Ligel ku pirtûka min a nû Elîfbêtk roja 31'ê gulanê, ango qederê du mehên qut î gulover e derçûye jî, mixabin ji bilî Diyarbekir û belkî Mêrdînê pêde nabe, ango belav nebûye!
Gelek heval hogir axir dipirsin, bê ka çima bi dest naxin, yan bo çi nagihînê.
Pirsîne, me pirsî, vir de wê de min pirsî; Li Stenbolê, li Medya Kîtabevî û li çend kitêbfiroşên din, lê pêde nabe. Her wiha li Îzmîrê, li Kitêbxaneya NA tune, ango neçûye.
Li gelek bajarên wekî Edene û Mêrsînê û hwd. jixwe tune!
Min ji Weşanxaneya Belkî pirsî, ka çima wiha ye. Gotin, me belavkarî daye Pirtûka Kurdî!
Pirtûk, li ser malpera P.Kurdî tune!
Li ser hesabên P.Kurdî yên medyaya civakî jixwe tune!
Me pirsî, P.Kurdî dibêje, haya me jê tune, em ê sibê li "DEPO!"yê binêrin!
Pişt re, trajîkomík û kambaxtir be jî, Pirtûka Kurdî gotiye me ME JIBÎR KIRIYE, erê JIBÎR!..
Bobelata mezin, mere ji bîr bûbe, haya me ji me tune be...
Bifikirin...
Ji hêla ticarî, danasînî, hilberînî, edebî, kurdî û nizam çi û hwd. ve, ango we çawa divê wiha bifikirin, lê pirtûkeke nûderçûyî TUNE!.
Pirtûkeke ku mere li ser wê 8 salên sax sêrî li xwe bike tara bêjingê, paşê çap bibe, lê TUNE be!
Her wiha li cem min jî jixwe tune, wê bê! Ev jixwe meseleyek din e...
Li ser hesabên Wesanxaneya Belkî, roja ku pirtûk derketiye, herkê carekê parve bûye û hew.
Min ji Edîtorê Diyarnameyê Cemîl Oguz jî pirsî, ka ji çi sebebê nûçe yan danasîna wê çênebûye, dibêje;
"Me bêcar daxwaz ji hemû weşanxaneyan kiriye, ku pirtûkên derketî ji me re bişînin, da ku em nûçe û danasînê bikin. Ku hewce dike, em ê heqê kargoyê jî bidin, lê mixabin dengê me her li me vedigere!"
Îcar we got, edebiyat?
Kerro, wekî her ro!
Ango, wekî nemir A.Arî gotî: Ev e nameyî halim!