala ye, kêm e û divê tu wan hêlên xwe’y vala û kêm dagirî, ew hêlên vala û kêm hêlên mirovî ên qels in, ger qelsbûneke mirov hebe, wê çaxê neyarên mirov jî ji wê qelsbûna mirovî sûdê werdigire û li gorî wê dehfên(kemîn) xwe vedikin. Êrîşên xwe li gor wê qelsbûnê diajon. Helbet di herkesî de qelsbûnek, kêmbûnek heye, kesî tam jixwe tuneye. Kesekî tekûz tuneye. Tenê xweza bi xwe tekûz e. Feqet kêmbûna ku em qal dikin kêmbûneke derûnîyê, kêmbûneke sosyolojîk e, kêmbûneke nehişyarîyê ye, kêmbûneke nezaniyê ye, kêmbûneke hayjixwetunebûniyê ye hwd divê mirov van kêmbûnên xwe dagirin an na neyarên te, koneyên te ew ê dagir bikin. Ew ê ruhên te dejenere bikin. Loma jî divê mirov xwe bizanibin û xwezanibin heke mirov xwe nizanibin hêlên mirovî ew ê timî vala bimîne û ew valabûn jî ew ê bibe sedema dagirkirinê û êrîşkirinê…
Fikra Michel Foucault bi hêsanî ev e: Desthilatdar asayîbûnkirin e, ya ku vê mekanîzmayê bi awayekî aramî derdixe holê jî tevahiya civakê ye, loma jî her diçe di navbera ên asayî û neasayî de, ên bitendurîst û patolojîk de, ên destûrgirtî û ên qedexekirî de, ên di navendê de û ên marjînal de pirtir cûdabûnê çêkirin dide tevahiya civakê ye.(2) Yanê esil di vir de desthilatdar dixwaze hertiştî asayîkirin bike. Yanê desthilatdarên asayîbûnkirinî: Mamoste di dibistanê desthilatdar e, gardiyan di hefsê de desthilatdar e, dê û bav di malbatê de desthilatdar e, dixtor di nexweşxanê de desthilatdar e, serokê şaredariyê li şaredariyê desthilatdar e hwd her desthiladar jî desthilatdarbûna xwe asayîbûnkirin dide, van hemû sazî jî şaxên dewletê ne ango dewlet bi her şêwazê û bi dezge û saziyên xwe, bi zagonên xwe desthilatdariyê asayîbûnkirin dide welew normalkirin dide. Ev hemû sazî û dezge û ên din giş jî civak bixwe ye, civakê diafirîne. Civak bi xwe asayîkirin dibe, haya civakê jê çênabe mîna kerîyên pez. Jiber ku mijara di navbera Dengê mirov û Dengê Yezdan desthilatdarî û bindestî ye loma min xwest ez bingeha desthilatdariyê derxînim holê. Yanê Foucault hewante negotiye desthilatdarî li her derê ye. Bi rastî jî dema ku mirov li bingeha xwezayê dimeyzîne mirov fêm dike, desthilatdarî tim heye û ew ê tim hebe. Feqet nayê wê wateyê ku edalet gerek bi temamî ji holê rabe, di xwezaya xwezayê de dadî jî heye. Îcar mijara şanoya me jî li ser bindestiyê û serdestiya gellên bindest in. Serdest her daîm desthilatdariyê li gellên bindest dikin, bêedaletî her daîm para bindestan dikeve. Loma tenê rêyek wan heye, xwezanîn, hişmendî, hişyarî, tifakî û raperînên çandî, raperînên edebî, raperînên zanistî hwd a ku helbestvana me destnîşan kiriye, raperîneke wêjeyî ye, raperîneke hişmendî û hişyariyê ye. Divê bixwe bihesin, dev ji kinc û cilên xelkê berdin, bi cil û kincên xwe bijîn da ku hûn bibin xwe, hêlên we’y kêm û vala nemînin…
1) Evîn, Zayendî û Namûs, J. Krîshnamûrtî, weşan, Omega, wergêr, Ekin Duru
2)Rexneya Modernîzmê, Alain Touraine, weşan, YKY, wegêr, Hülya Uğur Tanrıöver
Nîşe:
Ji bo banga 100 xwendevanên hêja min ev rexne amade kir, ez vê çalakiya wan ji dil û can pîroz dikim. Mînakek ji nivîskarê dinyê, Samuel Beckket li ser Proust rexneyek nivîsandiye mînakên dinyê ên wilo pirr in…
“Dilnizmî, milkê dil û hiş e…”