Ka mirov behsa çi bike. Gelek caran delîve li te dibin heçik û li stûyê te dialin. Hew dimîne te bifetisînin. A me bêhnçikiyeke wiha reş û teng e; tengezar e.
Gava ez dibêjim “me” û “em” ez behsa vê dinyaya me ya nivîsîna bi kurdzimanî dikim. Kurdzimanên rih pelişî, hest meriçî, hiş belawela û bêserûber. Erê erê, ez ê behsa vê dinyaya me ya biçûk û ‘germ’ bikim. Na na, ji min re çi ji vê dinyaya me ya pûş û pelax, ez ê ji xwe re pif bikim guhê ga û gamêşan û xebroşkên şevên reş û tarî yê kanûnê bilorînim.
Çi dibe di binê kewara xebroşkan de ye, jê pê de çîr û çîrokên Xelo û Celo ne.
Di vê dinyaya me ya şibhê xebroşkan, kulekek me ya rewneq heye. Em jî carina wekî jûjiyê seh bi tîna avê dike û serê xwe ji nav jûj û striyên xwe derdixe, serê xwe dertînin û wekî tavî û talîzokeke kurt a havînê reşa xwe dadirêjin û dîsa xwe vedikişin nav kovilkê xwe. Pehhh! Dinyaya me çendî germ e!
Çendek berê li Amedê Fûara Pirtûkan hebû. Ba di ber bisk û simbêlên nivîsevanên me re nediçû hingî hin bi ser xwe ve hatibûn. Qebalek kitêb ketibûn kewarên weşanxaneyan. Stêrka kurdî dikira biçirûse lê nizanim ka çirûsî an turisî! Ez ê xwe nedim ber vê pirsê. Di nav xebroşkên berbelek de, ez ê behsa ‘germahiya dinyaya me’ bikim. Welê germ bû, hew mabû, ji kelegermê mejiyê me şarteja xwe biavêje û ‘kisa-devre’ bike. Hela hela îja were bo “kisa-devreyê” gotineke bi kurdî peyda bike. Ez bibêjim hew mabû di hev de biqijqije, we got çi?
Axir, min navê gotina xwe dirêj bikim, îro hinde çîr û lec bes e. Wekî min gotî, me dinyayeke biçûk lê ‘germ’ heye. Dînamîkên vê dinyaya me ji xwe re tevn û dezgehên xwe raçandine, wekî hemû dinyayên me xêr û şerên wê jî, keft û leftên wê jî heta bêjî geş û gur in. Û dawiya dawîn her tişt bi ser hevsengan bi rê ve diçe. Û wekî hemû dinyayan, li vê derê sergovend û bingovendên xwe hene. Dîsa nanpêj dipêjin û pirbêj jî dirêjin. Û wekî hemû dinyayan li vê derê hin dikin û hinên din jî dixwin.
Di vê dinyaya me ya ‘germ’ de tu kes xenîmê tu kesî nîn e. Her kes peya û siwarê ked û renca xwe ye.
Di fûara navhatî de, ez wekî wî jûjiyê seh bi tîna avê kirî, bi keviya çavên xwe li navbera vê stant û wê stantê de digeriyam. Kesp û keda dilxwazên kurmanciyê kêfa min dianî, bazara kurdî ya kelê dilê min ditezand, çavpêketina bi qelemşor û xwendeyên vî zimanê me yê kulîndar, hestek navbera şadî û kelogirînê bi min re çêdikir. Çend roj bûn, hatin û çûn.
Carina çend kitêb jî min ji bo dostên kurmanciyê xet û reş kirin. Çend sohbetên kelê û serdevî jî me kirin. Tenûra sar a Celadet Elî Bedirxan bi bîra me ket. Germ dibû lê hin nedisincirî ku bikaribî nanî pê ve bipêjî. Tenûr, welê saregerm ma.
Û min careke din dît ku li ser darê vê dinyayê temet stêrkekî dûr tikî tenê me. Erê dilê min ‘germ’ dibû lê çi bikim parxan diqerimîn.