Berî her tiştî, bênîqaş bibêjim: Her xebateke ji bo kurdî tê kirin bi min hêja ye. Em vê deynin aliyek û vegerin ser mijarê...
Kurd her çalakiyên cur bi cur dikin lê şiklê lidarxistina gelekên wan nakevin serê min. Sedemên min hene. Van rojan di qada civakî de nivîskarên kurd kampanyaya "PirtûkChallenge" dane dest pê kirin. Vê yekê hinek din zor da min ku vê nivîsê binivîsim.
Ezê hin mînakan bidim.
- Chalak Event
Hin ciwanên me rabûne dest bi çalakiyên bi kurdî kirine û navê "Chalak Evenst" li xebata xwe kirine. Xebatek baş e lê çima "Chalak Event"? Çalak bi kurdî ye, "Event"a îngilîzî jî tê wateya çalakiyê. Erê temam, lê ma di kurdî de navek xweş nîn bû ku hûn li xebata xwe bikin? Dema bi îngilîzî be biqîmetir dibe gelo?
Pirsên din jî tên bîra me: Hûn zimanê xelkê li ber dilê kurdan şîrîn dikin, yan zimanê xwe? Bi navên wisa gelo pirsek wisa nayê bîra beşdaran "Di kurdî de navên şîrîn nîn in, loma bi îngilîzî..."
”Dengbêj Night” jî heye ku dengbêjan vedixwînin şevê... Gelo dema telefonê dengbêjekî dikin û dibêjin “night” ew çi difikire...
- PirtûkChallenge
"PirtûkChallenge"... Çi? Erê lo PirtûkChallenge... Nivîskarên kurd, ên giregir, ên ku ez jî ji wan hez dikim rabûne bi zimanê îngilîzî bangê hevalên xwe yên din dikin ku pirtûkên pêşniyar dikin nîşan bidin.
Helbet ez dizanim li dinyayê "Challeng" bi cureyên cur bi cur têne kirin. Hûn jî bikin lê bi zimanê xwe bikin. Mesela bigota "Qubxwestina Pirtûkan" çênedibû? Çi zanim, tiştên wisa. Neket serê min. Emê heta kengê bi zimanê xelkê bangî zimanê xwe bikin?
Ne tenê ev. Nivîskarên me navên biyanî li pirtûkên xwe dikin, mirovên me navên biyaniyan li zarokên xwe dikin, li kar û kargehên xwe, navên biyanî li xebatên xwe dikin... Li welatên biyanî (em bi bêjin li Ewropa) ne bi zimanê xwe, bi zimanê serdestan navan li kargehan dikin? Çima?
Mînaka Swissotelê
Li Stenbolê "Swissotel" heye. Oteleke swîsreyiyan e. Hûn dikevin otelê hûn hay jê çêdibin ku ew otel ê swîsreyiyan e. Hema hûn dibînin "Salona Konferansê ya Lozanê", "Salona Konferansê Neuchatel"... Navên Basel, Cenevre, Zurih... De fermo binêrin xelk çi dike, yê me çi dikin...
Ma ecêbiyên me ev tenê ne? Na... Tiştên din jî hene wekî xizmet dixuyin lê bi ya min ew bi xwe pirsgirêk in. Em di nimûneyan jî ji van bidin:
- Pêşbaziya Ehmedê Xanî
Par Pêşbaziya Helbest, Çîrok û Romanê ya Ehmedê Xanî hat lidarxistin. Roja dest pê kir ji bo rê li ber neyê girtin, serê mirovan tevlihev nebe min nexwest tiştek bibêjim, yan binivîsim lê ji wê rojê de neket serê min. Çimaya vê ev e: Di xebateke wisa li ser Ehmedê Xanî bê kirin de pêşengî divê ne weşanxaneyek nû vebûbe, yan malpereke bazirganî bike. Ehmedê Xanî li nav me kurdan bi ser her kes û her tiştî re ye, loma jî xebatek wisa divê bi konsensusek, lihevkirinek mezin bê kirin. Pêşbazî hat û çû. Baş e li gor meziniya Xanî çêbû? Li gor wê mezinî merasimek jêre hat çêkirin? Li gor min bersiv "na" ye. Îro bi heman şêweyî li dar bikeve ezê dîsa bi heman gotinan dij derêm. Lê axir her kes û bi a xwe ye.
- Pêşbaziya muzîkê
Niha kovareke xweşik dest bi weşanê kiriye, kovara muzîkê Ziryab. Erê xweşik e, kovarek di cih de ye, divê kovar temen dirêj be. Ev hemû temam û tiştê ji destê me bê divê em bikin. Lê ev çi ye? Pêşbaziya Muzîkê...
Kovarê niha Pêşbaziya Muzîkê daye dest pê kirin. Kovar hê di hejmara xwe ya yekemîn de ye, hê kovarê nikariye nîşanî me bide ku dê temen dirêj be, dê di vî warî de bibe otorîte û ji îro de dest bi xebateke wisa kiriye. Bi ya we jî ne zû ye?
Gelo li dinyayê kîjan kovarê di hejmara xwe ya yekemîn de dest bi xebateke wisa kiriye? Neket serê min lê ez hêvî dikim dê bi ser bikeve û rê li ber muzîkarên ciwan veke.
Bi kurt û kurmancî û wekî dubare: Helbet baş e gavin cur bi cur ji bo kurdî, kurdan bêne avêtin lê her gav li gor xwe, dema xwe, giraniya xwe... Nizanim, ê min hin tişt nakevin serê min...